Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
kurdî - tirşik
kurdî
(66) (7) (1)
di mijarê de bigere

1. zimanê gelê kurd û vê malperê ye. zimanek ji malbata zimanan ya hînt avrupayê ye.



29.05.2013 17:01 | simurg56

2. li gorî wîkîpediya li dinyê gişî 34 milyon kes kurdî diaxivi

bnr; http://en.wikipedia.org/wiki/list_of_languages_by_number_of_native_speakers



06.06.2013 00:39 | serhed7

3. bi devoka mirovên ji herêma serhedê elîkopter



06.06.2013 01:32 | parezer

4. evîna mela û xanî



06.06.2013 02:10 | parezer

5. zimanekî ji şaxa zimanên îranî yê bakûr rojavayê malbata zimanên hind û ewropî ye



06.06.2013 09:44 | serhed7

6. carinan di ber xwe re dibêjim, ku ez ê ti carî hînî vî zimanî nebim; xurt e, ji her qulê dipengize.



06.06.2013 10:54 | filitto lawo

7. zimanê ku li gorî tirkan, şaxeka tirkî, gorî farisan, şaxeka farisî û gorî ereban şaxeke erebî ye.



06.06.2013 16:08 | azadixwaz

8. (bnr: kurdî)



01.07.2013 10:13 | simurg56

9. ban û sîwanê zimanên (zaraveyên?) kurdan.



10.07.2013 11:18 | sîsîfos

10. li ser facebookê navê komekî ku heta niha 10.494 endamên wê hene.. di komê de tevî çend pispor û zanayên fîlolojî û etîmolojiyê ku bi profesyonelî vî karî dikin û her yek xudan berhemên qerrase yên derheqê zimanzaniyê de ne û gelek kes û kûsên ku bi dilxwazî û heweskarî mijarên têkilî peyvnasî û rêziman û rastnivîsîna zimanê kurdî li ber nîqaş û guftûgoyan vedikin û li ser van mijaran nêrîn û zanînên xwe dinivîsn hene.. di warê zimanê kurdî de komek gelekî kêrhatî û sûdemend e.. ji her çar parçeyên kurdistanê û ji her zaravayek û devokeka zimanê kurdî kurd di komê de hene û bi aktîvî tevli mijarên aktûel dibin û der û deverên jê an lê agahiyan radighînin.. li derûdora min bi xwe jî gelek hevalan piştî pêşniyarên min ên derheqê komê de saya serê vê komê hewisîn fêrbûn û fêhmkirina zimanê kurdî û zanîn û karînên xwe yên derheqê axaftin û nivîsandina bi zimanê kurdî de zêde kirin û bi pêşde birin..

ji vir bangekî ji bo nivîskarên tirşikê yên di facebookê de xudan hesab in dikim ku beşdarî vê komê bibin û di komê de reklam û danasîna tirşikê bikin ku canik û camêrên di komê de yên ku bi rastî jî di warê zimanê kurdî de kalîfiye ne bên û tirşikê jî bi nivîsên xwe rengîntir û zengîntir bikin.. https://www.facebook.com/groups/zimanekurdi/544966212227392/?notif_t=group_comment_reply



15.07.2013 03:47 | endazer

11. zimané me ye,zimané kurdî ew rewşa me ye,şirîn u xweş e li ber dilé me ye,heta dewran u ji nav u esla emé tim hebi heta heye...strana hunermende pir heja eyşe şan



15.07.2013 05:44 | feqiyêteyran

12. Di nav koma zimanén Hîndo-Ewropa'yé de ye devokén wé yén bi navé; Kurmancî, Kirmanckî ango jé re té gotin Dimilî an jî Zazakî, Soranî, Loranî û Goranî hene...



15.07.2013 16:33 | serdar

13. Zimanên beyanî çek û kincên me ne

Lê zimanê Kurdî laş û çermê me ye.



Celadet Elî Bedirxan



15.07.2013 18:12 | berxedanjiyane

14. Kurmancîye, sirf e, bê guman e

Zêr nîne bibên ku spîdiman e



Sifrê me ê sor, aşikar e

Zîv nîne bibên ku kêm 'eyar e



Neqdê me mebêje kêmbeha ye

Bê sikkeye şahê şehrewa ye



Me'lûl e li ba gelek 'elîman

Meqbûle li ba gelek hekîman.





Ehmedê Xanî



15.07.2013 21:02 | seydayê_peyvan

15. zimanê ku pera nake



15.07.2013 21:15 | rohat_rosî

16. zimanê ku wê insallah êdî pere bike..



15.07.2013 13:21 | feqiyêteyran

17. ZIMANÊ KURDÎ



Bi xeml û rewş e

Şirîn û xweş e

Zimanê Kurdî.



Bi xweş awaz e

Letîf û naz e

Zimanê Kurdî.



Beyta Feqî ye

Kubra Xanî ye

Kubra Xanî ye

Zimanê Kurdî.



Bi xeml û rewş e

Şirîn û xweş e

Ziman ê Kurdî.



Şikoyê hesen



(1928-1976)



şikoyê hesen, payîz û ba, (amadekar: tosinê reşîd), avesta, 2008.





15.07.2013 21:38 | seydayê_peyvan

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» kurdîya machine learning

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî