1. mijareke pêwîst ku mirov tê de dikare beyî ku serê xwe bi formatê biêşîne pirs û mirsan bike ye.. va min vekir û meselê safî kir. |
|
2013.12.15-17:50 |
oxir
![]() |
2. yaw, stranbêjek hebû, berê ser tvyên pkkyî jî derdiket. straneke kurdistan digot. weke pavarotti dengê bilind û xurt bû, stran soranî bû, gotinên wê nizanim lê rîtma wê weke "kurdistan, nay na nay na nay" bû. heta malbata min, ewî dişibandin min, an jî min dişibandina wî. neyse. gelo nayê bîra tu kesî? ha vê navberê de, li serê wî jî şaşikek hebû, lê zilamek ciwan bû. ne pîr bû. |
|
2014.01.04-10:11 |
simurg56
![]() |
3. hevalê oxir, min fîlma ku tu lê digerî dît. navê kurtefîlmê a thousand words e. dikarî ji vir temaşe bikî: niha tu jî stranbêjê ku min behsê kiriye, bibîne * |
|
2014.02.01-18:18 |
simurg56
![]() |
4. hevalê sîmurg stranbêjek bi navê comerd heye.. hem şaşika wî heye û hem staran ax kurdistan kurdistan navê te çi şirîn e dibêje û hem jî derdiket û derdikeve ser tv-yên pkkê yên wekê med û medya û mmc û roj û stêrk tv-yê.. |
|
2014.02.01-19:07 |
endazer
![]() |
5. na lo ne comerd bû. ma kî comerd nas nake. camêrek ciwan bû, ne ji bakurê kurdistanê bû. an ji başûr an jî ji rojhilatê kurdistanê bû. |
|
2014.02.01-19:13 |
simurg56
![]() |
6. ez ji te re bêjim birako: hesen lor ango hesen lûr |
|
2014.02.01-19:43 |
azadixwaz
![]() |
7. mixabin ne hesen lor e jî.... |
|
2014.02.01-19:45 |
simurg56
![]() |
8. gelê tirsikvano |
|
2014.02.12-20:03 |
ervah.azad
![]() |
9. ber êvarkî dora seet 9'a de derê li ceddeya meşrÛtîyetê (enqere )hemû tişt hene. |
|
2014.02.12-22:09 |
hemokrates
![]() |
10. spas, kekê hemokrates. lê, tiştê ku ez digerim ne berhemekî ya ku ji dervê de tê firoşine ye; divê ku yekê taybet û xwemalî bibe. |
|
2014.02.12-23:53 |
ervah.azad
![]() |
11. simurg56 strana tu lê digerî ne ev be gelo? |
|
2014.02.19-02:56 |
endazer
![]() |
12. mixabin ne ew e. di strana ku ez lê digerim de wisa digot "kurdistanim da da da daaa. " |
|
2014.02.21-16:06 |
simurg56
![]() |
13. gelo hayê we ji navê vê stranê yekem ku wê malperêde ye, heye? |
|
2014.03.17-19:20 |
ervah.azad
![]() |
14. hevalê ervah.azad; vîdyoyê veke (shazam sax be) |
|
2014.03.17-19:28 |
simurg56
![]() |
15. ez ya herkesî dibînim, lê kes ya min nabîne. çima? çima? çimaaaa? |
|
2014.03.17-19:33 |
simurg56
![]() |
16. gelekî sipas, kekê simurg. zehf memnûn bûm; destê te ne êşe! |
|
2014.03.17-23:35 |
ervah.azad
![]() |
17. stranek heye ku bû çar roj e lê digerim min çi kir çi nekir dîsa jî min peyda nekir. min li cihekî bihîstibû çend peyvên ku di hişê min de mane ew in "em ê vexwin vê şerbetê em ê bikin vê suhbetê, ji min dûr neçe yek saetê...." wisa didome.. bila xêra dê û bavê we be, kî dizane nav û stranbêja/ê vê stranê? |
|
2014.03.18-00:14 |
ferhenga şikestî
![]() |
18. @serhat avci |
|
2014.03.19-00:24 |
kevçiyê dil
![]() |
19. Gelek spas dikim min peyda kir.. |
|
2014.03.20-00:33 |
ferhenga şikestî
![]() |
20. @simurg56 strana erdewanê zaxolî ya kurdistan kurdistan barê giran kurdistan tam di rîtma ku tu dibejî de ye* şaşik jî heye lê ne soranî ye, guhdar ke belkî ew be |
|
2014.03.20-04:21 |
kevçiyê dil
![]() |
21. @kevçiyê dil, mixabin ne ew e jî :( dawiya dawîn, ez ê melodiya wê ji dengê xwe tomar bikim û li vir bar bikim. |
|
2014.03.20-20:33 |
simurg56
![]() |
22. hevalno stranek heye vê dawiyê li her derê lêdidên. bi "hevalo lo lo lo lo lo" destpê dike û doma wê çend cihan vanan dibêje: "ka çepik hevalno", "doktorÊ me pkk"... |
|
2014.03.25-17:25 |
mergehez
![]() |
24. Hevalno di lîstikên zarokan de ji bo "ebe" kîjan peyv tê bikaranîn? Qasî ku zanim gava yek dibe "ebe" em dibêjin "maqa te ye".lê ji bo wê rasterast peyvek tune? |
|
2014.04.21-15:15 |
bayesar
![]() |
26. hevalê tirşikvan fîlma di vê klibê de gelo hûn dizanin navê wê çi ye ? |
|
2014.05.02-00:45 |
kevçiyê dil
![]() |
27. divê fonksiyoneke li tirşikê bê zêdekirin û moderator pêwîst bibînin bikarin nivîskarekê yekcar beraliyê rupela formata tirşikê bikin. |
|
2014.05.06-00:06 |
azadixwaz
![]() |
28. hevalno alîkariya we pêwist e.ez dixwazim ji bo banga dîlaniyê parçeyekê wergerînim kurdiyê lê çi dikim tişteke baş dernakeve.ka hûn jî biceribînin ji kerema xwe.niha ve spas... |
|
2014.06.02-16:19 |
bayesar
![]() |
30. @qivaro gelek baş e.min ew avêt berîka xwe.niha li benda wergerên din im. |
|
2014.06.02-17:43 |
bayesar
![]() |
31. ger em hinekî biguherînin; |
|
2014.06.02-19:06 |
simurg56
![]() |
33. em didin qeraxê rê |
|
2014.06.02-21:02 |
endazer
![]() |
35. gelo xêrxwazek heye ku ji bo endambûnê r10.netê dewetnamekî ji min re bişîne? yê ku bişîne, gelekî bibe xweyê xêrê : ) |
|
2014.06.13-21:24 |
ervah.azad
![]() |
36. xwedê jê razî, hevalê oxir arîkarî ya min kir. |
|
2014.06.13-22:09 |
ervah.azad
![]() |
37. malî ava hevalê @ervah.azad |
|
2014.06.14-18:22 |
oxir
![]() |
38. hesabek heye li ser sosyal medyayê bi ser navê nasekî dîmen û vîdeoyên nepêketî belav dike, gelo derfet heye mirov bi ser nasnameya wî/wê ve bibe? ango aypiya wî bike di qûzê diya wî de.. bêyî ku mirov serê xwe bi polîs û parêzer û dozgeriyê re biêşîne.. |
|
2014.06.14-20:42 |
endazer
![]() |
39. ez ji moderatorên me yên hêja û delal rica dikim ku peyama min a şaş ku biskek berê min nivîsandibû, bila ji xêra miriyên xwe, jê bibin an na ez ê bêtir rezîl û rencîde bibim* |
|
2014.06.26-22:18 |
ferhenga şikestî
![]() |
40. hevalno pirseke min heye. min karteke nû yê krediyê stand û min jê bilêteke balafirê qezenc kir. dixwazim ev tişt ji min re bibe sebebek û pê biçim derveyî tirkiyê heftiyekê bêhna xwe berdim Û vegerim. gelo hûn kîj welat ango bajaran pêşniyar dikin ku di vîze-mîzeyê de serê mirov naêşînin. Bi rastî di dilê min de îtalya heye lê ditirsim ku nekarim vîzeyê bistînim lewra yekem derketina min a derveyê yê... |
|
2014.06.30-00:14 |
oxir
![]() |
41. @oxir, par hevalên min çûbûn taylandê û jê hez kiribûn. him vîze jî naxwazin. lê ez bawer im vê dawiyê li wir darbe (cunta) çêbûye * |
|
2014.06.30-18:41 |
simurg56
![]() |
42. @simurg56 ez wî stranbêjî û stranê gelek baş dizanim û ez gelekî hijê jç dikim lê wilehî navê wî nayê bîra min lê ez ê bibînim. dema min dît ez ê ji te re bêjim! |
|
2014.06.30-18:51 |
xendekî
![]() |
43. @oxir gelek hevalên min çûn li welatên cûrbecûr ên ewrupayê û tu kes ji wan di standina vîzeyê de rastî pirsgirêkan nehat. ji xwe dema tu bixwazî biçî ewrupayê tu vîzeya schengenê distînî û ew vîze li her derê ewrupa derbasdar e. |
