Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


1 mijar û 2 peyam
pêşniyarên taybetmendiyan ji bo tirşikê - tirşik
pêşniyarên taybetmendiyan ji bo tirşikê

Navê mijarê ya ewil ev bû:pêşniyarên taybetmendiyê ji bo tirşikê
(26) (0) (1)
di mijarê de bigere
li bin vê mijarê dikarî pêşniyarên xwe ji bo taybetmendîyên/guhertinên nû yên tirşikê bikî. Çi hat bîra te, binivîsîne. biçûk an mezin!
em ê li pêşniyaran binerin û yên pêkan di "tirşik v3.0"ê de bisepînîn!

1. -divê 'blog' bê vekirin
-divê 'chat room" bê vekirin
-divê uî nû bibe
-divê Navigation bar nû bibe
-divê xêzên nav mijar û peyaman rabe (modern- divê ji sindoqan bên rizgarkirin.)
-divê bernameya mobÎl vebe
-divê font nû bibe
-cîhê kategoriyê divê were rast kirin
-Dema ku cara yekem têkevin, divê ne hewce be ku careke din têkevin
-cîhê Têketin û qeydkirinê divê were nûve kirin
-Beşên fîlm û pirtûkê pir tevlihev in. divê bê nûkirin.

(bnr: kuro, lê nexe te ew kuşt) *

Edît:
divê agahdarname bê vekirin.
Divê logo nû bibe
Tûşên bnr, vbnr û hwd Divê nû bibin
Bila forûm bê vekirin (forum.tirsik.net) -flarum



30.09.2023 18:12 ~2023.10.02 08:50 | horhorik

2. ger chat room vebibe wê hemû qûzperestên twitterê dagir bikin tirşikê û ew ê bibe qeşmergehek. lê bi rastî jî dîzayneke nû û malpereke bikaranîna wî hêsantir teqez lazim e.



01.10.2023 00:23 | kurê xelkê

3. Li gel pêşniyarên Horhorîkî me.%100



01.10.2023 21:56 | bayê xerbî


5. Dema ji bihîstokê dikevî tirşikê, pê li pirtûkekê dikî, beşa pirtûkan vedibe. Lê li şûna ku pirtûkê bibînî, lîsteya "cûreyên pirtûkan" dûre jî lîsteya weşanxaneyan derdikevin pêşberî te. Ta di binê rûpelê de dimîne pirtûka te. Heya ku tu xwe bigihînî pirtûkê pênc-deh caran scroll down dikî.

Bona xwedê, Bila ev lîsteya weşanxaneyan filan li biniya rûpelê xuya bin. Çawa ku mirov pê li pirtûkekê kir, berî her tiştî bila agahiyên wê pirtûkê derkevin pêşberî me.

01.10.2023 23:40 ~2024.05.07 18:06 | mirovekirind

7. Mijara ku ez jî bi pêşniyarekî tev dibim e.
-li bin peyama da nîşanxistana hejmara ku ew peyam çend caran hatiye xwendin. Dibe tenê endamên tirsik.net ê jî bizanibin.



02.10.2023 13:16 | pêşewa

8. - rengê jor bê gûhertin. Reş tew xweş xûya nake
- logo bê gûhertin
- sembola profîl, peyam û agahiyan her tim li jor xûya bike
- kesên nivîskar ninûn bila deşta tirşikê nikaribin bixwînin
- di bin peyaman de sembola parwekirinê (twitter û Facebook) hebe.

02.10.2023 14:32 | cinorek

9. - şûna rûpela spî rûerdekî reş an jî gewreke tarî
- ux û ui'ek bikêrhatî. ji kerema xwe li reqîbên xwe binêrin *

jixwe ev mesela ui û ux were çareserkirin wê demek dirêj têra me bike. lê ew jî ne bes e. çawa ku goethe tîyî ronahiyê bûye u gotiye "licht, mehr licht" yanî "ronahî, hîn bêhtir ronahî" em jî tîyî sepanekî ne. ji kerema xwe "sepan, hîn bêhtir sepan" Here lînkê

