Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 20 peyam
îtîrafên tirşikvanan - tirşik
îtîrafên tirşikvanan
(284) (24) (15)
di mijarê de bigere

1. berê dema diya min digot "filan tiştî neke wê perê me here" an jî "te îro klîma pir vekir, pêrê me zehf çûn" min digot qey pere dizîka ji cizdana diya min derdikevin û hêdîka ji mal derdikevin. min îtiraf kir, oxweyş ez rihet bûm.



01.07.2013 11:21 | simurg56

2. (bnr: li xwe mikur hatin)

(bnr: bi ser xwe dan)

(bnr: li xwe anîn der)



01.07.2013 13:18 | endazer

4. Bi rastî jî ez hîn Kurdî nizanim*



07.07.2013 04:20 | tavrosi

5. carina fikrên nijadperest difikirim.



08.07.2013 11:59 | simurg56

6. min hê mem û zîn'ê temaşe nekiriye/nexwendiye. zanim bekoyek bêîman heye û hew. *



13.07.2013 17:31 | simurg56

7. ev tirşik bi kêrê min hat.



13.07.2013 19:23 | fizikzan

8. ev heftakik e ez li tirşikê me lê nivisê min deha derbas nakin, ji ber kû ez baş nizanim bi kurdî binivîsim.



13.07.2013 21:56 | freedm4ever

9. car caran dinêrim ka çend çepkirin u çend reşkirinên nin hene *



13.07.2013 14:01 | feqiyêteyran

10. di twitterê de ji tirşikê peyam ji min re hat.got:tu endamê tirşikê yî min got, erê lê derew bû.rotira din ez bûm endam.



14.07.2013 00:44 | gulan

11. pir caran bêriya nivîsandina tişteke li wîkîferhengê dinêrim, bo ku peyvên standard dikaribim bikarbînim. ji bo mînak min teze peyva "peşîman" tevlê hevokeke kir*, le belê ez bixwe li derwe û li mal dibêjim "poşman".



14.07.2013 01:14 | sîsîfos

12. Te dît di brazzersê da zilamê keçel heye. Ew ez im.



14.07.2013 01:39 | dengêmintête

13. carinan tirşik min ji malperê diavêje. heçko min pêl derkeve kirî ew bi xwe min ji malperê derdixîne .

gelo tu ji min kerixî û bezar bûyî ?

pir xemgîn dibim tirşik, çima wisa li min dikî ? wisa neke ..



18.07.2013 00:55 | brusk56

14. Bi zaroktî min bi xwe de dimîst, lê min bera stuyê birê xwe dida...

Navê min bû jîrikê, navê wî ma kelmîzo...



18.07.2013 10:31 | keje bemal

15. ez ne qut im, ne dirêj im, takrîhana şax diavêjim



21.07.2013 13:35 | quto

16. gelek caran bi qestî û bizanebûn û li ser hemdê xwe telefona hinekan venakim.. û paşê jî dema li wan vedigerim -tabî eger lê vegerim- dibêjim ''qisûrê efû bike ez nûka sÎnyal an lêgerîna te dibînim, an dema tu li min geriyayî ez zêde ne mûsaît bûm..'' ji vî kar û ji vê kirina xwe carinan hezzekî ecêb werdigirm û carûbaran jî eger yê/ya li min geriyayî biçekî feqîrok û bêgueh be û ji bo kar an xizmet an qewîtiyekî li min geriyabe û ji ber venekirin Û bersivnedana min a telefonê ew kar û xizmeta wî/wê bicih nehatibe poşman an biqewlê wîkîferheng û bahdîniyan pêşîman dibim..*



21.07.2013 13:49 | endazer

17. ji ber ku vaye 3-4 roj e min nedikarî bikevim înternetê, min gelek meraq kiribû tirşikê de çi qewimiye, çi hatiye nivîsadin . a rast min tiştên hêvî dikir nedît. lê hejmara nivîskaran zêde bûye pir kêfxweş bûm . ji xeynî wê bi dehan sernivîsên nizanim çiyê kurdistanê hatiye vekirin *



22.07.2013 23:52 | brusk56

18. mehekî sax bi înterneta bi kotaya 1 gb êdare dikim û vê mehê hê nava mehê de înterneta min qediya. hema ez jî wek pênaberek bê welat, xwe diavêjim ber diya xwe û birayê xwe da telefonên xwe bidin min. giriyê kafiran li min tê . roja borî, li sûka mêrsînê, min destê xwe vekir û got "xwedê ji we rezî be 2-3 mb înternet bidin min". bi vî awayî min heta êvarê 179 mb înternet berhev kir û ez hatim malê . ez niha bi wê têdikevim. xwedê xêra wan jê bîne .



16.08.2013 01:12 | brusk56

19. ji ber ku yên min nas dikin li ser tirşikê hene ez nikarim bi rihetî îtirafan bikim û vê yekê îtiraf dikim. ka herin lo, hema qet nebe online nebin heta saetekê.



18.08.2013 00:41 | azadixwaz

20. welle mi rojek keçek rewndibû çi bikim ma mi hez dikir



18.08.2013 16:42 | rabo

22. (bnr: www.nasname.com)



18.08.2013 20:19 | berav

23. dema ez deh salî bum yek mêvan kî hatibû mala me.ew û bavê min û birayên min di odekî de rûnîştin bun û qise dikirin.ez jî ketîm odê û ser mînderkî rûnişt.deme ez rûniştim min mêzekir dengkî hat, min xwe hînek da hêli kî yek berçavkkî şkesti.ew berçavkka mêvan bu.ez pirr tirsîm.dura ez fikirîm min got ezê çi bikim.birayê minê biçûk jî nîzikê min bu.min ev berçavk derxist holê û min ji bavê xwera got birayê min ew berçavk şkandî.bave min ji bawer kir û ev suc li ser milê birayê min ma.dura çi bu?tiştek jî ne bu.



20.08.2013 13:54 | bayesar

24. ferhengên kurdî-tirki tûnebûna ez jî tûnebûm.



20.08.2013 15:24 | babayaro

25. heya îro jî min digo qey ferhengên înteraktîv weke forûman e. *



20.10.2013 00:23 | ceso

26. dema dikevim tirşikê ewil lê dinêrim ca çepik dane nedane.



20.10.2013 23:01 | bawero

27. wext têra min nake . dixwazim rojekî bibe 40 saet. tiştek bikim a din kêm dimîne tiştekî din dikim yekî din kêm dimîne* mesela dixwazim guhdarÎ FILM BIKIM û DI HEMAN DEMÊ DE DIXWAZIM PIRTûK JÎ BIXWÎNIM.HEWCE YE DERS JÎ BIŞIXULIM Û HEVALÊ MIN, MIN VEXWENDIYE XWARINÊ. DIVÊ MALÊ PAQIJ BIKIM, XALIYAN RÊKIM BO PAQIJKIRINÊ, JI MIN RE 2-3 TIŞT HEWCE NE DIVÊ JI SÛKÊ BISTÎNIM HWD . DAWIYA DAWÎN HEMÛ DIMÎNE. NIKARIM YEKÎ JÎ BIKIM . TENÊ TÊRA XWE DERS DIŞIXILIM Û WEXTÊ MAYÎ JÎ LI INTERNETÊ ME .



01.11.2013 00:57 | brusk56

28. hê jî temase barbie dikim.



01.11.2013 16:18 | gelawej

29. beriya vêga bi çend salan, helbesteke min di rojnameya postayê de, di rûpelê yurdumun şairleri de weşiyaye, ku îro ez wê wek helbest nabînim û ji ber weşandina wê fedîkar û poşman im. Beşek ji helbesta bêqîmet:



...

piştî qasekî din mîna dizê şevan dikevime hundir; bêhis û bêdeng

da ku rêhevalê min şîyar nebin ji xewa xwe yî şêrîn

da ku nebînin girîyê min î keskesorî yê ji boyî te.



02.11.2013 01:20 | seydayê_peyvan

31. nexweş im.

nexweşî tiştek gelek nexweş e. qet nexweş e..



28.11.2013 02:06 | brusk56

32. (bnr: îtîrafên bêwijdanî)



28.11.2013 13:29 | ceso

33. vaye 17 sal e dibistanê dixwînim lê heta niha carekê jî, dibistana min ji ber berfê neketibû betlaneyê. lê îro sala min a 17 emîn de, çûm dibistanê û piştî saetek din gotin zaningeh ji ber berfê 2 roj ketiye betlaneyê . çi qas kêfxweşbûm nikarim vebêjim .



12.12.2013 21:50 | brusk56

35. min hê jî fêm nekiriye ku omer dilsoz û dilgeş dilsoz yek in an na?



14.12.2013 01:39 | ferhenga şikestî

36. dilê min îşev li ser hespekî rewan e, dibeze ax dibeze..

henek menek dilê min ev çi qas e tê bêjî qey hatiye xesandin..

ev çendik û çend sal in bi ser navê eşq û evîn û muhbetê tu tişt lê şÎn nabe..

tê bêjî qey teqîneka nûkleerî lê çêbûye.. erdeke rip û rût û trafîkeka transît.. heçî tê diçe, heçî tê diçe..



14.12.2013 01:49 | endazer

37. dixwazim xwe hînî zimaneke nÛ bikim.. û dixwazim xwe bielimînin çend bernameyên nû yên endazyariyê..

û ji bo vê yekê min hemû hesabê xwe yên sosyal medyayê sekinandine, divê destê xwe ji tirşikê jî bişûm, lê dema ku dibînim layê çepê yê tirşikê virt û vala ye û bûye berdîwarê sêwiyan, xwe nagirim tişta tê ber dest û devê min li tirşikê direşînim..

dixwazim dinyayeke bi temamî kurdî ava bikim..

dixwazim dinyayeke ji binî ve bi kurdî ava bibe..



14.12.2013 01:55 | endazer

38. dikim û nakim tênagihijim bê ka insan bi çi dijî?!

ya ku zanim ne hezek e ku arjen arî di helbesteka xwe de lê digere..



16.01.2014 20:37 | endazer

39. şevên ku dimînim nobetê û hemû rojên din yên ku sibehan li kar im û ne pêkan e têkevim tirşikê; tiştên ku tên bîra min telefona xwe de lîste dikim û dema dû re têkevim tirşikê wan hemûyan yek bi yek dinivîsim *



17.01.2014 20:02 | simurg56

40. min doh şev mamosteyekî xwe yî ku min wî qet nedîbû di xewna xwe de dît (bawer dikim çavê min tirsiyabû, lê îro dema dersa wî de mi dît ku rûyê wî kesî û ê xewna min ne yek in.



Xwedê mere ji xewnên werê bisitirîn e.



18.01.2014 00:42 | berxweda

43. ez sîxurekî ku di tirşikê de kurdan fîş dike, me.



26.02.2014 19:42 | mergehez

44. ez tirkî ji kurdî baştir dizanim. hêj ez nehatîm li vir min digot qey kurmanci zehf sanahiyê lê belê çen rojê ez li virim ez bi kutahî du hevoka diînim cem hev.



26.02.2014 22:22 | korahî bîbilkêt min girtin

45. Ez naha hewl didim ku hijmara peyamên rojane yên tirşikê zêde bikiM.. Çi bikevê ber min ez dinivîsim..



26.02.2014 23:55 | nan û av

46. ez o se heb moron em lı odake dıjın *



28.02.2014 00:19 | hema wılo

47. yek ji feqiyêteyran hat: http://i.hizliresim.com/xEBd2z.jpg



01.03.2014 22:09 | mergehez

48. kampanyaya ku îro birê ket û baş an xirab çû serî, dilxwede min dabû destpêkirin û mîratê heta çend deqîqe mayîn ji kampanyayê re jî min nekarÎ ez tu amadekariyekî bikim, spontane hema çi hatibe ber dev û dest û dilê min, min li alema twitterê wer kir, hinekan jê girt û hinek jî kes nizanim bi kû ve wenda bûn..



01.03.2014 22:12 | endazer

50. JI BO KU HIJMARA PEYAMÊN DUH HATÎN NIVÎSANDIN BIGIHIJIN 300Ê MIN HETA DEQQEYA DAWIYÊ JÎ PEYAM NIVÎSANDIN.. mIN XWESt ÎRO (YANÎ DOH) EM REKOREK NÛ BIBÎNIN..



04.03.2014 01:00 | nan û av

51. ez ji bo tirşikê pirtûkên kurmancî dixwînim



04.03.2014 01:04 | mergehez

53. ev sê heftî ne karê ku ez karim di sê rojan de bikim, ez nikarim xilas bikim..

îro projeyeka ku min berî 5 mehan çêkiribû bi hênceta ku kêmasiyên wê hene bi ser me de rêkirin, ev cara ewil e projeyek li min vedigere, yanî di ser min de dimîne.. eger projeyê sererast nekim û cardî rênekim ez ê nekaribim heqê xwe bistÎnim û bi xwe re nabînim destê xwe li tu tiştî bidim..

berê min di rojekî de 20 rûpel werger dikir, lê êdî heta rûpelekî xilas dkim nîvê ruhê min diçe..



hilbijartinên şaredariyê nêzik dibin û ez hê jî nizanim bê ez ê çi bikim, berê min digo ya baş ez neçim ser sindoqê di mala xwe de rûnim, du roj berê ji partiya aşitî û demokrasiyê keçikek û xortek hatin ber deriyê malê û pirsa hilbijartinan ji min kirin, min jî ya dilê xwe ji wan re got, wan jî got em herin ber deriyê kîjan malê her rexne û gazindên bi vî awayî tên kirin û gotin em bi xwe jî ji van tiştên tu dibêjî ne razî ne, û di nav partiyê de jî dibêjin, lê kes zêde guh nade me, min go madem welê ye, hÛn çima simsariya vê siyaseta çewt û çelexwehrî dikin, yekî got birayê min li serê çiyê ye û ya dî jî got min di nav vê siyasetê de çavê xwe li dinyayê vekiriye.. seb xatirê van herdu ciwanan tenê mabe dixwazim wê rojê herim ser sindoqê û dengê xwe bidim gülten kışanakê, lê dema navê gülten kışanakê û tiyatroya destnîşankirina endamên şaredariyan ku jê re önseçim dibêjin tînim bîra xwe cardî poşman dibim û vedigerim ser fikra xwe ya berê..



06.03.2014 02:00 | endazer

55. dema ku ez li cihê dawîn hatîn reydan avatara xwe dibînim, ez dibişirim, pir kêfxweş dibim û ez tu rayan nadim peyaman da ku avatara min ji wê derê ranebe *



09.03.2014 00:23 | mergehez

57. ji endazer hez nakim.



09.03.2014 01:30 | hun çawane heval:)))))))

58. ez ji ezmûnan kerixîm. bes e yaw. îsal tenê îsal ez ketima ezmûna 11 stajan.

her ezmûn stresek din, rojên tenê bi ders şixûlandinê derbas dibin, xwarinên ji derve hatî xwestin, kar û barê ku ji ber ezmûnê hatine talûk kirin bi xwe re tîne. paşê ezmûn derbas dibe, rojek tenê jî betlane tune ye. roja din dîsa dibistan heye. hê mirov ezmûna din ji bîr nekirî a din tê. şikir ji xwedê re ez ji hemûyan jî derbas bûm.

lê min tu tişt ji vî salî fêm nekir.emrê min 23 e. ma ez ne guneh im, ciwantiya xwe li malê bi şixulandina dersê derbas dikim.

vaye 2-3 roj e, li amedê ji ernê min, dinya ew qas xweş e ku.. pencereya odeya min li derve dinêre, wek di filma hababam sinifiyê de, li derve dinêrim û dibêjim "dinya gelek xweş e, herkes bi hezkiriya xwe digere" û dû re jî dibêjim bena na. bena na ez li malê me û ders dişixûlim.



09.03.2014 09:12 | brusk56

59. ezmÛna mina öss(ygs lys) tune buna. ezÊ dinav tirşikÊ bÊtir zehf aktÎf buma.



10.03.2014 14:05 | hun çawane heval:)))))))

60. li qursa kurmancî ez hîn di asta yekemîn de me.



10.03.2014 18:24 | mergehez

62. çay û cixare tune be. ez nikarim bifikirim *



10.03.2014 20:29 | rêzan

63. mijara ku ji alîyê admîn ve hatîye vekirin û ne li gorî formata tirşikê ye.

(bnr: sen de mi brütüs)



11.03.2014 19:49 | nazim tolhildan

64. mijara ku yek ji mijarên taybet yên derî formatê ye (min vê jî niha ji ber xwe avêt *). ji bo mînakek din;

(bnr: tirşik forum)

(bnr: stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin)



11.03.2014 20:05 | simurg56

65. ez teknîkerê tendurîstiyê me û min kpss qezenç kir ez ê heta meheke paşê herim dest bi kar bikim lê min stenbol qezenç kir bi xwedê min hê di xewna xwe de jî stenbolê nedîtiye ez nizanim çi bikim ji ameda rengîn ber bi dojeha mirovan wê çawa bibe nizanim.. şeytan dibêje neçe lê bêrika min jî dibêje gûyê ji serê xwe mezintir nexwe û biteqize...



12.03.2014 23:23 | ferhenga şikestî

66. min ti carî ji helbesta cegerxwîn hez nekiriye. full stop.



13.03.2014 23:16 | cercîs rewanî

67. deh malên min hebin, ez odeyekê jî nadime kejê bêmal.



13.03.2014 23:24 | cercîs rewanî

69. kîsikê mejiyê min ji xwendekarên qedexeparêz diçe!



16.03.2014 02:21 | zero

70. dilê min ji kurdÎtiyê dixele..

dilê min ji edebiyata kurdî ya serdema îroyîn dixele..

dilê min ji siyaseta kurdî dixele.

di teoriyê de azadî û serxwebûna kurdistanê dixwazim lê dema kurdan dibînim dibêjim heft xwezî bi bindestiyê..

dilê min bi teyyîb erdogan dişewite..

li ber mirina tu kesî nakevim ya berkin elvan û ugur kaymaz û yên dî jî tê de, û bawer nakim ku ji dêûbavên yên mirî û hatîn kuştin pê ve tu kes li ber mirina tu kesî bikeve..

û

ey xwuda ataş baran e baran e

xaniyê dilê'm wêran e wêran e..



16.03.2014 02:40 | endazer

72. ez xiyalperestekî me. heta wê rewşê min ew çendî pêşve çûye ku, carinan, qasê çend çirkan, ji bîr dikim ku tiştên ez difikirim û diaxifim, xiyal in.



dibe ku rewşeki psikolojîk be, heke wisane, nexwa min zû da pê girtî ye.



16.03.2014 13:03 | ervah.azad

73. di dilê min de çoleke virt û vala heye..



16.03.2014 22:05 | endazer

74. her car wek îtîraf tijji tiştan dinivîsim lê dû re reş dikim..



16.03.2014 22:27 | gulgenim

75. ez gava ji kurdiya xwe sar dibim, dikevim youtubê û stran û klîbên hozan serhad temaşe dikim. dengê wî hêzeke bêhempa dide min hetta dikarim bibêjim ku wek bandora afyonê li ser min pêk tê



16.03.2014 23:37 | ferhenga şikestî

76. dema ku bi tena serê xwe dimînim bi dizî li strana dombrayê guhdar dikim. *



16.03.2014 23:45 | oxir

77. ez dixwazim ku navê tirşik.netê biguhere!!

de bipirsin çima?

yaw yabo dema ez ji heval û derûdora xwe re behsa tirşikê dikim ez eyn gêj dibim yaw. dibêjim ferhenga înteraktîf e, dibêjin ew çi ye, 2 saet qala ferhengê û qala înteraktîfê dikim. bi qeda û bela merama xwe li dû hevudu rêz dikim di dawiya ravekirinê de ji min re dibêjin navê wê çi bû? ez dibêjim tirşik.net e paşê heneka xwe bi min dikin dibêjin em tirşikçî nîn in qaşo henek dikin bi qewlê tirkan 'zavallılar' rebenê xwedê ne dizane ferheng çi ye ne dizane înteraktîf çi ye û bi ser de jî henek û tinaza xwe dike.. bes e bila navê tirşikê bê guhertin ez jî rehet bikim hûn jî:-)



19.03.2014 23:53 | ferhenga şikestî

78. ez çi dikim çi nakim dîsa jî nikarim fediyokbûna xwe li ser xwe biavêjim... mixabin ku min pirr hewl da dîsa jî bi ser neketim. ji zarotiyê min heta niha ez wisa me min 4 sal zanîngeh xwend di sê bajarên ku çanda wan ji hev cuda de jiyam, ketim gelek civatên cur bi cur, min bi sedan pirtûk xwendin lê feyde nekir hê jî fediyok im hê jî fediyok im... ji min re psîkolog û terapî divê. ..



22.03.2014 21:38 | ferhenga şikestî

80. min di eksisozlukÊ de deh entry nivîsand û piştî wê hew du-sê caran tenê ketimê. rojekê hevalÊ min ji min pirsî, got "ka tu bû nivîskar?" min jî li eksisozlukê nerî û ez bÛbûm nivîskar. lê piştî demekê ez jî adiz bÛm û min nenivîsand. hevalê min got ka şîfreya xwe bide min, ezê binivîsim. min jî da wî. nêvî bêtir entry yÊn wî ne. piştî min şîfre guhert û neda wî, min dest bi jê birina entry'yên wî kirin lê naqedin mîratmayon. * *



25.03.2014 01:30 | mergehez

81. xweşa min ji hun çawane heval))))))) re diçe. ji ber ku, wek zarokên şûm, di tirşikê de çirtikan diavêje* *



26.03.2014 17:01 | nazim tolhildan

83. Helbestên ku ez herî zêde hez dikim bi tirkî ne.

(bnr: bir intihar mektubu teşebbüsü 1)

(bnr: bir intihar mektubu teşebbüsü 2)



28.03.2014 01:51 | nazim tolhildan

84. ez kurdî nizan im



28.03.2014 15:11 | berf

85. ez kpss naşixulim û bibe sedema birçîbûna min *



28.03.2014 19:49 | rêzan

86. ji ber ku %70ê wextê xwe li cihê kar im, nikarim bi komputerê bikevim tirşikê û loma bi telefonê dişopînim û tiştên ku hatine bîra min li derekê qeyd dikim û dema têm malê ji komputerê van tiştan dinivîsim *



29.03.2014 11:03 | simurg56

87. dema ku ez vê mijarê dibînim ez difikirim da tiştekî li bin vê mijarê binivîsim. *



29.03.2014 21:31 | mergehez

88. ez hê nizanim bê ka butona kul û derd çi ye û kêr çi tê



29.03.2014 21:54 | kevçiyê dil

89. rasteqîn, cinorek û dogania * xeyidîne, xatirê xwe xastine û çûne. êdi di tirşikê de nanivîsin. xuyaye ku ji ber rexneyên min revîn. eger vegerin, ez soz didim ku êdî ji wan re tiştekî nabêjim. li ser de wek mamosteyên xwe endazer heqeretan bikin jî ez dengê dernaxim.



