Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [tirsik.net] de;

361. Eger heta niha mabe piştî niha jî wê dewam bike.



24.02.2020 22:52 | endazer

278. Herî dawî 17ê mehê, saet 9ê sibê sîmurg56 tirşikandiye û hew! nêzî 69 saetan girtî maye tirşik. di vê navberê de li kurdistan û li dinyayê gelek tişt qewimîn, lê me nekarî em di tirşikê de binivîsin.
ricy martin bû zavayê kurdan me nekarî em bêjin ser xêrê be ;)



20.11.2016 06:24 | endazer

267. bêriya nivîskarên wê yên kevn dikim ku ev demeke natirşikînin.



13.08.2016 00:22 | endazer

260. van rojan gelek lÎnkên di peyaman de pûç derdikevin, bi taybet lînkên youtubeê, çima?



29.07.2016 15:15 | endazer

243. bi tirkiyeyê re li tirşikê jî rewşa awarte hat ragihandin.

êdî yên netirşikînin wê nekaribin ji tirşikê mifayê wergirin û mijar û peyamên di tirşikê de bixwînin, bi qewlê delî emînê vîzonteleyê çi qas teqle ew qas tirşik, teqle nebin tirşik jî nîne. *



têbînî; xwezî ji zû de me ev sîstem rûniştandiba, heta niha pirraniya nivîskarên tirşikê bêyî ku bikevin tirşikê wekê mêvan çendekî xwe li ser tirşikê mijûl dikirin, û lêdidan diçûn, lê niha yên ku mereq dikin mecbûr in bikevin tirşikê û yê ketî tirşikê bivê nevê wê tiştinan bitirşikîne.



21.07.2016 00:21 ~00:49 | endazer

172. min nêzikê çar salan ser hev di ekşiyê de nivîsî hêj wan demên ku ekşî ev qasî ne popûler bû û di ekşiyê de wekê niha hejmara nivîskarên kurd ne zêde bû û taliyê ji ber ku min di bersiva xwe ya ji bo peyameka nivîskareke faşîst de nîv rûpel dijûnên kurdÎ û tirkî lev siwar kirin û jê re şandin, hatim avêtim.. axirê çar salan di nav faşîstên ekşiyê de bi qasê van herdu salên min ên li tirşikê di nav kurdên kurdînivîs de ez newestiyam û aciz nebûm, niha ji xwe re dibêjim heft xwezî bi tirkeke faşîst lê ne bi kurdeke fêhmkor û korbawer!

ez ê qederekî bêhna xwe vekim.. emanet qencî!



26.05.2015 13:10 | endazer

159. ev çi qas e êdî ferqa wê û forumekî nemaye mixabin, divê moderasyona tirşikê li gorî rist û rêzikên formata tirşikê hemû ew peyam û mijarên derî formatê jê bibin, û wan nivîskarên ku derî formatê û tiştên tewş û eletewş dinivîsin jî hişyar bikin..



07.05.2015 00:37 | endazer

152. divê her nivîskarek bikaribe hilbijêre bê ka heta çi qasî bêyî ku sîstem bi xwe wî ji tirşikê bavêje, dixwaze di tirşikê de bimîne..

û wekê hilbijêrka wêne û lînk divê hilbijêrka vîdeo jî hebe li jêr valahiya peyamnivîsandinê, hinek lînkên vîdeoyan ji ber xwe de spoiler dibin lê hinek jî wekê xwe dimînin..



27.04.2015 00:52 | endazer

151. li birû û mijangên hayao miyazakî hatiye xezebê.. ez dibêjim pirsgirêk ne ji sîstemê ye simurg56 li cihekî rûniştî ye hevsarê sîstema tirşikê xistiye destê xwe de ji bo birûya hayao miyazakî dîn û har bibe bi zanebûn sîstemê ji rê derdixe û peyamên hayao naweşÎne..



27.04.2015 00:49 | endazer

103. ferhenga ku hêvî dikim îro û her rojeka ji îro û şûn de bigihe popûlarîteya xwe berê.. rojane peyamên lê têne nivîsandin bi bin dusedî nekevin, nivîskarên berê ên demekî çalak lê vegerin bi xwe re jî nivîskarinên din ên çalak bînin, kêmasiyên wê yên teknîkî demildest bên çareserkirin û di demeke zûtirîn de jê re versiyoneka mobîl bê çêkirin..

her cara ku milê rastê yê tirşikê virt û vala û xir û xalî dibînim, gelekî li ber dikevim û pê diêşim..



01.09.2014 16:01 | endazer

84. mîratê tu îstîqrar (ji qerreya erebî tê) di nav nivîskarên wê de nîne.. heçÎ tê ji kêf û hewesa dilê xwe re qasekî ditirşikîne û lê dide diçe.. tenê nivîskarên berê ku demekî têra xwe aktîv bûn niha di tirşikê de nivîsandibûna tirşik niha di rêzkirina ferhengên înteraktîv de ji kulûba pêncê dernediket..



06.06.2014 01:09 | endazer

79. îro qederekî ketibû di çalakiya derebedanînê de..



30.05.2014 21:19 | endazer

61. min vê berdestê sibê di xewna xwe de dît..

ez ji dil dibêjim.. min didît ku sîstem û dîzayna malperê bi tmamî guheriye û nûjen bûye.. eyn wekê kanalên hd yên televîzyonê dibiriqî, wekê eynikekî mirov xwe tê re didît..



02.03.2014 16:48 | endazer

60. reklama vîral ya eksisozluk.com ê ye!



01.03.2014 22:14 | endazer

56. çend kêmasiyên wê yên ku ev çi qas e ha hel bûn ha wê hel bibin..