02.10.2023 22:59 | kurê xelkê

10. Ya herî girîng divê sepana tirşikê bê derxistin

04.10.2023 22:56 | cezmîkurd

11. ji bo nav-barê: Here lînkê

13.10.2023 20:03 | horhorik

13. -Seo : Seo off page , on page a tirşikê hîç tune.
-Webdesign: mini web design , li çepê menû û rastê tenê naverok.
-Fînansekirina tirşikê: Bila bo alikariya malpera tirşikê (hosting + domain).Bo wî Rûpelk hebe , wir de Salane mesrefên tirşikê çibe bila li wir binivîse wek skala bixûyê. her kesên ku alîkarî kiribe tenê navên wan hebe û skala dema ku çiqas hatibe dayîb bila yên mayî bide nîşan.
-Wergerî ; kesên ku fîlmek û ango tiştek wergerand bila mafê xwe ji vir ji tirşikvanan bigre.Mînak: bila kesê ku dixwaze fîlmek werger bike bila bêje ez ê vî fîlmê wergerînim (50 coins).Kesên ku bûn alîkar, piştê ku 50 coins bexş kirin, bila ew kes wergera xwe bike û 50 coinsê xwe ji tirşikê bigre. (coins bila ji tirşikê were kirîn û tirşik %10 komisyon jê hilde yên din bide wî kesê.) .Pergalek bi fantazî ye lê bila ne zêde bi detay bibe , hêsan bibe. ya din min bo wergerê got lê tiştên din jî dibe.Kesên ku bexş kirin dikarin bibin vîp , çend taybetiyên piçûk li ser profila wî bila bixûyê.
- chat room , forum bila nebin.
- naverokên sîyasî/politik bila ji vir rabin.
- Blog : wordpress dibe , bila mîjarên derbarê bi kar anîna tirşik , vpn , dns hwd. hebin.
- Pirzimanî: bo formalîte bi zimanên din de bila tirşik hebe wek rûpelek html û wir de tirşik çi ye , çi hene çi dike filan bêvan.Armanc ev e ku naverokên bi zimanên din hÊsanî dikare bigîhe kurdên ku tirkî digerin ,farisî û erebî digerin tenê bibînin. (on-page web site) .
- danasînek baş li ser twitter , telegram ,facebook , pinsterest, hw.d
- Bila "Destpêk" wek Home button li vir were zêde kirin.
- Alîkarî bo amadekirina naverokan dikarim bibim alîkar



13.10.2023 22:01 ~22:03 | brzn

15. dark mod:
Here lînkê

light mod:
Here lînkê

cihê blogê min guhart. lê wusa dibe.

17.10.2023 21:30 | horhorik

16. tirşik.store bila hebe. Bila tîşortên tirşikê lê hebin.

Bo peydakirina tiştan

https://pezkoviart.com/

binêre minak;

https://urbandictionary.store/

17.10.2023 22:14 | brzn

17. bnr'yên vala/143469



28.10.2023 18:43 | mirovekirind

18. Nizanim berê hatiye gotin an na, lê jkx bila rûpel ji nû vê neyê barkirin gava bikarhêner deng dide peyaman. Çi taybetiyekê tirş e.

Heke malpera nû xwedî vebijarkên temayan be, wê gelkî xweş be.

31.10.2023 08:51 | biruya hayao miyazaki

19. Pêşniyarên em diçin tên eynî tişta pêşdiyar dikin jî hê jî pir bi pêşneketiye bila berpirsiyar simurg56 dilê xwe nehêle û tiştek nebe ba dilê xwe ev rastiye .. ez tirşikek biaqil pêşniyaz dikim bila mijara veke, bira peyama binivîse, bila reşika bide bira şer û pevçûnê bike bila me nede zehmetê, hewcedarî bi ti nivîskarî nemîne tena serê xwe xwe birêve bibe. pêkane lê zehmete, ez we qet nedim zehmetê tirşik wiha bikêrî min tê ji xwe salê mehê carek bi silav û bê bismîllah têm bi peyamek xwe nîşan didim dibêjim hê jî telqîna min nexweynin û bê xatir diçim.. bila wiha be qet nûjen nebe , çiqas taybetmendî pir dibe hewqas bê sir dibe
bê henek divê hinek ser û goyê tirşikê bêhevdan film pirtûk radyo û tiştên wisa bên rakirin, bira înteraktîfek ne aktîf be berî hertiştî navê wê bê guhertin ku em bibêjin malpara demek navê wê tirsik.net bû



01.11.2023 23:34 | shorbevan

20. pêşnîyarên ku çi qas zû werin gotin wê ewqas baş be çimkî piştî bingeha sîstemê hat avakirin, guherînên bingehîn wê zehmettir be.
mergehez karekî gelek xweşik derdixe holê. vê peyamê ji sîstema nû dinivîsim * kêmasî hê gelek in lê belê suppper e.



03.11.2023 11:53 | simurg56

21. bila rozet werinnnn. wekî ekşî ye: Here lînkê

04.11.2023 19:38 ~19:39 | horhorik

22. Mirov dikare ji malperên wek reddit , urbandictionary , flarum.org , quora, evrimagaci li van malperan de taymetmendiyên piçûk lê tiştên girîng hene.Mirov dikare ji wan tiştan bigre.Bila %100 jî neşibe wan lê bila formata tirşikê jî xirab neke.



08.11.2023 10:29 | brzn

23. min li ser quora ye dît ku chatgpt jî bersivan dide mijaran. ji bo tirşikê jî dikaribe were kirin ê baş be. li ser mijaran ji bo chatgpt beşekî were vekirin û mîna li bin cîhê wêneyan peyama chatgpt hebe.

28.11.2023 17:48 | horhorik

24. Bila dawî ya salê îsal kî/ê çi ye tirşikê yê bila were nîşankirin.

Mînak:
bihesibînin ku min îsal gelekî li ser mijara dîrokê nivîsand:
Dîroknasê tirşikê ya îsal: Horhorîk

Mînak:
Nivîskarê ku radyoya tirşikê ê herî zêde guhdar kir:
Stranhezê tirşikê ya îsal: filan kes

Û hwd.

(bnr: spotify wrapped)

10.12.2023 12:34 | horhorik

25. Bila mijarên siyasî tenê nivîskarên 100 (li gorî min 200) nivîsîbin tenê li cihê mijar û peyaman de navê mijarên sîyasî bibînin. Mevan û nivîskarên bin 100î nivîsî in bila ne bînin.

Hem ji bo tirşikê û hem jî ji bo bi azadî em binivîsin.



12.12.2023 22:09 | horhorik

26. Ez çi bikim dengê min nayê bîstin û ez çi bikim jî ez nikarim binnivîsên the Godfather ku min wergerandiye bi we re parve bikim. Ji bo xwedê dev ji ev sîstema nedemokratîk berdin. Bila sîstema nû ne elîtîst (bijarexwaz) be.



21.12.2023 20:14 | fera_şimikê

28. Mijarê siyasî bira ji hemû kesî re vekirî be.

22.12.2023 19:48 | xweperest

29. Mînakek ji bo bernameys androidê ya tirşikê:
Here lînkê

Dikare wekî we tiştek çêbibe.

16.01.2024 00:59 | horhorik

30. Mijara me daye meraqê bê ka ev nivîsên di bin vê derê de hatine nivîsîn wê kengî werin berçavkirin û têkevin merîyetê. Ev çi wextê de pêşniyar tên komkirin lê tu gavek hîn nehatiye avêtin.

26.01.2024 22:44 | tîrêj zana 21

31. dema mirov bêhemdî çepik an reşikekê dide peyaman ladanê wê pir teşqele ye, me dîsa pê li bişkojê bikiraya û jê biçûya ê çêtir bûya. wekî dî divê xuya be heke te çepik an reşik daye peyamê an na. bo wêne ku te berê çepik dabeyê bela rengê bişkojê cida be da mirov pê bizane.

27.01.2024 16:18 | keyomerd

32. dema navê mijarekê tê guhertin bnryên ko ji bo wê mijarê hatine vekirin pûç dibin. divê dema navê mijarê bê guhertin ew bnryane jî xweberê bên guhertin.



06.02.2024 00:03 | keyomerd

33. dema tu pûanan didî fîlman pûanê ko te daye di wê qûtîkê de xuya nabe. carinan mirov ji bîr dike ko pûan daye fîlmî û dîsa didê lê dibîne ko berê jî dayeyê. divê di wê qûtîkê de xuya be pûanê mirovî.