|
2014.07.01-00:23 |
brusk56
![]() |
45. @simurg min stran dît. lê navê wî nanivîse. ez ê navnîşana wî niha parve bikim. ji wir tu dikarî lê binêrî. |
|
2014.07.03-14:07 |
xendekî
![]() |
46. tu di youtubê de kurdistan niştimani çiwan binivîsî wê derbikeve. |
|
2014.07.04-01:56 |
xendekî
![]() |
47. @xendekî, xwedê ji te û dê û bavê te qayîl be. aha strana ku lê digeriyam, ev bû. |
|
2014.07.04-18:27 |
simurg56
![]() |
48. bi opera mini dikevim tirşikê û di mijaran de nikarim derbasî rupelê 2 an 3yemîn bibim. nizanim kêmasiya min e yan tişteke din e. |
|
2014.07.05-10:12 |
azadixwaz
![]() |
49. cem min problemek wisa tune. gelo lînka ji bo van rûpelan dernakeve an tu ditikînî û venabe. |
|
2014.07.05-10:14 |
simurg56
![]() |
50. ez ditikînim weke ku biçe malperê lê dîsa heman malperî vedike, weke ku te gotî min li ser hişt lê dîsa çênebu ji ber ku di sepaneke din de veke dernakeve, bawerim weke navnîşan nabîne. |
|
2014.07.05-10:27 |
azadixwaz
![]() |
51. divê tu lînka rûpela 2. bitikînî û di hilpekînek nû de vekî. (open in new tab) |
|
2014.07.05-10:29 |
simurg56
![]() |
52. ji xwe min wisa kir lê bijareyek eî awayî dernakeve weke ku nivîsek ji rêzê be kopîkirin lêgerîn filan derdikeve |
|
2014.07.05-10:35 |
azadixwaz
![]() |
53. pirs: rastnivîsa wan peyvikan bi zimannasan kîjan hatiye qebûl kirin, yan jî kîjan zahftir tê bi kar anîn? |
|
2014.07.20-03:28 |
mîr
![]() |
54. + listîk / leystîk kîjanê bi zimannasan hatiye qebûl kirin yan jî zahftir tê nivîsandin? |
|
2014.07.20-03:46 |
mîr
![]() |
55. Hemî yan hemû |
|
2014.07.20-04:03 |
mîr
![]() |
56. Rewşa perwerdehî ya kurdistana iraqê çawaye, bi zaravayê kurmancî pêşva çune? Ji dibistana seretayî heta zanîngeha sîstemekî ava kirine? |
|
2014.07.20-04:12 |
mîr
![]() |
59. kekê ev meseleyên hêsan in. ev safî bûne. ez ji te re bêjim: |
|
2014.07.20-20:14 |
xendekî
![]() |
60. rewşa perwerdehiya kurmancî li başûr tişta ku ez dizanim qet ne baş e. heta li hin deran pêşiya kurmancî tê girtin. di çapemeniya başûr de jî di van salên dawîn de kurmancî hino hino baş dibe. êdî di qenalên sereke yêb başûr de qet nebê bultena nûçeyên kurmancî jî heye. rûdaw ji vî alî de pêşdetir e. di beşa kurmancî de bêhtir xebatkarên rûdawê hene. yên wam qenalên din jî xebatkarên wan zêde dibin. |
|
2014.07.20-20:21 |
xendekî
![]() |
61. bi qasê zanim li başûr, zizanîngehan zimanê beşa hiqûqê komple bi erebî ye. hê jî têgehmn beşên sereke yên zanistê wernegerandine kurdî. |
|
2014.07.20-20:25 |
simurg56
![]() |
62. Heke hûn ji min nebêziyan, pirsekê min heye * |
|
2014.07.23-00:27 |
mîr
![]() |
63. wilê tişteke diyar/bellî nîn e. heke te ziman ji mala xwe hîn bûbî tu yê jixwe wan ji hev ferq bikî lê heke tu paşî hîn bibî hinekî zehmet e. |
|
2014.07.23-00:45 |
xendekî
![]() |
64. hevalên zor hêja, gelo hûn van futbolîstan nas dikin ? http://tinyurl.com/lon9jes |
|
2014.08.16-22:55 |
brusk56
![]() |
66. çi pirsên ecêb ya rebbî! |
|
2014.08.16-23:37 |
azadixwaz
![]() |
67. (bnr: ji bo gûkirina yekî pêwîst bû) * |
|
2014.08.16-23:42 |
brusk56
![]() |
68. “Di edebiyata kurdî de nivîsandina menzûmeyên ‘Zembîlfiroşê’ bi kê dest pê kiriye?” |
|
2014.08.30-22:30 |
bêhûd
![]() |
69. e) şivan perwer û gulîstan perwer |
|
2014.08.31-11:38 |
simurg56
![]() |
70. b) feqiyê teyran |
|
2014.09.01-09:56 |
xendekî
![]() |
72. zembîlfiroş berhema feqiyê teyran e. |
|
2014.09.01-10:22 |
xendekî
![]() |
73. bikaranîna -erek -arak a tirkî bi kurmancî çi ye? |
|
2014.09.01-20:49 |
bêhûd
![]() |
74. bersiva pirsa min a jor (bnr: mela ehmedê bateyî) ye ku ev di nava vebijêrkan de tune * li gorî wîkîpedîayê di nava berhemên(bnr: feqiyê teyran)î de (bnr: zembîlfiroş) tune. |
|
2014.09.01-21:25 |
bêhûd
![]() |
75. helbesta strana hunermendê nemir mihemed şêxo 'ay lê gulê' a kê ye? Tirşikvanekî ji min re gotû be a Rênçber e, lê gor min a cegerxwîn bû. Rênçber jî zaza ye û helbestê wî zazakî ye. Gotinê ay lê gulê a kê ye? |
|
2014.09.03-13:35 |
serpale
![]() |
76. gotinên stranê ji helbesteke cegerxwîn hatiye beste kirine ku stranek hinek kevn e jî. ku bixwe dema mihemed şexo vê stranê digot, rençberî hê dest bi hunermendiyê nekiribû. |
|
2014.09.04-01:33 |
bêhûd
![]() |
78. Em behsa rênçber ezîz dike, qey m.sêxo helbestên rênçber'ekî din kirîye stran lê kîjan strane ez nizane, me li derekê xwendî bû |
|
2014.09.04-09:11 |
serpale
![]() |
79. gotinên xwe ya li jor rast dikim, bersîva vê pirsê nizanim ji ber ku min rênçberan tevhev kiriye * li ser googlê hîn çavkanî henin dibêjî ay lê gulê helbesta cegerxwîn e, hin dîn dibêjî ew ya rênçber ezîz e. |
|
2014.09.04-18:22 |
bêhûd
![]() |
80. min pirsa xwe ya jor arasteyî nivîskarekî kir, bersîvek weha jêr da min lê dîsa neket serê min î sivik. nakeve serê min ji ber ku -erek, -arak a tirkî dibe ku bi kurmancî tiştek dîn bê. gihaneka û'yê wateya "bakti ve, etti ve.. " yê dide |
|
2014.09.04-18:45 |
bêhûd
![]() |
81. gelo em stenbolÊ li kuderÊ dikarin pirtûkÊn kurdÎ bikirin .yÊn kawa nemir û ciwanmerd kulek |
|
2014.09.08-14:41 |
sarpimoleni
![]() |
82. li stenbolê bêguman pirtûk ji cem selahattin bulut li medya kitabevî tên kirîn.û |
|
2014.09.08-21:42 |
simurg56
![]() |
83. birÊz simurg56 min digo qey ew pirtûkÊn em bixwazin an zimanÊ wan kurdÎ be an jÎ li ser kurda hatibe nivîsandinÊ . |
|
2014.09.12-15:24 |
sarpimoleni
![]() |
84. nivîskarên ji wanê, dikarin qala navçeyên edremît, ipekyolu, tuşba û ercişê bikin? mirovên wan çilo ye?(EV CARA EWIL E EZÊ LI KURDISTANÊ Û DI NAV KURDAN DE BIJÎM) buhayên malan; çûnehatê bajÊR LI NAVBERÊN NAVÇEYAN DE ÇAWA YE? HEK HUN CIHÊ MIN BANA, HUNÊ KÎJAN NAVÇEYÊ JI BER KÎJAN SEDEMÊ HILBIJÊRTANA? |
|
2014.09.14-15:44 |
biruya hayao miyazaki
![]() |
85. birêz hevalên hêja, taybetî jî yên moderator, min doh mijarekê vekir û piştî çend xulekan min dît ku mijar winda buye û hingî ku ez lê geriyam min nedît. mijara min vekirî "prof. dr. halise neslihan önenli mungan" bu, ê ku dît bila ji min re rêke. |
|
2014.09.16-20:38 |
azadixwaz
![]() |
86. mijarek wisa nayê bîra min. lê min duh ji bo ku sîstema şopandina nivîskaran û taybetiya kul û derdê çêkim û bixweribînim, min li ser danegehê gelek lîstikan lîst. heye ku min bi xeletî jê biribe, lê bawer nakim. |
|
2014.09.16-23:00 |
simurg56
![]() |
87. kilameke wisa hebû: "îşev çûme nav dika xeberdame bi mirişkan" hwd. gelo kî wê distre? |
|
2014.09.19-13:43 |
