Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [tirsik.net] de;

441. rojanekirin: êdî li kêleka çepê ya tirşikê, lîsteya mijarên 48 saetan tê lîstekirin. ne yê 24 saetan. belkî demkî belkî mayînde be.



18.02.2022 23:31 ~2022.02.19 00:03 | simurg56

401. ferhenga ku duh ji bo demekî kurt girtî ma, ji ber ku êrîş lê hatibû kirin û wek tedbîr jî, server'ê malperê girtîbû. bi qasê me dîtî, tu zerar negihaye tu tiştî.
lê dîsa jî nivîskarên me di peyamên di navbera xwe de (peyamên taybet) behsa agahîyên xwe yên girîng nekin, wê baş be.
ji ber ku di pêşerojê de tim û tim îhtîmala hackkirina van agahîyan heye ji alîyê xêrnexwazan ve. heta niha sîstemek tune ku bi awayekê nehatîye hackkirin.



26.07.2020 11:06 | simurg56

389. di nav civata kurdan de yek ji cihên herî azad e.
di tirşikê de ez jî carina ji hinek peyaman aciz dibim lê belê eger li gorî formatê be û ne heqaret be, em nikarin peyaman jê bibin.
min berê jî çend caran gotiye; moderatorên me aşkere ne. her yek di fikr û bawerîyên cûda de ne rêveberîya tirşikê ne di destê fikir an jî hêzekê de ye. bi saya vê yekê, me heta niha dijminahîya tu alî, hêz, bawerî û fikran nekiriye.

di peyama ku li jor hatiye behskirin jî, heqaretê nahewîne. her çiqas ne li gorî bawerîya min bixwe be jî, ez nikarim wê peyamê jê bibim. berî niha jî di derbarê pêxember, serok û nirxên din peyamên tûj hatin nivîsandin. heçî yên ku tê de heqaret hebin, me jê birin lê ev peyam ne wisa ye.

li gorî wikipedîayê, %76ê dinyayê ne misilman in. yanî li gorî %76ê mirovan ew ne ne pêxemberek rastîn e. eger tu pêxemberîya wî bawer nekî, du vebijêrkên te hene: an tu wê bêjî wî mirovan xapandîye an jî tu wê bêjî mejîyê wî ew xapandiye.
li vir mînak misilmanî bû lê ji bo her tiştî wisa ye. belkî li gorî nêzikî %90ê dinyayê sosyalîzm û komûnîzîm belaya dinyayê ye, sedema mirin û feqîrîyê ye fîlan.

welhasil, me navê kes ji tirşikê here lê em nikarin mûdaxaleyî fikrên mirovan jî bikin. lê ev heye: em naxwazin tirşik bibe navenda nîqaşên vala û bêsînor. eger nivîskarek here û were hema îş û karê wî ew be ku di derbarê fikir/bawerî an jî kesekî de mijarên provakatîf veke, em ê wî nivîskarî asteng bikin.

kurd jixwe deh parçe ne. em ê li vir fikr û bawerîyên xwe nîqaş bikin lê ne hewce ye em dilê hev bihêlin. loma em bala xwe bidin mijarên kêrhatî wê baştir be. bila nîqaşên wilo hezarsalî û bêdawîn, tirşikê neherimîne.



23.04.2020 16:55 ~17:02 | simurg56

368. @masîyekjinavbehrawanê,
ew tiştên ku tu dibêjî, hemû jî di tirşikê de hene:
(bnr: vîdyoyên li ser bikaranîna tirşikê)
van vîdyoyan temaşe bike.



29.03.2020 11:28 | simurg56

352. @ biruya hayao miyazaki çareser bû.
@xelîl, peyama ku ji te re hatîye, paşê ji alîyê şandîyar ve hatîye jêbirin loma wisa çêbûye. hat çareserkirin.



10.12.2019 20:22 | simurg56

349. pêşîn; soundtrackên bijarte/38601

dû re, bi qasê tê bîra min û texmîn dikim, ew mijar hatibû asêkirin ji ber îstîsmarkirina nivîskarê hêja û devgirtî birêz yoda.



09.12.2019 18:59 | simurg56

345. @ceso
Mixabin dema çomezek were erêkirin û tam di wê navberê de ew çomez girêdayî yanî online be, pirsgirêkek wisa derdikeve holê.
Di rewşên wisa de, piştî erêkirina çomezî, ew çomes ji bo carekê ji sîstemê derkeve û dîsa têkeve, problem çareser dibe.



05.12.2019 07:22 | simurg56

330. dema ji min dûr be, kêmasîya wê di kurdîya xwe de hîs dikim.

ev bi qasê mehek e ku ji tirşikê dûr im. piraniya wextê min li kar derbas dibe û li wir tenê bi nexweşan re û ten bi 10-20 peyvan bi kurdî diaxivim weke din aktîvîteyek min ya bi kurdî nîne. lê tenê di nava mehekî de jî pê hesiyam ku mejiyê min êdî wek berî nikare peyvên kurdî ji arşîva xwe derxe û têxe hevokê.
ji ber ku keça min êdî diçe dibistanê, êdî hînî tirkî jî bû. loma zimanan tevlşhev dike û dema bi kurdî diaxive gelek peyvên tirkî tevlî dike. ez jî bi zimanekî nerm wê hişyar dikim û kurdîya gotina wê jê re diêbjim ku hîn bibe. aha tam di vê rewşê de dibînim ku ez jî hinek asê dibim di dîtina kurdîya beramberê hinek peyvên bi tirkî de.

welhasil, me go merheba. û cihê keyfxweşîyê ye ku tirşik bêyî nifşa ewil ya nivîskarên tirşikê jî li ser lingan dimîne.



27.07.2019 19:47 | simurg56

306. "belkî berê hatibe gotin, lê nikarim di 16 rûpelan de bigerim. * navbera risteyan* pir nêzîkî hev in ew qas ku di peyamên dirêj de, bi taybetî yên ku paragrafan nahewînin, çavên min nikarin risteyên xwe bişopîne, hemû herf û peyv tevlî hev dibin. min li ekşîyê jî neriya, lê ya wê firehtir e. gelo tirşikvanên din jî vê tiştê dijîn?"

agahî: hat rastkirin. ango êdî di navbea rêzikan de zêdetir valahî heye û bi vî awayî xwendin belkî hêsantir bibe. spas ji bo ragihandinê.



11.01.2018 17:15 ~17:15 | simurg56

299. ji bo endambûnê, li bersiva "kurdistan" digere.
di eslê xwe de pirsa kontrolê ev e "Navê welatê kurdan çi ye?" û bersiva rast jî kurdistan e.
çawa çêbûye nizanim (belkî di pêvajoya rojanekirinan de) pors dîsa bûye weke berê lê bersiv hê kurdistan e. problem çareser bû.



20.12.2017 22:26 | simurg56

277. malpera ku ji ber sedemên teknîkî, ev çend roj bûn naxebitiya.
niha problem demdemî be jî hat çareserkirin. lê beşa ferhengê ya tirşikê wê demekê nexebite û malperên wergerine.net û turkcekurtcesozluk.com jî girtî bin.
ji bo vekirina wan û ji bo ku ev problem dubare nebin, em ê tişta ji me bê bikin.



20.11.2016 05:29 ~05:32 | simurg56

265. agahî: êdî mêvanên tirşikê jî dikarin naveroka tirşikê bibînin. lê tenê mijarên ku ne sîyasî ne.

ger mijar, siyasî be wê demê tenê nivîskarên kevin û hinek peyam nivîsandî, dikarin peyaman bixwînin.

mixabin kategorîzekirina mijaran hê %27 fîlan maye. loma kategoriya hinek mijara ne diyarkirî ne.



07.08.2016 20:13 ~2016.08.08 23:16 | simurg56

263. agahî: bişkojka j'xwe re têkeve hat çêkirin.



06.08.2016 08:56 | simurg56

261. êdî bawer dikim ku ji bo bikaranînê malperek gelek tevlîhev e.

ji ber ku mixabin hê moderatorên wê jî bi saxî û selametî nikarin vîdyoyên youtube'ê parve bikin.

(min dîsa vîdyoyên ku naxebitin, rast kirin)



agahî: ji bo ku hûn vîdyoyeke youtube'ê parve bikin, tiştek nekin. tenê di nivîsa xwe de lînka vîdyoyê bikin, wê tirşik otomatîl vîdyoyê nas bike. ger hûn pêl li bişkojkên din bikin, wê vîdyo nexebite. off of.



