Tirşik - Profîl
tirşik-profîla brusk56

profîla "brusk56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [îtîrafên tirşikvanan] de;

374. piştî şewba koronayê derket, karê min sist bû. hê dişixûlim lê êdî her roj naçim kar û şevên ez li kar dimînim hindiktir bûn.
saxiya vê yekê zêdetir li malê wext derbas dikim, zêdetir wextê vala dibînim ji xwe re.

ev yek bû sedema tê derxistina hinek tiştan. yaw em mîna kole û dîlan dixebitin. te dî, ji bo mirovên nûjen dibêjin modern kole an jî koleyên nûjen. bi rastî jî wisa ye.
yaw em ji bo tu tiştî wext nabînin. dema me ji telefonên xwe 2-3 vîdyoyên komîk temaşe kir, em dibêjin qey em civakibûn û me wextê baş derbas kir.

bi xebatek wisa giran, mirov nikare ji bo xwe tu tiştî bike, ji xeynî wext derbas kirina li tora civakî.
weke mînak mirov nikare bi malbata xwe, têra xwe wext derbas bike, mirov nikare ji bo bipêşxistina xwe tiştekî bike, pirtûk bixwîne, derkeve xwezayê, mirov nikare birêkûpêk werzîşa xwe bike û hwd.
yanê tu bêjî ez ê bi malbata xwe têra xwe wext derbas bikim, tu nikarî tiştek din bikî. tu bêjî ez ê werzîşê bikim, divê tu ji gelek tiştan destê xwe bikşînî.

welhasil ev ne tu hal e. saxiya serê coronayê, bi min gelek kes vê yekê ferq kiriye.



03.05.2020 21:27 | brusk56

270. Em ber bi ku ve diçin nizanim. Her roj bi dehan mirov tên kuştin li kurdistanê. Vaye îro jî tahir elçi kuştin. Di heman bûyerê de 2 sîvîl jî hat kûştin. Li nisêbînê, dêrikê, farqînê, cizîrê, amedê.. Mirina sîvîlan bûye tiştek normal. Ne tu kes hesab dipirse ne jî tu kes berpirsyariyê distîne. Êdî em bi xwe jî zêde li ser naaxivin. Ji me re jî bûye tiştek normal. Jinên zaro, zarokên 3-4 mehî hatin kuştin. Heçko tu tişt nebûyî em jiyana xwe didomînin.



Ya rastî carinan dibêjim, çi hewce bû kurdistan, çi hewce bû kurdî. Em bûbûyan tirk wê her tişt çareser biba. Em ji kurdî baştir tirkî dizanin. Niha ji bo ku kurdî hîn bibin xwe didin zorê. Ji bo kurdistanê ava bikin tên kuştin. Qey piştî kurdistan ava bû wê her tişt çareser bibe qey wê dîsa bêkarî feqîrî tûne be ? Qey wê dîsa pirsgirêkên jinan tune be ? Wê dewleta me ne paş be ? Min bi kurdî jiyaye bi tirkî jiyaye çi ferq e. Erê elbet mirov bi zimanê xwe bijî xweş e lê gelo hêja bû ku ev qas xwîna me birije. Piştî birayê me, hevalê me cîranê me mir, ez ê çi bi kurdî bikim. Ew qas kurd hatin kuştin, bi milyonan insan koç kirin, îşkenceyên hov dîtin, mala wan hat şewitandin.. Nizanim carinan dibêjim xwezî me qet doza kurdîtiyê doza kurdistanê nekiriba..



29.11.2015 00:48 ~00:49 | brusk56

260. min digo qey kanûn meha "kasımê" ye. di çend peyamên xwe de jî min bi vî awayî bikaranî. mirovek tenê derneket û negot keko te li vir xeletî kiriye rastke. de bila wisa be, dostek tune ye li vir ji min re..



03.11.2015 11:50 | brusk56

173. Di Wextê xwe yê vale de radikevim.



26.03.2015 00:38 | brusk56

167. Min jî hêviya xwe ji pêvajoya çareseriyê birî ..



02.03.2015 21:35 | brusk56

142. carinan mirov xewnekê dibîne, 2-3 rojan nikare ji tesîra wê xelas bibe..



02.11.2014 02:02 | brusk56

128. tantûnî xweş e. bi taybetî ya diya min.. hinekî tûj be jî hahoo ...



25.06.2014 00:49 | brusk56

122. min qet texmîn nedikir ku bûyerek bê serê tirkan û ez ev qas xemgîn bibim. min digot qey piştî ev qas êşan ku kurdan ji destê tirkan dîtine, êdî çi bê serê tirkan ew qas tesîr li min nake.

lê wisa nebû, hingî wêne û nûçe û çîrokên mirovan ên li qezaya li somayê mirine dinêrim kelogirî dibim..

karkerên hêjar, xizan herdem reben û bêkes in ..



16.05.2014 00:00 | brusk56

119. ew qas westiyame ku, nikarim peyaman bi dawî bikim. tişta ku dixwazim bêjim di niviyê de dimîne.

şevbaascsvsvzjcacvac.