10.02.2024 11:58 | keyomerd

34. dema mirov fîlman li tirşikê zêde dike navê wan xweberê dibe almanî û em bixwe îngilîzîya wî dinivîsin. divê sîstem xweberê navê îngilîzî tomar bike wek agahîyên dî. û fragmana wî jî bi min jixwe li ser rûpela imdbyê heye bela ji wir bistîne û tev lê bike. ne hewce ye em xwe bitabînin biçin youtubeê fragmana wî bibînin. jixwe kes fîlman li tirşikê zêde nake balê bela hêsan be da ko em jê sar nabin.



13.02.2024 11:58 | keyomerd

35. di rûpela îstatîstîkên tirşikê de hinek şaşî hene.
Here lînkê

(bnr: mîjarên têr peyam)
Ew dibêje di bin mîjara xetîre de qasê 1598 peyam hene. Lê ne werg e.



17.02.2024 10:54 ~10:56 | cinorek

36. Nivîskarên ku hêj negihîştine sed peyamî, divê karibin xwe bigihînin peyamên siyasî yên ku wan bixwe nivîsandine.



19.02.2024 18:48 | çaya germ

37. 1- Divê li frame a çepê her tim hejmara mijaran sabît be. Wek mînak 40 mijar. Di hin rojan de hejmara mijaran dadikeve 2-3 û hesteke valatî û têkçûnê dide. Ev yek wê tirşikê dîmena niv-mirî bûnê derxe û zindîtir bike. Li bakur Kurd û Kurdî di rewşek taybet û awarte de ne û heta ev rewş bidome li tirşikê jî wiha çareseriyek awarte divê bê pêk anîn.

2- ji bo fînanse kirina tirşikê li Patreon û cihên wiha de hesab bêne vekirin û lînkên wan hesaban jî wek banner li tirşikê di cihên reklaman de bê bicîh kirin.



19.02.2024 19:25 | xidiran

38. Logo divê bê guhertin -.-"

05.04.2024 21:21 ~2024.04.06 00:46 | keloş

39. - hêsankirina barkirina wêneyan li mîjarek nû heke ku formata tirşikê xirab neke.
- Hin qalibên bnr 'yan (yên zÊdetir tên bi kar anîn) hebe bin butonek bi navê bnr +
- li ser serrupela tirşikê menûyek wiki hebe ku têde , tirşik çi ye,mîjar çawa tên nivîsandin ,li ser tirşikê pêşniyarên nivîsandina mîjaran , tu dikarî çawa binivsînî û hwd.



26.04.2024 09:57 | brzn

40. Meriv paş zemanekê tirşikê jebîr deke.
Keşka tirşik de mêhê da carê le endamên xo ro emailekê bişîne û tiştên eke "peyamên herî rind ên meha çûnî" parwe ke.

26.04.2024 11:21 | alîbeg komêrî

41. bêşa radyoyê, herwiha ji bo stranan arşîvekî vekirî bihewîne baştir nabe gelo?

01.05.2024 23:31 | blabla

42. Her serê 3 mehan carekê kovarekê derxînin? nav 3 mehan de peyamên herî çeppik standine bila bibin nivîsên kovare?

18.05.2024 18:59 | horhorik

43. Navê malperê were guhertin.

19.05.2024 17:07 | mirovekirind

44. bawerim min heta niha sed hezar caran gotiye bila ev jî bibe ya sed û hezar û yekê;
di bin her peyam û mijarekî de bila bijkoka parvekirina li ser platformên din yên sosyal medyayê hebe. gelek zehmet e qey?!

20.05.2024 10:48 | endazer

45. hûn çi dikin çawa dikin, ciheke galegala tirşikê ava bikin. bila bi deng be. weşaneke zindî be, bi tirşik v 3.0 re pêve bikin, wê bibe gaveke mezin. hemû taybetmendiyên nû ya tirşikê yên ku nivîskar qal dikin dibêjin min beta version a wê dîtiye wisa xweş e, weha baş e wê ew taybetmendî tev paş vê yekê de bimînin.

