Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


28 mijar û 62 peyam
îtîrafên tirşikvanan

îtîrafên tirşikvanan

266. îroj ev bû salek e ku bi tenê dijîm, mala min ji navenda bajêr dûr e, mîsal ji bo ku karibim bigihîjim kadikoyê kêmtir saetek û nîv bidim ber çavan..

carinan dipirsin 'ma çawa sebra te tê,ma qet natirsî, ma çawa dikarî bi tenê debara xwe bikî..

êdî ji van pirsan kerixîme, ew dibên qey bersiva evan pirsana jî wek pirsê hêsan û rehet e..

erê sebra min nayê hem jî hîç nayê, ji eciziyê nizanim çi bikim car carinan çiraya malê vedimirînim û bi saetan di tariyê de rûdinim. lê çi bikim, ji tenêtiyê jî hez dikim..

erê carinan pirr ditirsim li stenbolê diz pirr in carinan ji ber nobetan 32 saet nayêm malê kes li malê namîne, lazimiyên min ên malê çendîn kêm bin jî, bi vê mehînaya xwe encax dikarim di 5 mehan de xisara xwe berteraf bikim, carinan ji ber tirsê ji xewê dipekim, gelek caran xewnereşkan dikim mêvan, hama kitek jî pejn ji cihekî were hildifirim bê ka kî hatiye.. lê ji ecizikirina hevalên malê bêtir ditirsim. naxwazim bi însanan xerîb re her gav bijîm..

erê debara stenbolê zor dijwar e, kirê buha ne heqê rê buha ye û xwarin buha ne lê ne hêja ne bi qasî tênetiyê..

evana giş çareser dibin lê ya xerabtir carinan dawiya heftê jî dernakevim derve, telefona xwe diqufêlim û bi qasî 64 saetan ji devê min tîpek jî dernakeve, roja dî axaftin zortir dibe law ma mariv dengê xwe ji bîr dike, beriya ku qirika xwe paqij nekî peyv ji devê mêriv dernakeve.

hevalên min ên ji stenbolê bi pirranî zaza ne, yên dî jî kurdî nizanin, loma ez gelek bêriya axaftina kurmancî dikem, dema wilo dibe ji qahra dimirin, pirr zora min dibe pê wardiqilim ku ev kirasa zengarî ya evê dewletê bi top û tifingê li ser laş û giyanê me kiriye ferz, diperçiqe pîneyên wî ji her derê laşê diqelişe, dema wilo dibe amed têt bîra min.

dema tenê dibim herî zêde bêrya amedê dikim û ji êvarê heta şefeqê guhdariya strana min navê xwe kola li bircên amedê dikim bi girî dibim paşê li xwe hêrs dibim lan oxlim ka tu dibûy entelektuel? ev çi hal e? ma tu zaroyê doyîn î ku her hefteyeke careke girîn dikeve qirika te? ka rabe lan, qehwe vexwe, fîlmek veke lê darî bike û dev jê berde heyran ev qedera te ya nema dişê jê birevî..

piştre dinêrim ev hal ne tu hal e diçim radizêm û dîsa ji xewê hildifirim...



11.11.2015 20:24 ~20:31 | ferhenga şikestî

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol