Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [tirsik.net] de;


425. Ferhenga tiştên jê dihat hêvîkirin pêk aniye û pêk tîne. Lê ji bo gotar an nivîsarên teknîkî û zanistî ne guncaw e. Min dixwest bibe çavkaniyek zanistî lê hem ji ber formata wê hem ji ber profîla nivîskarên wê ne pêkan e. Ji loma êdî ezê bêhtir li ser wîkîpediya kurdî bixebitim û gotarên bi vî rengî li wir zêde bikim.

Lê tirşik bo danasîna pirtûk û fîlman, gotinên pêşiyan, pêkenok, biwêj, qalib û lefzên herêmî, gotinên devokan, mesel û metelok, bihurandina demên kurdewar gelek kêrhatî û qenc e. Ji xwe ewqas tişt ne hindik e. Lê wekî ku min dixwest ji bo mijarên objektîf û zanistî fermîyetek bikî nekî pêk naye. Ji ber vê çendê min biryar da ku bêhtir li ser wîkîpediya çalak bibim lê dest û lingê xwe jî ji vê derê bere nedim. Weke mînak bo pirsîna peyv û lihevkirina wê tirşik pir bi kêrhatî ye.ji vê kêrhatîbûna wê divê sûd were girtin.

Axir, xeyalek din jî têk çû û fikrek guherî. Emê şexsê xwe di hin mecrayên din de biceribînin. Barê kedkarên zimanê me hinekî li wan sivik bikin an piştgiriyê bidine wan. Bi rastî em her yê tirşikê ne*



14.05.2021 02:15 | tîrêj zana 21

419. Piştî demekî dirêj vaye dîsa kesên girêdayî gihaştiye 11a. Her ku nivîskarên aktîf û çalak pir dibin, mirov bêhtir li tirşikê germ dibe û dixwazê lê binivîse. Herwiha hejmara kesên denga (erênî-neyînî) bikar tînin jî zêde bûye. Bê nezer be*



14.12.2020 20:31 | tîrêj zana 21

418. (bnr: ha ji te re reşik)



14.12.2020 01:49 | tîrêj zana 21

398. Cihê fikrên pir cûda û pêşketî ye. Herwiha ji bo standartbûna kurdî jî gelekî kêrhatî ye. Heçiyê wextekî ji dil li tirşikê binivîse û bixwînê pêdivî tune here kursên dersa zimanê kurdî. Bi rastî jî tirşik di aliyê rêzimên, biwêj, gotinên pêşiya, devok û meselokan de mirovan gelekî bipêş dixe. Îja em werin ser fikrên nêvenga tirşikê, dema kes nû tên tirşikê û daxilî tirşikê dibin her kesek di fikreke cûda de ne. Hin ji wan bîrdoziya wan tune, hin ji wan ji aliyê partiyekî de pir tûjin, hin ji wan ji aliyê olekî de pir tûjin, lê piştî ku wext di tirşikê de dibihurênin tenê dibin kurdperwer. Nêrîna wan berfireh dibe û fêr dibin ku ji bilî ya wan wekî din jî fikr û raman hene.

Bi xwe min gelek kêrhatinê tirşikê dît. Berya her tiştî min gelek kes naskir û ez fêr bûm ku yên ji bo kurdî dixebitin jî hene. Piştre ez fêrî nivîsandina zimanê xwe bûm. Dema li nivîsên xweyê ewil û yên niha dinehêrim bi rastî jî bi qasî çiyayê bagokê ferq heye di navbera wan de. Herwiha tûrikê peyvên min jî bi du-sê qato bû. Bi kar anîna biwêjan di nava hevokan de zêde bû. Min hin devokê kurdî jî baştir naskir. Û dev ji her tiştî berde ez bi nivîsandina zimanê xwe kêfxweş dibim. Tirşik derfetek pir mezine bo kurdîheza û heçiyê hayê wan jê tune ye ji gelek tiştan mehrûm dimînin. Her cara niqaşên bê sixêf û dijûn li tirşikê diqewimin heşê me berfirehtir dibe û em dibînin ku kurd bêyî şeran jî dikarin bi awayekî şaristanî li ser fikr, raman û hişmediya gengeşe û guftûgo jî bikin. Heçiyê tirşikê ava kirin û têde xebitîn hezar carî mala wan ava be!



11.05.2020 23:24 | tîrêj zana 21

371. Yekemîn û tekane ferhenga înteraktîf ya kurdî ye.wek min li vir tirsik.net/118523 jî gotiye ji ber vê vîrûsa koronayê her kes di mal de ye (ne hemû kes, piranî) û derfet heye ku li ser tirşikê binivîsin.jinga min xwe tomar kiriye û heya niha cara yekem e ku dibînim 115 tevî vêya 116 peyam hatine nivîsîn. Gelek kes tên û xwe li tirşikê tomar dikin. Wer dixwuye korona ji tirşikê re li hev hatiye.



06.04.2020 23:54 ~23:56 | tîrêj zana 21

365. Malpera ku ez bawerim ji aliyê gelek kurdîheza ve tê şopandin. Li ser tora civakî hin hesab li gor mijarên tirşikê parveyan dikin. Ev çend care ez wiha lê rast têm lê dive bê hemdî be jî.
Van roja bi saya tirşikvanên nû tirşik geş bûye, her kes di mal de ye, ez bawerim dê geştir jî bibe.



24.03.2020 22:37 | tîrêj zana 21