06.04.2014 12:21 | nazim tolhildan

90. carinan hin hevalên me yên ji tirşikê, hin tiştan bi îngîlîzî dinivîsin yaw bi xwedê gelek zora min diçe ji ber ku ji xeynî çend peyvên jiberkirî tiştekî din bi îngîlîzî nizanim lewma fêm jî nakim. divê hevalên me wisa li min neheqî nekin! ez ê heqê xwe helal nekim haa! mesela navê fîlman bi îngîlîzî dinivîsin ez jî dixwazim tevlî wan mijaran bibim lê fêm nakim behsa kîjan fîlm tên kirin. hay ji vê yekê hebin



08.04.2014 01:48 | ferhenga şikestî

94. ez ew karakter û qehremanê di vê helbesta xwudênehiştiyê îsmet ozelî de me, ne kêm ne zêde;



''uzak nedir?

kendinin bile ücrasında yasayan benim için

gidecek yer ne kadar uzak olabilir?

başım açık, saçlarımı ikiye

ortadan ayırdım

kimin ülkesinden geçsem

şakaklarımda dövmeler beni ele verecek

cesur ve onurlu diyecekler

halbukı suskun ve kederliyim ''



yanî;



'' çi ye dûr î, û kû der e?

ji bo yekÎ wekî min ku ji xwe jî dûr ketiye Û dûr dimîne

heta kû derê diçin rê û bi ser çi ve dibin?

serê min ripûrût e, min pora xwe ji nîvê re

kiriye du şeq

ji kÎjan welatî bibihurim

yê min ji deqên li ser ceynikên min, nas bikin

yê bêjin çi qas jêhatî û liberxweketî ye

lê ya rast bêdeng û xemgîn im''



12.04.2014 23:35 | endazer

95. min çend wextan qedrê celladê xwe girt,min wî rind xwudan kir bi xeberên şîrîn,bi keniya ji dil,bi kilam û hikayetên bav û kalan,bi hingîva heqîqî,sêvelokên ser banê mala babê min hatîne hişk kirin..ne mirî me zindî me lê kulek mam.gava dimeşim piyê xwe ê çepê dûv xwe radikêşim.yek bi baldarî guh bidêre wê dengê xuşîna dengê piyê min bibihîse..



12.04.2014 23:45 | gulgenim

96. mêjiyê min sekiniye. dikim nakim tiştek bikim peyam an jî mijar û binivîsim nabînim. li hêviya xêrxwazekî me ku mijarên eletewş veke em jî bikevin navê.



13.04.2014 02:05 | ceso

97. kam ke bi kirdî/zazakî binuso, ez ey rê çeppikan cenena. *



13.04.2014 19:25 | kurdane

98. dema endazer siyasetÊ nake kÊfa min pir jê tÊ lÊ dema dest bi siyasetê dike haho Û haho...



13.04.2014 19:33 | mergehez

99. ceynika serê min ji siyasetê diçe, heta ji min tê naxwazim tevil û têkil bibim, lê dema dibînim kesên ku ji siyasetê fêhm nakin tên di tirşikê de bi ser navê siyasetê sempartîzaniyê dikin û ji bo berjewendiyên xwe Û partiya xwe aliyên din di bin tohmetê de dihêlin, xwe ranagirim çi tê ber dev û destê min li wan wer dikim.. zû bi zÛ aciz nabim lê dema nanxwer û şûrkêşên rijd yên hêz Û hizbekî dibînim hiş di serê min de mamîne..



13.04.2014 21:09 | endazer

100. ez dizanim demekê dirêj e ku tiştên tewşo mewşo dinivîsim baş dizanim. lê çi bikim? dikim nakim ji dilê min nayê ev bajer êdî ji bo min wek dojeh tê ji ber ku westiyam.



14.04.2014 01:20 | ferhenga şikestî

101. ji ber strana şemamê, carekê gelek rizîl bûm.

hevalek tirk ji min pirs kir ka wateya wê çi ye. ji ber ku li derdorê kesek ku ji min zêdetir kurdî bizane, tunebû. min jî (ji ber ku stranê de dibêje şemamê û domamê) got bi qasê zanim wateya wê "keça mamê mirov" e, lê 2-3 deqe din derket hplê ku ne wisa ye.



15.04.2014 21:17 | simurg56

103. ceso hez dikim.*



19.04.2014 19:19 | xwelî li ser

104. madem ceso û xwelî li ser mikur hatin û evîndariya xwe bi me re parve kirin divê ez jî li paş nemînim:-)

ez jî ji endazer û ji nazim tolhildan hez dikim:-)



19.04.2014 23:32 | ferhenga şikestî

105. Yê ku reşşikan dide mazlumozdogan ne ez im! Bê henek ceso/22480



21.04.2014 02:11 | ceso

106. min hesabekî vekir di twitterê de, beriya niha jî di facebookê de, ku bi wêneyekî keçikek xweşik e û bi navê keçan e. bi vî awayî min reklama tirşikê kir. lê bila xwedê we bide bawer kirin, metod û rêya herî baş ev derket. yanê ew çi hewes û eşq û kêf bû * her roj bi dehan kesan daxwaza hevaltiya dişaniya, bi sedan kesan peyamên teybet dişaniya. lê paşê ji ber ku di demek kurt de hejmara hevalên min zêde zêde zêde bû, facebookê hesaba min girt. niha jî ji min nasname dixweze *

neyse min niha jî heman tiştî di twitterê de da despê kirin. ez ê tweetên tirşikê rt bikim .



(bnr: yaw ez çi beraz im) *



22.04.2014 01:00 | brusk56

107. min dinyayek tişt nivîsand û paşê bêyî ku li derekî qeyd bikim min jê bir..



23.04.2014 02:11 | endazer

108. xemgîn im, betilî me nizanim bê ka ezê çi bikim. jiyanek tevlihevbûyî dibihure û ez di nav wê jiyanê de mame nikarim xwe tev bidim. ne dikarim paş de herim ne jî dikarim pêş de.. di holê de mame û li benda destekî me ku wê xwe dirÊjî min bike û min ji vê quzilqirtê xelas bike.

Têbinî : ne şaş bim hat*



23.04.2014 02:14 | mergehez

109. duh sibehê ezmûna me hebî, mamosteya me jî qene kopye negihijin destê ti kesî em bi dedektorê qontrol kirin, dilxwede me nikarî em bi xwe re telefon tablet laptop netbook hwd bibin hundir, lê ez û telefona xwe em ji dedektörê reviyan û koma me jî dawiyê de ket ezmûnê*, axir yên ezmûna wan xelas bî min go wan alo

di koma min de kêmî 80yê pûan nînê û bêhna min fireh e, ez ne poşman im*



23.04.2014 02:25 | kevçiyê dil

110. biskek berê di rawestgeha taxa gewranê ya ofîsê de rastê wê hatim bi qasî 3 deqe li wê nêriyam lê tirsayam ku herim bêjim merhaba...



23.04.2014 19:59 | ferhenga şikestî

111. van rojan ji tirşikê bêhtir ekşî-yê dixwînim. gellek caran jî nizanim çi dixwînim, ji tiştê ku dixwînim ti gû fêm nakim. carinan jî dibînim ku google vekirî ye û weke gêjan lê dinêrim nayê bîra min ku min ji bo çi ew vekiriye. nizanim depresyona biharê hatiye serê min an ez hino hino dÎn dibim...



23.04.2014 21:20 | oxir

112. ez nema bi xwe re dibînim bitirşikînim tirşika rengîn..



24.04.2014 00:28 | mergehez

113. min hê jî helbestên Selim Temo yên kurdî nexwendiye. *



26.04.2014 18:24 | avên_sar

114. her çiqas ez gundî bim jî, ez boxer'êr Calvin Klein li xwe dikim. lê kes nabîne/nizane, qas perê diçin. bijî derpeyên spî!



27.04.2014 15:44 | daskan

115. her çi qas ku ez bajarÎ bim jî bê derpî digerim. kes ne dibîne ne jî dizane bê ji çi qas mesrefê difilitim. bijî timahîzm



27.04.2014 15:49 | oxir

117. wextê min cara yekemîn li xezê filmê kurmancî seyr kiribû min digo qey hinek ketine pişta tvyê û bi kurmancî dişitexilin *



27.04.2014 17:58 | gêjê

118. min hê jî guhdarî the godfather û the lord of the rings nekiriye.

dikarim nîv saetan behsê bikim lê min temaşe nekiriye *



28.04.2014 19:44 | brusk56

119. ew qas westiyame ku, nikarim peyaman bi dawî bikim. tişta ku dixwazim bêjim di niviyê de dimîne.

şevbaascsvsvzjcacvac.



08.05.2014 02:41 | brusk56

120. ji xwarina tirşik Ê hez nakim. lÊ ferhenga wÎ xweşÊ.*



13.05.2014 11:27 | bexdenoz

122. min qet texmîn nedikir ku bûyerek bê serê tirkan û ez ev qas xemgîn bibim. min digot qey piştî ev qas êşan ku kurdan ji destê tirkan dîtine, êdî çi bê serê tirkan ew qas tesîr li min nake.

lê wisa nebû, hingî wêne û nûçe û çîrokên mirovan ên li qezaya li somayê mirine dinêrim kelogirî dibim..

karkerên hêjar, xizan herdem reben û bêkes in ..



16.05.2014 00:00 | brusk56

123. ez li xwe mikur têm..

Ez qet ji ereb, tirk û farisên baş hez nakim

Dixwazim neyarên me hemû xerab û ker bin



16.05.2014 02:12 | dijber

124. gelek sal berê bû.

ez di ortaokul'ê (dibistana navîn) de bûm.

ji dibistanê hatibûm, birçî bûm û li malê kes tunebû.

demên wisa de, edeta min bû, min herdem ji xwe re çay çêdikir û bi çayê jî penîr dixwar.

lê wê rojê min got, ez ê vê carê ji xwe re hêk bikelînim.

te dît, ez zêde biaqil im û zana me, loma fikrek hat bîra min; min ava çayê xist çaydankê de û danî ser êgir.

paşê min hêkan jî êxist di nav vê avê de û wisa keland. dema hêk çêbûn, min wan ji avê derxist û paşê çaya xwe çêkir. qaşo fikrek aqilane bû û min bi vî awayî teserûf kiribû.



paşê dema ku carekê bi apê xwe re, li malê tenê mabûn ez rabûm ji me re hêkan çêbikim lê mamê min wisa nabe. min got çima, hema tenê li min nêrî û min fêhm kir.

xwedêyo aqlê min li ku derê bû wê demê.

niha jî dema tê bîra min, dilê min ji ber xwe diqeqile. iççç!!



12.06.2014 20:53 | simurg56

125. me îro tirşik û savar xwar pir xweş bu : P



14.06.2014 02:42 | nîgarvan

126. min li ser tirşikê ji xwe re hesebeke nû vekir, min biryar dabû ku êdî bi heseba xwe ya nû binivîsim û min çend peyam jî nivîsand lê destê ji vê hesabê nabe loo/lêê destê min naçe ku diguherînim min ji 600 bêtir peyam nivîsiye heyfa min lê tê



15.06.2014 13:41 | ferhenga şikestî

127. min li ser tirşikê ji xwe re hesebeke nû vekir, min biryar dabû ku êdî bi heseba xwe ya nû binivîsim û min çend peyam jî nivîsand lê destê min ji vê hesabê nabe loo/lêê destê min naçe ku biguherînim min ji 600 bêtir peyam nivîsiye heyfa min lê tê



15.06.2014 13:42 | ferhenga şikestî

128. tantûnî xweş e. bi taybetî ya diya min.. hinekî tûj be jî hahoo ...



25.06.2014 00:49 | brusk56

129. gava dî li ser youtubeê min stranek vekir, lê berî reklama cornettoyê derket û di reklamê de jî yalın straneka bi navê yeniden (ji nû ve) digot.. normalde ceynika serê min ji reklamên li ser vîdeoyên youtubeê û popbêjên tirk diçe, lê çawa min dengê yalın bihîst çar salên min ên lîseyê ketin bîra min de.. di serwîsê de her wextî radyoya powertürk vekirîbû û wextê nû derketî her gav û saet strana zalim ya yalin lê didan.. û dÎsa di serwîsê de cara ewil dema dilê min ji bo eşq û evînê wekê çûkekî serjêkirî diperpitî keşke (xwezîka) ya yalın lêdida.. ji ber wê hê jî kengî ji derinan dengê yalın bi ber guhê min bikeve bivê nevê dem ji bin piyê min dikişe û di bin barana bîranînên xwe yên xortaniyê de şil dibim..

neyse hevalê min ê malê ku êdî ji tirsa min newêre guhdarî stranên popa tirkî bike, bi ser min de girt.. *



25.06.2014 02:10 | endazer

130. Ez heyranê ajda pekkan im. Him mûzîka wê, him jî ew*



01.07.2014 12:18 | ceso

131. her çi qas ez * li dijberê dengdanê ji bo serokkomariya tirkiye ji bim di balefirgeha ataturk a li stembolê de dema min ew sindoq dîtin min nekarî xwe û min reya xwe bikaranî û min muhra ku serdê tercih dinivîse bin wêneya selahattîn demirtaş xist.

tişta ecêb ev bû ku di ser serê kabina ku min reya xwe bikaranî kamera hebû.dema min ferq kir ku kamera heye min li jor nêrî û min slavek da kamerayê min reya xwe bikaranî.*

xwedê xêr bike.xwedê wî * ji me ji neyne fihêtê.



04.08.2014 09:17 | karmatî

133. li kÊfa xwe binêre :-)



26.08.2014 14:11 | ferhenga şikestî

134. biskek berê xalê min ê mezin telefonî min kir, 52 sal emrê wî ye, ji min re got ez niha derbasî kobanê bûm êdî venagerim, ji min xatir xwast...

ez ji xwe dipirsim, gelo min çi hîs kir û ez çi hîs dikim, nizanim êdî bi rastî nizanim ji her tiştî eciz bûbûm niha jî..



23.09.2014 10:10 | ferhenga şikestî

135. birayên ezîz ez jî dixwazim derdekê xwe ji we ra parve bikim. min doh nuçeyek xwend derbarê şervanên ypg ê de. cîwanek di Êrîşeke daişÊ de destÊ xwe yÊ rastÊ winda dike Û heval jÎ jÊ ra dibÊjin " tu dikarÎ şerÎ nekÎ lewra destÊ te yÊ raste ÊdÎ tune" ew hevalÊ delal jÎ naxwaze ji şerÊ dÛr bikeve Û ji ber hindÊ guh nade hişyarÎyÊn hevalÊt xwe.

Û ez xwe difikirim ji ber xwendina xwe, ji ber karê xwe ango ji ber berjewendÎyÊn xwe newÊrim bikevime şerÎ.

gava ez gehiştime 30-40 salÎya xwe pir ditirsim ku zarÊn min ji min bipirse " te wextÊ şerê daÎşÊ lenetÎ de çi kir" bersiva min : ...



23.09.2014 11:28 ~2016.04.20 18:22 | azad30

136. willahÎ ez hÊj hostetÎ nizanim ka ezÊ çawa tirşik Ê bikar bÎnim. lawo peyam kÛne, çeppÎk heye an nÎne. nizanim ezÊ çawa hÎn bibim.



23.09.2014 11:37 | azad30

137. îroj du heb nûçe gihîştin min..

a yekê, kurê xalê min

a duyê, hevalekî min î dilsoz û jidil..

serê sibehê dadgeha kurê xalê min bû ku ji 5 sal zêdetir di girtigehê de bû, îro tehliye bû, cara ewil kêfxweş bûm piştre hevalekî min peyamek şiyand û got; xebera te jê tune ye? mi go xêr e çi bû? got sertîp li kobanê şehîd ket... ez kor bûm!

ey xwedê! ma ne bes e?

nizanim çi bikim nizanim çawa bijîm. ..



03.10.2014 01:36 | ferhenga şikestî

138. mijara 54 nivîskarên cuda li bin sernivîsa wê peyam rêkirîn. min li hemu mijaran nerêniye lê dibe ku rekorek be.



03.10.2014 14:18 | azadixwaz

140. birÊz tırşık ez li wan Ê rabûm hatıme li van deran ji boy xwendinÊ lÊ qe kÊfa min tune ye . bÊ kes bÊ heval mame nizanim ezÊ çi gûyÎ bixwÊm.

estanbul xoştur ame bane na .





30.10.2014 22:26 | sarpimoleni

141. ez pir hez dikim di tirşikê de binivîsim lê ji ber kar û barên min gelek caran dem nabînin ku binivîsim.



31.10.2014 16:08 | nazim tolhildan

142. carinan mirov xewnekê dibîne, 2-3 rojan nikare ji tesîra wê xelas bibe..



02.11.2014 02:02 | brusk56

143. Min hej keçikekê kir wê jî hej min.lê ji ber bêaqilî ya min em negehiştîne hevdu..jiber hindê ez herro bo xwe dijûna rêzdikem ..



02.11.2014 04:14 | vêca çiyeeee

144. Ez qet dersê xo ra nêxebitêna. Her tim ser o gurreyê tewşan de vindena, şuxulêna. Hele ez biewnê dawîyê mi se beno.



Ha Hebêk keçêk zî esta, weş û rind a.



02.11.2014 13:30 | endazyar

145. loma bêkari ji sibehi ez runiştime li xêvjimare û disekînim maçe beşiktaş-fenerbahçe ku ê dest pê be sehet hefteda.



02.11.2014 15:29 | nivîskarê bêkes

146. ma gelo ez ê kenge bibim endamê tirşike



26.11.2014 01:58 | bager elih

147. hevalê min ê malê nizane torrent çi ye, car heye 10-12 fîlman bi hev re davêjim ser torrentê û tabî bivê nevê dikutim qûna leza înternetê de, hevalê min jî ku tîryakê înternetê ye çawa dbîne ku înternet giran bûye tê dibêje yaw hacî ev çi ji vê înternetê hatiye, heta bi ser googleê ve dibim nîvê emrê min diçe ez jî her heman bersivê diidim û jê re dibêjim ''ez jî nzanim belkî ji ber pirsgirêkeke teknîkî be carina li deverinan baximê li xeta înternetê dikin ji ber wê giran dibe'' ji xwe ji bo wî înternet facebook û lîstikên sanal ên online in ji ber wê dilê min pê naşewiye û li ber nakevim.. *

madem mesele li ser înternetê vebû ez tiştekî din jî bêjim sê çar keçên teredînî yên cîranê hemberê mala me hene, sê çar meh berê bi awayekî pêhesane ku li malê înternet heye yek ji wan hat go tu dikarî şÎfreya înternetê bidî carinan spartekên me çêdibin em mecbûr dimînin diçin heta Înternet cafeyan min jî go ser çava, du sê roj di ser re bihurîn çi bibînin min dît hingî diçe înterneta gewr sisttir û girantir dibe min go ka ez li modemê binêrim ev çi mesele ye, ez çûm ser adrêsa modemê wey xwudêyoo ji 20 mekîneyan zêdetir bi xeta me ya înternetê ve girêdayî ne, tabî bi dest xwe re min têketina wan hemû mekîneyan asteng kir, bû roja dî min dît dîsa hat ber derî û go em nikarin bikevin înternetê qey te şîfre guheriye min go na şÎfre her eynî min neguheriye lê carinan ji mesafeyên dûr nakişîne belkî ji ber wê be filan..

axirê qey xanimê mesele fêhm kiriye kengî li asansorê an li hola apartmanê em liqayî hev bên, rûyê xwe ji min ba dide, mehdê xwe tirş û tehl dike tu wê bêjî qey min bavê wê kuştiye.. *



26.12.2014 23:08 | endazer

148. li vî bajarî, yanê li stenbolê heft mehên min qediyan, bi gotineke din, heft meh e ku ji amedê dûr im, heft meh e ku di jiyanê de hilnayêm û nahewim, dê nehewin jî.

belkî li hemberê xwedê neheqiyek be jî lê hîn hemû bawerî û îdealên min taluq avêtin, dibe ku biçin sergoyê jî..

jiyan di nava tirkan de, di nava şênî û civatên wan de wek gûyî ye, ji gûyî jî xerabtir, pîstir, genîtir û bêhnpêketîtir e, hê jî hînî wan nebûme, kî tê dibêje, tu yê hînî wan bibî helbet, ya rastî naxwazim hînî wan bibim, emr li min zêde dibin, her ku dihere madeya min tehltir û tirştir dibe, jiyan û pêvrebûna ligel tirkan ez ji jiyanê, ji xweşî û qenciyê, ji bêhngirtinê sar kirim, hew dilê min di asmîna kurdistanê de aso û aliqî maye, dil dikim ku vegerim, lê dibêm tu yê bi çi rûyî vegerî serhedo?

heft meh e ku li stenbolê me, biyanîbûneke beloq ji çavên min dihere, weka ku nêm ji rênasî bihere, li van deran naqosên dêran kerr minare kin nîn in, dilên rût ên bajariyan kerr û kin in, xwezî tirşikvanino mirin hebûya veqetîn tunebûya..

heft meh e pê hesiyame ku tirkiya min jî ne baş e, min berê digot qey tirkiya min li gor rêjeya tirkiya amediyan baştir e lê na bavê min! niha di nava wan de dibînim ku hîç ne baş e, dilê min bo ferqa bilêvkirina 'qaf' û kef'ê nekeliya û çû, hê jî nikarim bêjim kağıt, ew her qaxit e, û çi îşê me pê kağıtê heye? nizanim..

dema ku kurdek tê van deran dil dike ku siwarî keştiyan bibe û ji ser tengava stenbolê ve, ji hêlekê ber bi hêlekê ve here û sîmîtan biavêje bo qaqlîbazan; min carekê jî dil nekir û neavêt, min hej ji wan jî nekir, ji lew ew ajalên axa welatê min nîn im, dibêm qey ew jî neyarên min in, lê xaliqên xwedê ne, de were vê rastiyê bipejirîne... hîç ne pêkan e gidî!

heft meh e ku xwîna min li girava dîrokî ya stenbolê jî netevizî, hama qurteke kelecan jî di nava damarên min de negeriyan û tevz nexistin laşê min, darên parqa gulhaneyê, sûretek ji daristanên şewitandî ên welatê min dianîn bîra min; ku min digo xelk hej ji xwe û kêfa xwe dikin, ma sucê daran çi ne? lê bo ku darên ha bibin populer, darên min bûn qurbanî...

heft meh e ku ji amedê dûr im, xalî me, vala.. ketime di depresyonê re, ku zaroyên doyîn hê nû ji rewşa ha derketine, ma dibêm ne eyb û fedî ye ku tu nikarî ber xwe bidî? ma gidyanoo! jixwe rewş ne ji ber wê bû ku me go ha berxwedan ha berxwedan û mal li xwe şewitand û malik li xwe xerab kir?

mikur têm ku çi qas eciz bim jî ji kurdan hez dikim, hej jê dikim ku bi kul û derdên wan re bijîm, emr kin û elemgirtî be lê bes careke din dernekevim ji xaka xwe yaw, ku rojeke bikaribim vegerim, ez ê êdî hîç jê dernekevim -ji bo ger û geştê jî-

civata tirkan weka ekşîsozlukê ye bi xwedê, heke hevoka wan bi 'amk' dest pê neke nikarin bipeyivin, min bêriya dijmînên 'gedê bajêr' ên amedê kiriye, çêrên ku ji qirikî tê û dilê marivî rehet dike..