çend rojê carekê galegala tirşikê li ser tirsik.netê di saet niza'm çendan de yuppiie. hema bê cidîyet (qala formatê dikim). tu ê bêjî qey hema du ehmaq derketine qadê li bin guhê hev dixin, ew jî nizanin çi dikin çi dibêjin, na. ne ku bê plan û bê pergal in. dibe ku format wer xuyabe lê bi esilê xwe du kesayetên çêkirî li ser tiştinan xeber didin. ez dibêm hemû tirşikvanên kevin, qedîm û yên nû, (hello kitty jî tê de) serê'xw pê biêşînin. wê piştî çend ceribandinê tişteke xweş derkeve.

îmkana platformeke weha bi weşana zindî, ji kerema xwe. hêvî dikim ev tişt ev platform pêkan be. ku pêkan be em ê li ser biaxivin, fikra xwe bikin yek. ku dem hat bernameya zindî, Bila endazer û ceso û ferhenga şikestî, çiyayê mêrdîn, ên çenebaz û gelek hevalên din ên tirşikê ku dikarin di bin vî karî re rabin, bila di bin vî karî re rabin * galegalan bikin. dibe ku gelek ji wan wextê wan tune be bikevin bi ber bayê galegalên pûç û vala (!). bila be. ji bona zimanê qedîm (nebe jî, ji bona kêfa xwe) qewet ji xwedê bixwazin û rabin ser xwe!



20.05.2024 23:52 | mirovekirind

46. careke têketina malperê bes e, divê ne hewce be ku careke din têkevin.

24.05.2024 17:12 | horhorik

47. divê êdî emojî jî bên bikaranîn û divê meriv dikaribe nivîsekê li cihekî parve bike. yanî divê li binê her nivîspeyamê lînka parvekirinê hebe.

27.05.2024 01:25 | ceso

48. Tişteke ne pir hewceye lê di beşa radyoyê de stran li gorî zaravayan jî karibe were fîltrekirin ê gelekî kêrhatî be.



02.06.2024 19:56 | burak derdilî

49. tirşik bi kirasê teng ango kirasê piçûçk çawa ye? ji bo malperên wek ferhengan filan wiha baş dixûyê.

rûpela sereke;

Here lînkê

rûpela naverokê;
Here lînkê



11.06.2024 19:53 | brzn

50. Li versiona tirşika kevin da em kesan dişopînin , kes jî min bişopînin. Lê bo çi ye? Wateya wî tune.

-Lê dibe ku piştê kesekî kesek din şopand bila notification ji wî kesê ku hatiye şopandin re here.
-Ku min kesek şopandibe ez dixwazim li quncikê rastê ango çepê wek çarçoveya "dengdayînên dawîn" bila mîjar/peyamên wan bixûyên.



12.06.2024 20:37 | brzn

51. Min li ser entegrasyona malpera tirşik û ferhenga tirşik fikrek baş anî zimên.Entegrasyon ku bibe wê wek bnr , vbnr tagek bi navê (frgh : tirşik) jî hebe.

bo hûrgulîyên mîjarê;

Here lînkê



23 roj berê 13:38 | brzn

52. di pergal û naveřoka tirşikê de gelek çewtîyên řêzimanî hene. bo nimûne peyvên "fîlm" û "tişt"ê li her derê mê hatine tewandin lê nêr in. sûcê vê tirşikvan jî van peyvan mê ditewînin. hema bala xwe bidinê li jora řûpelê dibêje "lêgeřîn: tiştek binivîse", li vir nehatîye tewandin jî lê divê "tiştekî" be. hêvî dikim wun ê bi pisporekî bişêwirin û wan řast bikin.



22 roj berê 12:03 | keyomerd

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
hin sedemên xemgîniyê [7]
Dixwazim bigrîm lê têra xwe jî girîyam, çavên min ziwa bûne nema hêsir...
hin sedemên xemgîniyê [1]
Peyama pîroz û çûka wê (lînk: https://tirsik.net/index.php?peyam=1...
helbestên baba tahirê uryan [1]
سیاهی دو چشمانت مرا کشت درازی دو زلفانت مرا کشت به قتلم حاجت تیر و ک...
claude.ai [1]
Ew jî wek chatgpt a openai , geminiya google û wek groka elon musk, ye...
zarê xelkê [1]
navê min ê din e....
belki ev jî bala te bikişînin
» pêşniyarên sernivîsan ji bo tirşikê
» tirşikê de îhtimala xwandina peyamên taybet

Kategoriyên mijarê:: tirsik tirsik tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî