86. ferhenga ku di van pelên dawî de, ji ber niqaşên olî û siyasî, di nav nivîskaran de peyamên nexweş û teqez ne li gor formatê belav bûye. di bin navê nivîskarekê de haqeret kirin bi çi mantiqî tê kirin fêm nakim.
mesele ne meseleya du kesan e. çi mijarên siyasî çi ên olî. divê herkes tenê fikra xwe binivîse. mirov di nav peyamên xwe de dikare bêje, "yên ku wisa dibêjin bila herin nizanim çi bikin". lê di payamê de rasterast behsa yekî kirin, navê wî/wê nivîsandin felan, ne rast e û dibe sedema şexsî bûna meseleyan.
mirov ne mecbur e bersiva her tiştî bide. dema mijarek vebû li gor peyamên hatî nivîsandin, mirov dikare 2-3 peyaman jî binivîse lê x tiştekî dibêje, y bersiv dide. paşê dîsa x tiştek dibêje dîsa y x y x y x yx yx yx yx .....
ji we rîca dikim wisa nekin. ji xwe weke hûn dibînin, em li vir 40-50 nivîskarên aktîf in ku tirşikê bi rêve dibin. mijarên olî mijarên siyasî felan ferhengan gelek çalak dike lê ger mirov nezane biaxive wê di her mijarê de nivîskar bibin du alî û wê hinek ji hev bixeyidin felan.
aligirên pkkê, ên pdkê, ên pydê, ên akpê, ên cemaatê, ên îslamê, ên daîşê hwd û muxalîfên wan, ji kerema xwe re haj zimanê xwe hebin. bila armanca me ne aciz kirina ya li hemberê me de be. an jî xwe rehet kirin be. bila em fikrên xwe bibezînin. bi fikrên xwe gûftûgoyan bikin. tu kes naxweze peyamên wek şîroveyên youtube'ê bixwîne. lê ger em fikra xwe bi rêk û pêk bînin ziman, him belkî em bikarin hin kesan îqna bikin, him jî wê herkes bê û li vir mijar û nivîsên me bişopîne.
carek din dibêjim ; ji kerema xwe re heqeret li nirxên tu kesî, li tu nivîskaran û li tu baweriyan nekin.
|