ervah.azad
![]() |
88. bersiva pirsa peyama nimro 87: |
|
2014.09.19-13:49 |
endazer
![]() |
89. erê welleh ev e. spasî ya te dikim. |
|
2014.09.19-14:48 |
ervah.azad
![]() |
90. ha xiringê xiringê xiringê, xiringê mammanîto! |
|
2014.09.19-21:26 |
azadixwaz
![]() |
91. bersiv ji bo peyama nimro 90ê: |
|
2014.09.19-21:41 |
endazer
![]() |
92. xiring (rengdêr) di ferhengan de (bo jinan ) spehî, rind,delal, xweşik, narîn... her wekî dîn hatiye gotin |
|
2014.09.19-22:48 |
havka
![]() |
93. piştî ku nivîskariya çomezan bê erêkirin jî peyamên wan weke ya çomezan dixuye û bawerim bi aliyê ne-moderatoran ve nayê dîtin. divê ev pirsgirêk bê çareser kirin û piştî nivîskariya yekê hat erêkirin, divê hemu peyamên wî/wê bên dîtin. |
|
2014.09.25-23:03 |
azadixwaz
![]() |
94. dema çomezek were erêkirin, hemû peyamên wî/wê dikevin weşanê. lê ger di dema erêkirinê de ew kes girêdayî be, heta ji sîstemê derkeve û weke nivîskarek erêkirî têketinê bike; ev peyamên wî/wê yên nû jî wê weke çomez werin hesibandin. |
|
2014.09.25-23:07 |
simurg56
![]() |
95. Gelo enstîtuya kurdî ya stenbolê cemaet, partî, rexistinan re pê têkildar e yan na? Û hebe kîjan? |
|
2014.10.01-23:56 |
mîr
![]() |
96. enstîtuya kurdî ya stenbolê girêdayî tzp kurdî ye û jixwe tzp kurdî jî tevgereke bdp/hdpê ye. |
|
2014.10.02-07:01 |
simurg56
![]() |
97. Silav hevalno. Dilxwazîyeke min heye, ez hêvîdar im ku hevalek alîkarî bide. Ez li helbesta Ferhad Merdê ya "Hêviya Azadî" bi nivîsî digerim, gelo bi kesekî re heye? |
|
2014.10.20-13:48 |
quşxaneli
![]() |
98. na .s |
|
2014.10.20-20:51 |
mîrekî04
![]() |
99. dev ji ferhad merde berdin |
|
2014.10.20-22:02 |
şêrkux
![]() |
101. raste gelek dirêje le min got belkî hevalekî bi kurdÎ nivÎsÎ be |
|
2014.10.21-02:18 |
quşxaneli
![]() |
102. ez dixwazim malperek pirtûkan vekim. gelo pêşniyarên we bo domain ê heye? |
|
2014.10.22-00:38 |
berxweda
![]() |
103. ji bo hevalê @berxweda |
|
2014.10.22-19:34 |
oxir
![]() |
104. pêşniyara min kurdipirtuk.com e.ez dibêjim qey ev domain bi lêgerînên google'ê hêsantir tê dîtin. |
|
2014.10.22-19:54 |
bayesar
![]() |
105. TEVLÎHEV E. |
|
2014.10.23-14:34 |
seydayê_peyvan
![]() |
107. gelo pepûle tv tenê li mala me xera bûye? |
|
2014.10.26-19:34 |
simurg56
![]() |
108. na xêr keko, bi qasî 2 hefte ye ku li mala me jî tune ye, jixwe min niha peyama te dît pê werqilîm ku ne tenê ya min çûye |
|
2014.10.26-21:12 |
ferhenga şikestî
![]() |
109. lê li ser malpera wê weşana wê didome. mirov dikare bi komputerê lê temaşe bike lê êdî li tvyê dernakeve. |
|
2014.10.26-21:18 |
simurg56
![]() |
110. ka bila yeke xêrxwaz ji min re bêje.. di twitterê de navê bikarhênerî divê herî kêm çend tîp be? ango sînorkirineke bi vî rengî heye an na? ger ku hewce be pirsa xwe zelaltir bikim. Min 2 hesabên twitterê hebû. Yek jê ne çalak bû bi navê oxir û ya din a çalak bi navê oxiro87 bû. Min dûh bişev hay ji hesabê xwe yê ne çalak çêbû. Vêca min go ez navê bikarhênerî biguherim yê çalak bikim oxir yê ne çalak jî bikim tişteke din. Min pêşî oxir kire quzulqurtek pişt re min xwest ku di hesabê din de navê oxir bikarbînim lê belê min kir û nekir biserneketim.Di asta kontrolkirinê de disekne û wilo dimîne. Dema ku bêyî kontrolkirinê pêl enterê dikim jî "%{field} must be more than 4 characters" ev gû derdikeve. Vêca ka bêjin derdê vê jehrê çi ye? |
|
2015.01.04-08:49 |
oxir
![]() |
111. wa te bersiva xwe xwebixwe daye * gotiye "divê navê te ji 4 tîpan bêhtir be". navê te yê "oxir" jî çû bihuşta nava.. |
|
2015.01.04-13:35 |
berxweda
![]() |
112. nexwe ez him ji dêrê bûm him ji mizgeftê.. |
|
2015.01.04-14:13 |
oxir
![]() |
113. Hevalên ezîz. Bi lez hêviyeke min ji we heye. Ji bo dibistana bêrîvan a ku li Cizîrê îsal vebûye û yek ji sê dibistanên kurdî yên pîlot e. Îcar ji bo li ser qernayên wan ên donemê rewşa wan binivîsin alîkareyek xwestin. Ji bo zarokên pola yekem jixwe not nîn in tenê ast hene yanî di çi astê de ye mirov wêna diyar dike. Îcar sê ast hene. |
|
2015.01.21-11:20 |
xendekî
![]() |
114. (bnr: hîn peya ye)* |
|
2015.01.21-14:18 |
mergehez
![]() |
116. @113 |
|
2015.01.21-22:43 |
mîr
![]() |
117. @113 |
|
2015.01.21-22:47 |
mîr
![]() |
118. @113 |
|
2015.01.21-23:10 |
mîr
![]() |
119. gelo kurdiya "masturbasyon" çiye? li herema qerejdaxê dibên "liberxistin", lê heremên din jî pir meraq dikim * |
|
2015.01.23-19:03 |
rûbar payîz
![]() |
120. di tuwaletê de ya rênas jiyanî de ji bo wî yê masturbatioê dike dibêje bixwexweşanî. |
|
2015.01.23-19:44 |
xendekî
![]() |
122. Gelo kîjan rast e? |
|
2015.01.27-20:41 |
bayesar
![]() |
123. @122 ez fikirîm |
|
2015.01.27-20:45 |
berxweda
![]() |
124. Spas berxweda.lê mirov bi nesneyekê bikarbîne çawa dibe? mesela: |
|
2015.01.27-20:56 |
bayesar
![]() |
125. ez wê fikirim. |
|
2015.01.27-21:03 |
berxweda
![]() |
126. Qasî ez dizanim di kurdî de dîftong hebek e (xw) Ev çax çima van peyvên li jêrê wusa tê nivîsandin. |
|
2015.01.30-23:14 |
mîr
![]() |
127. "Em bihêz tevlî meşan bibin" navê nûçeyeke anfê ye. ez nakevim naveroka nûçeyê. gelo ev sernav ji bo we tiştekî îfade dike? ya li min tenê xerîb tê? |
|
2015.02.01-13:40 |
berxweda
![]() |
128. (bnr: heval li bin mijara têkildar de binivîse) * |
|
2015.02.01-16:34 |
azadixwaz
![]() |
129. Di serê belgefîlma dîroka ji agir de muzîkek lêdide. Gelo ev muzik ya kê ye? |
|
2015.02.23-01:37 |
mergehez
![]() |
130. mijara ku bûye cihê lêgerîna stranan. |
|
2015.02.23-20:18 |
simurg56
![]() |
131. (bnr: sîmurg ji me re forumekê çêke) |
|
2015.02.24-00:29 |
mergehez
![]() |
132. Ez ji mûzîka rockê hez dikim. Lê ji mûzîkên di destê min de ne betilî me. Ji xwe re dengên nû û playlîstek nûpûnû digerim. Haa ez ji stranên hit jî hez dikim ên biyanî. Sibehî zû xweş e guhdar kirina wan. |
|
2015.03.07-13:48 |
brusk56
![]() |
133. Ev stranê telefona min in, bêhtir kurdî ne, hit mît em ne ji wan e * |
|
2015.03.07-13:53 |
xendekî
![]() |
134. Û playlîsta mergehezo nançû |
|
2015.03.07-13:55 |
xendekî
![]() |
135. yên hît: |
|
2015.03.07-17:00 |
simurg56
![]() |
136. gelek spas ji bo agahdarîkirina jovan bervaj |
|
2015.03.15-13:34 |
ceso
![]() |
137. gelo mariv çawa dikare kesên ku marivî dişopînin bibîne? |
|
2015.03.26-23:24 |
ferhenga şikestî
![]() |
138. (bnr: tu min bişopîne, ez jî te) |
|
2015.03.26-23:41 |
xendekî
![]() |
139. (bnr: nivîskarên tirşikê hev dişopînin) |
|
2015.03.27-19:19 |
simurg56
![]() |