29.07.2016 20:26 | simurg56

259. bi rewşa xwe ya heyî, yanî girtîbûna wê ya ji bo mêvanan û endamên nû zerarê dide malperê bixwe jî. ji ber ku êdî motorên lêgerînê yên weke google, yahoo fîlan, êdî tirşikê tune dihesibînin ji ber ku nikarin naveroka wê bixwînin.

lê weke tê zanîn ev rewş, ji ber neçariyê ye. di eslê xwe de ji bo tirşikê bingehek zagonî pêwist e ku him azadiya nivîskaran sînor neke him jî wan û malperê li dijî dadgehan biparêze.

ji bo vê yekê dibê nivîskarên tirşikê yên hiqûqnas alîkarî û pêşniyaran bikin.



27.07.2016 21:49 | simurg56

256. agahî: ji bo ewlehî û kêmasiyan çend guherîn di tirşikê de hatin kirin. loma êdî herkes divê di têketinê de navê xwe tam binivîse. yanî şûna 'e', 'ê' nayê qebûlkirin û hûrbûn an jî girbûna tîpan jî girîng e. loma gelek kesan nekarîne têketinê bikin. lê niha problem tune ez bawer im.



25.07.2016 16:44 | simurg56

246. ji bo ku tiştên nebixêr neyên serê nivîskarên tirşikê, êdî wê tenê ji aliyê nivîskarên tomarkirî û herî kêm 20 peyam nivîsandî ve were dîtin.

ji ber ku li bakurê tirkiyê rewşa ohalê hat ragihandin me tedbîrek wisa stand.

ji ber bêsansûriya tirşikê, di tirşikê de gelek peyam hene ku dikare serê nivîskarê xwe bixe belayê. bi vê gavê hêvî ew e ku rîsk were kêmkirin.



21.07.2016 00:58 | simurg56

233. agahî: meseleya ku di peyama tirsik.net/87883ê de hatiye behskirin, hat çareserkirin.



14.04.2016 21:43 | simurg56

219. ji azmûnên mezin yên kurdan e. gelo wê kurd bikarin xwe bixwe malpereke înternetê bi rê ve bibin?



em bibêjin tirşik dewleteke serbixwe ya kurdan e.

1- zagona vê dewletê formata tirşikê ye. ev zagon bi nêrîn û pêşniyarên tirşikvanan hatiye nivisîn û li gorî şert û mercan dikare were rojanekirin.

2- divê her nivîskarê tirşikê li gorî vê makezagonê tev bigere. (jixwe wisa ye)

3- divê tiştên derî makezagonê neyên qedexekirin. weke mînak ger li gorî makezagonê reşşikdayîn serbest be, divê bi rastî jî serbest be. ger li gorî qanûnan her nivîskar bikare di binê her mijarî de binivîse, divê neyê astengkirin. yanî divê ne mîna qanûnên dewleta tirkan be.

4- divê demokratîk be.





li gorî van şert û mercan, ger di rêvebirina tirşikê de problemek hebe an jî ger li gorî serdemê problemên nû derketibin holê, wê demê divê ev problem li gorî normên li jor, werin çareserkirin.

yanî tirşikvan dikarin ji bo çareseriya probleman/îstîsmaran daxwaza guhertina qanûnan an jî çêkirina makezagonek sivîl bikin *



bi kurtî, ji bo ku bêyî ku parçe bibe an jî bikeve şerê navxweyî û birakujiyê: tirşik çawa dikare were îdarekirin? bila daxwazkarên dewleta serbixwe, pêşîn vê pirsê bibersivînin.



11.01.2016 00:07 ~00:13 | simurg56

209. agahî: xeletiya ku li jor tê behskirin heye ku ji ber xebatên li ser tirşikê bin. ev nêzikî heftiyeke li ser werger û zimanê tirşikê xebatên kûr tên kirin.



06.12.2015 22:35 | simurg56

205. xwediyê sîstemek resen û bi kurdî ye.

ev taybetiya wê him avantaj e him jî dezavantaj e.

avantaja wê:

- ji ber di kodên sîstemê de peyv bi kurdî ne, kesê ku bixwaze êrîş bike wê bi hêsanî mantiqa malperê fêhm neke. (weke mînak li url'ya vê rûpelê binêrin, tê de mijarid, iro, rupel dinivîse. di her qada malperê de wisa ye û tirk biyaniyê vê terminolojiyê ne)

- ji ber ku sîstemek resen e, êrîşkar nas nake û divê yeko yeko kifş bike.



dezavantajên wê:

- kodkirina malpera aîdê min û kodkirina min a ewil e. yanî tecrûbeya min tune. ji ber vê yekê mîna sîstemên weke joomla, wordpress ne profesyonel e. belkî loma ji êrîşan re zêdetir vekirî be.