- tunehiya versiyona wê ya mobîl

- pirsgirêka vekirina mijarên hevşêwe wek dîcle û dîclê

- dîtina rûpelên din, dema ku dirojekî de mijarên vebûyîn û peyamên di bin de hatine nivîsandin li layê çepê di rûpelekî de hilneyên, di çend rûpelan de tên hilandin, dema mirov pêl rûpela dido an ya sêyê dike mijar û peyamên duh tên pêşberî mirov..

- başkirina sîstema peyam şandinê

- anîna sîstema şopandina nivîskaran..



ji îro û pê de heta ku ev kêmasî û pirsgirêk werin safîkirin, ez ê qederekî netirşikînim..



23.02.2014 18:19 | endazer

51. bi qasê dixweye îşev gelek nivîskarên nû lê zêde bûne..

bi rastî mereq dikim ev nivîskarên nû bi referansa çi an kî tirşik nas kirine û hatine?

û tirşik çawa dîtine, û ji tirşikê hêviya çi dikin, tirşikeke çawa dixwazin?



18.02.2014 23:33 | endazer

47. eynika civaka kurdan e.

tê de dema yek îşekî dike, yê dî dev jê berdide, dema yê dî dev jê berdide yê berî yê dî lê vedigere..



07.02.2014 02:59 | endazer

46. xemcivîn û xemrevîna kurdên ku zimanê xwe li xwe kirine bela..

diçim û têm her wekê xwe ye, qene kuçek jî lê zêde nabe.. qene versyona mobîl jî lê zêde nebûye..

gerçî versiyona mobîlê lê zêde bibe jî tu li min nahesile telefona ku bikar tînim qene ne polîfonîk e jî..



16.01.2014 20:55 | endazer

35. tekane malpera kurdî ku mirov dikare tê de behsa her tiştî bike..

roj bi roj berfirehtir û berbelavtir û dewlemendtir dibe.. heta niha rojane teqrîben 150-200 peyam li ser mijarêm muxtelîf tên nivîsandin.. heta çend mehekî din eger bi vê sebr û bi vê eforê dewam bike dê hejmara peyaman bigihije 300-400î.. hingî ji xwe nivîskarên berê yên ku demekî aktîv û vêga rêya tirşikê ji bîr kirine jî dê li tirşikê vegerin û bi têkariya wan nivîskaran jî li gorî texmîna min hingî hejmara peyamên ku rojane tên nivîsandin û tomarkirin dê bigihije 400-500 peyamî..



19.12.2013 19:29 | endazer

29. ferhenga ku roj bi roj kêm dike û ji hal dikeve.. divê roj berî rojeka din kampanyayek mezin ya piralî ji bo peydakirina nivîskarên nû û ji bo çalaktirkirina ferhengê were lidarxistin.. an na qedera tirşikê jî wê bi ser qedera bijwen û ferhengamedê de here..



27.11.2013 20:37 | endazer

27. malpera ku li gorî amar û statîstîkên sosyalmedyahaber.comê di nav 29 ferhengên înteraktîv de bi di mehekî de 3067 peyaman ve di rêza 17. de cihê xwe girtiye.. ev yek ji bo tirşika ku hîn çarlepka diçe qezenc û destkeftineke têra xwe baş e.. bi qewlê ocalan gelîştîrîlmelî! http://www.sosyalmedyahaber.com/2013/11/01/interaktif-sozlukler-ekim-2013-siralamasi/



24.11.2013 01:43 | endazer

22. ferhenga ku heçÎ nivîskarê tê li gorî bawerî û îdeolojiya xwe dibêje bila ev der nebe ekşisözlük û incisözlük yê dî dibêje bila ev der nebe nefel û nasname û yê dî tê dibêje bila nebe anf û azadiya welat.. ê nexwe bila bibe çi mîratê.. tirşik kaniya agahiyan e heçiyê dixwaze û dilxwaz e dikare ava xwe lê zêde bike û jê vexwe.. tekane şert û mercên ku tirşik li ber nivîskarên xwe datîne ku dikare wek sansûr jî bê dîtin ew e ku di tirşikê de nivîskar navê nivîskarên din ên tirşikê hilnedin û rasterê û rasterast çêr û dijÛn û heqaretan ji hev re nedin.. erê xalxulam û mambenînoo..



09.09.2013 22:58 | endazer

20. peyv bi peyv berev tirşikistanê ve diçe.. xwudê xêr bike rebbî!



05.09.2013 02:02 | endazer

9. ya ku nivîskarên wê tê de çi binivîsin wê dide xwendevanên xwe..



24.07.2013 04:24 | endazer

7. ya ku roj bi roj li xwe zêde dike ye.. lê hê jî gelek av û xwê divê ye ji bo vî hevîrê çirr ê ku dema ku bipije wê zarokên kurdistanê jê bixwin..

heta niha ji şîr vebû û ji dergûşa xwe derket.. êdî bi gavên newêrek be jî bi çarlepkan diçe.. divê em wê hînî gavên cesûr û curetkar yên kurdî, kurdewar û kurdistanî bikin.. divê em wê bi firrê bixin û li ser ezman û zimanên kurdistanê bigerînin.. ji ber hindê jî heta ku tirşik bikaribe rabe ser xwe û xwe li ser lingê xwe bigire divê her nivîskarek qenebe gazî deh hevalên xwe bike ji bo di tirşikê de binivîse û her tişta dizane û difikire û bîr dibe û têdigihe û têderdixe û texmîn dike divê di banqe û baqiyeya tirşikê de razîne.. dem wê nîşan bide ku ev razemeniya ku tê kirin wê xweyiyê xwe nexusirîne û nede şermê.. rojekî payeya nivîskariya tirşikê dê bibe tişteke gelekî bi qedr û qîmet ku bi dest kesî nakeve û ji herkesekî re li hev naye..



19.07.2013 03:45 | endazer