140. ji hemû tirşikvanan re silavê xwe dişînim. ez pir dixwazim zanîngehekî li başûrê kurdistanê de xwendekar bibim lê pirsgirêkekî min heye ez rê û rêç nizanim ku çawa bigihinim xwe li zanîngehan kurdistanê. ger di nav we de kesekî rê û reç dizane ji kerema xwe re ji min re alîkar bibe. |
|
2015.03.27-19:28 |
remlavêj
![]() |
141. Merheba li vir de kes heye gelo? |
|
2015.03.27-19:44 |
remlavêj
![]() |
142. (bnr: #takipedenitakipederim) |
|
2015.03.27-20:21 |
ceso
![]() |
143. @remlavêj eger tu li derveyî welat bî divê tu bikevî ezmûna "yös"ê. bi qasî zanim ezmûna yösê ne dijwar e û bi puanê ku tu bi dest dixî dikarî di nava du salan de ji xwe re beşek hilbijêrî, ez ne xelet bim sala pêşî perwedeya tirkî didin û ez ne xelet bim divê tu îngilizî zanibî dîsa jî yên çêtir zanibin bila ji kerema xwe re agahiyan bidin |
|
2015.03.27-20:38 |
ceso
![]() |
144. Ez tirkiyê me û hewceyê ezmûnan yös û ygs û lys tune ye. Tenê xelasnameya lîseyê bes e. Lê ez çawa bikevim têkiliyê ez wî nizanim. Disa jî spas kekê. |
|
2015.03.27-20:46 |
remlavêj
![]() |
145. di vê videoyê de straneke soranî lêdide.. |
|
2015.04.03-22:41 |
ferhenga şikestî
![]() |
148. gelo ji wan hevokan kîjanê rast e: |
|
2015.04.05-13:14 |
ervah.azad
![]() |
149. ya rast: rewşa te çawa ye? |
|
2015.04.05-13:24 |
simurg56
![]() |
150. (bnr: tu bi çi rewşê de yî) |
|
2015.04.05-13:26 |
ferhenga şikestî
![]() |
151. careke dî dipirsim kes strana ku di vê videoyê de tirşik forum/63805 lêdide, nizane? |
|
2015.04.05-13:41 |
ferhenga şikestî
![]() |
152. ferhenga şikestî, willeh min nedît. min hemû şîroveyên din bin vîdyoyê de jî wergerandin tîpên latînî lê li wir jî nanivîse. min gotinên stranê jî di googlê de gerand derneket. |
|
2015.04.05-13:54 |
simurg56
![]() |
153. hama xwudê ji te razî be patron, hewldana te jî besî min e heyra* |
|
2015.04.05-13:58 |
ferhenga şikestî
![]() |
154. gotinên strana li jorbehs hatî kirin min jî (yên min fêhm kirî) li hinek deran geriya lê bawerim hebe jî bi tîpên erebî hatine nivîsîn loma tu encam derneketin. hêvîji tirşikvanên ji başur... |
|
2015.04.05-14:17 |
azadixwaz
![]() |
155. destbirako bise ka ez herim Amedê (niha li Cizîrê me) ez ê hewl bidim ka ev kîjan stran e, û gotinên ji te re peyda bikim. lê hinekî sebir bike * |
|
2015.04.05-14:30 |
xendekî
![]() |
156. xwudê ji we tevan razî be yahû, tê heye du meh e ku min hêş û aqil xwariye li pey şopa vê stranê* |
|
2015.04.05-14:31 |
ferhenga şikestî
![]() |
157. Ji "rewşa te çawaye?" bêtir îfadeya "tu bi çi rewşê de yî" bi min hişkurmancîtir hat. |
|
2015.04.05-15:45 |
ervah.azad
![]() |
158. ez peyvên wê strana bi tîpên erebî li google û duckducgoyê geriyam, lê encameke jî derneket. min jî gelek meraq kir, ka navê wê çi ye, ecêb! |
|
2015.04.05-16:41 ~16:41]|
biruya hayao miyazaki
![]() |
159. gelo strana min nehat peydakirin? :( |
|
2015.04.07-20:17 |
ferhenga şikestî
![]() |
160. ez bawerim koma bêsinor disitrîne lê navê stranê nizanim. |
|
2015.04.07-20:22 |
remlavêj
![]() |
161. destbirako min nego bihêle ez herim Amedê ez ê ji te re her tiştî derxim. |
|
2015.04.07-22:14 |
xendekî
![]() |
162. naxêr remlavêj ne ew e..spas.. |
|
2015.04.07-22:22 |
ferhenga şikestî
![]() |
163. erê tune ye, di youtubeyê de jî nîn e. ka bise hinek din jî sebir bike ez ê ji te re gotinên wê jî peyda bikim * |
|
2015.04.07-22:25 ~22:26]|
xendekî
![]() |
164. Facebooka Chia Madani: Here lînkê |
|
2015.04.07-22:27 ~22:45]|
remlavêj
![]() |
165. (bnr: xendekî) yahû tu camêr î, zilam î bi xwedê!!! |
|
2015.04.07-22:29 |
ferhenga şikestî
![]() |
166. @remlavêj te çeppikek kurdewarî ji min stand ;) û xendekî tu jî |
|
2015.04.07-22:36 |
ceso
![]() |
167. ez jî weke tirşikvanekî ji bo ked û hewldana wî sipas dikim. ez jî hema hema qasê ferhenga şikestî kêfxweş bum. destê te sax be birako! |
|
2015.04.07-22:38 ~22:41]|
azadixwaz
![]() |
168. piştî lêgerîna min a wê rojê, kurmekî tuj di hundurê min de digeriya. welle tu ji min jî tu çepikekî dilgerm histend. mala te ava * |
|
2015.04.07-22:46 ~22:46]|
biruya hayao miyazaki
![]() |
169. ez saetekî ye li binê mijara nijadkujiya ermenan dinivîsîm û min ê tam nivîsê bi rê bikirana lê tirşik ez ji malparê avêtim û nivîsa min jê çû. niha dikim bigirîm. hewar e lawo... ez jî ketim ber bayê komkujiya tirşikê. |
|
2015.04.12-21:55 |
ceso
![]() |
170. ji ceso re: ger nivîsandina ye zêde dem girtibe, carina tiştên wisa dibin. lê bêyî ku tu bikevî kelecanê, te tenê pêl bişkojka "back space"/vegere bikiriya ez dibêm wê nivîs dîsa derketa pêşberî te. helbet ev girêdayî geroka înternetê ye jî. lê di chrome browserê de wisa problem çênabe. |
|
2015.04.12-22:17 |
simurg56
![]() |
171. haya min jê heye lê bextreşiya min ew e ku ez bi tabletê ketibûm tirşikê* |
|
2015.04.12-22:26 |
ceso
![]() |
172. hevalno dostno ji min re alikariya hevalekî dimilkîzan lazim e. Dê nêzîkî 50 gotin û peyvan ji kurmancî wergerîne dimilkî. Di nav van gotinan de tenê yeka dirêj heye nêzîkî 50 kelîmeyan dihewîne. yên din kin in ya herî dirêj 18 kelîme ye û nêzîkî 15 heb jî tenê kelîmeyek e.. |
|
2015.06.15-00:49 |
mergehez
![]() |
173. soranî yan zazakî ji kurmancî re nêzîktir e, kîjan ji we re sivik tê bi rehetî fehm dikin? |
|
2015.06.21-00:32 |
mîr
![]() |
174. Di facebooka kurmancî de. Ji bo "check-in" dinivîse ? Yanî wergerê "check in " çi ye ? |
|
2015.06.21-20:23 |
endazyar
![]() |
175. ji bo check-inê em dikarin bibêjin "qeyda têketinê" |
|
2015.06.21-21:03 |
simurg56
![]() |
176. roja we bi xêr tirşikvan'ino. hal? hewal? kêf? rewş? |
|
2015.07.07-00:05 |
hola êzîda
![]() |
177. welleh mixabin van salan rewş û halê me girêdayî rewşa serê sûrî û iraqê ye. |
|
2015.07.07-00:08 |
simurg56
![]() |
178. erê bira, weleh tu rast dibêje. derd û kul bê dawî ne, bê derman e, toxtor hekîm bê çare ye, birîna me kûr e, derdê me pirrin, birrekvan dixwaze koka me bibirre, em bi kurmên darê ketin, em ber wan nagihêjin, îcar ka werre birrekên dijminan bişkenîne, welleh zor e, zehmet e |
|
2015.07.07-00:18 ~00:20]|
hola êzîda
![]() |
179. (bnr: wey li min, wey li min) |
|
2015.07.07-01:02 |
azadixwaz
![]() |
180. ![]() |
|
2015.07.08-00:16 |
hola êzîda
![]() |
181. Hevalno peyama min nivisîyê yê (bnr: ellah sehergaha ezel) di lînkê de pirsgirêk derket yê jî fêhm bike dikarî alîkarî bide |
|
2015.07.19-23:39 |
ronahî
![]() |
182. pirsgrêkeke çawa? |
|
2015.07.19-23:40 |
ferhenga şikestî
![]() |
183. Min peyam nivisî lê link venabe |
|
2015.07.19-23:42 |
ronahî
![]() |
184. berê moderatorên trişikê dikarîbûn entryên nivîskarên dî yên tirşikê sererast bikirana lê niha patronê me bûye wekê patronê nû yê ekşiyê kanzuk û li me hatiye xezebê lewma niha em nikarin sererast bikin |
|
2015.07.19-23:43 ~23:44]|
ferhenga şikestî
![]() |
185. Tmm spas |
|
2015.07.19-23:45 |
ronahî
![]() |
186. (bnr: pênas) |
|
2015.07.21-22:00 |
mergehez
![]() |
187. (bnr: lihevanîn) |
|
2015.07.21-22:43 |
azadixwaz
![]() |
188. (bnr: alîkarî) |
|
2015.07.24-12:23 |
biruya hayao miyazaki
![]() |
189. ez ji amedê me lê gelek caran çûme batmanê, jixwe ji xeynî çend zanîngehan -ku yên baş li tirkiyeyê ne- tu zanîngeh ne baş e lewma hewce ye mariv bajêr bikole |
|
2015.07.24-12:42 |
ferhenga şikestî
![]() |
190. @189 ma heval te jî çi kir lo.. tobe elah.. |
|
2015.07.24-12:58 |
biruya hayao miyazaki
![]() |
192. piştî tercîh kir û tercîhek hat ez bim êdî vegera wê nîn e, ji ber ku heke tercîh hat û tu neçî sala dîtir ji puanê te yê dîplomayê tê nîvî dikujin, ev jî derdora 20 puanan e. batman ne ciheke gelek xirab e jî. saleke din heke bikare 20 puanê kêm bibe û hinek puan din jî lê zêde bike (ku ev tişteke pir zor e) bila neçe. ez bim bila here, oxira xwe xêr'ke. |
|
2015.07.24-15:16 |
xendekî
![]() |
193. lîsekeke qirêj bi shorbevan tê lîstin. hêzên tarî bandorê li shorbevan kirine ji bo ku bibe dijminê hola êzîda. em gereke neyên vê lîstikê. em gune ne. |
|
2015.07.24-15:49 |
hola êzîda
![]() |
194. (bnr: formata forumê) |
|
2015.07.24-15:51 |
ferhenga şikestî
![]() |
195. ez çimonc şîna zazakî bonder biba? çira ind zaf grammerê zazakî est ê çira? sereyê min bî gebol... |
|
2015.08.22-22:24 |
bayesar
![]() |
196. Pirseke min ji te re heye tirşiko! Hinek peyam ji telefona min nîvçe dixuye gelo çima? Di heman rupelêde hinek peyam normal dixuyin û carna hin jî weke ku hemu nivîs lê cih nebe di her rezikê de çendkî peyv naxuyên. Çima tirşiko ji min re bêje? |
|
2015.09.06-17:12 |
azadixwaz
![]() |
197. îlahiyek bi kurmancî hebû, ez ne xelet bim yekî bi navê bîlal digot, navê stranê nizanim lê ihtimal e ku îslama min be |
|
2015.09.10-00:46 ~00:52]|
endazer
![]() |
198. ya rastî û ji bo ne derew be, ez dixwazim mijarên giring binivîsim lê divê ez û tirşikvan û birêveberiya tirşikê li hev bikin û herwiha jî divê hûn alî min bikin. |
|
2015.09.11-23:40 |
dijber
![]() |
199. Bi rastî eger jêbirina peyaman dewam bike ez ê dest ji tirşikê berdim. Xweş e yek peyamên we jê bibe? |
|
2015.09.16-17:12 |
dijber
![]() |
200. haya min ji meseleya jêbirina peyaman tune. |
|
2015.09.16-21:17 |
simurg56
![]() |
201. kek dijber tu bixwe di entryeke xwe de dikevî nakokiyê hem dibêjî bila kî çi dinivîse bila binivîse hem jî dibêjî bila prensîb hebe, jixwe ji ber ku prensîb hene peyamina tên jêbirin* |
|
2015.09.17-00:19 ~00:21]|
ferhenga şikestî
![]() |
202. keko, eger bi formatê nizanibe çawa dibe nivîskar? mebesta min ji prensîp, rêbaz bûn? anku eger île li gorî formatê be, bila tenê entryên ne li gorî formatê jê herin ne yên "heqaret"an dihewînin. |
|
2015.09.17-00:30 |
dijber
![]() |
203. ji ber ku formata tirşikê tiştekî nû ye di nava kurdan de pirrî nivîskaran dema nû qeyda xwe çêdikin qet hay ji formatê nîn in, hêdî hêdî hînî formatê dibin. |
|
2015.09.17-00:36 ~00:37]|
ferhenga şikestî
![]() |
204. Ez ê herim malê. |
|
2015.09.20-01:12 |
mergehez
![]() |
205. ji bo peyama 204; qertafa dema bê, bi tirkî -ecek, -acak, bi îngîlîzî; will/shall |
|
2015.09.20-01:13 |
endazer
![]() |
206. (bnr: pirtika dema bê) |
|
2015.09.20-01:15 ~01:29]|
dijber
![]() |
207. bila nivîskarên ne çomez bikarin nivîsên çomezan bibînin ta ku ew jî binirxînin. |
|
2015.09.22-15:12 |
dijber
![]() |
208. gelo sînorek ji tirşikê re heye? yanî ez bibêjim 4984765839 (wek mînak) bên nivîsîn, dê tirşik nema vebe yan jî dê zêdetir pere ji tirşikê bên xwestin? |
|
2015.09.23-21:18 |
dijber
![]() |
209. Ji ber ku danegeha tirşik microsoft sql server e her danegehek 10 gb dane digire. 10 gb zûbizû naqede. Biqede jî dê du heb danegeh bê bi kar anîn. Hejmar ne mesele ye yanî. Mesele qalîteya peyaman e! |
|
2015.09.23-21:24 ~21:25]|
mergehez
![]() |
210. sînorên tirşikê tune. lê sînorên pêşkêşkera (server) wê hene. aniha ji bo tirşikê xizmeta ku em dikirin, bes e û zêde ye jî. lê weke mînak ger her roj şûna 20-30 kesan 2-3 hezar kes têketinê bikin, an jî rojê 100-200 pirtûk ji danegeha wê were daxistin an jî her deqe 50 kes li radyoya tirşikê guhdar bike, îhtîmalek mezin wê tirşik bikeve tengasiyê û nekare vebe. |
|
2015.09.23-21:27 ~21:29]|
simurg56
![]() |
211. ê naxwe ji bo çi peyaman jê dibin? ez dixwazim vê bibêjim: |
|
2015.09.23-21:36 |
dijber
![]() |
212. Hevalno ez dixwazim xwe bigihînim endezyarên kombersê yên welatperwer lê ez nizanim bê ez ê çawa xwe bigînim wan an jî bi tiştekî çawa wan bigihînim xwe. Gelo hûn dikarin riyekê li ber min bixin? |
|
2015.09.24-03:51 |
mergehez
![]() |
213. projeyên çawa? |
|
2015.09.24-03:52 |
dijber
![]() |
214. Weke mînak: |
|
2015.09.24-04:05 |
mergehez
![]() |
215. Di beşa filmande filma min lê zêde kirî, ne weke min lê zêde kirî lê weke ku yê lê zêde kirî nediyar dixuye. Nizam çi pirsgirêka pergalê bi min re heye le what if wisa dixuye. |
|
2015.09.26-11:24 |
azadixwaz
![]() |
216. Bila kesên ne tomarkirî jî kul û derdên xwe binivîsin ta ku em jê re bibin derman. |
|
2015.10.11-17:02 |
dijber
![]() |
217. Gelo hûn tirşikê nafiroşin? |
|
2015.10.15-20:49 |
dijber
![]() |
218. na em tirşikê nafroşin. |
|
2015.10.15-21:07 |
simurg56
![]() |
219. ya rastî ez tiştekî nêzîkî tirşikê lê ne bi temamî wek wê di serê min de heye lê nizanim dê çiqas pere lê biçin * |
|
2015.10.15-21:35 |
dijber
![]() |
220. ger ji bo malperek weke tirşikê, di destê we de nivîsbariyek/programek hebe, mesrefa malperêya salwext bi qasê 500 tl (150 dolar) e. |
|
2015.10.15-21:45 |
simurg56
![]() |
221. Pirseke min ji we heye. Lezgîn e.. |
|
2015.10.31-21:13 |
mergehez
![]() |
222. li dibistana ku ewil hatiye dîyarkirin. ji ber ku dema nehat jıxwe êdî wî mafê xwe wenda dike |
|
2015.10.31-21:15 |
simurg56
![]() |
223. gelo niha encamên gundan û tiştên wisa yên ji me re tên em parve bikin dê zerar bigihê hdpê? |
|
2015.11.01-18:11 |
dijber
![]() |
224. tu zirar tune ye |
|
2015.11.01-18:16 |
ferhenga şikestî
![]() |
225. lê dîsa ji bo silametiya hilbijartinê û ya xwe, eşkere nekî baştir e karê vê dewletê çeqlomeqlo ye hay jê hebe birako* |