08.05.2014 02:41 | brusk56

118. min hê jî guhdarî the godfather û the lord of the rings nekiriye.

dikarim nîv saetan behsê bikim lê min temaşe nekiriye *



28.04.2014 19:44 | brusk56

106. min hesabekî vekir di twitterê de, beriya niha jî di facebookê de, ku bi wêneyekî keçikek xweşik e û bi navê keçan e. bi vî awayî min reklama tirşikê kir. lê bila xwedê we bide bawer kirin, metod û rêya herî baş ev derket. yanê ew çi hewes û eşq û kêf bû * her roj bi dehan kesan daxwaza hevaltiya dişaniya, bi sedan kesan peyamên teybet dişaniya. lê paşê ji ber ku di demek kurt de hejmara hevalên min zêde zêde zêde bû, facebookê hesaba min girt. niha jî ji min nasname dixweze *

neyse min niha jî heman tiştî di twitterê de da despê kirin. ez ê tweetên tirşikê rt bikim .



(bnr: yaw ez çi beraz im) *



22.04.2014 01:00 | brusk56

58. ez ji ezmûnan kerixîm. bes e yaw. îsal tenê îsal ez ketima ezmûna 11 stajan.

her ezmûn stresek din, rojên tenê bi ders şixûlandinê derbas dibin, xwarinên ji derve hatî xwestin, kar û barê ku ji ber ezmûnê hatine talûk kirin bi xwe re tîne. paşê ezmûn derbas dibe, rojek tenê jî betlane tune ye. roja din dîsa dibistan heye. hê mirov ezmûna din ji bîr nekirî a din tê. şikir ji xwedê re ez ji hemûyan jî derbas bûm.

lê min tu tişt ji vî salî fêm nekir.emrê min 23 e. ma ez ne guneh im, ciwantiya xwe li malê bi şixulandina dersê derbas dikim.

vaye 2-3 roj e, li amedê ji ernê min, dinya ew qas xweş e ku.. pencereya odeya min li derve dinêre, wek di filma hababam sinifiyê de, li derve dinêrim û dibêjim "dinya gelek xweş e, herkes bi hezkiriya xwe digere" û dû re jî dibêjim bena na. bena na ez li malê me û ders dişixûlim.



09.03.2014 09:12 | brusk56

33. vaye 17 sal e dibistanê dixwînim lê heta niha carekê jî, dibistana min ji ber berfê neketibû betlaneyê. lê îro sala min a 17 emîn de, çûm dibistanê û piştî saetek din gotin zaningeh ji ber berfê 2 roj ketiye betlaneyê . çi qas kêfxweşbûm nikarim vebêjim .



12.12.2013 21:50 | brusk56

31. nexweş im.

nexweşî tiştek gelek nexweş e. qet nexweş e..



28.11.2013 02:06 | brusk56

27. wext têra min nake . dixwazim rojekî bibe 40 saet. tiştek bikim a din kêm dimîne tiştekî din dikim yekî din kêm dimîne* mesela dixwazim guhdarÎ FILM BIKIM û DI HEMAN DEMÊ DE DIXWAZIM PIRTûK JÎ BIXWÎNIM.HEWCE YE DERS JÎ BIŞIXULIM Û HEVALÊ MIN, MIN VEXWENDIYE XWARINÊ. DIVÊ MALÊ PAQIJ BIKIM, XALIYAN RÊKIM BO PAQIJKIRINÊ, JI MIN RE 2-3 TIŞT HEWCE NE DIVÊ JI SÛKÊ BISTÎNIM HWD . DAWIYA DAWÎN HEMÛ DIMÎNE. NIKARIM YEKÎ JÎ BIKIM . TENÊ TÊRA XWE DERS DIŞIXILIM Û WEXTÊ MAYÎ JÎ LI INTERNETÊ ME .



01.11.2013 00:57 | brusk56

18. mehekî sax bi înterneta bi kotaya 1 gb êdare dikim û vê mehê hê nava mehê de înterneta min qediya. hema ez jî wek pênaberek bê welat, xwe diavêjim ber diya xwe û birayê xwe da telefonên xwe bidin min. giriyê kafiran li min tê . roja borî, li sûka mêrsînê, min destê xwe vekir û got "xwedê ji we rezî be 2-3 mb înternet bidin min". bi vî awayî min heta êvarê 179 mb înternet berhev kir û ez hatim malê . ez niha bi wê têdikevim. xwedê xêra wan jê bîne .



16.08.2013 01:12 | brusk56

17. ji ber ku vaye 3-4 roj e min nedikarî bikevim înternetê, min gelek meraq kiribû tirşikê de çi qewimiye, çi hatiye nivîsadin . a rast min tiştên hêvî dikir nedît. lê hejmara nivîskaran zêde bûye pir kêfxweş bûm . ji xeynî wê bi dehan sernivîsên nizanim çiyê kurdistanê hatiye vekirin *



22.07.2013 23:52 | brusk56

13. carinan tirşik min ji malperê diavêje. heçko min pêl derkeve kirî ew bi xwe min ji malperê derdixîne .

gelo tu ji min kerixî û bezar bûyî ?

pir xemgîn dibim tirşik, çima wisa li min dikî ? wisa neke ..



18.07.2013 00:55 | brusk56