453. demeke dirêj mirov ji van deran dûr bimîne jî dema mirov lê vedigere sebra mirov lê tê. ez îro pê hesam ku me 10 saliya tirşikê li pişt xwe hişt. xwezî me karîba ji bo vê çalakiyeke mezik bikira lê mixabin tiştek çênebû. lê ya xweş piştî nifşa me timamî xwe ji van deran kişand jî tirşik hê jî li ser piyan e, hevalên nû hene û tên. jixwe divê wiha be, her û her heman kes binivîsin wê piştî demekî ew nivîs bikeve dubareyê, ji ber wê divê yên nû bên yên berê rê bidin wan. |
|
04.10.2023 19:43 |
xendekî
|
370. @dilreş tu dikarî bibînî ka çend kes online in. bikeve panela xwe, li jêr dixuye: Here lînkê |
|
29.03.2020 13:59 |
xendekî
|
295. malpera ku di BasNewsê de qala wê hatiye kirin, berê jî di BasNewsê de çend nûçe li ser hebûn:Here lînkê |
|
08.12.2017 13:27 |
xendekî
|
182. (bnr: ma kî dikare dev ji kezeba xwe berde) |
|
13.06.2015 14:47 |
xendekî
|
145. malpera ku bûye parçeyek ji jiyana min, yaw ji ber ezmûnan min got ka ez hinekî xwe jê dûr bikim lê na yaw, nabe yaw, bileh nabe. ez herroo dikevimê lê dinêrim, lê pir namînim. weke din gava ez dibêjim ez nekevimê wek din ez çi bikim dinêrim tişteke din nîn e yaw, facebook vala ye yaw, ti keyfa min û enerjiya min ji bo facebookê nemaye, tirşik jî nebe ez dikevim valahiyekî. xwedê simurg56 ji serê me kêm neke û tirşikê ji jiyana me dûr nexe. |
|
23.04.2015 21:15 |
xendekî
|