27.12.2014 00:57 | ferhenga şikestî

149. nêzê sal û nîv e ku endamê tirşikê me lê min hê jî avatareke li gor dilê xwe nedît yaww, dil bi êşan im tirşikkkêê!

mîna ebru gündeşê, ku serê carê sevgiliyê xwe dibedilîne, ez jî ji ecizî û nerazîbûnê avatara xwe dibedilînim, ebruya kafir dît mêrekî dewlemend lê min nedît avatarek! *



30.12.2014 00:51 | ferhenga şikestî

150. va fînalêt min destpêkirin.lê ez û hevalên min şev û roj bataq û okêy dileyzîn.xebitîna dersan sifir e.



30.12.2014 16:00 | vêca çiyeeee

151. îtîrafname: li tirşikê vegeriyam. min bêriya tirşikê kiribû. :(



30.12.2014 16:22 | terkexem

152. min heta niha digot qey di stêra tirşikê de bi tenê ken li vir bû nivîsandî ye

(we çima negot tiştên din jî hene kafirno?)

piştî ku hayil bûm, kengî stêr bibînim têm li ser bê ka çi heye..*



19.01.2015 01:01 | ferhenga şikestî

153. min carêk li beqal benîşt dizîbû..gava min benîşt dizî ,ez zarokek 6 salî bûm.



19.01.2015 18:05 | hesen bira

154. ji sala 2006'a, heta sala 2012'a ez li ser wîkîpediyayê gelek xebitiyabûm. min gelek gotar çêkirin û gelek tevlêkirin kirin. lê motîvasyona min a ewilîn a di vî karî de pêşdebirin û baştirkirina kurdî ya min bû. herçiqas min bi vê motîvasyonê dest pê kiribe jî, dû re niyeta min her ku çû xalistir û jidiltir bû, ji ber ku, wek tê zanîn, rêya çêtirîn a elimîna tiştekî nivîsandin e. niha zûve ye ku ez têde kar nakime, lê ne ji ber ku meqseda min hasil bûye, ji ber ku wexta min nabe.



25.01.2015 21:51 | fethî ronî

155. ji bo ku çomeziya min ji holê rabe û li ber vê eyba mezin fediyê giran nejîm, min vê peyamê nivîsand..*




156. heya wextekî min stranaa koma wetan ya bi navê sîne weke navê bajarê rojhilatê kurdistanê dizanîbû *



25.01.2015 22:10 | berxweda

159. ihi ihi, beriya ku bipeyivim divê qirika xwe ya tehl paqij bikim

neyse tirşikvanîno em di mikurhatineke dî de careke din bi hev re ne*

îroj yanê piştî saeta dozdehê şevê şeş salên min û wê qediyan yanê şeş sal berê di vê rojê de me hev nas kiribû, teqrîban hesabên me yên wê çaxê, divê niha em zewicandî bûna lê çênebû, biborîna delala min, min tu bê stran şandî, bila hemû xezebên vê cihana qehbik li min biqewimin ku veqetîna me neheqiyeke mezin bû..

neyse vê carê ez ê dirêj nekim û serê we neêşînim, li xwe miqate bin û xwedî li evîna xwe derkevin. dinya pûç û vala û xalî ye




161. Dergîsek min ê turk hebu.ji min pirskir hayatım bi kurdi çiye min got jînamin.pişt wi gelek dem şunda ji minre got jînamin. Min jêre got ev peyv ji jinanre tê gotin Em gelek kenîyan.



26.02.2015 13:50 | sedrik

162. îroj ji rojan şemiyê ye, ango dawiya hefteyê ye, wek şemiyên din dereng ji xewê şiyar bûm tavilê çûm li ber şibakê û pê hesiyam ku hê jî li ber dîmenên stenbolê şiyar dibim, mala min li pendîkê ye û behreke mezin û xaniyên bêserûber li pêşiya min in, tenê me dîsa, na ne tenê me dîmenek ligel min e û qaqlîbazên stenbolê ligel eciziya min didin perwazan, perên wan xweşik in û dibêjim bena ne

erê tenê me, ne hevalek ku bêhna xwe pê vekim, ne jî dostek derdên xwe pê sivik bikim.

derdê xeribiyê pênûs li mehmed uzun hêjandibû, fawaz hussein herdem behsa xeribî û mişextiyê dikir, ger ku nejiyabî pirr li ser naponijî, hay ji girîngiya welêt nabî.

xwe di axeke biyanî de wek bêkesayet hîs dikî, çi zanim ez dema li kolanan dimeşim dibêm qey her kes dizane ku ez xerîb im ne ji wan im, uryan im tazî me kirasa min qetiyaye, dil dikim ku vegerim û hîn nema piyên xwe rakim ji axa xwe ya pîroz, erê pîroz lê pîrozbûna axa merivî girêdayî axê nîn e, hemû bîranînên te li wir mane, kolan bi kolan, kuçe bi kuçe, tax bi tax, semt bi semt hemû tevde xwediyî rêç û şopên lingên te ne, hez bikî jî nekî jî hemû yên te ne bêî wan tu tune yî, xalî yî, vala yî, bêkiras î û ya girîng bê rih û giyan î..

îroj ji rojan şemiyê ye û ez wekî hemû şemiyên din li malê, çavên xwe bi tenê ji xewkan vedikim, li pêşiya min behreke mezin û xaniyên bêserûber...



28.02.2015 13:52 | ferhenga şikestî

163.



28.02.2015 13:55 | ferhenga şikestî

165. min di 2012'an de hemû ferheng û peyvên turkcekurtcesozluk.com'êHere lînkê'ê bi bernameya ku min çêkiribû, di çend şevan de daxistine ser kompîtûra xwe û min ji simurg56 re name şand ku ez jê destûrê bixwazim ku wan têxima wîkîferhengê, lê ji wî bersiv nehat û ez zêde bi şopê neketim û min ew têxistine wîkîferhengê.



01.03.2015 13:42 | fethî ronî

166. ez qedera çend hefteyan e bûme tirşikvan lê tirsa nezanbûnê xwê şaşo paşo kirinê min nedivîsî.qasi çend dekka bêrê jî ketime tirşik ê ez çi bibînim hevalekî hêja dibêje kes nay nanivîse loma ez jî diçim .min jî li ji xwe ra got gere tu tirsa xwe bicuyî û derkevî holê ji mêjîyê te çi were bi xulamtîya tiliyên xwe derbasê li tirşik ê kî.



heval ferhanga şikestî tu jî xwe akî xembar ne bira ma derdê te ewê tu li nav tirşikvana modaya tirsik.net'ten siktirolup gitme derxî meydanê



01.03.2015 22:40 | xeteraqirêj

167. Min jî hêviya xwe ji pêvajoya çareseriyê birî ..



02.03.2015 21:35 | brusk56

168. min bi berxwedana xwe 4 kîlo girtin*

xwedê mezin e keçî bizin e*



03.03.2015 21:21 | ferhenga şikestî

169. belkî haya te ji vir hebe, îroj nebe dê sibe hebe teqez! ma dinya ne piçûk e? ma xwudê jî ne senarîstekî ecêb e? ma rêyên te wê nekevin li pêşiya min? helbet.

tu bayekî sar î, ji xeyalên te sir û seqem difûrin êdî. strana zülfü livaneli ya sevda değil ya ku te pênç sal berê ji min re gotibû, êdî ev stran jî vî bayî germ nake, tu mir î nema zindî dibî, êdî ji vir şûnda tu bifikire canim



25.03.2015 22:14 | ferhenga şikestî

170. (bnr: ev çi bû law)



25.03.2015 22:16 | ceso

171. (bnr: ferhenga şikestî îtîraf dike)



25.03.2015 22:18 | xendekî

172. îro ezmunekê min hebu û ez neçûm, raketim.



25.03.2015 22:38 ~22:39 | barca63

173. Di Wextê xwe yê vale de radikevim.



26.03.2015 00:38 | brusk56

174. ji bo dilê xwe xweş bikim îtiraf3en tirşikvanan dixwînim, lê ya ferhenga şikestî dilê min xweş nekir. jixwe min bi temamî fêhm nekir.

(bnr: hinekî din vekirî û bi kitekit)



26.03.2015 00:45 | azadixwaz

175. erê roja newrozê bû tirşik ê xweşî û şahî bû ... deng hat dengê dîlan ê.herkesî destavête govenda delîlo yê belê em hekarîyî ji deverên dî cuda ne,divê cihêrengiya me hebe.û me destavête şêxaniya geveriyan..serçopî ez bûm destê min de jî hevalê min yê sinifa min hebû..piştî du deqayan dest ê min û hevalê min jêkvebûn û destek nerm û germ hate destê min.ew bû..wekî rojê bû..ji pirça wê ya sor ku dirêj û mişe bû min serûçavên wê nedidît.carekê pirça xwe avête pişta xwe û ew rûyê wek heyva çardeşevî bi çavê min ketin..hey yarebî te ev rûye ji ber peqlavê çêkiriye çi ?

piştî govend xilas bû sohbetek jî çêbû..temenê wê salek ji min pitir bû..lê ne xem bû.erê xem a min ne xem bû lê xem ek a wê hebû ew jî bo min bû xem..diyare di dilê wê xalî nebû.kesek ê li wêrê hey û ew ez nîn im ..wê gavê dinya ji ber çavê min reş bû..hêvî yên min şikestin û ewqas tirşik ê ..min çîrokek tehl bo te got dê niha bi xatrê te ...



26.03.2015 02:36 | vêca çiyeeee

176. ji bo vêca çiyeeee

(bnr: li cem her gulîsorekî simbilboqek heye)



26.03.2015 08:57 | xendekî

177. bnr: tevgerên şîzofrenîk/20633



26.03.2015 20:50 ~20:50 | ceso

178. Ev du heyv bûn min tirşik jibîr kiribû, doh ceso anî bîra min, sax be*

lê niha jî fêdî dikim binivîsim piştî ew qas zemanî *



edit: jixwe min nivîsandin jî jibîr kiriye gelo me smiley û stêrk çewa li hev dianîn :(



26.03.2015 21:05 ~21:43 | kevçiyê dil

179. kengî bibînim ku li derekê dibêjin çima kes di tirşikê de nanivîse wek ku hemû kom bûne û li benda bersiva min sekinîne ..belkî tenê ji ber vê dinivîsim niha



27.03.2015 01:47 | diranfîq

180. dema li xwaringeha nexweşxaneyê xwarinê bixwim, her car dirankolkek(kurdan) distînim lê hema bêje qet bi kar naynim û divêjim sergoyê.



27.03.2015 19:17 | simurg56

181. Bi rasti ez pir Kurdi nizanim binifsînim. Hevîyamın ewe ku ez hîne nivisandina kurdî bibim.



27.03.2015 21:02 | tîrejên rojê

182. ji sê tiştan pirr hez dikim;

kurd, kurdî û kurdistan



27.03.2015 21:14 | ceso

183. Dema min bihîst tirsik hatiye avakirin, ez bûm endamê tirsikê .Di serî de min derbarê qasî 15 an 20 mijaran de şîrove û tişt nivîsandin. Lê niha îtiraf dikim ku ev bûye salek min tu tişt nenivîsandiye. Eyba reşê, şerma giranê ji bo min ne wisa?

Ez ê ji vir pê ve hewl bidim ku zêdetir binîvîsim...



28.03.2015 00:28 | nuçevan

184. di tirşikê de nû me nizanim ku peyamên taybet mirov ji hev re dişînin admîn dikarin wan bixwînin an na. jvê mereq dikim. ji ber ku tişta taybet taybet e. *



28.03.2015 12:32 | bijêrvan

185. Çend roj ewil hindik mabû ez zewicîbûm û xebera malbata min jî tinebû.

(bnr: tu çavê şeytanê)



28.03.2015 14:49 | quşxaneli

186. min do şevê di sernava rasteqînê de bi qasî barê karekî tiştina nivîsandin, ji bela ku ji telefonê ketim û ji bela ku piçeke dirêj dem jê derbas bûn, bêî ku copy bikim min şiyand û min dît ku ne onlîne im:(

yanê ketim ber xezeba înternetê û piştre min bi xwe de nedît ku cardî binivîsim



31.03.2015 12:53 | ferhenga şikestî

187. ez îtîraf dikim ku tişta ku dê min ê bigota wê nebûna îtîrafek. lewma min negot.



01.04.2015 01:05 | serhednişîn

188. min gellek tiştên nivisandina zimanê kurdî bi alikariyê tirşikê hû kir û êdî hû dikim. min berê kurmancî û zazakî tenê bila qeide zanibû.



04.04.2015 18:32 | cinorek

189. yekşemê ezmûnê min destpêdikê le ez ne dikarim dev ji tirşikê berdim ne jî dikarim pênûsa xwe biavejim.ketim ê E'rafe ki mezin.



04.04.2015 20:28 | quşxaneli

191. We qet diziya Xwedê kiriye?



Ez ne diz im û kesî jî diziya min nebihîstiye. Lê Xwedê min efû bike min berî çend salan ji Xwedê televîzyonekê dizî!



Ji sersalê re du roj mabûn û berfê rêya di navbera gund û bajêr girtibû. Vije-vija berf û bagerê ji mirov re digot ku dê heta hefteyek an jî du hefteyên din jî rêya gund venebe. Ez jî di mal de bi tenê me û hevala min jî televîzyoneka 55 nizanim çiye. Îca dema Xwedê ji mirov re li hev neyne, nayne. Tupa televîzyona min a ji dema hezretê Deqyenûs de mabû qediya û ez bê heval di odeya xwe de asê mam. Televîzyon xerab bibû û tiştekî ku ez xwe pê re mijûl bikim tunebû. Min herî zêde dixwest di yelevîzyonê de şahiyên sersalê bibînim û minê êvara sersalê yekem car bi kurdî di Kurd1a rehmetî de li fîlma Titanicê temaşe bikira. Televîzyon xerab bibû, bêhna min haşa hizûr diçû qûna min re.



Piştî banga îşayê bû û ez ji holika xwe derketim, min hinekî xwe bi avêtina berfa ser banê mijûl kir. Feqeyên mizgeftê piştî nimêja îşayê ji mizgeftê belav derdiketin û di nav berfê de ber bi malên xwe ve diçûn. Du feqeyên ku li ber deriyê min re dervaz dibûn qala fîlmekî ku mele wî evarî li mezgeftê bi wan daye temaşekirin dikirin.



Herçend ez nediçûm mizgeftê û min nimêj nedikir jî, min ji feqe û cimûetê bihîstibû ku Mele Bariş televîzyonek aniye, li mizgeftê fîlm û rêzefîlmên girêdayî cemaeta Silêman bi feqên gund dide nîşandan. Mele ji bajarekî tirkan hatibû û bi kurdî nedizanî. Wî qet ji min hez nedikir û min jî ji wî. Welhasil min zanî ku televîzyonek li mala Xwedê heye.



Piştî ku cimûet ji mizgeftê belav bû, minî kafir riya mala xwedê girt û ez bê destmêj ketim hundir. Ji ber heyveşevê hundirê mizgeftê ronî bû. Yekser çavên min li televîsîonê ket û min bê ku destûr ji Xwedê bixwazim kir himbêza xwe û bir mala xwe.



Televîzyona min û ya Xwedê di heman qalibî de bûn. Herdu jî 55 ekran bun. Lê ji ber markeyên wan ne weke hev bûn, diviya min hundirê wan veguhezta. Yanî kurt û kurmancî min ekrana televîzyona xwe kir nav ya Xwedê û ya Xwedê jî kir nav ya xwe û nameyeke bi kurdî ji Xwedê re nivîsî û wê nameyê jî kir hundirê televîxyonê û televîzyon bir û danî mala Xwedê. Ji bilî Xwedê kesî ez nedîtim.



Piştî du hefteyan min bihîst ku televîzyona Xwedê xerab bûye û televîzyon birine cem hoste. Nameyek bi kurdî ji alî îlahî ve di hûndirê televîzyonê de derketiye û mele ji bo xwendinê li kesekî digere.



05.04.2015 00:47 | arifo

192. di rojê de 9999999... car pêl li reklamokên beredayîdikim..

simurg56ez ê te dewlemend bikim*



06.04.2015 00:38 ~00:39 | ferhenga şikestî

193. ez itiraf dikem min şifreye xwe hındakırıbu,ewe cara duyemine ez dibim endam,hej wexte nu webi ,tirşik net ,andame we e awil ez bum..



06.04.2015 01:43 | baynu

194. heftiya vîzeyan e.ez dindik jî naxebitim.niza bo çi nakem xem.divêt ez bixebitim.jixwe min du ders hene ku dê salek din dîsa hilgirim.lê naaaaa...fayde naket.



07.04.2015 21:35 | vêca çiyeeee

196. çend sal berê me dukkaneke emlakê vekiribû.me tabelayek ji bo wê dabû çêkirin.jixwe hertişt bi vê yekê destpê kir.me mêze kir ku gava hinek erebe derbas dibin ji me re tîtikê lê dixin,silav didin,nîşana zaferê dikin.carek erebeya partiyê jî silav da me.em pêşî lê şaş man lê dûre me fêhm kir ku tabeleya me kesk û sor û zer e lewma ew silav didin me.

niha ez ji wan kesan re dibêjim: me ew tabela ji ber welatparêziya xwe çênekir.tenê tesadufek e*



12.04.2015 21:40 | bayesar

197. Nêzika deh salan e jiyan ji min re giran tê. Ne ku bêhêvî me lê ji ber ku mirov bêyî kategorîzekirinê nikarin bifikirin ez pir diêşim. Gava bi yekê tirk re diaxivim ji ber ku mafê kurdan diparêzim bi yek carek dibim terorîst. Gava ku bi hdpîyan re diaxivim ji ber wan rexne dikim bi yek carî dibim barzanicî an jî hîzbullahçî gava ku barzaniciyan rexne dikim bi yek carî dibim murîd an jî evdoperest, gava bi ateîstan re diaxivim bi yek carî dibim erebekî hov ê biegal û şaşik, gava bi misilmanên serhişk re diaxivim bi yekcarî dibim har û jirêderketî... Pêşî dipirsin tu ji kîjan komê yî? çiqas bibêjim ez ceso me jî dîsa dipirsin tu ji kîjan komê yî... Dîsa dîsa dîsa...

Here lînkê



12.04.2015 23:46 ~23:49 | ceso

198. binavê "nemrud" û "chaco" li uludağ sözlükê dinivîsînim û min format hin nekir çû.



13.04.2015 10:40 | shorbevan

199. sibê ezmûna minê fîzîkê heye û heta niha nexebitîm :'((



13.04.2015 22:54 | rûbar payîz

201. dema ku bêhna min teng dibe, bo dermanî û bo bêhnvedanê entryên shorbevanî dixwînim, hama xwudê jê razî*



14.04.2015 21:15 | ferhenga şikestî

202. wextekî pîla mişka kombersa min xilas bibû, ez çûm min pîla bangesaeta hevale xwe yê malê jê derxist û li mişka xwe da û pîla xwe ya xilas bûyî jî li saeta wî da, min ji bîr kir ez ji hevalê xwe re bêjim.. hevalê min ê malê mamoste ye, sibehê zû radibe diçe mektebeka gund, axirê sibehê ez rabûm de ji xwe re taştê hazir bikim, min dît ku hevalê min jî li malê ye, min go te xêr e, tu çima neçûyî mektebê, go saeta min a bangê xirab bûye, vê sibê lê neda ez jî di xew de mam û min nekarî bigihim servîsa mektebê..

min jê re behsa pîlê nekir, min go ka bîne ez ji te re çêkim, ez çûm marketê min pîlek kirî Û li saetê da, bu tiqtiqa saetê, ez çûm min saeta wî dayê û min jê re go carê berî ku tu razihî li saeta xwe binêre ka dişixule an na.. *



14.04.2015 22:26 | endazer

203. digel ku dengdanek hdpê me jî ji ber ku xwîntehliya sosyalîzma hov tîne hişê min dikim nakim dilê min li alên pkk nakele dikim nakim nakele. li ber dilê min ala min, ya kurdistana başûr e. çiqas xweş û rengîn e.



14.04.2015 23:59 | ceso

204. Min pir bérîya tirşikvanan kir ya hu ma ev imtihanén zanîngeyé kenge biqedin bo xwedé ? Min pîr bu li zanîngeyé



17.04.2015 00:08 | tîrejên rojê

205. ez itiraf dikim lê yê bawerke ne wunin

li derveyê tirşikê min nedin xeberdan ez xeber nadim e zanim wun bawernakin lê disa ez îftirakî bi xweve weynim.



23.04.2015 12:51 | shorbevan

208. mın hêjî format ne xwendiye. hima min di serda lê nihart û derbas bûm.



25.04.2015 12:50 | shorbevan

209. gava dî min dît simurg56 li jêr mijara pêkenokê pêkenokek nivîsiye, pêkenoka nivîsî ew qas fiş û eletewş bû, min xwe negirt û reşşika xwe ya ewil di tirşikê de da simurg56, bila qisûrê efû bike..

hinek pêkenok û çîrok tenê bi zimanên xwe xweş û pêkenî ne dema ji bo zimaneke din tê wergerandin tu te'm û me'na wan namîne..

simurg56 te divê tu jî vê peyama min reş bike em biçin ji ber hev ve *



25.04.2015 22:24 | endazer

210. Ez hêjî nizanim bakûr ku der e başûr ku der e. Gava di cihekî de rastê van peyvan têm pêşî çend saniye difikirim û pey re têdigihîjim... Peyre dîsa heman quzzilqurt.



28.04.2015 22:24 | ceso

211. 1-bi rasti klavya min a kurmaci tunneye ,ew yek ji bo min itirafe.

2- ez nizanim ku ,ka de yekitiya zimane kurdi ,çawa standardize be gelo ? wan tiştene hem sere min u hem jı dile min dieşine .



28.04.2015 23:45 | baynu

212. îroj liqayî kesekê hatim, bawer bike pirr dişibiya te, min dirûvê te lê anî û heyfa şeş salan ji rûyê wê yê lihevhatî anî û min di bîr anî ku ew serborî gorekî veşartî ye di dilê min de, ji bo ku ji axê rabe jê re bayekî sivik jî bahane ye, bi xwexapandinên xwe yên sêwî, dikim ku destên xwe ji te bişom lê nabe... dibihîzî?



29.04.2015 20:42 | ferhenga şikestî

213. Min di rojêkê de telefûnên 4 keçikan xwest.Min ji bo xwe ev serkeftinêk hesiband.Le ya xirab yekê tenê telefûna xwe da min û wê jî peşniyara min ya evindariyê qebûl nekir.



30.04.2015 00:11 ~00:12 | hûteheftserî

214. min bêriya wan şerên navxweyî yên tijî heqaret ên tirşikcanan (ne tirşikvan) kiriye. * yaw ez çi zexel im.* bila soz û bext be ku vê carê pevçûnek derbikeve ez ê nebêjim bes e bila heta û hetayê şer bikin.

...

carna dilê min ji hdpê, pdk, pkk dixele lê ez çawa diçim di twîtirê de çend deqeyan twîtên nijadperestên tirk dixwînim di nava çend kêliyan de dibim netewperwerek hovê kurd. pkk û pdk û hdp li ber çavên min dibin pîroz û bimbarek.

...

ji bo rewşa min a kevirlêbarî çar encam hene.

1- an ez pir jîr im û piraniya mirovan normal in

2- an piraniya mirovan ehmeq in û ez normal im

3- an ez ehmeq im û piraniya mirovan normal in

4- an piraniya mirovan jîr in û ez normal im

gelo kîjan? ez dibêjim didu. sisê jî dibe...

...



02.05.2015 21:42 | ceso

215. wûn bi çi bawerin ez ji wera bi wî sond bixwum min bêriya tirşikê kirîye. ev internet bûye nexweşînek limin lê min hinek kêmkir niha ez tedawî dibim lê mixabin eşâ bê dermane. ti başbûna min tine bi qurana kû we xwendîye



02.05.2015 23:06 | shorbevan

216. ez îtirafka din jî dikim min dît hisa şikestî nayê min dev ji nivîsa entry berda carek mindî hayloo vaye şikestî jî dev jê berdaye yanjî ewji tedawî dibê kêm dike o hima min ji nava serê xwe kir hewar û min got ez di şanşê xwe nim û min got gere ez disa herim tirşikê û ez hatim



02.05.2015 23:24 | shorbevan

217. ez fetîşîstê memikan im.neku cihek din,hema ew cotik aqlê min ji serê min diben.



04.05.2015 01:14 | vêca çiyeeee

218. ez pir kêm dinivîsim. mixabin wextê min zêde nîne.



04.05.2015 11:06 | mîrêhekarya

219. ez îtiraf dikim min reşşik nedaye kesî heta niha ewê rekor di destê minda be kesê ne li gorî formatê jî ne nivîsandibe û troll be jî hurmeta min ji wanre heye



not: bira pozê hinka bi şewite o bibeecin ههههههههههه welle govend ranabe... tey tey



07.05.2015 21:50 | shorbevan

220. ez îtiraf dikim gava entry min tên jê birin dilê min ji tirşikê sar dibe û ez bi vî awayê hetanî niha min nivîsandîye ez ne nivîsînim ez nikarim binivîsinim. û ez li malparek din digerim bira tirşikvan bibin alîkarî ji minre karek bibînin lotikxane be nasname be anf... be hima bira ji minre qelemekî û defterekî bistînin bese ji serê min zêdeye. niha di rûdawêde dinivîsînim. lê rûdaw jî wekî tirşikêye hetanî entrykî meriv dikevê meriv qansêrî dibe.

Here lînkê





08.05.2015 21:22 | shorbevan

221. Ez ê niha rûpelekî ser leyla güven nivîsand xwedê bela xwe Daye ez têketîbûm tirsik ê ema derketîye mi got Mijar bişîne go Qet mafê te tune ez ê dîn bûm

Nivîsa min wenda bû



08.05.2015 23:48 | zergahemzaerdaldilbirîn

222. ez îtiraf dikim gava ji minre reşşik didin kêfa mintê ez tînim bi firim... û ez bi reşşikê xwe serbilindim çiqas pirvin dide nîşan ev tev serkeftina mine û qehirandina hinek kesaye.

(bnr: de inca bixwun)

(bnr: ka bila bê) reşşik



09.05.2015 21:35 | shorbevan

223. ez îtiraf dikim malla ferhenga şikestî hezar car ava be yê reşşika dide min wan ji minre aşkere kir.







edît: hem îtiraf hem jî îftirayeke ev



10.05.2015 19:20 ~19:35 | shorbevan

224. Car caran wexta şeveqê şiyar dibim xwe pir xerîb hîs dikim.



10.05.2015 19:26 | mircembeli

226. di heqîba min de tiştek nema, min divê li ser dîroka siyasî ya başûr û rojhilatê kurdistanê û dîroka siyaseta tirk tiştinan bixwînim, tişta di heqîba min de ketî ser hev min belav kir piştÎ vê saetê her tişteka ez bêjim wê xwe dubarekirin be.. wekê goleke genî hest bi xwe dikim..



11.05.2015 15:40 | endazer

227. yekem fîlma ku ez li ber giriya bûm berîtan bû.

niha fahm dikim ku derhêner di fîlm de nedigo pêşmergeyên dihat ê ynkê bû an ê pdkê bû. ya rast jî ew bû. balkişandina çîroka berîtanê ji eşkere kirina "dijmin"an girîngtir bû.



11.05.2015 16:11 | berxweda

228. ez îtiraf dikim hingî min wêneyê simurg56 endazer7/22 û berxwedayê ci war ne kifşkirî dibînim dilê min ji ala rengîn û ji kek nêçirvan sar dibe erê welle



26.05.2015 20:16 | shorbevan

229. carina ez ji yekî hez nekim, radibim û rûdinim planên kuştin an jî lêxistina wî/wê dikim. planên min çiqas xweş bi hewqas kêfa min jê tê, dûre dibêm "amaaan hele dev jê berdi lo!" Xêra va xeyalperestiya xwe pir caran ji şer dûr dikevim.



27.05.2015 00:24 | arya jîyanda

230. ev salek e min bîr nebir ku ez vegerim Kurdistan a xwe. Qizeke tirk hişê min ji min biri bû. Xwedê hez bike em ê vegerin Kurdistan ê..



27.05.2015 10:53 ~10:53 | ciwanqoser

231. Carna xeletîyêt mazin yên rastnivîsa kurdî dikim.



27.05.2015 12:22 ~2016.03.28 20:00 | azad30

232. yê ku çeppikan dide shorbevan ez im*



16.06.2015 21:01 | ceso

233. ez gava dikevim tirşikê ewil li çepik û reşika dinêrim gava ku reşşik hebin dest bi çêra/dijûna dikim lê gava çepik hebin ez dibêm hima xwedê ji wî kesî razî ku li çepika dixe.



16.06.2015 21:07 | shorbevan

234. we xwe kuşt law bes serî li hev mezin bikin.



17.06.2015 10:52 | ciwanqoser

235. welehi ev hilbijartina giştî de ez wisa westiyam ku tu yê bêjî qey kamyoneke bibar li ser min re derbas bû. êdî ne ji bo kar û barên min taqeta min maye, ne jî ji bo ku di tirşikê de binivîsim taqeta min maye.



17.06.2015 14:04 | nazim tolhildan

236. yek ji tiştê herî zêde ez dibehecim xwendina sirûda tirko ye. di mezûniyetê de jî dê ev marş were xwendin.. ne ji malbatê bûya ez ê neçûma mezûniyetê jî..



17.06.2015 14:40 | berxweda

237. ez rojî nagrim. (bnr: ez ne atêîstim) (bnr: sedemên rojî negirtinê)



21.06.2015 18:42 | hûteheftserî

238. Ez jî nagrim. Min îro (bnr: goştê xinzîr) xwariye. Parsûyên biraştî. Ê ma qey lezetek wê hebû.



21.06.2015 18:45 | hola êzîda

239. Dixwazim hinek mijaran da binivîsim lê ji ber bandora rojê hal min de naminê.nivîs ji min re gelek dijwar tê.piştî fitarî jî wext namînê.



23.06.2015 19:36 | ronahî

240. dema li iraqê an jî sûrî, tirkmen tên kuştin kêfa min tê. tişten ne rast e û ji xwe fedî dikim lê sedema kêfxweşiya min ew e ku tirkên famkor hinek tiştan fêhm bikin.



26.06.2015 17:57 | simurg56

241. li ser înternetê di muneqeşeyêde tirkê nijadperest bimin nikarin ez dev li wan di qelêşim wan diqehirînim cîyê ez li wir bim ew nikarin serbest xeberdin.

minak: dibên tu çima naçî kobanê tu newerî?

ez jî dibêm wa qehreman pirin li wir em kurd têra herkesî û li herderî hene.



tu çima naçî çinê turkmenê tejî di kujîn...

û

me li silêman şahê we jî dît we çewa neqlîye dikir.

bijî yüce apo wan di teqîne

û filan û bêvan.



26.06.2015 20:20 ~20:39 | shorbevan

242. Min biguman ne tekes dizanîya recep dildar nivîskareke kurd e.li ser feysbukê jî re daxwazî şand.paşîre min dît ku ew wênê min aciband û şîroveyekê asahî kir.min xwera got bawerke ev ne nivîskare min xeletî kir ji wî re daxwazî şand.piştre min ew ji hevaletî derxist.paşîre min hinek pirtûkê wî dît ku ew nivîskarek e.piştre pişman bum lê dem ji demê borî bu



03.07.2015 01:13 | ronahî

243. ez dixwazim navê xwe yê tirşikê biguherînim lê ji tirsa simurg56 newêrim jê re bêjim:(



14.07.2015 02:50 ~02:53 | ferhenga şikestî

244. nexweşîna tirka nijadperestî digihîje min jî ez dinav wanda hingî diçe nijadperest dibim mixabin.



03.08.2015 12:17 | shorbevan

245. birêz yoda heta niha 5484759.. heb soundtrackên bijarte parve kiriye lê seb xatirê xwudê be jî min yek jî gohdarî nekiriye*



05.08.2015 23:54 | ferhenga şikestî

246. tirşik,

do min mijarek vekir mijaraminî ewil bû, bi tirkî bû min xwest wek navê min ev mijar jî îronîk be lê bû vekî lanetek li ser min, piştre min mijarek kurdî vekir lê îca di nivîsê de xeletî hene (bang li moderatoran dikim ji kerema xwe re vê mijarê serast kin).serda jî rojek a tarî û biêş derbas dikim.



13.08.2015 21:28 | kurêpîrê

247. ez îtiraf dikim endazer û rasteqîn yek kesekîne. çima-çewa? dema tên tirşikê herdû ilamê didin hev bi hevra tên dema diçin jî bi hevra diçin

(bnr: ji minra rojbaş)





not: nûqte û vîrgulên wan jî eynîne.



03.09.2015 00:18 | shorbevan

248. naxwazim razêm û wextê wê ye ji ber karên min ên sibe.



jêrenot: ji xwe re îtîraf dikim, qet eleqeya we pê tune.



03.09.2015 00:21 | azadixwaz

249. ez ji bo pirtûkan dinivîsim yana nivîsên tirşikê û nivîskarên wê yekcar nayên xwendin.



03.09.2015 23:23 | dijber

250. tê du meh he ne ku neketibûm tirşikê, ji vir meheke berê nazim tolhildan peyam şandiye û gotiye ezê werim stenbolê emê hev bibînin lê min peyam hê nû dîte, aniha min bêriya tirşikê kiribû û mi go ca vekim, xwezî min meheke berê bêriya tirşikê bikira:(



24.10.2015 20:52 | ferhenga şikestî

251. hema bêje tu roj tune ye li tirşikê nenêrim. ew roja min bi roj li tirşikê nenêrî, şev beriya raetinê tê bîra min lê dinêrim bê ka çi hatiye nivîsandin. lê nanivîsim * ji ber ku di ferhengê de kelecana berê tune ye, ji dilê mirov nayê binivîse. lê çi bû di ferhengê de kê çi nivîsand dizanim *



30.10.2015 00:59 | paşê min got what the fuck

253. ji hemû jinan hez dikim, çimkî tev şekir in.



30.10.2015 01:27 | ferhenga şikestî

254. (bnr: bila nefes bistîne bes e) *



30.10.2015 01:28 | obamayê qunreş

255. ez ji hemû jinên ku ji mêran nefret dikin û ji zilamên ku ji hemû jinan hez dikin nefret dikim.

ya rastî di tirşikê de, heta ji nivîskarên medya civakî hema hema bibêje kes nakeve serê min û xwezî yekî hêja hebûya.



30.10.2015 01:37 | dijber

256. îmana min ji dijber diçe*



30.10.2015 01:40 | ferhenga şikestî

257. (vbnr:pozê min diherike ) û ji min nayê ez gû bikim.



30.10.2015 14:50 | dijber

258. keçên kurdan gelemper ne xweşikin



30.10.2015 15:07 | nievba

259. ez îtirafdikim elegez ji min hezdike. ê yê ku di qehire dikare sîparîşê dîwara bide dibe ku ji bû serê wan lazim bike.



30.10.2015 15:18 ~15:19 | shorbevan

260. min digo qey kanûn meha "kasımê" ye. di çend peyamên xwe de jî min bi vî awayî bikaranî. mirovek tenê derneket û negot keko te li vir xeletî kiriye rastke. de bila wisa be, dostek tune ye li vir ji min re..



03.11.2015 11:50 | brusk56

261. min biskek berê straneke siya şevê ya sitêyê vekir û guh da wê, û bawer dikim ku ezê heta şefeqê li ser hêv guhdarî bikim..

di nava stranê de gotineke weha heye;'jiyan bila bibore, mirin paqijî ye''



erê lê dayê

rast e

jiyan bila bibore, mirin paqijî ye

dayê ka dolbenda morî li ser teyî

dayê ka porsima zêr li ser zêrayî

dayê ka destê te her ro li min pêçiyayî

dayê ka şîrê te bi dilê te keliyayî



dema min guhên xwe baş dan gotinên stranê, dêya min hat bîra min û li ser netê geriyam hemî gotinên evê stranê...

kizinî ket cergêm. min got yahû mirov çi zikreş in! ji ber derdê dinyayê û xirecira evê xopanê, her tişt jibîr dike, mariv dêya xwe ya ku nayê bîra mêriv jî jibîr dike? erê dike lê ev stran cardî dêya min hanî bîra min, erê lê dayê jiyan bila bibore, mirin paqijî ye..

bêrya te dikim, zanibe ew zarokê çar salî hê li vir e



04.11.2015 00:43 ~00:44 | ferhenga şikestî

262. min çendek berê çewtiyeke gelek mezin kir, lê ditirsim ji simurg56 re bêjim, belkî ew jî nikaribe rast bike lewma nizanibe baş e

dawiya dawî ewê min biqewirîne ji vir*



09.11.2015 13:13 | ferhenga şikestî

263. min çeppikek da peyama jor îtîrafên tirşikvanan/79305 da ku li şuna peyamên ku herî dawî hatine dengdanê heya çavê simurg56 pêkeve daleqandî bimîne û simurg56 dehwa xetaya ferhenga şikestî bike *



09.11.2015 20:20 | ceso

264. Min jî çewtiya Ferhenga şikesti zehf mereq kir û got ev peyam îtîrafên tirşikvanan/79305 zehf ecêb e, pakêtek dendik min ji xwe re amade kir belkî sîmurg56 bi pistûka ferhenga şikesti bigire û em jî temaşe bikin*



10.11.2015 02:39 | kevçiyê dil

265. îtîraf dikim di tirşikê de bêhemdê xwe kirina xeletiyek mezin, zêde ne pêkan e. ji ber ku vegera piraniya xeletiyan (carina zehmet be jî) heye.

tişta ferhenga şikestî kirî jî wisa bû û şikir hat çareserkirin. me tenê ceza dayê ku di civîna bê ya tişikvanan de bibe sponsor.



10.11.2015 22:07 | simurg56

266. îroj ev bû salek e ku bi tenê dijîm, mala min ji navenda bajêr dûr e, mîsal ji bo ku karibim bigihîjim kadikoyê kêmtir saetek û nîv bidim ber çavan..

carinan dipirsin 'ma çawa sebra te tê,ma qet natirsî, ma çawa dikarî bi tenê debara xwe bikî..

êdî ji van pirsan kerixîme, ew dibên qey bersiva evan pirsana jî wek pirsê hêsan û rehet e..

erê sebra min nayê hem jî hîç nayê, ji eciziyê nizanim çi bikim car carinan çiraya malê vedimirînim û bi saetan di tariyê de rûdinim. lê çi bikim, ji tenêtiyê jî hez dikim..

erê carinan pirr ditirsim li stenbolê diz pirr in carinan ji ber nobetan 32 saet nayêm malê kes li malê namîne, lazimiyên min ên malê çendîn kêm bin jî, bi vê mehînaya xwe encax dikarim di 5 mehan de xisara xwe berteraf bikim, carinan ji ber tirsê ji xewê dipekim, gelek caran xewnereşkan dikim mêvan, hama kitek jî pejn ji cihekî were hildifirim bê ka kî hatiye.. lê ji ecizikirina hevalên malê bêtir ditirsim. naxwazim bi însanan xerîb re her gav bijîm..

erê debara stenbolê zor dijwar e, kirê buha ne heqê rê buha ye û xwarin buha ne lê ne hêja ne bi qasî tênetiyê..

evana giş çareser dibin lê ya xerabtir carinan dawiya heftê jî dernakevim derve, telefona xwe diqufêlim û bi qasî 64 saetan ji devê min tîpek jî dernakeve, roja dî axaftin zortir dibe law ma mariv dengê xwe ji bîr dike, beriya ku qirika xwe paqij nekî peyv ji devê mêriv dernakeve.

hevalên min ên ji stenbolê bi pirranî zaza ne, yên dî jî kurdî nizanin, loma ez gelek bêriya axaftina kurmancî dikem, dema wilo dibe ji qahra dimirin, pirr zora min dibe pê wardiqilim ku ev kirasa zengarî ya evê dewletê bi top û tifingê li ser laş û giyanê me kiriye ferz, diperçiqe pîneyên wî ji her derê laşê diqelişe, dema wilo dibe amed têt bîra min.

dema tenê dibim herî zêde bêrya amedê dikim û ji êvarê heta şefeqê guhdariya strana min navê xwe kola li bircên amedê dikim bi girî dibim paşê li xwe hêrs dibim lan oxlim ka tu dibûy entelektuel? ev çi hal e? ma tu zaroyê doyîn î ku her hefteyeke careke girîn dikeve qirika te? ka rabe lan, qehwe vexwe, fîlmek veke lê darî bike û dev jê berde heyran ev qedera te ya nema dişê jê birevî..

piştre dinêrim ev hal ne tu hal e diçim radizêm û dîsa ji xewê hildifirim...



11.11.2015 20:24 ~20:31 | ferhenga şikestî

267. ez li xwe mikur têm ku ez nikarim tiştê niha dikim ji we re bibêjim.îca hûn fêm bikin

(bnr: gelo niha dijber çi dike)



12.11.2015 21:12 | dijber

268. erê herê da bo we bêjim..

min gotibû di hilbijartinan da ez dê yan boykot kem yan jî dengê xwe dem hakparê. îkametgaha min li geverê ye bes ez li bajarek dî dixwînim. û min nedişêya biçim geverê. roja dengdanê birakê min yê hdpyî ku apoçîyek tam e bo min têlefon kir û gote min ez dê biçim şûna te deng bidem. hindî min gotê nede hdpê çû da hdpê...



12.11.2015 22:29 | vêca çiyeeee

269. demeke dirêj e, peyamên li ser rastnivîsê û redaksîyonê hema bêje qet naxwînim.

dema dibînim mijar ev e dibêm eee! û derbasî mijarek din dibim.



22.11.2015 20:38 | simurg56

270. Em ber bi ku ve diçin nizanim. Her roj bi dehan mirov tên kuştin li kurdistanê. Vaye îro jî tahir elçi kuştin. Di heman bûyerê de 2 sîvîl jî hat kûştin. Li nisêbînê, dêrikê, farqînê, cizîrê, amedê.. Mirina sîvîlan bûye tiştek normal. Ne tu kes hesab dipirse ne jî tu kes berpirsyariyê distîne. Êdî em bi xwe jî zêde li ser naaxivin. Ji me re jî bûye tiştek normal. Jinên zaro, zarokên 3-4 mehî hatin kuştin. Heçko tu tişt nebûyî em jiyana xwe didomînin.



Ya rastî carinan dibêjim, çi hewce bû kurdistan, çi hewce bû kurdî. Em bûbûyan tirk wê her tişt çareser biba. Em ji kurdî baştir tirkî dizanin. Niha ji bo ku kurdî hîn bibin xwe didin zorê. Ji bo kurdistanê ava bikin tên kuştin. Qey piştî kurdistan ava bû wê her tişt çareser bibe qey wê dîsa bêkarî feqîrî tûne be ? Qey wê dîsa pirsgirêkên jinan tune be ? Wê dewleta me ne paş be ? Min bi kurdî jiyaye bi tirkî jiyaye çi ferq e. Erê elbet mirov bi zimanê xwe bijî xweş e lê gelo hêja bû ku ev qas xwîna me birije. Piştî birayê me, hevalê me cîranê me mir, ez ê çi bi kurdî bikim. Ew qas kurd hatin kuştin, bi milyonan insan koç kirin, îşkenceyên hov dîtin, mala wan hat şewitandin.. Nizanim carinan dibêjim xwezî me qet doza kurdîtiyê doza kurdistanê nekiriba..



29.11.2015 00:48 ~00:49 | brusk56

271. ji ber ku tenduristiya min a derûnî xera nebe, heya ji destê min tê, peyamên shorbevan naxwînim.



11.12.2015 16:26 | nazim tolhildan

273. Diya xwe ji welêt zehftir hez dikim.



27.12.2015 02:48 | deynê doqizincî ayê

274. dema mal de tenê dimînim tiştê pîs dikim. xemgînim lê rastî ewe.



27.12.2015 11:25 | bêhna_piştî_baranê

275. dema min her sê îtîrafên li jor vê entrya xwe xwendin, dilê min ji jiyanê sar bû..



27.12.2015 11:47 | ferhenga şikestî

276. ez îtiraf dikim min bêrîya nivîsandina endazer, ceso, elegez, xendekî, hêja huner berxweda, rasteqîn, mele ahmedê nalbend û ferhenga şikestî kirîyê.



bê henek elegezek hebû mir ma çibû haya kesî ji we jê heye gelo? *



27.12.2015 16:50 ~2016.01.03 02:23 | shorbevan

277. ez dixwazim îtirafek din jî bikim, ez herî hatime tirşikê ti xêr û bereket nemaye..



27.12.2015 16:54 | shorbevan

278. îtîraf; ez hê jî nizanim tirşikê bikar bînim. heval behsa ferhengê dikin, behsa entrya dikim. haya min ji tiştekî tune. heta doh min nedizanibû mijarek jî vekira.



27.12.2015 18:16 | bêhna_piştî_baranê

279. belkî hûn tiştekî wek ecêb binêrin û ji aliyekî din ve trajediyekî ye û gelek jî ev hal mixabin nav miletê me de tê dîtin jî...



ez û bavê min heta niha ku sî sal ê derbastir e em bi qasî deqekî (bi nivîsê ve 1 deqe) Ji hev re kurmancî xeber neda.



01.01.2016 01:52 | mîr

281. De bêjin çen kes tirşikvanên zilam ker gaye *



01.01.2016 14:25 | kuxik

283. Ez heta nîvê şevê li benda barana berfê bûm. Xêra xwedê sisêyê şevê berfê lê kir lê niha jî li bendê me qene erdê bigire. Kengî dinya rehnî bî ezê derkevim der ve û guh bidim dengê sipîya berfê. Min bêriya bêhna sermaya berfê kiriye..



03.01.2016 06:52 | kevçiyê dil

285. ez îtîraf dikim dema reşşik an çepik distînim wêneyê xwe li cîhê dengdanên dawîn dibînim wer kêf xweş dibim.. zilma li kurda dibe jibîr dikim.. û jiber peyamên min ji hinekare dibin kul û derd bêhtir kêfa min tê werhasil bi xwe serbilind dibim..



10.01.2016 14:11 ~14:14 | shorbevan

286. îmana min ji sihûda min û ji min diçe! îmana min û hew!

kes nizane ku çend heb gerdûn û kaînat hene û hebûne. Sêzde mîlyar sal in ku ev kaînat heye û bi mîlyaran stêrk hene û li dora wan stêrkan bi mîlyaran gerstêrk hene ku di nav daîreya îhtîmal de ye di nav wan bi mîlyaran gerstêrkan de toximê jiyanê li ser bi mîlyonan gerstêrk hebe lê li talih û sihûda min a reş binihêrin ku di nav wan bi mîlyonan gerstêrk de ez hatim li dinyayê ketim. Wekî ku ev yek ne bes be di nav sê mîlyar û nîv sal emrê vê gerstêrka dinyayê de ez hatim û hatim li vê heyamê ketim. Wekî ku ev jî ne bes be di nav ewqas bejahî û parzemîn û cih û war û dewletan de xwedê min li tirkiyê da û di vê ciwantiya xwe de, di salên jiyana xwe yên herî xweş de ez rastê desthilata erdoganê faşîst hatim. Felek ev çi sihûda quzzilqurt e felek?! Ji bo ku ez wî bibexşînim divê xwedê pir li ber min bigere pirr!



10.01.2016 21:52 | ceso

288. Ez îtîraf dikim ku berê em û rasteqîn bi hemû awayan em dijberê hevbûn lê êdî ez jî hima bêje li ser her tiştî weke wî difikirim.



11.01.2016 20:50 | ceso

289. ez bi coş li benda eşqê ceso û rasteqînî me.



12.01.2016 16:56 | wiha wilo wisa

291. îroj nivîskarek ji min re gacinceke xwe ragihand, got di derheqê min de tiştên nebaş hatine nivîsin, min jî bi wateya erê yav tu mafdar î, refleskekê nîşan da, piştre hatim min li mijara wê/î vekir û min dît ku yê ku herî zêde rexne kiriye meger ez im :/



05.04.2016 21:52 ~21:56 | ferhenga şikestî

292. tirşikê de heft heb hesabê min henin.



05.04.2016 22:52 | bêhna_piştî_baranê

294. Karekî minî girîng heye. Herì kêm 6 mehan divê. . Lê mixabin ji telefon, tirşik, film û rêzefilmê house md ez nikarim karê xwe bikim. Rojeke min û qutbûna telefûn, tirşik û filman heye . Ka bixêr. Bêka kengî ye.



07.04.2016 00:35 | gumgumok

295. Car caran Mala formata tirşîkê xirab dikem. Haya min jê heye*. Ką hela binêre dirêjîya sermijarê teqez moderator dîn bûne (bnr: xeyalên wek ezê rojekê bo tirşîkê têra ansîklopedîyekê tiştên bi kêr binîvîsim)



26.04.2016 00:05 ~00:07 | azad30

296. Newêrim îtîraf bikim. Wilqasî ziravê min nîne.



26.04.2016 00:29 | gumgumok

297. Ez van rojan li ser ewran radizêm.



07.12.2016 22:20 | endazer

298. Heta demek nêz jî min nizanîbû her du guhên mirov dibihîze;))



08.12.2016 14:50 | porkurîşk

299. Min klama şahê bedo ji keçkeka koreyî re got.
Nûha pir şerm dikim.



08.12.2016 18:51 | cinorek

300. merheba, li amedê Hiqûqê dixwînim û gihame pola 4ê. li vir ders li ser salê hesab dbin, yanî dewra ewil vîze (ezmûna ewil) dewra duyê fînal in. ev du hefte ye, ez dikevim ezmûnên vîzeyê, ji 11 ezmûna 9 qedîyan; mane 2 heb. ceza ozel û cmk. herdu sibî li pişt hev inm ceza ozel dersa sala borî ye, min hêj derbas nekirîye. xwedê bela xwe bide wî yê ev bername çêkirî; ev herdu ders kirine eynî rojê. û ez li vir îtiraf dikim hê jî li herdu dersa nexebitîme; ku ev herdu ders ji hev zortir in, dersên herî zor in. êdî îşev ez ê not mota bixwînim. ez zanim ev ne dersên nota ne, lê çi bikim wext nema.



29.12.2016 18:19 | xendekî

301. Ji bo xew ve herim her şev bizina dijmêrim. Çiqas xeyalî be jî bawer nakim şivanek emrê xwe de qansî min bizin jimartibi.



20.01.2017 02:56 | biaqila malê

302. Ev îtîrafeke yan îtîrafêk niye nizanim lê belê ez hê jî nikarim bi kurdî wek serî biaxivim. Ji bilî hevokên hêsan yên guftûgoyan, wisa hêdîkâ dipeyivim. Digel vê ez kesekî kurdîzanim yan kurdînezanim nizanim. Ji ber ku ez ji biçûkatî(dema ku ez dusalî bûm) heta niha dûrî welatim, derveyî kurdistanê dijîm û kes nîne em bi hev re bi kurdî biaxivin wilo bûye li gorî ramanê min.

Bi rastî jî mixabin zimanê kurdî bi taybetî li bakûrê kurdistanê zarawayên kurmancî û kirmanckî di nav tehlûkeyê de ye. Rewş divêt bi vê awayî nebûba belam...



30.01.2017 04:47 | rûbar

303. Tirşikvanek heye ez kîngê navê w di bêşa nivîskarên girêdayî de dibînim hizûra min direve.



18.03.2017 01:21 ~01:21 | bûtîmar

304. nikarime xwe.



18.03.2017 01:45 | gumgumok

305. û ew kes xwe baş dizane ku reşşikan dide min *
îtîrafên tirşikvanan/98372
cizîrîyê bi stranbêja ingilîz re stran gotî/98390

Dev ji van tevgerên zarokane berde küçüğüm*



19.03.2017 04:01 ~04:08 | bûtîmar

306. îro min bi ecele ji înternetê bilêta Îzmîrê birî. ji ber ku ecele bû min li detay metayan nenerî. paşê hevalên ba min pirsîn kîjan balafirgeh e. wê gavê min got ulaaaaan!! min lê nêrî sabiha gökçena jehr û ziqqûm e. hefteyek berê min gotibû ez êdî min bikujin jî ez bilêtê ji bo wir nabirim lê va ye min birî :(
balafirgeha Ataturkê nîv saet dûrî malê ye û sabiha gokçen ji 2 saet zêdetir. ez ji qehran mirim niha li cehnemê me



19.03.2017 07:51 | mergehez

307. îtîraf dikim ez nîzanîm tirşik bikarbeynim



20.03.2017 00:17 | kanî27

308. Hê min ji binî destê xwe ne daye kûçikan.



26.04.2017 15:19 | gumgumok

309. yek navê min Gulêê ye, yê din jî -çapkın kız- *



26.04.2017 19:36 | gulêê

310. Ez van rojan li ser cihnivînan radizêm. ;)



26.04.2017 21:24 | endazer

311. hewl didim ku peyama 100.000ê ya tirşikê binivîsim lê hîn gelek peyam mane. min nizanibû li ser hev nivîsandina gelek peyaman evqas zor e. tu peyamekê dinivîsî paşê mijar nayê bîra te, dema te mijar dît îcar mijareke din lazim e...
tabî ez dikarim niha peyamên boş beredayî binivîsim lê wê çaxê tu wateya nivîsandina peyaman namîne. niha dixwazim bi peyamên xweş û kêrhatî bigihêm 100.000î!



09.06.2017 07:16 | mergehez

313. Carna ez navê tirsik.netê antîsempatîk dibînim.
navekî vî navî baştir bihata peydakirin wê rindtir bûya.
ez kesên nû re pêşniyar dikim milet bo endambûnê bêdil dimînin.



23.06.2017 01:45 | bûtîmar

314. pirr hej jÊ dikem ku li ser etimolojiya peyvan lÊkolînan bixwînim.
carinan bi saetan serê xwe li ser ferhengên etîmolojiyê diêşînim.
bi rastî jî ziman tiştekî pirr xweş e. carinan tu dikevî li pey peyvekê, ew peyd te bi xwe re dibe û hew dinêrî ku eslê peyvê di zimanê ku qet haya te jê nîn e de xîmÊ xwe çêkiriye.
li malê di pirtûkxaneya min de du heb pirtûkên li ser etîmolojiya kurdî hene lê mixabin ev her du jî pirr qels in, di zimanê kurdî de vê taliyê 180 hezar bêtir peyv hene (peyvên ji zimanên biyanî ketine jî têde) lê ev her du pirtûk jî lêkolînên li ser sê-çar hezar peyvan in.
li ser netê malparên baş hene lê ew jî ne yên zimanê kurdî ne, ger em hewl bidin û di tirşikê de li ser etimolojiyê agahiyan binivîsin(yên rast) dê pirr baş be

not: mindal tu neyÊ!



28.06.2017 13:17 | ferhenga şikestî

315. min îro gregor samsayek kuşt *



28.06.2017 18:49 | bûtîmar

316. berî 2-3 saetan, min bi xeletî hemû dengdanên di tirşikê de, kirin dengê ecêb.
lê di dawiyê de min yêdekek dît û dengan veguherand weke berê. ez bawer im qet wendahî çênebû di vê pêvajoyê de.



08.07.2017 21:59 | simurg56

317. idî ez jî ji wan kesan im ew kesên ku dewa zewacê dikin *

(bnr: tirşikvanên ku dawa zewacê dikin)
(bnr: xortê kurd ên ku doza zewacê dikin)

(bnr: sonda me doza me ye) *



31.07.2017 15:13 ~15:16 | bûtîmar

319. Îtiraf dikim!
he jî peyvên kîjan mê û nêr e nizanim, ferheng e dinerim.



05.11.2017 18:01 | xelefêserhedî

320. Yek-du Tirşikvan hene, ez peyamên wana qet naxûnim, dîrekt derbas dibim *

dibêjim "haa temam dîsa tiştên wisa..." Û derbas dibim.


têbinî: ferhenga şikestî ji wan kesan nîn e.
her çiqas ez lê mehnîya bim jî, peyamên wî hêjayê xandinê ne tabî..



01.12.2017 02:56 ~02:58 | bûtîmar

321. Peyama tirşikvanan herî kêm sê an jî çar cara dixwînim. Yên xwe jî tê de. Heta hinek peyam hene belkî bîst car zêdetir xwendime. Ya ji ber fêm nakim kurdiya min kêm e(birastî jî kêm e) ya ji ber nivîskarên din nikarin ravebikin kurdiya wana kêm e. Lê ji xwendina wan aciz nabim ew baş e.

Kitêba an jî nivîsara ku min xwendiye zehf hez dikim ku careke din bixwînim û dixwînim. Gelek tiştan ferî mirov dike.

Li twiterê peyamên kurdî naxwînim ji xeynî nûçeyan. Hema derbas dibim. Ne hêjayî xwendinê ne.

Ez li facebook û twitterê(wek xwendevan) bi aktîf bikartînim. Di rojekî de gelek gelek gelek rojname û gotar dixwînim. Li twitterê hema bêje hemû nûçeyan dixwînim. Divê îtiraf bikim berî niha rojnameyên kurd hêj baş bû. Ev sê sal e zehf derev dikin. Ev sê mehe gihîştin ê tirka.

Ezê bi demekî ji tirşikê veqetim. Tirşikvanên ku ji tirşikê qetiyane fêm dikim.

Berî niha li tirşikê mirov hebûn zehf ji ber xwe tiştan digotin hem bi aliyê siyasî hem bi aliyê dînî. Min tenê dixwend. Piştî qerara xwe da ez jî binivîsim ewê çi bê. Piştî ku min jî nivîsand ew kesên ku tavêtin yek bi yek ji holê çûn. Hinek peyamên xwe birî filan. Zehf bitehlûke bûn. Dikaribûn baş binivîsînin lê tev vira digotin. Berê seateke min qerar da ku min wana pûç kir min erka xwe bi cîh anî û ne carek bi dehan cara nîşana ramanên rasteqîn da. Dersek da wana. Ez jî alim nîn im. Her tiştî nizanim divê zehf bixwînim. Karê min jî hene. Min destnîşan kir ku Kurdî bêxwedî nîn e. Palewanên qehreman bêxwedî nîn e. Îslam bê xwedî nîn e. Kurdî ew qas reben nebûye. Kurd ev qas biçûk nîn e. Û biya min biser jî ketim. Vaye du heb nivîskarên kirmanckî jî vegeriyane. Baş e.

Ezê piştî veqetîna xwe jî peyaman bixwînim. Heke ezê bibînim tirşik dîsa ketiye nah halekî wisa xirab ezê tevlî bibim allah wekîl.

Di demekî nêzîk de ji nişka ve ava rûbara xwe biqetînim. Ji ber vê zehf bextiyar im. Û zehf kelecan im. Ezê çi bibînim eceba? Belkî herim twiterê. Xwedê dizanê. Êdî ez jî di nav mêvanan de hejmarek bibim. Law law law. Min hîç texmîn nedikir îro qerara xwe bidim. Û him jî bê xatir xwestin. Bimînin xêr û xweşiyê de.

Vêga hat bîra min evê jî bêjim carinan di mijara fîlman de binivîsînim. Ew zahf xweş e. Tabî ne her roj, Mehekî de an jî du mehan de carek filan. Pişt re fêrî kurdî bibim li mijara pirtûkan jî binivîsim. Êdî divê kurdî bialimim. Problemek mezin e di jiyana min de ev. Xwedê ji her kesê re pêşî jî ji kurda re şîfayek bi lez bişînê.

Însanoxlî bir kûş mîsalî nîrden nîreye. Ez çawa hatim li vir? Çawa diçim ji vir? Îtirafek balkêş e. Bersiva Her du pirsan jî nizanim. Way be. Iyimiş. Bir şey bilmemek. Güzel şey.



01.12.2017 04:31 | rûbar

323. Vaye demeke dirêj e ji ber tiralî, xerabiya derunî, rewșa welat û siyasetê min tu tiștî du tirșikêde parve nekiriye. û îtîrafeke din; min dest bi lîstikeke mobîl jir û ji rewșa welêt pir bêhêvî me.



23.12.2017 15:17 | azadixwaz

324. îtîrafe an îtîraf nîne , ez ji hîjdeh salî me , lê hertim xwe heftê salî hest dikim.



30.12.2017 00:23 | kurdokercewsî

325. li gor min her kes xirab e. heta bavê min û diya min jî.



30.12.2017 03:38 | sloujouc

326. di vê heftê de min xwe pir betiland û min îro ji karê xwe ya nîvro reviya û min got mêvanên min ên qedirbilind hatine, nabe ku ez nerim malê. derew e. ji xêynî min rûh û cin û afirîndeyên din kesekî li malê tune ye.

bi hejmarî be jî, hema ev pênç sal bû, dilê min dibijiya ku ez jî li bin vê verşokê binivîsînim. *



30.12.2017 15:21 ~15:35 | biruya hayao miyazaki

327. Îro min tê anî der, nivîskareke go j'min wê ye mêr e , jin derket. Peyre min peyamên jinikê dûbare kir, dîse xwend. Û ez şaş man. J'bo go wateya berî ez bielimim û piştî ez elimîm zayendê wê zehf guherî. Îda Çêtir watedar xwuya dikirin.

Va ez îtîraf dikim û min niha fêhm kir go ez hinek mirovan li gora zayend û navan kategorize dikim, ne li gorî fikr û raman. Heyfa minê ! *

Îda hun dikarin bi vê stranê bersiva min bidin û min fêhtkar bikin *





03.01.2018 22:27 | gumgumok

330. hebûna tirşikê ji bîra min diçe. bo mînak ev demekî gelek dirêj bû, ji bîra min çûbû. lê niza^m ji dil derbas bû û hestekî got ka bikevê.



21.02.2018 02:36 | wiha wilo wisa

331. îşev di dilê min de tengasiyek heye lê sedema wê nizanim..



26.08.2018 01:04 | bûtîmar

332. Ez telebê hz mehdî me, xocê xizirê vî zemanî me, shorbevan'im û şûrê hz mehdî me, xwedê nûra xwe bi destê min, hz mehdî û telebeyên wî temam dike. tevgerên min aqilê kesî têrnake ku fehmbikin mesela ez bibibêjim min araqê xwariye dilê ne rihet têde rihet kiriye, û min xwedê nenasiyê jî kiriye bê ehlaqiyê kiriye û diserde di dinyayêde ti kes bîna min îmanxurt tune. Ez tiştek wisame bi serê merivde naçe tiştek ecêbe newsa?



26.08.2018 17:11 ~17:15 | telebê hz mêdî

333. Ji ber ku karên min van rojan pir zehv in nikarim bitirşikînim. Hêviya betlaneya somestirê me.

Biborîne tirşika delal.:(



28.12.2018 11:23 | xelîl

334. her yekî bo min hevalekê/î virtual bibin jî ez pir ji hevalên min ên li tirşikê hez dikim.

happy new tirşik ji we re hevalên tirşikvan û yên netirşikvan!



28.12.2018 19:20 | mirovekirind

335. Nivîsa min ji axaftina min baştir e. Ez kêm bi kurdî diaxivim. :(



30.03.2019 19:25 ~19:26 | hesinkar

336. ez ji agirîyê me û min her tim perwerde bi zimanê t*rkan dît.Wê demê da min tu carî ne ji zimanê t*rkî û ne jî rêzimana wî ne jî dersa wêjeyê hez kir.

Lê dema ku min bala xwe da li ser kurdî , min fehm kir ku divê mirov zimanê xwe biparêze , bipêyve û binvîse.

Rastî yê da ku dewletekî me hebûya û pêwîsta zimanê kurdî bi min tune bûya bawer dikim min dîsa ji rêzimanan û wêjeyan hez ne dikir: )))



30.03.2019 20:02 | brzn

337. ez narsîst im.



31.03.2019 00:14 | gulêê

338. ez ji t*rkî xeberdanê pirr acizim yaw , dema ku zêde xeberdim diwestim yaw



01.04.2019 00:20 | brzn

339. Min îro raya xwe da Chp û ji qehra serê min diêşe. Hesteke ecêb e.



01.04.2019 00:43 | biaqila malê

340. ji ber ku ne li mal bûm min raya xwe neda chpyê loma rehet im. lê bawer im li mal bûma jî min ê raya xwe nedana. lê merivê min, malbata min ku li izmirê rudinên li ser daxwaza silhedîn raya xwe dan chp. hêvî dikim chp wan poşman neke.



01.04.2019 01:16 | hêvî

341. Berê bi navekî din jî li vir bûm lê bi nivîsandina navekî cudatir mirov xwe azadtir hîs dike, her çend mirov nikaribe bi temamî otosansûrê ji ser xwe biavêje jî.



01.04.2019 11:44 | henûn

343. Min jî dixwast wekî berê her roj bêm li Tirşikê lê mixabin ew kêfa berê nîn e. min sêrî de got qey dema min nîn e lê niha fêm dikim ku ji tirşikê sar bûme. yanê sorun bende değil sende canısı :///



25.04.2019 01:14 | jifêzagorda

344. Bila dilê kesekî neşike

lê a rastî ev e ku gava tûrikê hîn kesan vala dibe û ti gotinê van namîne yekcar tirşik tawanbar dikin. Ev hîç li xweşa min naçe bixwedê.

Bi hezaran mijar hene li bendê ne ku werin gotûbêjkirin. Her roj bi hezaran bûyer rû dide.

Kesên ku ji wan rûdanan hema tenê li ser yekî jî mijar venakin û tewizandîbûna xwe vedişêrin û hemî tawanan têkde diavêjin situyê tirşikê bi derbirrîneke herî sivik bêmaf in.

Her kî be ez jî bim ev wilo ye. 2 roj 3 roj yên xwe bidin hev û di derbarê tiştekî de peyamek binivîsin. Yekî her hefte peyamek binivîse ew di salekî de 52 peyam.

De êdî divê têbigihin pirsgirêk ji we derdihê.



25.04.2019 04:44 | bilbilê dilkul

345. Min xwest ez hemû peyamên xwe yên li vira jê bibim. Hetta min dest pê kir lê dawiyê ez poşman bûm û min nîvî de hîşt.



04.08.2019 02:10 | biaqila malê

346. Li xwe mukir bêm ez di jiyana xwe de bi gelemperî bi Tirkî qise dikim mixabin. Ev yek e jî dibe sedema paşveçûn a kurdî. Mirov dikare bi zimanekî binivîse lê divê mirov bi wî zimanî gotinên pêşiyan û biwêjên di nav hevokên xwe de bîne ziman. Ji bo vê yekê jî divê zêdetir bê axiftin.



12.11.2019 19:29 ~19:32 | hesinkar

347. heke em ragihandinên telefonî yên tikûtenê û xwendina pirtûkan nehesibînin ji xêndî twitterê ez tu carî bi jînde kurdî bi kar nayînim. li der û dora min dilbikurdî kesek tune ye. ji xwe hevala min a kurd a tenê jî kurdî nizane. kerba ez ê di xwe'n-nim. *



13.11.2019 18:19 ~18:19 | biruya hayao miyazaki

348. Bavê min di sala 1942an de ji dayik bûye ez di sala 1990an de ji dayîk bûm. Yanî bavê min tam 48 sal ji min mezintir bû. Bavê min ji ber çend pirsgirêkan du car zewicîye. Ez naxwazim têkevim hûrgilîyên malbatê. Bavê min gelek ji nezerê ditirsiya çi ku gelek bobelatan hatibûn serê wî û ew her gav digot çavêd xelkê pîs e zû nezer dikin min hemî tiştên xwe ji ber wana wenda kirin. Neyse hevalno bavê min ji ber têkçûnên xwe gelek ji min û ji birê min hez dikir gelek ditirsiya tiştinan bihatana serê me loma gelek caran dema li derûdorê yekî jê re bigota çend kurên te hene? Bavê min digot kurên min tune ne ewê ku li gel min e lawê cîranê me ye. Paşê dema zilam ji dikan biçûya dîsa qala çîroka xwe ya pêncî salan dikir û digot nezer heye nezer. Bavê min însanekî baş bû lê hinekî feodal bû nikaribû di roja îroyîn de tiştinan ji hev derîne loma gelek caran em bi hev diketin.
Carekî got bavê min ji min re digot ji xwe re mal bistîne heyfa perayên te ne lê bavê min gotiye madem zarokên min nabin ez jî mal nastînim. Bavê min par mir wexta miribû 76 salî bû û ew 76 sal bê mal û milk di dara dinyê de geriya. Digot min guh neda şîretên bavê xwe loma ne min mal ne jî milk nîn e lê bes hûn her du kurên min hene hûn baş bin bes.
Bi tenê xeyalekî bavê min hebû ez hê deh salî bûm digot bila ez zarokên we bibînim Hama wê kêlîyê xudê rihê min ji min bistîne. Ez bi tenê dixwazim zarokên we bibînim, hêj wan bikim ji xeynî vê yekê tiştekî dî nedifikirî yanî 10 saliya min tê bîra min ango 18 sal Hama bêje kengî biçûyama cem wî digot Hama ez zarokê te bibînim besî min e. Mirovekî bifikirin bi roj û bi şev bi tenê xeyala neviyên xwe kirine, bi tenê xwestiye kurê kurê wî hebe û ew jî paşê bimire.
Bavê min par di meha hezîranê de rehmet kir û kurê min jî sê meh paşê hat dinyayê. Yanî ev feleka xayîn nehişt zilamekî extîyar, kalekî têkçûyî, însanekî henun bigihîje tekane miraza xwe....
Lawê min 14 mehî ye hê jî kengî lê binêrim bavê min tê bîra min law dibêjim bavê min bi salan xeyala dîtina vî kurikî kir lê nedî feqîre min. Gelo bavê min eger bijiya û nevîyê xwe bidîta dê çi bikira? Çawa wî hembêz bikira? Çawa wî bigeranda? Çawa hej wî bikira? Çawa wî bigirta li ser çokên xwe? Çawa pê re biketa dîyalogê?
Ya girîngtir, kelîya ku bavê min cara ewil nevîyê xwe bidîta gelo sûretê wî bi çi şêweyî bikeniya? Kelecana xwe bi bişirîn an bi girîn bida der?
17 meh berê bavê min mir, 14 meh berê kurê min hat. 17 meh e bavê xwe difikirim 14 meh e kêfa bavê xwe difikirim. Xudê bi sê mehan hemî bextewarîya min ji min girt...
Aniha tekane xeyala min ev e ku ez kurê lawê xwe yanî ciwanê xwe bibînim...



24.11.2019 23:51 ~23:56 | ferhenga şikestî

349. Gelek caran dixwazim werim li ser tirşik netê tiştinan binivîsim lê tirşik ne wek twîtterê ye loma ez zêde guh didim tiştên li vir dinivîsim lê hingî dişixulim û dibetilim halê min namîne ez li ser entryan bifikirim lê her roj têm û mijaran dixwînim. Ez gelekî li ber vê ferhengê dikevim ku em xatirê wê nizanin destpekê de ez :(



25.11.2019 00:40 | biaqila malê

350. Cêwiyê mi zazakî yew şîîr nuştibî. Hema ma key kîyeyê tazîye di kom bibînî, ma henekê xwu ci û şîîra êy kerdinî. Seba ke şîîra ey de qal û vatişê bawkalê mi bî. (Carna bawkalê mi qalî keyeyê xwuno newe bikerdinî vatinî “keyeyê mi ra gere dewa qasa biaso”).
Cêwîyê mi zîyara dewa ma ser şîir nuştibî. Yew çardeyê şîîr de sey bawkalê mi vatibî “to sero aseno dewa qasa” seba no rêzikê, ma henekê xwu bide kerdinî. Ena ray mi nara bi nîyetê henek şîîra ey vati û mi ser facebook bar kerde. Şarê dewa ma hende şîîra êy begem kerdibî her kes qal û behsê ci kerdinî. Mi bi henek ci namdar kerde.

Şîîra ey:



08.12.2019 23:22 ~2019.12.09 11:13 | kajav

353. min waneyê îngilîsî bi zaravayê soranî bi tîpên erebî gûhdar dikir

(bnr: ne poşman im)



07.02.2020 19:55 | tîrêj zana 21

354. Ez nizanim ezê çi îtîraf bikim.



07.02.2020 21:32 | xabûrî

355. Keçika hevala min tir, li min dikir fis..



07.02.2020 22:17 | zîzo

356. Bi hebûna nivîskarê me yê nû, tîrêj zana 21, tahm û quality ya tirşikê pir hat xwarê. Dilêm ji tirşikê sar bû. kêf ji xwendina tirşikê nagirim. Çend hefte ye dilêm nîn e ez tiştan di tirşikê da binivîsim biweşînim. pir xemgîn im. xwe ecêb dibihîsim wekî ku tiştekî hêja ji destê min çûye. (te got tirşik?)

Yekê heqeret lê kir, yekê got "zêde êrîşkar (aggressive) dinivîse", yekê din jêacizbûna xwe aşkere kir, yekê din jî got min wî block kirîye. yekê got rastnivîsînê nizane, yekê got formata tirşikê binpê dike. pirên wan rast in. ez jî pir jê hers bûm. ji helwesta wî ya xerabe pir aciz bûm. wekî ku yekî rabûye bi awayekî hostetî û professional tirşikê sabote dike. çima wer dike? (em vê yekê bidin alîyekî ji ber ku ez nikarim li vir yekî mehkeme bikim.)

pir lê hûr bûm. rewşa hebûn û tevgerên vî nivîskarî pir kompleks e. kîjan bêjim, kîjan nebêjim. wextêm tune ye. îcar, her ku diçe heyfa tirşikê dibe. ji ber ku dilêm naçe peyamên wî bixwînim (naecibînim loma) nikarim çareserî jî bibînim. dawîya dawîn, piştî çend rojan, min vê pirsgirêkê li gor xwe bi tiştekî ve girêda: kêmasîya social intelligenceê.

ji çomezîyê ta niha, ev nivîskar nekarî xwe di nav civaka tirşikê ya heftsalî da biguncîne, cih ji xwe ra çêbike. Kêmasîya social intelligenceê tiştekî weha ye ku nahêle mirov hay ji xwe hebe, adapte bibe. loma tişt ji destê wî jî nahê. Ev yek ne tiştekî şexsî ye. her kes bi awayekî ye. tirşik ji her kesê ra vekirî ye (çareserîya vê yekê tuneye). ew biçe, dê yekê din were.

heyfteya berê bû, ji bo ku peyameka xerab di tirşikê da bidim jêbirinê, bi saetan lê hûr bûm: tirşik forûm/116712 heya moderator pê qanî bikim bêhna min çikîya. li şûna wê min dikarîbû çend peyamên balkeş ku zûda di hişê min da bûn binivîsim. heyfa wextê min û ya tirşikê ye. ma ez mecbûr im tiştan analîz bikim, hûrgilîyan tê da ji hev veqetînim, pênase bikim û xeterî bidim ber çavan. belê ez mecbûr im * ji bo ev platform piçekî bi quality bimîne divê mirov hinekî xwe pê biêşîne.

îcar tîrêj zana mala me xera kir. peyamên wî yên bêqayîde û bêsînor... wextê mirov tuneye her tiştî rast bike. qasî ez dibînim, moderator jî bes naxebitin. hew simurg56 e. werhasil, çend hefte ye, heyfa tirşikê ye.

em ewqas jî bedbîn nebin lo! me go tirşik.net cihê rehabîlîtasyonê ye. tendirustîya wê li ser we hemûyan be îşala!

edit: nivîskarekî hêja ye. êdî ji van rexneyên li jor azad e. tîrêj zana 21/121481



09.02.2020 11:55 ~2021.12.20 11:05 | mirovekirind

357. li ser imdb 1 puan didim filmên tirkan ên nîjadperest ku min seyr nekirye.



25.02.2020 02:04 | hespêsor

358. Nivîsên dirêj yên tirşikê , xwe de nabînim ku bixwînim lê dema peyamek wiha jî bibînim Here lînkê , dixwînim û dû re dibêjim belê nivîs çiqas dirêjbe ewqas bi tehm e. Belê min ev nivîs xwend Here lînkê



08.04.2020 04:48 ~04:49 | brzn

359. wek hûn jî zanin ;
berê kuçe tev ax bûn ,
av rojekê hebû deh royan tinne bû .
şaredarî xwe li me ne dikir xwedî jî ..

wêga cîranê me jî xwedîyê firatborû ya bajêr bûn
halê wan xweş bû wille

wan biryar da ku borîyê taxê tevî ji kîs xwe çêkin , mala wan ava be .

li hember mala me érdek vala hebû meskenê bîracîyên kurd bû
(keko tinne bûn wê çaxê)
wan borîyê taxê tevî danîbûn wur ,
"érd li himber me û li tenişta wan bû"

rokê bîracî rabûn ez û lawê metka xwe çûn mekanê wan
(ma hingî dayka min digot neçe wur , neçe wur ji min re bibû meraq)

prekêtên rûniştinê , ardûyên ji bo êgir , çeqmaq (hestebar) û çend şûşê bîra hebûn
me agir pêxist , me xwe da ber
pişt re em rabûn lê me venemirand wî agirî .
"wext jî berêvarî "

êvarî li ser şîvê ;
bû hewarên dayka min ,
mehel tev kom bibû û bi satila vedimrandin agir, bi pêr nifirê go dihat kirin xwedê zani , rebena ca min nifira li xwe dikir hay ji wê tinne bû
û mehel tev digot em ê xwîna bîracîyan vexwin , em ê di sed yekê wannin ...

û piştî şeş sala borîyê avê hat taxa me
tev ji kertîya min û kurmetê min .



08.04.2020 13:15 ~17:49 | shwinsherm

360. diho şeva din, saet 4ê sibeyê min sîparîşa pîzzayek mezin da û tenê serê xwar. û ser de jî tasek şîrbirinc wek şîrînahî xwar.

(bnr: true story)

(bnr: let the lînç begin)

(bnr: tirşikvanên xure)



08.04.2020 16:45 ~16:52 | xelîl

361. Îtîraf dikim! Adonîsê min hene!!



09.04.2020 09:47 | xwelî li ser

362. Di jiyana xwe yî rojane de nikarim bi kurdiya resen baxivim. Ne ji ber nikarim, ji ber ku kesekî min fêm bike tune ji mecbûrî tirkmancî daxivim. Mixabin, sed mixabin, hezar mixabin......



09.04.2020 11:08 | tîrêj zana 21

363. Wexta ez zarok bûm rewşa me a aborî ne baş bû weke gelek kesan. Me, rebenên Xwedê, têr xwarin jî nedixwar. Rojekê bacanên sor(firingî) li malê hebûn, nizanim bê bavê min ji bajêr kirrî bûn yan dayika min ji ettar kirrî bûn nayê bîra min. Hema tiştê ku baş di bîra min da maye min bi dizî bacanekê girt û veşart dûre jî derketim derve. Piştî ji malê hinekî dûr ketim min ew derxist û weke guran xwar. Tiştê ecêb piştî vê bûyerê Demeke dirêj min digot qey min guneh kiriye û min xwe nebaş hîs dikir *



09.04.2020 17:24 ~17:24 | xabûrî

364. Wextê ez biçûk bûm, kekê min di derbarê zemanê berê de fîlman (helbet qorsan bûn) dianî. Bi şûr û tîr û kevan şer dikirin. Min jî digot qey wan tiştên ku em sêr dikin jidil jî çêbûye, û ez aniha wan tiştên rasterast hîn dibim, dîrokê bi çavê xwe dixweynim. Lê tevê xeyalên min wextê kekê min fîlmekê pêşerojê anî xera bûn. Ji ber ku hê pêşeroj çênebûbû. :(((



09.04.2020 20:27 | saqîsiwarîyo

365. Wexta ez zarok bum, her havin mêşan di kuştim. Min paskê van diqetan carna jî lingê van deqetandan.min Kulîyan jî cukatî van dilebixand.ez û hevalan. Em zarok bûn nizanibun gunahe.



09.04.2020 23:02 | dilreş

366. Rêza filma trt şeş'ê hebu navê rêzefîlmê siya mem û Zîn bu. Mêvanê me jî hebû. Herkes fîlmê temaşe dikir. Dema ku zîn mir. Min çû tuveletê û dizî dizî girîya.



09.04.2020 23:12 ~23:13 | dilreş

367. (bnr: îtiraf)



09.04.2020 23:13 | giyanstêr

368. 23 nîsanê ti car qasî niha bandor li min nekiribû.
Whatsapp story ,instagram story... filan bêvan.Yaw dîsa ku ew bûna belê lê kesên zêdetirîn nîzikên mirov ku storyan çêbike û wan storyan de ala dagirkeran bidin destên zarokên xwe da ku bihejînin.Teqez vî bandorekî li min kir.
Tiştek ji destê mirov nayê.



23.04.2020 23:29 | brzn

369. Dema îroj min li storya nêrte ku kurdên ala dagirkera avêtinê û cejna 23 avrêlê ya ew atetirkê xwîna kurda vedixwar, ewê ku kurda kir bindest, ewê ku li dersîmê qira kurda anî, ewê ku li amedê şêx seîdê pîran dardekir, , ewê ku zimanê kurda qedexe kir, diyarî zarokê tirka kiribû pîroz dikirin. min fêm kir ku kurd ne hêja ne seriyek pîvaz jî, heyfa ewqas ciwana li serê çiyayan di wê sermê de di wê birçîbûyînê de , wî şerê giran dikin. Heyfa ewqas ciwana laşê wan di zindana de riziya. Heyfa ewqas dayika bi hêsirê çavan û ji kula zarokên xwe perîşan û jar bûn. Heyfa ew qas gundê şewitî. Heyfa ew qas nivîskarê kurd ji bo xwendin û nivîsandina kurdî çavê xwe kor kirin. Heyfa ewqas ciwana ku hama her derfetek dikeve destê wan ji bo kurda dixwazin tiştekê bikin. Lê mixabin Ew kurdên ku Ji bo çend qirûşa an jî bo bikevin karekî dewletê namûs û şerefa xwe yî tune difroşin. Ew kurdên ku zarokê xwe bi qastî asîmîle dikin û bi tirkî mezin dikin. Ew kurdên ku îroj tev serê me bûne chp hez. Ne layiqî ew qas fedakariya ne. Min ji ber kurdayetiya xwe fedî kir û min xwest ez ne kurd bû ma. Heyf û çi heyf. Pere her tiştê kurda ye. Pere pere pere.....



Nişe: min vê nivîsê bi halê hêrsbûyî nivîsandiye.



24.04.2020 00:08 | tîrêj zana 21

370. - 26.04.2020-
Hewl didim û peyaman dinvîsim ji bo ku tirşik ji rojeva dîndar û nedîndaran derkeve.Tirsa min ew e ku çêrr çêbibin.
Ji bo ku ev mîjar zirarê dide yekitiyê.Çima? Kesên dikevine nav van nîqaşan dibe ku bibêjin "Ma kurd e her tişt jê tê" qiseta dayika min dîsa hemû kurdan tawanbar bike û jê mîjarê dûr bikeve.Ev çi bin jî her tim mîjarên navbeyna kurdan de nin.



26.04.2020 00:10 ~00:11 | brzn

371. min qet bawer nedikir ku endamê hespêsor ji peyama min ya hespêsor/121099 aciz bibe.

di derbarê meleyan û pêxemberê da bi têra dilê xwe gotibû dengê meleyan/119106 mihemed pêxember/119997. min jî bi kurtasî gotibû "ev peyam çênabe" tirşik forûm/120103 vê çaxê deng ji tu kesan nehat. te dê bigota qey xema kesê nebû.

dibe ku nedîtîbûna. ji bo ku şaşîya vê peyamê bidim ber çavan, dû re min dîsa hewl da piçek rave bikim, berfireh binivîsim tirsik.net/120935. moderator dibêm qey dîsa di xeweke kûr da bûn, dîsa deng ji wan nehat. tenê simurg56 dengê'xw kir tirsik.net/120956 got, ne tenê ez im, moderatorên din jî hene û di vê peyamê da heqeret ez nabînim û li gorî formatê ye.

