1. Malpera firotina pirtûkan e. Lê ev malper malpera firotina pirtûkên kurdî ye û malperek kurdî ye. Li gor manîfestoya wan mirov dikare hemû pirtûkên kurdî peyda dibin. Heke li ba we nebe jî heta hefteyekî peyda dibin. Pîroz be li Kurdistanê. Va manîfestoya wan: |
|
05.01.2015 14:22 |
xendekî
|
2. Navnîşana malperê: http://www.pirtukakurdi.com/ |
|
05.01.2015 14:31 |
xendekî
|
3. venabe. min dixwest jê pirtûkan bistînim lê vêgavê venabe. |
|
23.03.2015 18:16 |
simurg56
|
4. Pir baş e Ku malpereke wisa hatiye vekirin.çimkî li gelek cihên kurdistanê pirtûkfiroş tune ne.bi vê malperê êdî her kes dikare xwe bigehîne berhemên kurdî |
|
27.03.2015 22:15 |
cîncoqo
|
5. Malpera ku xwe têkûz û nû kiriye. |
|
28.03.2015 12:44 ~12:45 |
xendekî
|
6. malpera ku heke hun bi wan re têkevin têkiliyê û hun bibêjin em ê gellek pirtûkan bistînin buhayan hîn jî dadixîne ye. tew hun bibêjin ji bo zarokan e dadixin buhayên weşanxaneyê yê herî kêm. |
|
13.05.2015 15:09 |
berxweda
|
7. Min wan rojana cara ewil kitêbekî li vir stand, him ji piyase erzantir e him jî bi rihetî gihîşte deste min. Seat nêzîkê çara piştî nîvro min kitêba xwe kirî, seat pênca de mêsaj hate têlefonê min wekî “kitêbê te bi rê ket” sibe seat neha de kargo gihîşte min. Rêya standina kitêba kurdî ya herî hêsan… |
|
15.05.2015 14:49 |
mîr
|
8. xwezî agahiyên pirtûkan (hwd) jî tevlî danustandina wan kirina. |
|
15.05.2015 20:25 |
biruya hayao miyazaki
|
9. weke malperek baş xuya dike. |
|
14.11.2015 11:21 |
simurg56
|
10. malpera min cara pêşîn tişt jê kirî. weke li jor jî hatî gotin, li gel ku li navçeyeke dur a bajarekê me jî pirtuk di rojek û nîvêde hat ber deriyê min. |
|
28.07.2016 17:42 |
azadixwaz
|
11. Malpera înternetê ya firoştina pirtukan. |
|
17.07.2017 18:21 |
mijdar
|
12. Nimreya wan 05315191367 ye, li ser whatsappê pirs û xwestekên we re cewab didin. |
|
17.07.2017 18:31 |
mîr
|
13. Fuara Pirtûkan a Zivistanê a 2. Ya Pirtûkakurdi dane destpêkirin. ne qasî îdefixê be jî daxistinên baş hene li pirtûkan. hingî min qrediya xwe di meha teşrînê *) de li îdefixê tije kir, nikarim nêzî semta wê bim. xwedao! :( |
|
13.12.2017 14:51 ~14:57 |
biruya hayao miyazaki
|
14. malpera ku pirtûk dişîne deveyî welat (ya rastî: derveyî tirkiyê). lê jê re mesrefek mezin ya kargoyê derdikeve tabî. |
|
13.12.2017 22:24 |
simurg56
|
15. Min 3 sal berê jî heman tişt otiye lê ez ê ji dubarekirinê xwe venekişim: can in, camêr in, ew li aliyêkî, lê belê divê di malperên xwe de cih bidin agahiyên pirtûkan, bi rêk û pêk û bêkêmasî. niha em nikarin wê dînin ber idefix an kitapyurdu an jî babilê. Wekî mînak çav li wêneya jêr biguherînin, aliyê çep pirtukakurdi ye û a din jî babil.com: |
|
10.09.2018 20:59 ~21:12 |
biruya hayao miyazaki
|
16. weşanên nameyê ava kirine, gerînendeyê giştî, bawer berşev e, yano pirtukakurdi.com e |
|
11.09.2018 18:56 |
rojgar
|
17. ewro hevalkî min bo pirtûka kurdî go: pirtûka kürtçe |
|
28.05.2019 19:41 |
tizbîkêş
|
18. Ez bawer dikim xwediyê vê malper û pirtûkfroşê zêde zêde çilûz e. Di bêrîka xwe de dûpişk xwedî dike loma newêre destê xwe bike bêrîka xwe. Di platformên cuda de min çendîn caran gilî û gazinan ji wan kirbû lê guh nadin, dibêjin niza em li ser dixebitin niza di nava çend rojan de dê Problem Safî bibe falan û bêvan lê tu problemeke xwe çareser nekirine. Çend car min niyet kir sîparîşa pirtûkan bikim lê ji ber giranî û pratîknebûna malperê Berîya ku pirtûkan hilbijêrim ji malperê derketim. Belkî ji ber sersariya xwe ji firotina barek pirtûkan bûn. Her cara ku ji wan nastînim ji kitapyurdu distînim. Hem versîyona wan a mobîlê ya serkeftî heye hem jî dîzayna wan pratîk e. Emrê min hatiye sîhî ji vê saetê şûnde naşêm bêjim malpera kurdan e, li dewsa tirkan bila ew qezenç bikin... Tew ger ew bala xwe nedin pirsgirêkên xwe, ew xwe nefikirin, vîzyona xwe neyênin pîvaneke bi prensîb wallehin ez hîç xemê naxwim. |
|
23.11.2019 17:03 ~17:07 |
ferhenga şikestî
|
ruşen çakır [1] |
|
xeste [1] |
|
xeste [2] |
|
şivan perwer vs ciwan haco [1] |
|
gotinên pêşiyan [2] |