şikir heta niha êrîşek serkeftî çênebû. tenê hinek hewldanên sabotajê çêbûn lê ew jî bi ser neketin.



ger em werin meseleya din; ez her 2-3 heftiyan carekê yêdeka danegeha tirşikê distînim. loma ger êrîşek berfireh û serkeftî li tirşikê were kirin jî encax peyamên wê 2-3 heftiyên dawîn wenda bibin *



14.11.2015 17:35 | simurg56

202. agahî: mirov dikare çeppik û dengdanên xwe yên din jê bibe. tenê herin panela xwe û ji wir jê bibin *

sîstema nû ya tirşikê/50887



10.11.2015 22:00 ~22:01 | simurg56

195. ger tiştek neyê serê me, wê tu carî neyê girtin



hejmara peyaman û her roj rojanebûna tirşikê tiştek gelek girîng e. lê tiştek ji vê girîngtir jî heye; divê tirşik bibe navenda agahiyên orjînal. bi ya min ne hewce ye em serê xwe bi hejmara peyaman biêşînin. em hewl bidin ku nivîskarên resen û tije werin tirşikê û tirşikê bi zanîna xwe bixemilînin.



04.11.2015 21:57 | simurg56

181. ji aliyê gelekan ve hatiye terikandin. lê di vê pêvajoyê de bê deng û pêjn, kete sê saliya xwe.

(bnr: duyemîn salvegera tirşikê pîroz be)

hêceta nenivîsina xwe bêjim: him zêde wextê min tune him jî dema têkevim tirşikê wextê xwe bi kategorîzekirina mijaran xerc dikim.

(bnr: şaredariya mezin dixebite)



13.06.2015 14:09 | simurg56

174. ji ber pirsgirêkek teknîkî, ji bo çend deqeyan weşan raswestiye. lê niha problem çareser bû.



26.05.2015 22:02 | simurg56

171. xwediyê gelek taybetiyan e ku di ferhengên tirkî de tune ne. weke mînak:

nivîskarên ku li mijarê nivîsîne, peyamên herî çeppikirî fîlan, beşên ferheng pirtûk caps û fîlman, bi riya wergera peyvan parvekirina pereyên tirşikê, navrûya bi du zimanî, rojeva heftiyê û hwd. hê gelek taybetî hene ez bawer im..



19.05.2015 11:45 | simurg56

162. wê sîstema xwe biguhere

piştî rojanekirina dawiya vê heftiyê;



- êdî wê moderator nekarin peyamên nivîskaran sererast bikin.

- moderator wê bikarin peyamên derî formatê ji weşanê rakin lê wê nekarin ji danegehê jê bibin. bi vî awayî dema kesek ji ber jêbirina peyama xwe gilî kir wê bikare were kontrolkirin.



08.05.2015 21:34 | simurg56

156. agahî: me kêmasiyan not kir. hevalên me li ser dixebitin



27.04.2015 21:04 | simurg56

134. ji bo pîvandin û şopandina îstatîstîkên malperê, me dest bi karanîna google analytics kiribû, heye ku ji ber wê hinek ji hêza xwe ketibe. lê me niha rakir, em ê bibînin ka ji ber wê ye an na.



10.03.2015 21:00 | simurg56

116. %100 bi kurdî ye *

îstatîstîkên ku tên meraqkirin çi ye nizanim. ger ya ku tê behskirin îstatîstîkên google analyticsê be;

(ku ev yek zimanê bernameya tirşikvanan ya ku bi wê dikevin tirşikê, nîşan dide)

-%85 tirkî

-%10 îngîlîzî

-%1 kurdî



tabî divê neyê jibîrkirin ku di nav dehan bernameyên gerokên înternetê de, tenê firofox bi kurdî heye. loma, ev îstatîstîkê zêde ne watedar in.



26.10.2014 23:28 | simurg56

107. dema derbasî sîstema xwe ya nû bû, wê gelek xweştir be û wê demê wê bi temamî aîdê me be.

ji bo sîstema nû, min gelek fonksiyonên xweşik û nedîtî amade kirine ku ez ê di rojên pêş de temam bikim û biweşînim.



10.10.2014 10:39 | simurg56

105. van rojên ku rojev evqas tije ye, çima evqas bêdeng e nizanim.



