Tirşik-Kûl û Derd

Tirşik.net malperek çawa ye?

Tirşik ferhengek înteraktîf e. Ferheng e, ji ber ku tê de ji bo tişt, peyv, bûyer û kesan, pênasên ferhengî hene. weke mînak bacan çi ye, murat batgi ki ye û hwd. Înteraktîf e ji ber ku herkes dikare bibe nivîskarê tirşikê û tiştên nû li tirşikê zêde bike.
Di tirşikê de ji bo her tiştê "mijar"ek dikare were vekirin û nivîskarên tirşikê (tirşikvan) derbarê wê mijarê de pênasan dikin û şîrove/rexneyên xwe dikin. ji bo vê yekê tu astengî tune, tabî heta ku nivîskar di binê mijaran de dijûn li hev nekin. ji ber ku tirşik ne forum e. li vir her tişt li gor formata tirşikê tên nivîsandin.

Tirşik.net ya kê ye?

Tirşik helbet ji aliyê hinekan ve hatiye vekirin û rêvebirin. Lê em dibêjin "tirşik ya hemû gelê kurd e".
Tirşik di gulana sala 2013an de, weke xizmeteke malpera wergerine.com hat vekirin. Heta ku em bikarin, wê tirşik ji bo xizmeta gelê kurd, amade be û wê neyê girtin.

Mirov çawa dikare bibe endam/nivîskar/tirşikvan?

Ji bo ku di tirşikê de bibî nivîskar, divê tu ji rûpela endambûnê forma endambûnê tije bikî û bişînî. Piştî ku tu bûyî endam mafê te heye ku tu 10 peyaman binivîsî. Piştî ku te peyamên xwe nivîsand, wê moderatorên tirşikê peyamên te kontrol bikin. Ger peyamên te bi kurdî bin û li gorî formata tirşikê bin, wê nivîskariya te were erêkirin û êdî tu wê bikarî gorî kêfa xwe lotikan bavêjî.

Rêveber kî ne?

Rêveber ji nav nivîskarên jêhatî û dilxwaz hatine bijartin. Di bijartina wan de tu krîterên din tune. Di destpêka tirşikê de hinek nivîskarên ku dilxwaz bûn û xwestin vî barî hilgirin, weke rêveber hatin bijartin.
Rêvebirên me yên niha; simurg56, brusk56, azadixwaz, endazer, cinorek, ceso, mergehezo nançû, xendekî, ferhenga şikestî, berxweda, mergehez, brzn, merwano, xeyda,

Edîtor kî ne?

Edîtor jî wek rêveberan ji nav nivîskarên jêhatî û dilxwaz hatine bijartin.
Edîtorên me yên niha; biruya hayao miyazaki, xwelî li ser, mîr, bûtîmar, gumgumok, yûsiv, keyomerd, û hemû rêveberên li jor.

Armanca tirşikê çi ye?

Armanc ne yek e. Gelek armancên tirşikê hene. Tu dikarî vê mijarê bixwînî: Armancên Tirşikê Em dikarin hinek ji van armancan, wisa rêz bikin; 1- Di înternetê de çêkirina malperek xwerû kurdî 2- Bûna sedem ku kurd li ser înternetê bi hev re kurdî binivîsîin û danûstandinê bikin. 3- Da ku kurd nêrînên xwe bi hev re bişêwirin, hev rexne bikin û dawiyê de yekitiya xwe pêk bînin. 4- Da ku li ser înternetê arşîvek wisa çêbe ku mirov çi bixwaze, tê de derbarê wê de agahî, şîrove û rexneyên kurdî hebe. Yanî ansîklopediyek kurdî û zindî ava bibe û piştî salan zarokên me bikarin sûdê jê wergirin. 5- Da ku zimanê kurdî ya nivîskî û ya rojane/axaftinê nêzikî hev bibin û standartîzasyona zimên xweştir bibe. 6- Da ku gotinên pêşiyan, çîrok, stran, mamik û hwd. kurdî wenda nebin û li cihekê werin tomarkirin û parastin. 7- Afirandina peyv û bêjeyên nû: peyv û gotinên ku tirşikê derxistine 8- Parvekirina tecrûbe û agahiyan. 9 û hwd...

Vîdyoyên Bikaranîna Tirşikê

Hûn dikarin ji vê malperê, di derbarê bikaranîna tirşikê de vîdyoyan bibînin; rûpela vîdyoyan