|
2015.11.01-18:19 |
ferhenga şikestî
![]() |
226. silav tirşikvanên hêja eger em ji xwe re hinekî biaxivin? |
|
2015.11.04-00:38 |
dijber
![]() |
228. spas kek (bnr: brusk56) mirovek hebe jî bes e. |
|
2015.11.04-00:56 ~00:57]|
dijber
![]() |
229. welhasil elkelam, tiştê ji destê min tê ev e, xwezî zêdetir jî bihata lê nayê. |
|
2015.11.04-01:07 |
dijber
![]() |
230. dê tirşik her li ser piyan bimîne, kes nemîne jî ez li vir im! |
|
2015.11.04-01:10 |
ferhenga şikestî
![]() |
231. ez vê jî bibêjim berî ku di min de bişkê, eger ez bibînim carekê an du caran mirov berî ku bersiva nivîs an serrastkirinên min bide, çend çavkaniyan bixwîne û ji wir tiştekî bibêje, ez aciz nabim û belkî ez islûbê xwe jî biguherînim lê wek meseleya "ihtimal û ixtimal" gelo çend kesan hewl da li ser peyvê bixwîne û bizane bê çi çi ye?(nabêjim her kes naxwîne lê ez yên dixwînin nabînim), gelo çima min "îhtîmal" nenivîsî lê "ihtimal" nivîsî? |
|
2015.11.04-01:14 |
dijber
![]() |
232. (bnr: kes wek min naxwaze ku tirşik bimîne le) |
|
2015.11.04-01:22 |
dijber
![]() |
233. ez çawa dikarim wêneya avatara xwe biguherim ? min nêrî lê nedît lo. ka ji kerema xwe re kesek ji min re bêje * |
|
2015.11.10-23:08 |
endazyar
![]() |
234. bikeve panalê, 'avatar biguherîne' heye di hêla çepê de |
|
2015.11.10-23:10 |
ferhenga şikestî
![]() |
235. gelo mirov dikare bizane bê çend kes di rêya lêgerîna googleê an lêgerîna di internetê de ketine tirşikê? herwiha dikare bizane bê mirov gava li çi digere beralî tirşikê dibe? |
|
2015.11.15-13:02 |
dijber
![]() |
236. 1- erê mirov dikare bizane ka çiqas kes bi riya googlê tên tirşikê û bi lêgerîna kîjan peyvan tên. ji bo vê yekê divê mirov xizmeta googleê ya analyticsê bi kar bîne. ji bo ku leza tirşikê nekeve, berî demek dirêj me vê xizmetê sekinandibû. loma aniha em wan îstatîstîkan nabînin. |
|
2015.11.15-18:33 |
simurg56
![]() |
237. Bila vê carê bersiv hebe ji vê mijarê re mijarên ku dijberî sererast kirine/80111 |
|
2015.11.15-23:20 |
dijber
![]() |
238. rûlihêf/80126 gelo zayenda vê peyvê çi ye? min mereq kir bê hûn çawa dibêjin, nizanim lew dipirsim. |
|
2015.11.16-00:31 |
dijber
![]() |
240. gelo cudatîyên tîpên "u" "û" çîye ? |
|
2015.11.18-13:26 |
mijdar
![]() |
241. (bnr: ceso were bikene) |
|
2015.11.18-13:45 |
shorbevan
![]() |
242. û mina 'u' ya tirkîye. Minak: Uzun (dirêj), su (av). |
|
2015.11.18-14:08 |
sloujouc
![]() |
243. Dengê u di tirkî de tune. |
|
2015.11.18-14:17 |
sloujouc
![]() |
244. gelik spas sloujouc . |
|
2015.11.18-15:12 |
mijdar
![]() |
245. selam hewalno canın |
|
2015.11.18-15:55 |
qers
![]() |
247. ez xer hat hune ji xer hat |
|
2015.11.18-16:10 |
qers
![]() |
248. pakî ji were pere nake hûn çidikin ji hev hûn zanin li hev pîrozbin.. |
|
2015.11.18-16:48 |
shorbevan
![]() |
249. ew mijarên dijberî sererast kirine... |
|
2015.11.19-00:13 ~00:16]|
ferhenga şikestî
![]() |
251. (bnr: spas xweş) û (bnr: sihheta te xweş) |
|
2015.11.19-00:19 |
ferhenga şikestî
![]() |
252. silav! |
|
2015.11.19-13:50 |
dijber
![]() |
253. Gelo kê navê mijara min wisa kiriye mijarên ku dijberî sererast kirine? li gorî çi? dikare bibêje bê ev çi ye? ji min nehat ez bersivê bidim nayê wê wateyê ku ya min xelet e. |
|
2015.11.19-17:44 |
dijber
![]() |
254. gelo çima kes bersivê nade? Ji dil ez aciz bûme û ez jî carinan aciz dibim. |
|
2015.11.19-22:23 |
dijber
![]() |
255. tirşik forum/80450 |
|
2015.11.19-22:28 |
azadixwaz
![]() |
256. Kê guherandiye bira? Baş rave kiriye yan nekiriye, wek wî jî nekiriye. |
|
2015.11.19-23:10 |
dijber
![]() |
257. min guherand û min sedema şaşiya mijarê jî rave kiribû... ez moderator im ger şaşiyek bibînim dikim ku sererast bikim carinan rastî şaşiyan tên carinan nayêm. ji ber ku ez jî bi destûra we însan im ne robot im. |
|
2015.11.19-23:56 |
ferhenga şikestî
![]() |
258. mijarên dijberî serrast kirine: |
|
2015.11.19-23:58 |
dijber
![]() |
259. mijarên ku dijberî sererast kirine |
|
2015.11.20-00:02 |
ferhenga şikestî
![]() |
260. li gorî vê rêbazê divê ev hevok tiştê min kir şaş be. |
|
2015.11.20-00:07 |
dijber
![]() |
261. min berê gotibû ger meriv cînavkan bi kar neyêne hevok şelû dibe, di tirkî de jî wisa ye |
|
2015.11.20-00:31 |
ferhenga şikestî
![]() |
262. Hinek peyam bi temamî naxuyên, nivê wan li derve dimînin û nayê xwendin, navê nivîskar jî naxuye. û nizanim gorî çi taybetiyê wisa çêdibe. |
|
2015.11.21-22:47 ~22:48]|
azadixwaz
![]() |
263. foruma tu dibê qey xana şeroye. |
|
2015.11.22-00:24 |
shorbevan
![]() |
264. |
|
2015.11.23-19:28 |
ferhenga şikestî
![]() |
265. saman gitti nohut ardına verdi |
|
2015.11.23-19:52 |
shorbevan
![]() |
266. edît: temam e hewaldînyolar me safî kir meselê* |
|
2015.11.23-19:57 |
ferhenga şikestî
![]() |
268. hevalno kilamek heye lê navê nayê zanîn. Ca min ji min re qalê kiribû gotibû ku wan berê vê kilamê ji bandê guhdarî dikir. navê stranê nayê bîra wê lê gotinek ji stranê tê bîrê. Hûn vê stranê zanibin an jî dikaribin bielimin, dikarin ji min re bibêjin? |
|
2015.12.05-17:40 |
mergehez
![]() |
269. Çiroka fatfatokê heye û heft birayên wê hene le bawerim ne ew e tu behs dikî. |
|
2015.12.05-19:53 |
azadixwaz
![]() |
270. problemek heye. ez nikarim kontrola stranê bikim lewre ez jî stranê nizanim. her carê jî nikarim ji ca xwe bipirsim.. ji ber wê divê bersiv teqez be. |
|
2015.12.05-21:40 |
mergehez
![]() |
271. (bnr: sitranên di ferhengade peyda nabin) dibe ku strana zeyneba ûsê be lê bi dengê kî û bi versîyona çenda ? sitrana zeynebê elî tico sê çar kaset jêre derxistîye li nav sitranê wî bigere ger te nedît, li sitranên cemîl horo binihêre ger te dîsa jî nedît edî lê negere li cîhê bereday rûnê û çend dijûnîya ji şansê xwere bide hev.. |
|
2015.12.05-22:11 |
shorbevan
![]() |
272. 2 deqe berê ez tenê di tirşikê de bûm. Niha dibînim ez û mergehezo nançû tê de ne û ew berî min ketiye tirşikê. |
|
2015.12.06-01:37 |
berxweda
![]() |
273. dema mirov di tirşikê de 15 deqeyan tu tişt neke lê rûpela tirşikê jî negire: wê demê tirşik wî kesî ji lîsteya nivîskarên girêdayî derdixe lê ji sîstemê navêje. ger ew kes li rûpela tirşikê vegere û li tiştekî bitikîne dîsa dikeve lîsteya nivîskarên girêdayî û ji ber ku ev demek dirêj bû têketibû û jê derneketibû jî, wexta wî ya girêdayîbûnê weke mînak saetek û nîv xuya dike. û rastî jî wisa ye, berî saetek û nîv ketiye tirşikê û rûpela tirşikê jî qet negirtiye lê ji ber ku bêçalakî bû, tirşikê hebûna wî paşguh kiribû. |
|
2015.12.06-11:08 |
simurg56
![]() |
275. instant messaging yanî pevaxaftina demildest dikare were kirin û berî niha jî hatibû gotin û me jî not girtinû û li ser fikirîbûn lê wê çi feydeya wê hebe nizanim. |
|
2015.12.06-23:05 |
simurg56
![]() |
276. bi ya min instant messaging ne zêde pêwîst e û wê zêde feyda wê jî tune be lê ku yên bixwazin zêdebin dikare bê ceribandin. |
|
2015.12.06-23:09 |
azadixwaz
![]() |
278. Li gorî min wê nebaş be. Ê dixwazin bi hev re bipeyivin ji xwe dipeyivin. Heke hevpeyivîn çê bibe wê bi du aliyan nebaş be. Yek wê kesên di bin mijara dinivîsin kêmtir binivîsin a din jî wê ji ber hevnasînê fikrên xwe yê tûj kêm binivîsin an jî qet nanivîsin |
|
2015.12.07-01:02 |
berxweda
![]() |
279. gelo em çawa dikarin bizanibin ku ka moderatoran kî ne? da ku em pirsgirêkên xwe ji wan re parve bikin û çareser bikin. |
|
2015.12.10-12:34 |
nazim tolhildan
![]() |
280. berê di sîstema kevin a tirşikê de, li panelê xûya dikir bê ka kî moderator e. mirov dikarî li wir moderatorên online bibîne û jê re peyam bişîne. lê di sîstema nû de kî çi ye ne diyar e. |
|
2015.12.10-12:40 |
brusk56
![]() |
281. nexwe wê di rojenekirina nû de ev taybetî jî hebe. |
|
2015.12.10-16:06 |
simurg56
![]() |
282. hewalno destekkkk!! |
|
2015.12.28-13:27 |
ferhenga şikestî
![]() |
283. (bnr: idman) |
|
2015.12.28-16:31 |
shorbevan
![]() |
284. (bnr: torrent) |
|
2015.12.28-20:51 |
simurg56
![]() |
285. (bnr: maxthon cloud browser) |
|
2015.12.28-21:12 ~21:13]|
bayesar
![]() |
286. silav hevalno! |
|
2016.01.01-21:06 ~21:12]|
ferhenga şikestî
![]() |
287. mixabin strana jor kes nizane, ez bim ezê jî nizanibim lê yek ji min pirsîbû min got qey li van deran belkî were zanîn.. |
|
2016.01.02-16:43 |
ferhenga şikestî
![]() |
288. Min ji nûvre dest bi tirşikê kir. Ez ji vê tirşikê pir hêvîdarim ku di demeke nêz de weke ekşî werê naskirin û bipêşve bikevê. |
|
2016.01.02-21:35 |
gumgumok
![]() |
289. di lînka jêr de straneke gelek xweş heye, min çi kir jî bi ser ve nebûm |
|
2016.01.06-21:15 |
ferhenga şikestî
![]() |
290. mixabin ev stran jî nayê zanîn lê hevalên me li ser dixebitin. |
|
2016.01.06-23:10 |
simurg56
![]() |
291. min xwe gihand kesê ku stranê li vê malperê bar kiriye, camêr got welleh me jî gelek lê kolaye lê nezaniya ka yê kê ye. |
|
2016.01.07-20:36 |
simurg56
![]() |
292. hahoo hahoo, ev çi îş e gidî.. |
|
2016.01.07-20:40 |
ferhenga şikestî
![]() |
293. Strana 'xera bibe cizîra botan, kevir li ser kevir nemîne' kevn e. Çend sal berê lê rast hatibûm. Min lê kola bû lê min tu tişt nedîtibû. Piştî min stran wenda kir îca mi dest bi lêgerîna stranê kir û min wê jî hew dît. . |
|
2016.01.08-00:02 |
berxweda
![]() |
294. Gelo mere çawa kare di radyoya tirşikê de him rockê û him kurdî hilbijêre? |
|
2016.02.29-08:06 |
berxweda
![]() |
296. ji bo ku tu vîdyoyek parve bikî, tenê lînka vîdyoyê binivîse û tu tiştek din neke. wê tirşik bizane ew vîdyoyek youtubeê ye û wê vîdyoyê nîşan bide. |
|
2016.03.04-20:05 |
simurg56
![]() |
297. hevalno min berî salekê fîlan pirtûkeke çîrokan xwendibû. ji aliyê nivîskarek kurd yê ji rojavayê hatibxw nivîsandin. min qet jê hez nekiribû û rexneyên tûj nivîsandibû di derbarê de. |
|
2016.03.31-17:06 |
simurg56
![]() |
298. Bi kurdî ipucu çiye? |
|
2016.04.02-16:28 |
gumgumok
![]() |
299. Li ferhenga tirşikê serişte dinivîse. Lê... |
|
2016.04.02-17:14 |
simurg56
![]() |
300. Vêga tirşik.net li ser kombersê çawa xuya dike * |
|
2016.04.04-23:37 |
gumgumok
![]() |
301. xuyaniya tirşikê: wêneyê nîşande ![]() mezintir: Here lînkê |
|
2016.04.05-00:01 |
simurg56
![]() |
302. di kurmancî de gotinek heye : '' ji we(te,min, wî û hwd) werê'' ev tê çi wateyê? ji kerema xwe acîl e, bila kî bibîne ji min re bersiv bide û ez spasdar bim. * |
|
2016.04.07-03:21 |
endazyar
![]() |
304. zor spas birako bo agahî. |
|
2016.04.07-06:23 |
endazyar
![]() |
305. dibe ku we xelet fêm kiribe. min heta niha qet tişteki wisa nebihîstiye. lê "ji we wetrê" bi kurmancî tê gotin. |
|
2016.04.07-06:27 |
sloujouc
![]() |
306. di nav nivîsê de weke rasteqîn gotiye wiha hatiye bikaranîn. min jî di destpêka lêkolîna xwe de tiştê ku sloujouc agahî daye rastî wî hatim û min wisa wergerand jî. piştre min dît wateya xwe nade û min pirsî. bersiv tam rûniştibû cihê xwe. |
|
2016.04.07-06:55 |
endazyar
![]() |
308. cem me em bi wateya "li gor fikra..." bi kar tînin. wisa; |
|
2016.04.07-16:46 |
simurg56
![]() |
309. Ji we (te, we, wa, min, wî/wê) werê : heke ku hun karibin, heke ku qeweta we têrê bike. |
|
2016.04.07-18:10 |
gumgumok
![]() |
310. Gelo em karin nivîsa ku hatî reşşikandin bibînin? |
|
2016.04.12-15:53 |
gumgumok
![]() |
311. wateya "Gelo em karin nivîsa ku hatî reşşikandin bibînin? " çi ye nizanim lê, na mirov nikare sedema reşşikan bizane. |
|
2016.04.12-18:25 |
simurg56
![]() |
312. 0 çeppik,1 reşşik û 0 dengên ecêb dengên ecêb ji te re hatine dayîn û 15 peyam li tirşikê zêde bûn. |
|
2016.04.12-18:43 ~18:44]|
gumgumok
![]() |
313. : ) |
|
2016.04.12-18:47 |
simurg56
![]() |
314. Aaa, birastî jî wilo ye :-) |
|
2016.04.12-19:08 |
gumgumok
![]() |
315. hevalno mixabin di tirşikê de neyarên min jî çêbûne nizanim çima reşşik li ser reşşikê didin min! tu kî yî ûlan ji min re derkeve meydanê!!! neyse lo canê we sax be henekan dikim* |
|
2016.04.13-21:38 |
ceso
![]() |
316. min jî fÊm nekir, mariv dibÊje qey yek hew ji bo reşikdayînê qeyda xwe çêkiriye* |
|
2016.04.13-21:39 |
ferhenga şikestî
![]() |
317. Gelo ji bo parvekirinê bişkok heye? |
|
2016.04.14-01:24 |
gumgumok
![]() |
318. Tirşikvanên hêja û delal ez nizanim çi bû ye min. Ev du seet e ez nikarim avatara xwe biguherînim. Çawa çê dibû laaawww :/ |
|
2016.04.22-00:01 |
biaqila malê
![]() |
323. slav.. gelo ez çawa dikarim filma Apocalypto bi binnivîsa kurdî temaşe bikem? |
|
2016.04.24-21:44 ~21:47]|
bûtîmar
![]() |
324. Nivîskarên tirşikê ku rewşeke pir awarte hebe dikare ji bo guhertina nav bi simurg56 re têkevin têkiliyê. Lê ev her nabe. Ez va ye salek e jê dixwazim lê kiriye 'eks û navê min naguherîne. Bila zêde hêviya we tune be canikno. |
|
2016.04.24-22:40 |
mergehez
![]() |
325. 1- guhertina navan |
|
2016.04.24-23:05 |
simurg56
![]() |
326. ez 11-12 salî bûm min pirtûka "cihana sophie yê" xwend... |
|
2016.04.25-22:14 |
mijdar
![]() |
327. Min ew pirtuka, 8 sal ewil heya rûpela 40emînê falan xandibu û ez zehv tirsîyabum (: |
|
2016.04.25-22:21 ~22:22]|
bûtîmar
![]() |
328. Hema hezke qet pirsyar neke dawîya zehf çivêl, tamsar û lewçe ye. Lė îllah ku tu meraq bikî ez hosa bêjim ji te ra sophie û mamosteyê wê ji bin bandora nivîskara romanê derdikevin û Azad dibin yêt mayî magazîn e. |
|
2016.04.25-22:54 |
azad30
![]() |
329. Destxweş simurg56, serkeftineke mezin e. Pîroz be. Wikiferheng tevlî ferhenga tirşikê bú. beşa ferhengê ya tirşikê/88588 |
|
2016.04.26-01:05 |
gumgumok
![]() |
330. hevalno gelo "spoiler" çi ye? anjî kêr çi tê? |
|
2016.04.27-13:34 |
azad30
![]() |
331. Here lînkê |
|
2016.04.27-13:48 |
gumgumok
![]() |
332. (deqe 16:04) |
|
2016.04.27-14:37 |
simurg56
![]() |
333. tirşikvan çima di mijarekî de di bin hev du peyam dinivîsînin? ez pir mereq dikim û ji kerema xwe jî rexneyên min wek dijûn fehm nekin! pêşî ji azad30 û paşê jî ji hozan serhadê dixwazim vê berfirehiyê. |
|
2016.04.28-00:23 |
bijîmillah
![]() |
334. ez ji dixwazim li cem tirşikvanan navê vÎ zilamê hanê tevê jina kurd kilamê distre hîmbim û gelo ev mêrê dengxweş bi kÎjan zimanê diaxive . bi min wek farsî hat lê min go ez dÎsa jÎ li heval û hogiran bipirsim. |
|
2016.04.28-00:29 |
xeteraqirêj
![]() |
335. gelo di formata tirşikÊ de mirov dikare di bin mijarekê pirseke bike? mesela ger ez di bin mijara têgehên avahîsazîyêde pirsek binîvîsim dê li dijî format Ê bît an ne? |
|
2016.04.28-11:51 |
azad30
![]() |
336. piştî ku te di peyama xwe de "pênase"ya xwe kir, yanî te raveya mijarê kir. êdî tu dikarî bêyî ku rasterast navê nivîskarekî hildî, pirsan bikî. |
|
2016.04.28-21:15 |
simurg56
![]() |
337. xêrnedîno kîbordeka baş tune? kîborda min qet nabe ez. nikar im. binivi simim : ) |
|
2016.04.29-13:46 |
shorbevan
![]() |
338. Nivîsên dîwêr têne guhartin gelo? |
|
2016.04.30-01:00 |
gumgumok
![]() |
339. li hêla serhedê de pirseke wiha heye: keyf û hale te çane? ereb ji bo hinbûna rewşê yekî, vê pirsê dike: "keyfe hal?"' gelo tekîlîyeke di nav wan herûdû hevokan heye? |
|
2016.05.08-14:19 ~18:11]|
ervah.azad
![]() |
340. Ez ne ji hêla serhedê me lê li hêla me jî (dêrik) tê bi kar anîn: kêf û halê te çawa ne? (Ya rastî li cem me dibêjin 'çawa yi') |
|
2016.05.08-14:41 |
mergehez
![]() |
341. îhtîmalek mezin herdu peyvên keyf û hal jî erebî ne. loma bêguman têkilya wan heye. |
|
2016.05.08-15:07 |
simurg56
![]() |
342. dibe ji erebî bê ereb jî tiştekî wiha dibêjin şitlonek/?كيف حالك keyf halk |
|
2016.05.08-15:55 |
shorbevan
![]() |
343. Alışkanlık, li gorî ferhenga zana, |
|
2016.05.12-00:49 ~2016.05.13 01:03]|
gumgumok
![]() |
344. ez fikra xwe bêjim. wek hûn jî dizanin ez ne kurmanc im, ji ber vê yekê tiştê ku ez dibêjim tenê li ser kaxêzê ye. nizanim di nav xelkê de ev gotin heye tune ye. |
|
2016.05.12-05:09 ~05:10]|
endazyar
![]() |
345. Li cem me ji bo vê peyvê em rasterast dibêjin 'elm'. E'ya vê peyvê weke ya 'ezîz' tê xwendin. |
|
2016.05.12-07:45 |
simurg56
![]() |
346. @gumgumok hevalo tu şaşî li ba me "kurm" tê bikaranîn. mesela em dibêjin "kurmê cixarê" (sigara alinşkanlığı). hetta gotineke pêşiyan jî heyr " kurmê şîrî heya pîrî". Lê ji bo lêkerê em him "ji xwe re kirin tebîet" û him jî "ji xwe re kirin kurm"ê bi kar tînin. mesela "êdî ji min re bûye kurm ez her sibe dikevim tirşikê" an jî "min ji xwe re her sibe ketina tirşikê kiriye kurm" ji bo yan din jî "her sibe ketina tirşikê ji xwe re kitiye tebîet" û gava em qala van tiştên yekê dikin em tenê "tebîet"ê bi kar tînin yanî em dibêjin "tebîetên filankes" "kuro êdî dev ji van tebîetên xwe berde" lê mixabin nizanim çima lê dibêjim qey ev "ji xwe re tebîet" û "tebîet" ji peyaseya kurdî rabûye. bi qasl dibînim li ba me "kurm" tê bikaranîn û ya din jî hêdî hêdî tê jibîrkirin. |
|
2016.05.12-08:46 |
ceso
![]() |
347. @gumgumok û ev jî heye min ji bîr kir bêjim * lê em herî pir "hînbûnê" bi kar tînin" (ev çawa nehat hişê min nizanim lê "alişmak"a sereke li ba me ev e) -ez hînê cixarê bûm- ez hînê te bûm- ez hînê amedê bûm- ez hînê esrarê bûm- yanî a dawî "hînbûnî" peyva herî bi mantiq e ji ber ku di kurdî de ew tê bikaranîn. heval gumgumok mixabin tu di hersê nêrînên xwe de jî xelet derketî. * |
|
2016.05.12-08:53 |
ceso
![]() |
348. yekî jî farqîniya xeberda, ka law bi kuda çû? bira bi ber destê min nekebe..* |
|
2016.05.12-10:36 ~10:38]|
shorbevan
![]() |
349. dilop dilop av diniqute. |
|
2016.05.13-20:21 ~20:25]|
shorbevan
![]() |
350. gelo em tirşikvan dikarin dosyayên pdf li danegehê zêde bikin ? eger dibe çawa dibe ? |
|
2016.05.14-02:20 ~04:54]|
endazyar
![]() |
351. Kurdiya kevn bi alfabeya erebî bû lewra tîpên dengdêr nebûn. Ew Peyva shorbevan wbi van tîpan dihate nivîsîn (ن ق ة ) . Ida tîpên dengdêr li gorî herêmê diguhere. Niqut, nuqit, nuqut. Her sê jî li gorî wikîferhengê rast e. |
|
2016.05.14-13:32 ~13:34]|
gumgumok
![]() |
352. di tirşikê de, ji bo ku mirov bikaribe peyamên rojeke derbasbûyî bibîne, fonksiyonek dikere were çêkirin yan na? wekî mînak mirov bibaribe tenê peyamên roja 12.05.2013 yan jî rojeke din bibîne yê pir xweş be. |
|
2016.05.18-13:31 |
nazim tolhildan
![]() |
353. Weke di vê peyamê de jî hatî gotin (bnr :min rebenê) , gelo çima ji bedêla "ez" , "min" tê gotin? |
|
2016.05.20-23:27 ~23:37]|
gumgumok
![]() |
354. ka li vir kes tuneye?vê sernivîsê rast bike.(bnr: mezada li beybûn cafeye ku lezgîn kitêpçiyan pirtûk difrotin) ne 'kitêpçiyan', 'kitêbçiyan' e. ji kerema xwe tirşikvana hêja gulêê jî xeletiyê xwe sererast bike. |
|
2016.06.11-17:35 |
bijîmillah
![]() |
355. Pirtûkfiroş an jî pirtûkfiroşgeh e li gorî hema hemû ferhengên kurdî.. |
|
2016.06.11-20:31 |
havka
![]() |
356. tirşikvanno, vê havînê difikirim ku aliyê kurdên qafqasyayê de herim. lê hişê min de çend pirs hene. gelo li nav me tirşikvanekê/î ji wir heye, yan jî kesekê/î difikire here wir, yan kesekî çûye li wir ? divê hinekî pê bişêwirim û li gor wê amadekariyan bikim |
|
2016.06.24-16:32 |
sergijik
![]() |
358. gelo kovara nûbihar hêjî tê weşan an na ? |
|
2016.06.26-21:02 ~21:53]|
mijdar
![]() |
359. Kovara nûbiharê nêzikî 24 salan e weşana xwe bêyî rawest didomîne. Di sê mehan de carekê derdiçe û belê meriv dikare bibe abonman. |
|
2016.06.26-21:29 ~21:30]|
ferhenga şikestî
![]() |
360. Spas ferhenga şikestî. |
|
2016.06.26-21:51 |
mijdar
![]() |
361. moderotoor! |
|
2016.06.26-22:53 |
bûtîmar
![]() |
362. tirşikê jî hiş avêt hiş lê şolî bû * |
|
|