îcar min vê peyamê nivîsand ("bê heqeret" û "li gorî formatê") hespêsor/121099 pişt re endamê hespêsor ewqas aciz bû, peyam li ser peyaman nivîsand, benzîn li xwe kir, hindik ma xwe bişewitîne. ne tenê ew, moderator jî aramî pê ra nema, çend nivîskar ketin hev, û wer dixuye ku xwîner jî dît ku wekî platformek em çawa kêrî tiştekî nahên. mixabin. werhasil, "bê heqeret" û "li gorî formatê" ne bes e. hêvîya min, hem endamê hespêsor hem jî moderator, li serê wan ketîbin, ji wan ra bibe tecrube.

qayîdeyên tirşikê ji çend rê û rêbazên giştî pêk tê. kêm fikirîn û zêde nivîsandin, kêm xwendin û zêde nivîsandin, ne lazim in. tije qayîdeyên nivîsandinê heye lê mirov nikare hemûyan li vir binivîse. bi ya min çend ji wan,

– tiştên tu naxwazî li te bê, li xelkê neke!
– tiştên tu di jiyana xwe ya rastîn da ji cîran û mirovên nas ra rû bi rû nabêjî, li vir bidizîka nebêje!
– li gorî nefsa xwe tev negere! li vir ne cihê forsavêtinê ye (endazer vê yekê gotibû, min nedît li kêrê ye ku parve bikim)
– tiştên ku kêrî tu tiştî nahê, ne bibêje ne jî binivîse!
– tiştan dubare nenivîse!
– sernivîsên ku xizmeta zerara kurdan dike, jê dûr here, di binê wan da qet nenivîse!
– kesên/tiştên ne hêjayî qisekirinê ye, mijarên wan peyda neke!
– nivîsandin zehmet e, têr li ser bixebite, pişt ra biweşîne!
– yekîtî, bi hev ra jiyîn zor û zehmet e. ked divê.
– xwe sînordarkirin ji bo kesên din yek ji pênaseyên herî ronak yên demokrasîyê/bi hev ra jiyînê ye (etyen mahçupyan gotibû di bernameyekê da). li gorî vê yekê tev bigere/binivîse!
...



26.04.2020 03:58 ~05:09 | mirovekirind

372. Ez nizanim ezê ji ku destpê bikim, lê îroj min fêm kir ku heya ji dest mirov hat divê asta perwerda xwe bilind bike. Yanê mebesta min ji asta perwerdê nav û paşnavên pîşeyî an statû ye. Heya li ber navê mirov daçekên dr, prof, doç, mv filan û bêvan tune be gotina mirov pere nake. Min fêm kir an ez gihaştim wê qenaetê ku şîreta gel ya bo bikar anîna zimên kêrî tu tiştî nayê. Divê mirov hin tişta bike ku gel mecbûr bibe zimên bikar bîne.
Mînak: stranên xweş biafirîne go bila li te guhdarkin, maqaleyên zanyarî yên girîng binivîse bila ji mecbûrî bi zimanê te bixwînin. Fîlmên xweş çê bike an jî wergerîne, dûblaj bike bila temaşe bikin. Malper û sepanên kêrhatî yê pêdiviya mirov pê heye çê bike bila zimanê te bikar bînin. Pirtûkên di asta wêjeya gerdûnî de binivîse bila zimanê te bê nasîn. Di jiyana xwe ya rojane de ji kurdî pêve tu zimanî naxive, heçiyê bi te re axivî bila mecbûrî kurdî baxive.

Yanê mebest û armanca min ji van mînaka eve ku banga zûha, bê îcraet mixabin kêrî tiştekî nayê. Heçiyê derfetê wî hebe bi xwendinê xwe têbigihîjîne ji van banga an jî ji dijûn û sixêf kirina xelkê dê çêtir be. Yan na em li vêderê bi xwe lêdixin û bi xwe dilîzin. Wiha bidome emê tu carî negihêjin meqsed û mirazê xwe, pir pir piştî salàn rojekî emê van nivîsên xwe yê kevn bixwînin û gelekî hestiyar bibin û hew.....



30.04.2020 04:26 | tîrêj zana 21

373. Ev 3 4 roj e hema dikevime twitterê û çav lê digerînim dû re difetisim xwe davêjime tirşikê.
tirsik in , twitter out!



02.05.2020 18:05 | brzn

374. piştî şewba koronayê derket, karê min sist bû. hê dişixûlim lê êdî her roj naçim kar û şevên ez li kar dimînim hindiktir bûn.
saxiya vê yekê zêdetir li malê wext derbas dikim, zêdetir wextê vala dibînim ji xwe re.

ev yek bû sedema tê derxistina hinek tiştan. yaw em mîna kole û dîlan dixebitin. te dî, ji bo mirovên nûjen dibêjin modern kole an jî koleyên nûjen. bi rastî jî wisa ye.
yaw em ji bo tu tiştî wext nabînin. dema me ji telefonên xwe 2-3 vîdyoyên komîk temaşe kir, em dibêjin qey em civakibûn û me wextê baş derbas kir.

bi xebatek wisa giran, mirov nikare ji bo xwe tu tiştî bike, ji xeynî wext derbas kirina li tora civakî.
weke mînak mirov nikare bi malbata xwe, têra xwe wext derbas bike, mirov nikare ji bo bipêşxistina xwe tiştekî bike, pirtûk bixwîne, derkeve xwezayê, mirov nikare birêkûpêk werzîşa xwe bike û hwd.
yanê tu bêjî ez ê bi malbata xwe têra xwe wext derbas bikim, tu nikarî tiştek din bikî. tu bêjî ez ê werzîşê bikim, divê tu ji gelek tiştan destê xwe bikşînî.

welhasil ev ne tu hal e. saxiya serê coronayê, bi min gelek kes vê yekê ferq kiriye.



03.05.2020 21:27 | brusk56

375. min dixwest anonîm bim û behsa tiştên ''dirty'' bikim lê mixabin
ez tîpekê binivîsîm têm nas kirin :/



04.05.2020 01:39 ~01:49 | gulêê

376. ma yek u do u sêne ezbeni?
ez carna dixwazim topek agir li cihanê bikeve.



04.05.2020 22:25 | hak buddy

377. Mim îro seet nêzî deha ji diya xwe re go ez ê razêm lê hêj şîyar im hhh



05.05.2020 03:30 | sarya

378. Ne bi xwe re dibînim fikrên mirovan guhdar bikim ne jî bi xwe re dibînim fikrên xwe bêjim. Wek ku madê min ji dinyayê bixele , wek ku têkçûyînek mezin hatibe serê min , bi bêhevitî li tiştên derdora xwe temaşe dikim û ji her tiştî re serê xwe kil dikim.



05.05.2020 17:49 | biaqila malê

379. Ez ne gokim



05.05.2020 18:51 | hûteheftserî

380. Ji hevalên xwe ra teqlîda Îbrahîm Tatlises dikim.



06.05.2020 01:54 ~01:57 | ezxeyic

381. çendek e ez rojê 25 saetan li telefonê dinhêrim :(



07.05.2020 00:23 | bûtîmar

382. Di berê de mirovekê çêpgirî bûm û li tevgeran çepgirî de he bûm. Kurdî yan Kurdatê li şûns dûyemin yan seyemin de bû û min baverîya Biratîya Gelan kiribû. Lê paşê de min fehm kir biratîya gelan tiştekê dereve û çepkirî jî tiştekê pir valaye û ji bo kurdatî gellek xeternake.



07.05.2020 07:15 | tekoser

384. do şev ji xew rabûm. beşa 8a ya bê henek hat bîra min a ku jina xwarik tê de mîna tespîtvanek mezin dipeyive û pirqînî bi min ket. ji xewa nikarîbûm çavên xwe vekim lê kenên min odê dihejandin.

- xelk jî opurtunîst e xwişka min.
- ew jî halqlarin kardeşlixi ye
- ev jî paradoks e xwişka min.



08.05.2020 01:42 ~01:44 | biruya hayao miyazaki

385. Dema peyamekî lê dikim û dişînim. Lê dinêrim ka peyam çawa tê xuya, estetîk e an na û rêzika dawîn li gorî rêzika ser xwe re dirêjtir e an na eger ne bi dilê min be tenê ji bo ji aliyê estetîkê xweştir xuya bike ji nû ve revîze dikim tiştinan lê zêde dikim an jê dikujim. Ji loma ye hema bêje hemû peyamên min wekî vê sererastkirî ne.



08.05.2020 05:43 ~05:44 | endazer

386. gelek caran ku zarokên Kurd bi min ra bi Tirkî diaxivin ez bi qestî dibêjim bi Tirkî nizanim û bi wan ra bi kurdî diaxivim. Ew jî gelek caran bi kurdî dizanin lê ji ber dayik û bavên wan yên bêxiyret mejîyê wan ê teze bi tirkî dişixule mixabin. Gavek berê jî çend zarokên gundî hatin, çend heb ji wan ji Stenbol'ê hatibûn lê bavê wan gundîyê me ye, ji min ra bi tirkî gotin em dixwazin gulan ji bo dayikên xwe berhev bikin. Min jî weke berê got hûn çi dibêjin ez fahm nakim, bi Tirkî nizanim. Wan jî weke zarokên din hinekî bi -mîş kirinê be jî daxwaza xwe bi Kurdî gotin. Kêfa min hat û min her yekê gulek da wan û min wan şand.


Edît: tîpek kêm bû ji ber klavyeyê.



10.05.2020 13:13 ~13:35 | xabûrî

387. mirovên tev dixevitim tirkin, waxtê vês(mola) didin em tev rudinin û de ew dest pê tiştên politic dikin. ji bo şixulê xwe (kar-job) wenda nekim dengê xwe vanara nakim. çi dibêjin dêjim erê wisane. mîna gotina îngîlizî 'looser' an jî gotina tirka yavşak hisdikim.
waxtê xebat xelazdibe û dizvirim malê zêdetir zorami diçe. car caran jî dibêjim gelo ew fikirêminê politic bizanbin yê ça kin?
ew îtîrafa jîyanamine, li vê waxtê wiha diçe...



10.05.2020 22:47 | doesntmatter

388. mîjar wek mikurên tirşikvanan bihata vekirîn wê baştir bûya.
welhasil , meha nîsanê de min 333 peyam şandiye .
Mikura min ev e ku ez çiqas hêdî binvîsim jî çawa dibim yekem nizanim.
ji bo dîtina peyamên xwe yê mehane , biçin panel/nasnava xwe bitikînin/îstatîstîkên xwe vebikin/bike grafîk heye ,bin de.



11.05.2020 23:05 | brzn

389. Westa me êdî tirşik. Nizanim çi bikim. Di nav zûçûyîn û derengmayînên xwe de û di nav deryaya derdên xwe de bûme dîlemayekî, ne dixeniqim ne jî avjeniyê dikim. Mame hêviya destekê ku min bigire û ji avê derixe.

Ka...



14.05.2020 23:20 | xelîl

390. Min saetek ewil xwe nav nivîna da dirêj kir got ez ê deh deqeyan li tirşikê binhêrim paşê razêm lê hê jî li vir im û rabûme li ser sandalîyê rûniştime ditirşikînim.
hêz ev e. Hêza tirsik.netê



23.05.2020 00:24 ~00:26 | bûtîmar

391. Di YouTubeyê de heta ji min tê şiroveyên kurdî(hemû zarava) diecibînim, di Instagramê de deng didim storyên Kurdî (bi taybetî ji bo ku yên nû kurdî dinivîsin), di WhatsAppê de her wiha bi vî şiklî tevdigerim. Li gorî min dê ev yek ji bo wan bibe wek xurt kirinê, bi tirkî pekiştirmeyê.



05.06.2020 11:40 ~11:42 | xabûrî

393. îtîraf dikim ku min gavek berê îtîrafek xwe nivîsand û paşê poşman bûm û min jê bir dîsa.



21.06.2020 13:44 | simurg56

394. Îro dîsa li rastiyeke civaka me rast hatim. Em çend kes li ber devê dikanê rûniştibûn. Ji xwe piştî kombûnê axaftin divê. Me jî dest bi niqaşên olî û siyasî kir. Vêca min bala xwe da wan û axaftinên wan, min ji dêlava wan fedî kir. Yanê hingî cahil bûn, bifikirin nizanibûn wîkîpediya çiye. Ev kes jî 24 demjimar bihîstok di destê wan de ne û wêneya li ser tora civakî parve dikin ha. Yanê ne kesên xwendin û nivîsandina wan tune ne û înternet li ber destê wan tune ne. Di serde jî 12 sal dibistan xwendine. Dema diaxivîn kenê min dihat vêca min nikaribû li wan guhdarî bikira.

Wer hasil em li vir dinivîsin bo ciwanek kurd were û qe ne hama çavê wî li nivîsa kurdî bikeve. Bizanibe ku vaye kurdî jî zimanê nivîsandinê ye. Lê mixabin divê em bêhtir dakevin qada û xebatên xwe di nava gel de bikin. Bi rastî netewa me ji qasî ku em difikirin bêhtir cahil maye. Hîn ji wan nizanin ku kurd têne bişaftin jî. Hayê wan jê tune ku kurdiya ew pê diaxivin ji nîvî bêhtir zimanê biyanî ye. Ew nizanin ku divê netewek bi zimanê xwe perwerde bibe û hemû pêdiviyê xwe yê fermî bi zimanê zikmakî bike. Tew yek ji wan digot " ma carna diya min li nexweşxanê bi kurdî bi bijîşk re diaxive " de were vî kerî di vî çemî re derbas bike. Wer hasil min fêm kir ku ciwanê me hîn hay ji rewşa kurda tune, doza kurda nizanin, mafê wan çi ne nizanin, serxwebûnî çiye ji çire ye nizanin.

Axir ezê mikûr bêm ku berya çend meha ferhenga şikestî di peyameke xwe de gotibû " kurd serxwebûnê naxwazin " ez jî bi dijwarî li hember derketibûm. Lê îro ez pê hay bûm ku kurd hêj nizanin serxwebûnî çiye. Ez bawerim şikestî bi gelemperî axivî bû. Lê rast gotibû.



11.07.2020 01:07 | tîrêj zana 21

395. bi salan e endama tirşikê me lê hema bêje her tim wexta serdema ezmûnan bê, ezmûnên min hebin li vir dinivîsim.



11.07.2020 22:41 | roza

396. eşkere dikim ji helbestan hez nakim û ji yên kurdî ti tişt fêm nakim



17.07.2020 17:36 ~17:39 | zerê

397. Ji 7 salî heta 70 salî Ez ji herkesî re bi kurdî dinivîsim(ger kurdî zanibin). Ku kurdî nizanibin jî ez pozê wan dişewitînim hinekî, ez dibêjim ma tu tirk î bi Tirkî dinivîsî, yan jî dibêjim çima li zimanê xwe xwedî dernakevî, nizanî zimanê xwe, eyb e şerm e. Her çiqas şaşî pir be jî Pirranî bersiva nivîskî bi kurdî tê lê kêm caran bi Tirkî dinivîsin. Ez ji tirşikvanên ku wisa nakin re pêşniyar û tika dikim hûn jî wisa bikin. Ne wisa be kesek hînî xwendin û nivîsandina Kurdî nabe. Em çawa tirkî hîn bûn? Ne bi mecbûrî? Ê divê wê demê em Kurdan jî mecbûrî hînî kurdî bikin. Fikra min ev e.



17.07.2020 19:50 ~19:51 | xabûrî

398. Wextê em zar bûn, li taxa me de cihekî hebû pîrketan çêdikir, pîrketên ku pê wê dîwar tê çêkirin. Gava me topê dileyist car caran topê me diçû li wir pîrketên şil e ku teze hatibû çêkirin ji ber topê me dihate şikestin. Mêrik hinekî hêrsok bû gava topê me diçû li wir dibeziya me. Axirî rojekî dîsa topê me çû li wir mêrik wê carê pê kêrekî ve topê me ji ortê jêkir kir du qet avête ber me, go min ji we re negotibû USA nekin.

Ez gelekî hêrs bûbûm, tav kişiya, bû êvar, min birayê xwe re go, ka were em ê herin cihê wî, em çûn li wir mêrik îşê xwe xilas kiribû çûbû mala xwe, pîrketên teze hatibû çêkirin li ber tavê hatibû raxistin da ku ziwa bibin. Em ketin cihê mêrik, pîrketan tev bi nigê xwe ve Şikand, nêzîkî 50 heb hebû, tev me xira kir û çû mala xwe kesî re jî tiştekî behs nekir.

Bû sibê mêrik hate kargeha xwe û çi bibîne, pîrketên wî û pê re dinyayê wî hatibû xirakirin. Kete taxa me diqîre dibare dibêje kî ji wê çêkir law!... Ka kî ne werin ba min, felan û bevan...

Axirî ne ez ne birayê min xêncî me kesekî nizanibû me jê çêkiriye, êdî hûn jî dizanin me çêkir! hûn jî şîrikê gunehê me ne.

gunehê me, stûyê we de ye...



30.07.2020 18:38 | mîr

399. sala 2015 dema pêşmerge ji bo herin kobanê ji tirkiyeyê derbas bûn. wê demê ez 13 salî bûm. berî bên qosarê xelk sibê zû li dora rêya îpekê civiyan, ez û diya min jî di seat dehê sibê de çûn. bi hezaran mirov bi ala û rengên kurdistanê benda pêşmergeyan bûn. lê ez bende mam û mam lê nedihatin. seat bû duyê nîvro ez aciz bûm û çûm înternet kafeyê min wolfteam lîst. min pêşmerge nedîtin. xwezî wê rojê nigên min bişkestana ez li wir bimama, xwezî destên min bişkestana min ew lîstika genî nelîsta :(



04.08.2020 23:19 | keyomerd

400. îtîrafên tirşikvanan/126701 ez jî li ser rêya îpekê bûm bi seetan em man , de bên de bên bi telaq em ser dara niga mirin hingî em li bende wan man gelacîyek derketi bû , digotin peşmerge reviyanin ..
milyonek mirov li ser rêya îpekê bû jixwe bajarê berî qoserê jî wilo bûn..
derng hatina wan ji bo wilo bû lê belê me kesekî aqil ne dikir hingî berî wê li kuça nefret li berzanî dihat kirin me gişa pêşmerga qeşmer û lawaz zanî bû ..

ez li hember polîsên tirka bi seeta sekinîm me û wan bi seeta li hevdû dinerî , alê kurdistan li her derê bû ez jî şaş mabûm ewqas al ji kuderê hati bûn .
awirên polîsa gelekî xîmberî bûn ,gedrekê wan dibir gedrekê wan tanî .
bi rastî ne wan ne me zanî bû çi dibi .

dawî ji ser pirê serê trampêla pêşmerga xuya bû .
ew qerebalixa ku bela bibû di sê deqa de dîsa kom bû .
çoşeke mezin qewimî ,
millet diçû ser tanqa û maçî leşkerê xwe dikir ,
gişa destê xwe dida wan .
min xwast ku biçim ser tanqê pêşmerge nehişt go tu hê zarok e jixwe ez jî 13 salî bûm ahhh .

birastî carîna eskerên tirka xwe li nav kuçê me dixistin bejna wan du metro hebû tev bi cism bûn wek qerrasa.
min pêşmerga jî tişkî wilo hêvî dikir lê ne wilo bûn,
lawaz û xwîntehl bûn lê belê dîsê dan me wê wêrektiyê.

heya bi éraba li ser kuça bûn lê éşqa lîstikê zora hevalê me bir ye hah û axx.



04.08.2020 23:55 ~23:56 | shwinsherm

401. Ez pir hez ji xwendina tirşikê dikim. Ji nivîsandinê bêhtir kêfa min ji xwendinê re tê. Hema bêje her roj dixwînim. Carinan diçim nivîsên berê û wan jî dixwînim. Lê mixabin ji ber ku nivîskar kêm in, hindik mijar vedibin. Berpirsiyariya nivîsandinê dikeve stûyê min jî. Divê ez jî binivîsim. Xwezî pir kesan binivîsanda û min tenê bixwenda.



27.08.2020 14:37 | berijahr

403. Ji ber ku li jor tenê peyamek hebû, min şerm kir û vê peyamê nivîsand :/

Û herwiha îtîraf dikim, dîsa qelaw bûme lê xîret nakim hinek sipor bikim û dindik bixwim. :(



20.10.2020 21:10 | xelîl

404. Îro ji sibe de nivîsek teknîkî amade dikim bo li tirşikê bar bikim, lê piştî ewqas ked û xebat min nivîsê neeciband. Hin peyv kurdiya wan tune, hinek ji wan heya niha bi kurdî kes behsa wan nekirine, hevokên dirêj dikim nakim li kurdî nikarim wergerînim.

Wergerên dikim bê wate çêdibin, wergera ku min bi xwe kiriye, dema dixwînim bi xwe fêm nakim.
Talî ji acisî min rabû tevî jê bir û serê xwe rihet kir:/



18.11.2020 20:06 | tîrêj zana 21

405. Cihê ku ez lê dixebitim pirranî Ereb û kurdên bûne Ereb lê dijîn. Carina xelkê navçeyê tên bi karmendên li jûra min re bi erebî diaxivin. Gelek caran bi min re jî bi erebî diaxivin yan jî ji me herduyan re tiştna dibêjin. Erebiya min heye lê ne ewqasî ye, ez pirr fêhm nakim. Wexta bi tenê bim ez dibêjim mo arif erebî(erebî nizanim). Carina bi kurmancî dibêjim ez erebî nizanim îja ew bi kurmancî diaxivin. lê wexta em herdu li jûrê bin ez pê nahesînim ku ez nizanim. Wekî ku fêhm dikim guhdarî dikim ew jî li min dinihêrin û diaxivin û diaxivin lê ez tiştekî fêhm nakim *



18.11.2020 22:13 ~22:15 | xabûrî

406. car caran li wêneyê civînê tirşikê dinêrim û di nava xwe de dibêjim gelo kî kî ye?
''ev simurg56 e, ev jî endazar be, yên mayî kî ne?'' *



21.11.2020 00:49 | merwano

407. Berîya vê du sala min ala tirkan parve kiribû. Wê demê, ne xwenas bûm û min ji bo prîmê parve kiribû. *



20.11.2020 22:15 | yûsiv

408. berê dema yên malê digot em ê biçin taziyê min digot qey ew diçin cîhekî ku lê hewuz heye û her kes li wir tazî digere :D



04.12.2020 20:41 | keyomerd

409. Dema yek reşik dide min gelekî aciz dibim, dinya li ber çavê min reş dibe * û destê min êdî naçe nivîsandinê. (:



08.12.2020 11:20 | yûsiv

410. di binê pirteqalan de giroverek heye, berê min digot qey pirteqal ca mendalînan in û mendalîn ji wê giroverê derdikevin *



13.12.2020 10:22 | keyomerd

411. Îtîraf dikim piştî min di înstagramê de evêya îtîrafên tirşikvanan/63980 dît ez hatim diziya xwedê like bikim (-._.-)



13.12.2020 10:45 | xabûrî

412. Li derê kurdîaxiv de nikarim bi tirkî biaxivim ,
Li derê tirkîaxiv de nikarim kurdî biaxivim



04.02.2021 01:12 | xemakê

413. li qoserê em ji dê re dibêjin ca, loma jî min digot qey camêr ji ca û mêrê pêk tê yanî kesê/a ca (dêya) wî/wê mêr e :D



04.02.2021 07:51 | keyomerd

414. Sitranek şahê bedo heye li wir dibêji " îşev diçim nav dîka , xeber didim mirîşka " Em li sêwregê xeber dan bo dijûndanê bikar tînin. min jî heta îsal digot gelo çima ji mirîşkê reben ra xeber didi, çi kirine :( ji ku bizanbim li amedê bo axaftin bikar tê!



