Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; pirtukakurdi.com
peyamên çepikkirî

55193. Malpera firotina pirtûkan e. Lê ev malper malpera firotina pirtûkên kurdî ye û malperek kurdî ye. Li gor manîfestoya wan mirov dikare hemû pirtûkên kurdî peyda dibin. Heke li ba we nebe jî heta hefteyekî peyda dibin. Pîroz be li Kurdistanê. Va manîfestoya wan:



Merheba ji te re gelê me… Merheba ji we re kurdîhezno… Merheba ji we re xwendayên zimanê kurdî… Meheba ji we re xwendevanên pirtûkên kurdî… Merheba ji we re bikirên Pirtûka Kurdî…



Dikana we ya pirtûkan li ser netê bi navê Pirtûka Kurdî vaya vedibe. Çavê we ronî, çavê me ronî.

Mezinekî gotibû yekê kurdîxwîn “pirtûk nexwîne, kitêb bixwîne” Pirtûk wekî peyvekê him bibû navê pirtûka kurdî him jî bibû sembola zimanê kurdî û kitêb wekî peyveke biyanî him bibû navê pirtûka biyanî him jî bibû sembola biyanîbûnê. Cîhan û colistana biyanîbûnê ruh û fikreke wiha anîbû welatê min. Lê vaya ev ruhê biyan dişike, dihilwile. Em ê bibêjin bixwîne, kurdî bixwîne, pirtûk bixwîne, pirtûkên kurdî bixwîne, Pirtûkakurdî bixwîne…

Êdî hêdî hêdî bazara kurdî çêdibe. Yeko yeko deriyên li ber kurdîyê vedibin û nîrên li ser zimanê kurdî dişikin. Kurdên penaberî çolistana zimanên biyanî bibûn êdî hêdî hêdî ber bi çiyayê kurdiyê ve vedigerin. Lib û lib tilikên ji ûşiya zimanê xwe ditamijin û ruhê xwe yê dêrîn mij bi mij dikişin pişikên xwe. Belê ev rewş dê dûr û dirêj bibe, loma çolistana zimanên biyanî bandoreke giran li ser ruhê me kiriye. Lê mejî û mêjûya kurdewar dê her serfiraz bibe di vê riyê de.

aHewcedariya vê serdemê bi netê heye. Êdî cîhana rastî û şênber yeko yeko diguhere û di netê de cihê xwe digire. Me jî li ser vê hewcedariyê gaveke biçûk avêt û bazara pirtûkên kurdî bi navê Pirtûka Kurdî vekir.

Weşanxane û pirtûkfiroşên kurdî piranî li Amedê ne. Bazara pirtûkfiroşiyê jî li ser vê bingehê rengê digire û di bajarên kurdistanê de kirîn û firotina pirtûkên kurdî kêm e. Carinan ev rewş ji ber tunebûna xwendevanên kurdî pêk tê, carinan jî xwendevan çêdibûn lê pirtûkfiroşên kurdî tune. Xwendevanên kurdî di bajarên din de bi zor û zehmet xwe digihînin pirtûkên kurdî yan jî qet xwe nagihîninê. Hin bajaran de pirtûkfiroşên kurdî hene lê her cûre pirtûkên kurdî nafiroşin. Piranî pirtûkên ku navdar û xweş tên firotin di dikanên xwe de digirin. Ev rewş pirtir hewcedariya Pirtûkakurdî tîne pêşiya me. Şert bû ku li ser netê dikana pirtûkên kurdî vebûya. Me jî xwest em vê şertê bînin cih.

Ev malper wekî fermî bi navê “Pirtûkakurdî basim yayim dağıtım” vedibe. Di serî de em bi 2400 pitûkan destpê dikin. Belê di rojên pêş de mebesta me ew e ku her cûre pirtûkên kurdî di malpera xwe de bifiroşin. Em ê cih bidine hemû weşanên weşanxaneyên kurdî û yan jî pirtûkên bi zimanên biyanî ku mijara wan kurd û kurdî ye.

Malpera me niha bi îngilîzî, tirkî û zaravayê kurmancî weşana xwe dê bike û bi zaravayê zazakî jî tê amadekirin.

Malpera me bi karta krediyê dê firotinê bike û dê ji bikirên xwe re heta 6 texsîtan çêke. Her wiha li 50 TL yê jî kargo aîdê me ye. Ji bo derveyên welêt jî li ser 150 ê TL yê kargo aîdê me ye

Em dikana hemû bajar, navçe, bajarok, tax û gundên kurdistanê ne. Her cûre pirtûkên kurdî wekî çîrok, helbest, roman ferheng, rêziman, wêje, dîrok, teorîk, lêkolînî, olî û pirtûkên zarokan di malperê de bên firotin. Kovarên kurdî hemû jî dê li vir cihê xwe bigirin. Îdîaya me jî ew e ku pirtûkên me di gel pereyê kargoyê dê ji bihayê pirtûkfiroşan erzantir bibe. Pirtûkên di stokê de peyda bibin dê demeke zûtirîn de ji we re bên şandin. Pirtûkên berdest tune bin jî herî zêde hefteyekê de dê bên şandin



07.06.2013 18:27 | brusk56

107740. Min 3 sal berê jî heman tişt otiye lê ez ê ji dubarekirinê xwe venekişim: can in, camêr in, ew li aliyêkî, lê belê divê di malperên xwe de cih bidin agahiyên pirtûkan, bi rêk û pêk û bêkêmasî. niha em nikarin wê dînin ber idefix an kitapyurdu an jî babilê. Wekî mînak çav li wêneya jêr biguherînin, aliyê çep pirtukakurdi ye û a din jî babil.com:

pizdank:
qebûl e, hin agahiyên bingehîn lê zêde kirine, lê belê têrî nake. divê yekî destê xwe biavêje milê navruya malperê. heke hinekî din di nav pergaleke xweş be dê baştir be. (screenshota babil.comê de navê weşanxane nayê dîtin, ji ber ku ev malper di serî de navê pirtûk, li bin wê nivîskar û li jêr jî navê weşanxane rêz dike ku ev navruya babil.comê gelek xweş û kêrhatî ye.)
Here lînkê

navruya niha/berê ya avesta û lîs-ê jî xweş in lê li ber dilê min ya rob389.com pir pir xweştir e.



06.06.2013 16:08 | endazer

116475. Sala 2019



- 51.620 pîrtûk firotine. Nexirab e.
- herî zêde pîrtûk şandine stenbol û mêrdinê. Êdî bêguman mêrdin paytexta bakûr e. Amed bûye tirkmanistan.



01.06.2013 01:27 | simurg56

127017. Hinekî dişibe hdpyê.
Bi navê kurdî çêbûye lê zêdetir pîrtûkên tirkî pêş derdixine reklama wan dike.
Disa jî ji tûnebûne rindtir e.



01.06.2013 01:27 | simurg56

133455. min got ez ê çend kitêb bikirim, lê tê bêjî qey bazara îniyê ye, hingî tevlihev e, serê min gêj bû. îja ew reklam çi ne?' min got belkî înterneta min hêdî ye û rûpelê bar nake. lê na! rûpela sereke bûye rûpela afîşên reklaman. bi zorê min xwe avêt ber kitêban.... ji xwe yên kurdî û tirkî ketine nav hev, heta neqandinê mirov dibetile. tew îja wan qedeh û rozet toz û dûman rakiriye... çi karên wan di nav pirtûkan de hene ji bo xwedê?! hûn wiha dewam bikin, aferîn ji we re!

min dev jê berda. hinekî guhên xwe bidin xweşiya dizaynê yaw.



06.06.2013 16:08 | endazer

133480. Hama bêje du sal berê Min di vir de pirtukakurdi.com/112398 problemên malperê rêz kiribûn. Lê tevî ku li ser sosyal medyayê ji ber rexneyên min gotibûn em li ser kêmasiyan dixebitin jî bi gavekê jî bi pêş de neçûne. Çimkî wek hemî kesên ku karên kurdî dikin û nebûna bazara kurdî (ne-profesyonelbûna xwe) dikin hincet, ev malper jî kêmasiya xwe dixe stûya nebûna sîstemeke xurt a malperê û dibêje pere lazim e ku em pergaleke xweştir saz bikin. Halbukî di salê de 50 hezar bêtir kitêb difroşin û ez dibêjim qey tu problema wan e maddî nin e. Ger du sê heb raqib peyda bibin ez ê bibînim bê çawa profesyonel dibin.



08.06.2013 14:50 | simurg56

143193. Hêvî dikim ez xelet bim lê êdî malper bi temamî tirkî ye. Vebijarka kurdî hatiye rakirin. * ajahahhs

Sps.



06.06.2013 16:08 | endazer

143396. Xuya ye amedekirina almanî û yên din ji zimanên kurdî hêsantir û kêrhatîtir e. Belkî jî îstatîstîkên berê (yên wekî tercîhên bikarhêneran bo zimanê navrûya malperê) hêz dane wan ku kurdî betal bikin. Ku texmîn dikim kêm bûye lê dîsa jî wekî kurd hêviya min ev bû ku piştgirî bidin belavkirina kurdî di zeviya torê de. Rexneyên bo naveroka malperê jî di cih de ne. Ji Tirkî mirov nikare yên kurdî bineqîne. Û dîmena heyî û navê malperê êdî li hev nayên. Mixabin. Li aliyê din malpera nû jî negihiştiye asta kitapyurdu, idefix (a kevn) an jî Babilê. Hîn jî agahiyên pirtûkan ya kêm in ya jî tune ne. Texmîn dikim ku malpera nû ne dîzaynekê taybet e lê malperekê ji xwe amedekirî ye.



06.06.2013 16:08 | endazer