31. malpera ku bi mişterîyên xwe re bi tirkî diaxive. berî çend mehan min sîparîşa pirtûkan ji vir kiribû, pirtûk bi qasê mehekê dereng man, ji ber ku di koma xwendinê de bûm û ji ber wan dereng mam, min jî sîparîşê betal kir, çimkî êdî kêrî min nedihat. gotin temam. lê piştî heftîyek-deh roj din, min dît pirtûk hatin. min jî teslîm nestand. mesele çareser bû lê belê di vê pêvajoyê de, bi rîya whatsappê bi wan re di têkilîyê de bûm, her ku min bi kurdî nivîsand, wan an jî wî/wê bi tirkî bersiva min da. |
|
27.04.2020 22:26 |
simurg56
|
23. bi sîparîşa min ya dawîn re, ji bîst heban zêdetir serders jî wek dîyarî şandine. spas. jixwe gelek wenda dibin, loma ev gelek baş bû ji bo min. |
|
30.11.2019 19:58 |
simurg56
|
16. malpera ku pirtûk dişîne deveyî welat (ya rastî: derveyî tirkiyê). lê jê re mesrefek mezin ya kargoyê derdikeve tabî. |
|
13.12.2017 22:24 |
simurg56
|
10. weke malperek baş xuya dike. |
|
14.11.2015 11:21 |
simurg56
|
4. venabe. min dixwest jê pirtûkan bistînim lê vêgavê venabe. |
|
23.03.2015 18:16 |
simurg56
|