Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [tirsik.net] de;

392. Eger sed nivîskarên berdewam ên vê malperê hebin û her yek ji wan bi gorî zanebûna xwe deh peyam binivîsin, xêra wê ji xêra ewqas kovar û pirtûkan zêdetir be.
Enerjî û potansîyela li vir li ti dereke dî de tune ye



02.05.2020 19:18 | ferhenga şikestî

335. Li tirşikê Tam şeş roj paşê şeş salên min diqedin. Erê erê tam şeş sal in ez di tirşikê de dinivîsim. Min li vir gelek dostên hêja dîtin û bi wan re bûme heval. Îroj min go binêrim bê ka min kengî qeyda xwe çêkiriye, ji min tirê hê du sê sal bûye belkî Angaşteke fîşalkirî be lê heqîqeten hêj bawer nakim ku bûye şeş sal. Dema min tirşikê nas kir ez di zankoyê de xwendekar bûm hê pêvajoya aştiyê hebû hê pîra min û bavê min sax bûn hê ezep bûm hê zarokê min û mala min tinebû hê 23 salî bûm hê di porê min û riyê min de tayên spî tinebûn hê neketibûm kêlî û aliyên xedar ên jiyanê. Aniha, aniha bûme 29 salî porê min riyê min hetta simbêlê min bûne spî bê henek. Pêşî bûm memûr çûm Stenbolê paşê pîra min mir, paşê hatim Amedê paşê zewicîm paşê bavê min mir paşê kurê min çêbû, ji ser memûrtiya min re şeş sal derbas bûn, min mal kirrî, fêrî ajotina erebeyê bûm û min erebe kirrî, zarokekî 23 salî bûm lê aniha ev 14 meh in zarok mezin dikim. Pêvajoya aştîyê hebû rewşa kurdî û ya kurdistanê her ku diçû baştir dibû, aramî hebû hizûr û bêhnfirehî hebû aniha şer heye xwîn heye, di nava salekî de wek ku sedsalek di ser me re derbas bûye me li dewsa emrekî bîst Emr li xwe zêde kir. Lê tiştek bi tenê tiştek neguherî, 6 sal berê jî wexta saet dibû nîvê şevê, min têlefona xwe digirt destê xwe, diketim nava nivînan û diketim tirşikê. Aniha jî bûme 29 salî ketime nava cihê xwe û bi têlefona xwe di tirşikê de dinivîsim. Xudê emrê tirşikê zêde bike 6 sala me bera bibe 60. Na na ez nagirim dirik ket çavê min:(



24.11.2019 23:24 ~23:26 | ferhenga şikestî

229. (bnr: tirşika rast ne ev e)*



03.04.2016 00:47 | ferhenga şikestî

217. min îroj ji 40 bêtir entry nivîsandin di vê ferhengê de, do jî gelek nivîsandin.

ji bo entryên ku min di van du rojan de nivîsandin, dikarim bêjim bi qasî 50 rûpel min tişt xwendin li ser netê gelek ji wan jî min jiber kirin bo ku karibim bi kurmanciyekî fesih binivîsim, bila tehma wergerê jê neyê, carinan xwêdan ji qûna min diavêjê lê kesinan tên bi kurmanciya xwe ya jihevketî û teqlomeqlo tu qedr û qîmeta xelkê nadin û bi ser de jî bi şêwazeke kirêt keda xelkê binpê dikin..

ha bila ji we re be heta ji we tê bi entryên xwe yên binpêketî vê ferhengê veguherînin sergoyê, ji min xilas!



10.01.2016 18:38 | ferhenga şikestî

215. tevî hemî xebatên vê du salan, tevî hemî reklam û helmetan jî, nikare bandora xwe li ser civata kurdan û çapemeniya kurdan deyne..

berê min digot qenebî karibe rojeva kurdistan û cîhanê her roj di hêla çepê de bihewîne û her roj kêm zêde agahî û zanyariyên cur bi cur di vê ferhengê de bên nivîsin lê ew jî nebû, nabe..

nivîskarên xweşnivîs, çalak û zana jî ketine sendroma xwe-xelaskirinê, hêdî hêdî ji ber teşqeleyên xwe yên şexsî destên xwe jê dişon.. yên nû tên lê tiştê ku binivîsin, nabînin...

dema wilo dibe ango surkulasyona peyam û mijaran nabe, ji dilê min jî nivîsandin nayê



05.01.2016 19:21 | ferhenga şikestî

210. di ekşiyê de gotineke klîşe heye, her û daîm dibêjin tehma berê ya ekşiyê nemaye falan û bêvan..

ez hîn wexta ku dikevim tirşikê heman hîsan min radipêçin, li layê çepê yê tirşikê dinêrim, li mijaran, li peyaman.. xwe bi xwe dibêjim êdî tehma berê ya tirşikê nemaye bi şeref..

ka ew nivîskarên berê, ka ew ken û xemên me yên berê yên dagirtî...

hezar xweziyên xwe par û pêraran tînim..

ro bi ro xwezî bi do...



27.12.2015 11:44 | ferhenga şikestî

206. li tirşikê taybetiya favorîyê heye, lê meriv bi tenê favoriyên xwe dikare bibîne, ger meriv karibûya favoriyên her kesî/ê bibîne dê çêtir û baştir bûya..



15.11.2015 16:30 | ferhenga şikestî

204. ez meraq dikim, ger ku êrîşeke sîber li ser vê malperê biqewime, hemî tiştên ku hatine nivîsin, dê ji holê rabe? ango ger problemek biqewime û pergala malperê têk biçe wê çi be?

pêşî li ber têkçûnê hatiye girtin an na?

bernameyeke yedek a tirşikê heye gelo



14.11.2015 17:24 | ferhenga şikestî

203. min di sala 2007'an de di 17 saliya xwe de dest bi kurmancî kiribû, hê 17 salî bûm, û min di sala 2013'an de dest bi nivîskariya tirşikê kir..

yanê du sal in ku li tirşikê dinivîsim ev kurmancî û agahiyên ku di derheqê kurdî û kurdistanê de hîn bûme, di van du salên min ji 6 salên min ên beriya tirşikê zêdetir in..

van rojan hinek azmûn û dersên min ên karmeniyê hene lewma dibe ku hinekî navbêr bidim.

hewce ye ev tirşik pirr baş bi ser keve û pêşve here, ez nikarim mînanî dijber bi tenê rexne bikim û li cihê bisekinim hew bnr û vbnr'ên bê'elaqeya yên mijarê bidim, di van du salan de pirr baş têgihîştim, ger tiştekî bixwazî divê tu bixwe bikî, belasebeb ji xelkê hêvî nekî, gelek projeyên min ên baş hene bo tirşikê, ezê piştî ev du mehan pê ve, ger xwudê hez bike bi cîh bînim..

pêşiya tirşikê vekirî ye..



13.11.2015 19:58 | ferhenga şikestî

199. bikarnanîna evê malperê ji xelkê re zehmet tê..

li ser tîwîtê min dest bi lobiyê kiriye, lê bi kê re dipeyivim dibêje min qeyda xwe çêkir û ketim lê min tiştek fêm nekir,pirr tevlihev e falan. heta ez qal dikim malîk li min diçe mîratê..



05.11.2015 22:28 | ferhenga şikestî

193. min fêm nekir ev çawa malper e?! dema deh kes dikevin, cihda balatayên wê vala dibin, ji eyar de dikeve, ez qanserî kirim üff



04.11.2015 01:21 | ferhenga şikestî

185. gelek ji te sar bûme lê çi bikim taliya taliyê tu ya me yî

edît: kîja biaqil reşşik dayiye vê peyamê meraq dikim, qey sebra wê/î nehatiye



05.07.2015 01:11 ~01:24 | ferhenga şikestî

139. ferhenga ku her ku diçe zêdetir hej jê dikim.



07.04.2015 22:40 | ferhenga şikestî

135. dema ku pêl li tiştekî dikim ecêbek çêdibe



(bnr: error 504 - gateway timeout)



10.03.2015 21:26 | ferhenga şikestî

133. ferhenga ku ez bawer im di sîstema wê de problemeke teknîk heye

ji do şevê heya niha ez heta ku li ser malperê rûpelekê vedikim malîk li min diçe mîratê..

pirr giran bûye..

simurg56 ji kerema xwe re tiştekî bike! please patron!



10.03.2015 20:00 | ferhenga şikestî

118. ferhanga ku pê xema dilê xwe direvînim

niha dema ku demên vala yên tije ecizî û bêhntengî zeft dikim xwe pê diewiqînim

rewşa ferhengê ber bi başbûnê ve dihere, sîstema nû ya tirşikê ji ya berê xweştir e û karanîna wê ji ya berê maqultir û hêsantir e niha bêyî ku kombersek peyda bikî dikarî peyamên xwe yên şaş hatî nivîsîn rast bikî yan jî jê bibî

hejmara nivîskaran zêde bûye lê nivîskarên elzem û sereke û bingehîn yên tirşikê dîlekçeya îstifaya xwe dane an jî bi bahane û hincetên pûç û vala dev ji nivîsandinê berdane yan jî kêm caran dema bêhn li wan teng bibe tên piçek direjînin û lêdidin diçin

nivîskarê herî çalak endazer ji nava me koç kir û çû, çend roj berê ez gihîştim wî got ez nema karim werim falan

mazlumozdogan (min wek her carî rast nivîsand) êdî mîna berê nayê car caran tê çend peyamên kurt dinivîse û diçe

nivîskara jin a herî çalak elegez jî êdî qet nayê jixwe

ya din gulan jî hama bêje qe nayê

ceso û oxir jî êdî ne ceso û oxirê berê ne encax divê bêhn li wan teng be

yên nû (ne hemû) piçek ji derê formatê dinivîsin

rasteqîn jî bû hayaletekî wenda

lê ev doz wê neqede heta hetayê wê berdewam be



08.11.2014 14:34 | ferhenga şikestî