Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xendekî

profîla "xendekî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [pirtukakurdi.com] de;

54. li gor agahiyên istixbarata tirşikê wê di demeke nêzîk de zimanê kurdî, elmanî û ingilîzî li pergala malpera xwe zêde bikin. jixwe berî demeke kin pergala malpera xwe nû kiribûn.



04.10.2023 21:59 | xendekî

6. Malpera ku xwe têkûz û nû kiriye.

Herwiha kampanyayek jî çêkirine;



Avesta-Newroz %35-40 daxistin

Lîs-Newroz %35-40 daxistin

Nûbihar-Newroz %35-40 daxistin



Pirtûkên bikampanya: Here lînkê



Here lînkê



28.03.2015 12:44 ~12:45 | xendekî

2. Navnîşana malperê: http://www.pirtukakurdi.com/

Her wiha malper bi sê zimana kurdî, ingilîzî û tirkî weşanê dike.



05.01.2015 14:31 | xendekî

1. Malpera firotina pirtûkan e. Lê ev malper malpera firotina pirtûkên kurdî ye û malperek kurdî ye. Li gor manîfestoya wan mirov dikare hemû pirtûkên kurdî peyda dibin. Heke li ba we nebe jî heta hefteyekî peyda dibin. Pîroz be li Kurdistanê. Va manîfestoya wan:



Merheba ji te re gelê me… Merheba ji we re kurdîhezno… Merheba ji we re xwendayên zimanê kurdî… Meheba ji we re xwendevanên pirtûkên kurdî… Merheba ji we re bikirên Pirtûka Kurdî…



Dikana we ya pirtûkan li ser netê bi navê Pirtûka Kurdî vaya vedibe. Çavê we ronî, çavê me ronî.

Mezinekî gotibû yekê kurdîxwîn “pirtûk nexwîne, kitêb bixwîne” Pirtûk wekî peyvekê him bibû navê pirtûka kurdî him jî bibû sembola zimanê kurdî û kitêb wekî peyveke biyanî him bibû navê pirtûka biyanî him jî bibû sembola biyanîbûnê. Cîhan û colistana biyanîbûnê ruh û fikreke wiha anîbû welatê min. Lê vaya ev ruhê biyan dişike, dihilwile. Em ê bibêjin bixwîne, kurdî bixwîne, pirtûk bixwîne, pirtûkên kurdî bixwîne, Pirtûkakurdî bixwîne…

Êdî hêdî hêdî bazara kurdî çêdibe. Yeko yeko deriyên li ber kurdîyê vedibin û nîrên li ser zimanê kurdî dişikin. Kurdên penaberî çolistana zimanên biyanî bibûn êdî hêdî hêdî ber bi çiyayê kurdiyê ve vedigerin. Lib û lib tilikên ji ûşiya zimanê xwe ditamijin û ruhê xwe yê dêrîn mij bi mij dikişin pişikên xwe. Belê ev rewş dê dûr û dirêj bibe, loma çolistana zimanên biyanî bandoreke giran li ser ruhê me kiriye. Lê mejî û mêjûya kurdewar dê her serfiraz bibe di vê riyê de.

aHewcedariya vê serdemê bi netê heye. Êdî cîhana rastî û şênber yeko yeko diguhere û di netê de cihê xwe digire. Me jî li ser vê hewcedariyê gaveke biçûk avêt û bazara pirtûkên kurdî bi navê Pirtûka Kurdî vekir.

Weşanxane û pirtûkfiroşên kurdî piranî li Amedê ne. Bazara pirtûkfiroşiyê jî li ser vê bingehê rengê digire û di bajarên kurdistanê de kirîn û firotina pirtûkên kurdî kêm e. Carinan ev rewş ji ber tunebûna xwendevanên kurdî pêk tê, carinan jî xwendevan çêdibûn lê pirtûkfiroşên kurdî tune. Xwendevanên kurdî di bajarên din de bi zor û zehmet xwe digihînin pirtûkên kurdî yan jî qet xwe nagihîninê. Hin bajaran de pirtûkfiroşên kurdî hene lê her cûre pirtûkên kurdî nafiroşin. Piranî pirtûkên ku navdar û xweş tên firotin di dikanên xwe de digirin. Ev rewş pirtir hewcedariya Pirtûkakurdî tîne pêşiya me. Şert bû ku li ser netê dikana pirtûkên kurdî vebûya. Me jî xwest em vê şertê bînin cih.

Ev malper wekî fermî bi navê “Pirtûkakurdî basim yayim dağıtım” vedibe. Di serî de em bi 2400 pitûkan destpê dikin. Belê di rojên pêş de mebesta me ew e ku her cûre pirtûkên kurdî di malpera xwe de bifiroşin. Em ê cih bidine hemû weşanên weşanxaneyên kurdî û yan jî pirtûkên bi zimanên biyanî ku mijara wan kurd û kurdî ye.

Malpera me niha bi îngilîzî, tirkî û zaravayê kurmancî weşana xwe dê bike û bi zaravayê zazakî jî tê amadekirin.

Malpera me bi karta krediyê dê firotinê bike û dê ji bikirên xwe re heta 6 texsîtan çêke. Her wiha li 50 TL yê jî kargo aîdê me ye. Ji bo derveyên welêt jî li ser 150 ê TL yê kargo aîdê me ye

Em dikana hemû bajar, navçe, bajarok, tax û gundên kurdistanê ne. Her cûre pirtûkên kurdî wekî çîrok, helbest, roman ferheng, rêziman, wêje, dîrok, teorîk, lêkolînî, olî û pirtûkên zarokan di malperê de bên firotin. Kovarên kurdî hemû jî dê li vir cihê xwe bigirin. Îdîaya me jî ew e ku pirtûkên me di gel pereyê kargoyê dê ji bihayê pirtûkfiroşan erzantir bibe. Pirtûkên di stokê de peyda bibin dê demeke zûtirîn de ji we re bên şandin. Pirtûkên berdest tune bin jî herî zêde hefteyekê de dê bên şandin



05.01.2015 14:22 | xendekî