04.02.2021 18:30 ~2023.01.14 01:13 | navîgiranmezelîwêran

415. Hin cara di hişê min de fikrên xwekuştinê derbas dibin.
(bnr: sad story)



04.02.2021 19:34 | yûsiv

418. Di peyamên bêdawî de ku meriv dixwîne naxwîne naqede de (nexasim yê ferhenga şikestî de) min edetek ji xwe re peyda kiriye ku ez heta têm dawiya peyamê bi mereq û texmînên xwe hewl didim ku tê derxim ka ev ya/yê kê ye. Di peyama ciwan haco de min got "ev ne ya @ferhenga şikestî ye ji ber ku ew zimanek zelaltir û hêsantir dinivîse" lê car caran dûdilî jî bûm, "ê ya @simûrg56 jî nîne ji ber ku peyva 'heçkû' nehatiye bi kar anîn *" ê wekî din tirşikvan nehat bîra min weleh . Min dema navê @hemdilaarda dît ez şaş mam "heta vê rojê çima leqayî vê tirşikvanî nehtime!?" û min çû yekser peyamên kekê @hemdilaarda xwend û ji ber ku şev dereng bû helbet hemû ne * ezê bidomînim û destê wî sax be, bi rastî nivîsek xweş û bi çêj bû.



06.02.2021 09:51 ~09:52 | rizgarm

419. Dema diçûm pola 8 a carek waneyê înkilabê hebû mamoste got fermo pirtûkê bixwîne ( ya înkilabê ) min jî dest pê kir îjar dora xwendina " terakkî perwer" min ji bo ew hêrs bikim ( jiber ku tirkek ji kurda heznedikir ) mexsûzî min got şivan perver, îjar çiqas hêrs bû û hawar kir em pol hemû dikenyan *)) qet ne xema me bû



06.02.2021 22:56 ~22:57 | navîgiranmezelîwêran

420. Sewa ku ez entryên shorbevan fehm bikim ez zehv serê xwe pê ra dêşînim * hine caran ez hinek hevokên wî fehm nakim :/



08.02.2021 03:44 ~03:46 | bûtîmar

421. wexta mijarê divekim hê jî nizanim peyva bi lînk bikim.



08.02.2021 23:04 | hueyn

425. Ji Dêngê Dengbêjan hez nakim



20.02.2021 16:06 | heval.js

426. xêncî kesên kurdewar kesîra bi samîmî nakevim tekilîyê



22.02.2021 23:33 | doesntmatter

427. Berî her tiştî îtîraf bi Kûrdî "mikur hatin" e.
Heta niha havaltîyek min jî berdewam nekir. :(



23.02.2021 23:19 ~23:19 | pîroz

428. Bi wergera google translate’ê keçikên biyanî razî dikim.



24.02.2021 22:08 | rodem

432. îtîrafên tirşikvanan/131918 Ez jî carnan li ser vê difikirim lê dûra pêl şêytanê xwe dikim. ;)))



23.03.2021 18:53 ~18:53 | pîroz

433. 7-8 salî bûm. Xalê min î piçûk, 3 xwişkên min û ez, em bi hev re diçûn mizgeftê ji bo em fêrî xwendina Qûr'anê bibin. Melayê ko me fêrî Qûr'anê dikir zilamek Tirk bû û ji binî ve Kurmancî nizanîbû. Û me, ne bi tenê li ser xwendina Qûr'anê li ser ola Islamê jî xûrt dikir. Rojkê, babeta îtîqadan vebû û ji me re got : hûn Şafî ne, ez jî Henefî me."
Îca em û şagirtên din matmayî man. Belê em dizanîbûn "Şafî" çi ye û em jî li ser wê bawerîyê ne. Lê Henefî ! li ba me em ji "kanî( musluk)" re dibêjin "henefî".
Îca aqlê me jê nedibir û em dipirsîyan, me digot" Çi tiştekî ecêb! ka mamostê me li kû henefîyê li ber zaboqê li kû?"
"Meriv çawa dikari bibe henefî? ew henefîya ko av jê diheriki!"
Îca gava ev serborîya me tê bîra min, dibi tîqtîqê kenê min. (:



26.03.2021 00:33 | pîroz

436. Ji kurdî qise kirina osman baydemîr hez nakim.



19.04.2021 17:59 | navîgiranmezelîwêran

437. Ew peyama ya sedî ye lê nizam wek berê dilê min xweş nake. Dibe ku ez jî ji tirşikê bar kim mala xwe.

Ezê bar kimmmm
Ezê bar kimmmm
Ezê mala xwe ji tirşikê bar kimmm
Agir berdim warê simurg56
Ji bona te tarûmar kimm

(bnr: nivîskarên ku mejiye xwe di firatê de xwarine)



26.04.2021 22:56 ~23:00 | navîgiranmezelîwêran

438. havînî dema ez li kulîçexane dixebitîm, ji ber korona xebatkarê me kêm bûn, ez jî ji bo kar nekevê ser hev, di seata antrê de min xwest ez çend şiraniya çê bikim... min hewl da ku yeke bi şîr çê bikim, min şîr berda beroşê, min dît ku şekir nemaye lê şekirê pûdra heye. min jî çavên xwe kor kir, min çû jî wî berdayê...ma min ji ku zanîbû şekirê pûdra wê xwe berdê binê beroşê û pêve girê. ew şîr şewitî û ew beroş jî binê wê reş bû...
başe kesek nebû,ji ber ku seata antrê bû, min hemû delîl ji holê rakirin û kesî pê nehisiya, ji bilî kesê ku aniha vê dixwenê ಥ_ಥ



10.05.2021 02:57 | merwano

439. min fîlma dag ii ra -978 pûan da.
Here lînkê



10.05.2021 03:27 | heval.js

441. bêşerefê ku ev heftiyekî di rojeva tirkî de ye û li her derî pêşiya merov derdikeve hê navê wî li tirşikê derbas nebû. ji ber vê ez hij li vir dikim ez dibêm qey.



24.05.2021 21:49 | hueyn

442. Min digot qey li peyamê taybet eger peyam jê bibe ji her du alî jê dibe. piştî min dît ku peyamên min çûne ya hemberî min û ew jî bersivandiye
(-̩̩̩-̩̩̩-̩̩̩-̩̩̩-̩̩̩___-̩̩̩-̩̩̩-̩̩̩-̩̩̩-̩̩̩)



04.06.2021 11:54 ~11:58 | navîgiranmezelîwêran

443. mijarê ku li tirşikê ve dikim yê li ser erdnîgariyê bi piranî ji bo di hişê min de çêtir bimînin ez ve dikimಠಿ_ಠ

(bnr: berjewenperest) *

wek vê çiyayê kilîmanjaro/134358



04.06.2021 23:28 ~23:29 | merwano

444. Van rojana êşa evîna ya pir xedar dikêşim. Ez ne merivek wisa bûm lê nizam çi bû. Evîndara min jî nîne lê rewşek gelek cûda ye. Vegotina vê tiştê çima ji zinara li piştî sysyphosî girantir e? Dibe ku bibe çîrokek li ser pelan an helbestek ji serê pênûsan ango çawa bêjim di hundurê min de heta mirinê. Lê niha tenê hewcehiya min ji rewşek baştir û bîrkirinê heye. Neyse ji ber vê ye ne li vir ne jî di jiyana rojane de çalak im. Û ji ber ku rewşek tevlihev û bi aloz e nikarim jin kesî re jî bibêjim. Lê her ku diçe mezintir dibe. Nizam bi ku de herim:(



04.06.2021 23:49 | rizgarm

445. Rastî hîn tîpên latînî yê bo zimanê kurdî hemî nizanim .



22.06.2021 23:36 | xunceleb

446. eva du sal zêdetir e jî ez rojane bi Kurmancî diaxivim û li nav rewşên wisa me lê hêj nikarim (ji )û (li) ji hev cuda bikim nabêjim hemû carek lê hin car eger bilez be bo axaftin cuda nakim û tevlihev dibe ya rastî jiber ku di soranî de (ji, li) her (le) ye û ez dizanim (ji , li ) bo çi bikar tên lê dîsa jî wisa dibim.



24.06.2021 22:38 | hewlêriha

447. gava ez di cara yekem de ku ketim bêşa fîlm, min fîlmek vekir û hûn jî dizanin menûyek wisa heye: "agahî, şîrove .. dengan ...", min cîhê dengdanê dît û got; "wow dûblaj jî kirine!".

(bnr: dengdan)
(bnr: seslendime), (bnr: ses verme)
(bnr: dublaj).

(bnr: tiştên ku dema tê bîra yekî mirov nizane jê re bikenê an bigirî)



24.07.2021 04:04 ~04:07 | heval.js

448. Berêya razanê firkek acêp difikrim, gelo ez'a ku sibê rabe, ez'a niha ye?



29.07.2021 03:31 | heval.js

449. Berî aniha çend rojan min xeftanek bedew li ser sepana dolap ê kirîbû lê gava giha ber destê min ez heft ecêbmayî mam. Ne ku xeftan ne xweşik e lê bûçikê wê nîn in yanî bêzendik in!

Nîşe:
Erê law, fenek wilo gihandine min, ma ez ê herim xwelîya kîjan tenûrî li ser serê we werdim!



29.07.2021 12:11 | pîroz

450. mijarên ku li ekşisozlukê populer in li vir jî popular dibin, ew jî min gelek aciz dike.



30.07.2021 12:00 | heval.js

451. ji kûçikên gûndan pir ditirsim.



03.08.2021 10:01 | heval.js

453. Tirşikvan Dema li peyama nanêrin gelekkk aciz dibim .



pîroz Xan peyamdank pls




Min heta niha nizanîbû kesek xeydok im, lê niha dibînim bi malbat û hevalên xwe re naaxivim û ji wan dixeyidim, bîr li rabirdû jî dikim ku berê jî wa bûme birastî ecêb e mirov xwe nas neke .


kuro li polê şeşan bi mamosteyê matê ra 6 meh neaxivim, kûçikbav jî skorê kêm da min



07.08.2021 15:19 | navîgiranmezelîwêran

454. Di nav stranên gelerî ev gotin gelekî derbas dibe:
Paşakî adil rabû, serê zalima birî

Min digot qey paşa li ser serê xelkê dibirîya lê dûra ez tê gihiştim ku çêl "serjêkirin"ê dikin....



07.08.2021 22:58 | pîroz

455. Îro ne kêm ne zêde salek min di tirşikê de derbas bû. Min hêvî dikir berî salvegera yekem ez ê 400 peyaman re tirşikê tirş û şor bikim lê nebû....

Wekî din pêşîka spasîya xwe li xwedîyê tirsik.netê, birêz @simurg56 re dikim ku derfetek bêhampa li ber me xistîye ku em dikarin li derbarê gelek tiştan şîrov û zaniyarên Kurmancî bixwînin û li ser zêde bikin.
Bi rastî ez ji xwe ne piştrastim ku min heta nihaka tiştna li ser vir zêde kiribe bes tirşik ji ziman û çand bigirin li ser hevaltî û hevrêtîyê jî gelek tiştên bi qedir da min.
Ji ber vê ku Xwedê bê erê, heta ji min hat ezê li vir çalak bim, ger ez nenivîsim jî hema ji bo çeppikdanînê û serdana dost û hevala ezê li van dera bim!
Nîşe:
Spasîya hemû moderator û nivîskar û çi virnî/tena/çomez hebe dikim!
Hêvîya gelek salên bi hev re bi hezkirin, zanebûn û xweşîyê de we silav dikim!



30.08.2021 21:59 ~22:07 | pîroz

456. bêşa "dengdanên dawîn"ê ez domîne dikim.






04.09.2021 12:37 ~12:42 | heval.js

457. Carek tê bîra min, 12 salî bûm. ez ketibûm hilbijartinên gogê û gelek kêfa wan ji lîstina min re hatibû. hatin bal min gotin di nav çend rojan de navnîşana xwe ya ku têde wêne hebe bîne em ê lîsansa tê derxin û tu yê êdî bibî gogbazê me. ez dikim ku bifirim gelek kêfa min tê. ez diçim fotokopiya navnîşana xwe derdixim, piştre jî malê wêneyekî xwe yê rengî li ser wê fotokopiyê dixim û dibim ji wan re. didim wan, dibêje kuro tu henekên xwe li me dikî piştî vê saetê em te naxin tîma xwe û hew.

law ez çi guneh bûm :d carinan tê bîra min ji kena zikopişto dibim*



04.09.2021 20:55 | pênûsa westiyayî

458. Nivîsandina bi kurdî ji bîr kirime .



13.09.2021 07:30 | xemakê

459. Dema li lîse xwendekar bûm, kêfa min gelekî ji yekî re dihat û qederê 2 salan min hejê kir. Dibêjim qey kêfa wî jî ji min re dihat lê tucar xwedêjêrazî ne ew hat li xwe mikur hat ne jî min rojkê jê re got . (bnr: dilketina platonîk)
Axirê, bobelatkê mezin di serê me de teqîya û ez jê derbas bûm.
îca tirşikvanên zîz û ezîz, ev lawik kengî dikeve xewnên min karê min naçe serî, tiştên nebaş li ser hev diqewimin, ez dişikim û dilê min ji her tiştî sar dibe...



05.10.2021 22:18 | pîroz

460. Ez hê jî carna bêrîya wî dikim lê gava ji min re dinivîse ez vira dikim dibêjim qet ez naxwazim bi te re mijûl bibim lê tabîî ew nizane ez her roj çawa ew li ba min be pê re mijûl dibim
Ev rewş bawerkin bi ber şîzofrenîyê ve diçe(xwedê neke) ahahsh



06.10.2021 04:05 | paqreş

462. Wexta ez zarok min digot qey em paşîya televizyonê bişkenin wê lîstikvanên jê derkevin kajdjsjd yaw çawa min neşkênandîye bi wî aqlê xwe yî kêm ez hê jî heyrî me ahahshsj



06.10.2021 14:06 ~14:07 | paqreş

463. Dema dibînim kurdên me yên welatparêz pişt didin yekitiya gelê Aryanan kenê min tê , qey dibêjin em hezar sal berê yek bûn niha jî wiha ye . Lê Ew çîroka qediya, her kesî li ser berjewendiyên xwe birayê xwe firot û çû êdî nema tê . Li çar aliyên Kurdistanê de rojhilat di nav qaşo birayê me de ne , deng ji wan tê ? Ji çar alî herî bêdeng ne rojhilat e ? Ew pirsana li serê min de Govendê digre û ew kena dibe kenekî xemginiyê .



20.10.2021 13:17 | navîgiranmezelîwêran

465. yekî ji min re temena min pirsî, li vir bersiv didim: 1 salî me.

(bnr: tiştên ku dema mirov hîn bibe bejin lê dirêj dibe)



08.11.2021 03:24 | heval.js

466. ciwanên rojavayî çima tev li tirşikê nabin/137978.

Dema min vê peyamê nivîsî, çend cara min jê bir û ji nûde nivîsî. Min go wê xweşiya nivîskaran neçe û gelek reşikan bistîne. Lê talî min go ezê binivîsim ji ber ku lazime hayê me teva ji vê rewşê hebe. Paşê min vê sibehê lê nihêrt ku ew peyam 8 heb çepik stendiye. Birastî pê kêfxweş bûm ku hayê nivîskarên tirşikê jî ji rastiyê heye û bi çavek baş rewşê nihêrtine. Hay ji rojava hene û bi sempatîzanî li meseleyan nanihêrin. Sihet xweş be.



01.12.2021 12:29 | tîrêj zana 21

467. ezê îtarafê xwe wekê pirsekî bikim.
carinan ez jî peyamên hinek dirêj( qasî 1/4 ya pymên ferhenga şikestî*) dinivîsim(nekenin ha). ma kesî evan dixwîne?



01.12.2021 20:16 | heval.js

468. gava tirşikvan hev re reşşik didin ez jî wan re reşşik didim. bila tenê nemînim.



06.12.2021 01:25 ~01:34 | heval.js

469. piştî mijarekî min tê edîtkirin dikevim fikirînên zor.
"heke mijarên min ev qas tên edîtkirin, gelo peyamên min çi qas çewt in?" :(: (



08.12.2021 17:54 | heval.js

470. festîvala filman a kurt û kurmancî/138725

Îtîraf dikim ku min bi xeletî deng da filmê yekem. Ji ber ku min bişkoka deng bide wek zêdekirina/bilindkirina dengê filîm fahm kir.



19.01.2022 12:55 | xabûrî

471. biwêjên kurdî/139577
Dema gotinên wilo li ser zayenda jinan ji jinan dibihîzim bi rastî hem li ber xwe dikevim hem jî diqeherim.



11.05.2022 01:05 | pîroz

472. Di medyaya civakî de dema kurdek li binê parvekirina xwe tenê bi tirkî yan erebî yan jî farisî dinivîse ez naecibînîm. Eger li binê heman parvekirinê tiştekî nenivîse ez diecibînim.
Lêzêdekirin: bi Kurdî nivîsandibin jî diecibînim.



15.05.2022 11:00 ~16:56 | xabûrî

473. Heta berya naha salekê jî, ne misqala hişmendiya ziman, ne jî ya neteweyî bi min re tune bû. Her çend ne rast jî be, bizanin ku stranên şakiro yê bi remîx, vê rêgê de çiqas bihêz in. salekê da min yek car guhirand* Êdî nizanim, dibe ku min ji xwe re hêcet jî digeriya û ew rastî min hat.



15.06.2022 00:08 | evcebarê pirê

474. Gava cara pêşî min suretên @sîmurg56 dîtibû, min digot Xwedê ev camêr dişibe yekî lê min dikir nedikir min pê dernedixist ku min ew dişiband kê.
Îcar vê êvara septê piştî çend mehên din gava ez û birê xwe li ber behrê bûn û em diaxivîn hat bîra min. Sîmurgê tirşikê dişibe birêz sean szlees ku afîrenerê regular show a cartoon network e.

Sean Szlees
Here lînkê



17.07.2022 00:39 | pîroz

475. Hevalek min heye, qet ji bi wî re xeberdanê hez nakim eger em bêjin ji bo çi? Ji ber vê; bi ya min bê hed beredayî diaxive, ev yek gorî min wiha ye. Jixwe mirov nikare vê mijarê de biryarek tekez û objektîf bide tenê ji bo min bi vî awayî ye. Û welhasil naxwazim dilê wî jî bihêlêm ji ber vê jî wekî ku pir jê hez bikim û gava pê re diaxivim wekî pir keyfxweş im tevdigerim.Gava telefonê li min dike xwe mecbûr( ya bi rastî hemû kesî de wiha ye*) hîs dikim ku vekim. Ji min, ji we re pêşnîyarek bi hemû kesî re nebin heval û hogir, û bizanin, bêjin na. Bawer min bikin ku ev yek dê di jiyana we de pir alîkariya we bike. Tabî ez nikarim vê yekê bikim lê hûn bikin. Û divê mirov perspektîfek din jî de lê binêre eger we fam kir yek naxwaze xwe li nêzîkî we bigre yanî jî gava li ba we pir bêhnteng dibe xwe jê dûr bikin eve dê him ji bo jiyana we gelek baş bibe him jî ji bo jiyana wê/wî. Xweda piştevanîya we bike camêr û canikên qedrbilind û hêja.



16.10.2022 02:51 | bayê xerbî

476. Ez berê du sal (bnr: tirşikçî) û yê herî xirabtir (bnr: makarnacî)bûm



30.12.2022 01:36 | bakur.nekure1

478. dibeecim!
dawiya gerdûnê heye lê ya ehmeqiya mirov nîne!



24.01.2023 00:52 | endazer

479. Ez wek kurdên îroyîn dîroka miletê xwe ji bîr nakim ji ber vê yekê ez li dijî tirkan nîjadperest im



08.03.2023 17:25 | horhorik

481. Tiştên ku shorbevan nivîsandiye fam nakim.



24.06.2023 21:42 | horhorik

482. îtîraf dikim hinek ji stranên raperînê hez dikim.*




ger amedspor mezintir bûya ku bi tîmên mezintirîn re bilîsta, ev stran jî piştî golan bihata lêdan evê tiştek gelek şêrîn bûya.

"Lêêêêdaaaa û gol!, lê lê lê lê lê lê lê lê lê"
*



05.09.2023 02:25 | ciwanzêr

484. hişyarî=ev peyam aîdê çomezek e, loma hê nehatiye weşandin. tenê admîn û moderator dikarin van peyaman bibînin.



21.12.2023 21:49 | fera_şimikê

485. 1: wisa xewnên tewşomewşo dibînim ku gava yekî re dibêjim wekê dînek şaşmayî dibe. min diceriband ku ji megatronê re moşelekî nûklearî bavejim, an jî binê meyteva me de wargeheke taybet hebû, an jî min li ser machu picchuya perûyê hevalan re xeber dida... ew çi îş e xalo?

2: gava mamosteya tirko behsa cemîl çeto, şêx seîd, eşîra milî, koçgirî, seyid riza filan dike rûyê min diqelibe wekê patrick bateman. ax çi bêjim vê hestê ku min dike radîkal, gelek giran e.



22.12.2023 19:59 | ciwanzêr

Hemûyan Bixwîne