57. Xuya ye amedekirina almanî û yên din ji zimanên kurdî hêsantir û kêrhatîtir e. Belkî jî îstatîstîkên berê (yên wekî tercîhên bikarhêneran bo zimanê navrûya malperê) hêz dane wan ku kurdî betal bikin. Ku texmîn dikim kêm bûye lê dîsa jî wekî kurd hêviya min ev bû ku piştgirî bidin belavkirina kurdî di zeviya torê de. Rexneyên bo naveroka malperê jî di cih de ne. Ji Tirkî mirov nikare yên kurdî bineqîne. Û dîmena heyî û navê malperê êdî li hev nayên. Mixabin. Li aliyê din malpera nû jî negihiştiye asta kitapyurdu, idefix (a kevn) an jî Babilê. Hîn jî agahiyên pirtûkan ya kêm in ya jî tune ne. Texmîn dikim ku malpera nû ne dîzaynekê taybet e lê malperekê ji xwe amedekirî ye. |
|
23.10.2023 08:52 ~08:53 |
biruya hayao miyazaki
|
53. Hêvî dikim ez xelet bim lê êdî malper bi temamî tirkî ye. Vebijarka kurdî hatiye rakirin. * ajahahhs |
|
04.10.2023 19:44 ~19:44 |
biruya hayao miyazaki
|
42. min got ez ê çend kitêb bikirim, lê tê bêjî qey bazara îniyê ye, hingî tevlihev e, serê min gêj bû. îja ew reklam çi ne?' min got belkî înterneta min hêdî ye û rûpelê bar nake. lê na! rûpela sereke bûye rûpela afîşên reklaman. bi zorê min xwe avêt ber kitêban.... ji xwe yên kurdî û tirkî ketine nav hev, heta neqandinê mirov dibetile. tew îja wan qedeh û rozet toz û dûman rakiriye... çi karên wan di nav pirtûkan de hene ji bo xwedê?! hûn wiha dewam bikin, aferîn ji we re! |
|
12.05.2021 17:41 |
biruya hayao miyazaki
|
29. zaten moralê me bozux e/117080 |
|
03.02.2020 12:29 ~12:30 |
biruya hayao miyazaki
|
17. Min 3 sal berê jî heman tişt otiye lê ez ê ji dubarekirinê xwe venekişim: can in, camêr in, ew li aliyêkî, lê belê divê di malperên xwe de cih bidin agahiyên pirtûkan, bi rêk û pêk û bêkêmasî. niha em nikarin wê dînin ber idefix an kitapyurdu an jî babilê. Wekî mînak çav li wêneya jêr biguherînin, aliyê çep pirtukakurdi ye û a din jî babil.com: |
|
10.09.2018 20:59 ~21:12 |
biruya hayao miyazaki
|
15. Fuara Pirtûkan a Zivistanê a 2. Ya Pirtûkakurdi dane destpêkirin. ne qasî îdefixê be jî daxistinên baş hene li pirtûkan. hingî min qrediya xwe di meha teşrînê *) de li îdefixê tije kir, nikarim nêzî semta wê bim. xwedao! :( |
|
13.12.2017 14:51 ~14:57 |
biruya hayao miyazaki
|
9. xwezî agahiyên pirtûkan (hwd) jî tevlî danustandina wan kirina. |
|
15.05.2015 20:25 |
biruya hayao miyazaki
|