10.10.2014 00:05 | simurg56

97. malpera ku girtina wê bi tu awayî ne rojevê de ye û tiştek wisa tu car na be jî. li vir nêzikî 50.000 peyamên tirşikvanan heye, em nikarin vî keda mezin bavêjin sergoyê. heye ku popûlerîte kêm bibe an jî zêde bibe. armaca tirşikê tiştên din in jî: (bnr: armancên tirsik.netê)



îşelleh heta ji me bê, wê weke malperên wergerine.com(6 sal) û turkcekurtcesozluk.comê(4 sal), domdar be.



08.08.2014 10:09 | simurg56

88. îro cara yekemin e ku lı ser komputerên nexweşcaneyê ji vedibe. bi xwedê ev gelek baş bû *

êdî em ê bikarin di nobetan de jî bitirşikînin.



25.07.2014 00:51 | simurg56

82. ji bo tirka sedema acizî û ji ber acizê kutana hev û din e.

ev çend roj in ku êrîş li tirşikê dikin û dixwazin sabote bikin.

(bnr: êrîşa faşîstan ya li dijî tirşikê)



armanca wan ew e ku bibin nivîskarê tirşikê û paşê jî di binê hemû mijaran tije dijûn fîlan bikin. lê ji ber ku tirşik bi temamî kurdî ye û ya bavê xwe be jî nivîsên tirkî qebûl nake; nikarin xwe kamûfle bikin, xef bikin û ji çomeziyê derbasî nivîskariyê bikin û êrîşa xwe pêk bînin.



ger tirşik weke gelek malperên din, bi kurdî û tirkî bûya, wê bikariyan xwe veşêrîn û sabotaja xwe bikin.

aha em ji ber vê yekê dibêjin, têkoşîna kurdan %99.99 girêdayî zimanê kurdî ye.

ji ber ku ya ku me dike kurd û ji yên din cûda dike, ziman e û ne tiştek din e.



heye ku ev mînak ji bo siyasetê jî derbasdar be. ji ber ku tevgera kurdan li tirkiyê bi tirkî kar dike, yên kurd û ne kurd hemû dikarin xwe tê de veşêrin û ajaniyê fîlan bikin.

ger ne wisa bûya, qet nebe wê ajanên me jî neçar biman ku hînî kurdî bibin.



31.05.2014 22:19 | simurg56

72. malpera ku hêdî armancên xwe tîne cih. (bnr: armancên tirsik.netê)



1- têra xwe rexne li partî, hunermend û navdarên tê kirin. ev ji bo kurdî kêmasiyek mezin bû. em fêhm dikin ku ev armanc hêdî hêdî tê cih, ji ber ku hêdî hêdî muxatabên rexneyan tên û giliyên xwe li me dikin.



2- gelek peyvên kurdî ji wendabûnê xelas dibin: (bnr: peyvên kurdî yên ku di ferhengan de peyda nabin) weke mînak bnr: zero/33973



3- êdî hinek tirşikvan dikarin xewnên xwe bi kurdî bibînin; tirsik.net/29954



4- kurdên ku xwediyê fikrên cuda ne, hêdî hêdî rastî hev tên û hînî nîqaşkirinê dibin. carina veqetîn û şer çêbin jî êdî qet nebe gûftûgo pêkan e.



û hwd.



20.04.2014 00:33 | simurg56

58. bêreklam e. belkî pê$erojê de reklam bistîne lê aniha bêreklam e. kesên ku rastî reklamên popup yên li jor hatiye behskirin, hatine, divê komputera xwe ji bo vîrûsan kontrol bikin.



25.02.2014 16:07 | simurg56

48. nifşên tirşikê derxistiye holê.



08.02.2014 14:21 | simurg56

41. malpera ku vegeriya weşanê.

ji ber sedemên derveyî me (ji ber fîrmaya hostingê) vê êvarê ji bo çend saetan tirsik.net venebû, lê bêyî wendakirina tu tiştî, malper vegeriya weşana xwe.



01.01.2014 00:27 | simurg56

36. malpera ku van rojan peyamên li ser têkiliyên zayendî* ecêb zêde bûne.



19.12.2013 19:57 | simurg56

32. ya ku nîşanî min daye ku gelek peyv û bêjeyên ku min digot qey tenê li mala me, ew jî nebe tenê li gundê me tê bikaranîn; ji aliyê gelek kesên din ve tê bikaranîn.

(bnr: kerkere), (bnr: temirîn), (bnr: hiphipe) û hê gelek peyvên din...



07.12.2013 18:34 | simurg56

30. van rojan yek li jêr yek li jor e.

lê bi ya min baş dimeşe. hema bêje tu caran hejmara peyaman nakeve bin 30-40 peyaman. ku wisa berdewam bike jî qet nebe ji bo berdewamiya tirşikê bes e.

ku li vir bi rastî agahî û nêrînên resen hebin, hejmara peyaman ewqas jî ne girîng e.

bi rastî jî ger ez li vir bikarim her roj 2-3 peyamên kurdî yên xweşik û tije bixwînim, ev yek dihêje hemû ked û çûyînên tirşikê. rojekê wê an tirşik an jî malperek din ya kurdî bi ser bikeve. heta ku yeke din derkeve û mîsyona bûna navenda agahiyên kurdî pêk bîne, wê tirşik hebe. rêvebiriya tirşikê vê sozê dide, bila kes xem neke. wê bê rêveberî nemîne lê îşelleh bê tirşikvan jî nemîne.

nenêre: qet mijar tune..



27.11.2013 21:25 | simurg56

26. ferhenga ku hinek tirşikvanan ji roja ewil êxistiye nav fikaran.

ji kerema xwe re em we beraliyê mijara tiştên ku aramiyê didin mirov bikin.



03.11.2013 17:07 | simurg56

21. pêşniyara butonên zazakî di cî de ye, lê ka em binirên ka guncan e.



05.09.2013 08:10 | simurg56

17. taybetiya wê ya herî mezin ew e ku ji her fikrî re vekirî ye.

lê xuya ye ev yek ji niha ve hinek kesan aciz kiriye.

ev du car in kesên ku ez li ser twitter xwe digihînim wan û behsa tirşikê dikim, ji min re (berî ku bên û binin endam) dibêjin; "hûn destûr didin heqareta li dijî dînê?" ez jî dibijim dijûn ne lê rexne serbest e.

dema wisa bêjim nayên nabin endam û ser de jî gunehê xwe bi min tînin.



31.08.2013 23:31 | simurg56

15. malpera ku nivîskarê me @azadixwaz peyameke xwe de gotibû, piraniya nivîskarên wê ne nivîskar lê eslê xwe de nivîsbar in. ji ber ku nivîs ji wan re bar e * nivîskarên nanivîsin/1377



aniha 530 nivîskarên malpera tirşikê hene û heta niha 8.000 peyam hatine nivîsandin. tabî malper jî nû vebûye lê ez dîsa jî çend mînakan bidim:



ferhenga sozlukerciyes.comê de 1.200 nivîskar hene 215.042 peyam hene.

ferhenga uykusuzsozluk.com, hejmara nivîskaran 1165 hejmara peyaman 525.906



31.08.2013 13:27 | simurg56

10. ferhengek înteraktîf e ku heta niha 222 nivîskaran xwe tê de qeyd kirine lê tenê bi qasê 10-15 ji wan dinivîsin û ew jî bi qasê ji wan tê li ser her tiştî dinivîsin. lê mixabin bi parvekirina 10-15 kesan tirşik zêde zêde tevlîhev nabe û loma tâhm-sar dibe.

lê divê neyê jibîrkirin ku tirşika me de ji bo tu mijar û fikran astengî tune û nivîskarên me dikarin li ser her tiştî mijaran vekin û gotinên xwe yên ku heye ku ji xelkê re "tirş" were, binivîsin.

jixwe me ji ber wê gotiye "hinek tirş lê dîsa jî xweş"



24.07.2013 06:26 | simurg56

2. navê vê malperê ya duwateyî. malper ji ber ku ne li ser mijarekê ye û ji hemû mijaran re vekiriye, mîna tirşikekê ye. ya duyemîn jî, weke herkes dizane emînaka vê malperê ekşi sözlük e. mebesta "ekşi"bûna ekşi sözlükê jî ew e ku tê de ne her tim tiştên şêrîn tên nivîsandin, lê belê tê de tiştên tehl û tirş jî hene. dema mirov ferhengeke mîna ekşi sözlük'ê dibîne bi tirkî jê re dibêje "ekşi sözlük gibi", "ekşimvarî" an jî "ekşimsi" gelo me kurdî bigota me wê negota "mîna tirşê" "tirşokî, tirşonekî, tirşkole" an jî bi gotina me ya duwateyê "tirş-ik"



05.06.2013 12:23 | simurg56

1. navê malpera yekemîn ya kurdî ya him di formata ferhengê de ye him jî herkes dikare tê de parvekirinê bike. tirsik.net



29.05.2013 16:33 | simurg56