Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [îtîrafên tirşikvanan] de;

478. dibeecim!
dawiya gerdûnê heye lê ya ehmeqiya mirov nîne!



24.01.2023 00:52 | endazer

385. Dema peyamekî lê dikim û dişînim. Lê dinêrim ka peyam çawa tê xuya, estetîk e an na û rêzika dawîn li gorî rêzika ser xwe re dirêjtir e an na eger ne bi dilê min be tenê ji bo ji aliyê estetîkê xweştir xuya bike ji nû ve revîze dikim tiştinan lê zêde dikim an jê dikujim. Ji loma ye hema bêje hemû peyamên min wekî vê sererastkirî ne.



08.05.2020 05:43 ~05:44 | endazer

310. Ez van rojan li ser cihnivînan radizêm. ;)



26.04.2017 21:24 | endazer

297. Ez van rojan li ser ewran radizêm.



07.12.2016 22:20 | endazer

226. di heqîba min de tiştek nema, min divê li ser dîroka siyasî ya başûr û rojhilatê kurdistanê û dîroka siyaseta tirk tiştinan bixwînim, tişta di heqîba min de ketî ser hev min belav kir piştÎ vê saetê her tişteka ez bêjim wê xwe dubarekirin be.. wekê goleke genî hest bi xwe dikim..



11.05.2015 15:40 | endazer

209. gava dî min dît simurg56 li jêr mijara pêkenokê pêkenokek nivîsiye, pêkenoka nivîsî ew qas fiş û eletewş bû, min xwe negirt û reşşika xwe ya ewil di tirşikê de da simurg56, bila qisûrê efû bike..

hinek pêkenok û çîrok tenê bi zimanên xwe xweş û pêkenî ne dema ji bo zimaneke din tê wergerandin tu te'm û me'na wan namîne..

simurg56 te divê tu jî vê peyama min reş bike em biçin ji ber hev ve *



25.04.2015 22:24 | endazer

202. wextekî pîla mişka kombersa min xilas bibû, ez çûm min pîla bangesaeta hevale xwe yê malê jê derxist û li mişka xwe da û pîla xwe ya xilas bûyî jî li saeta wî da, min ji bîr kir ez ji hevalê xwe re bêjim.. hevalê min ê malê mamoste ye, sibehê zû radibe diçe mektebeka gund, axirê sibehê ez rabûm de ji xwe re taştê hazir bikim, min dît ku hevalê min jî li malê ye, min go te xêr e, tu çima neçûyî mektebê, go saeta min a bangê xirab bûye, vê sibê lê neda ez jî di xew de mam û min nekarî bigihim servîsa mektebê..

min jê re behsa pîlê nekir, min go ka bîne ez ji te re çêkim, ez çûm marketê min pîlek kirî Û li saetê da, bu tiqtiqa saetê, ez çûm min saeta wî dayê û min jê re go carê berî ku tu razihî li saeta xwe binêre ka dişixule an na.. *



14.04.2015 22:26 | endazer

147. hevalê min ê malê nizane torrent çi ye, car heye 10-12 fîlman bi hev re davêjim ser torrentê û tabî bivê nevê dikutim qûna leza înternetê de, hevalê min jî ku tîryakê înternetê ye çawa dbîne ku înternet giran bûye tê dibêje yaw hacî ev çi ji vê înternetê hatiye, heta bi ser googleê ve dibim nîvê emrê min diçe ez jî her heman bersivê diidim û jê re dibêjim ''ez jî nzanim belkî ji ber pirsgirêkeke teknîkî be carina li deverinan baximê li xeta înternetê dikin ji ber wê giran dibe'' ji xwe ji bo wî înternet facebook û lîstikên sanal ên online in ji ber wê dilê min pê naşewiye û li ber nakevim.. *

madem mesele li ser înternetê vebû ez tiştekî din jî bêjim sê çar keçên teredînî yên cîranê hemberê mala me hene, sê çar meh berê bi awayekî pêhesane ku li malê înternet heye yek ji wan hat go tu dikarî şÎfreya înternetê bidî carinan spartekên me çêdibin em mecbûr dimînin diçin heta Înternet cafeyan min jî go ser çava, du sê roj di ser re bihurîn çi bibînin min dît hingî diçe înterneta gewr sisttir û girantir dibe min go ka ez li modemê binêrim ev çi mesele ye, ez çûm ser adrêsa modemê wey xwudêyoo ji 20 mekîneyan zêdetir bi xeta me ya înternetê ve girêdayî ne, tabî bi dest xwe re min têketina wan hemû mekîneyan asteng kir, bû roja dî min dît dîsa hat ber derî û go em nikarin bikevin înternetê qey te şîfre guheriye min go na şÎfre her eynî min neguheriye lê carinan ji mesafeyên dûr nakişîne belkî ji ber wê be filan..

axirê qey xanimê mesele fêhm kiriye kengî li asansorê an li hola apartmanê em liqayî hev bên, rûyê xwe ji min ba dide, mehdê xwe tirş û tehl dike tu wê bêjî qey min bavê wê kuştiye.. *



26.12.2014 23:08 | endazer

129. gava dî li ser youtubeê min stranek vekir, lê berî reklama cornettoyê derket û di reklamê de jî yalın straneka bi navê yeniden (ji nû ve) digot.. normalde ceynika serê min ji reklamên li ser vîdeoyên youtubeê û popbêjên tirk diçe, lê çawa min dengê yalın bihîst çar salên min ên lîseyê ketin bîra min de.. di serwîsê de her wextî radyoya powertürk vekirîbû û wextê nû derketî her gav û saet strana zalim ya yalin lê didan.. û dÎsa di serwîsê de cara ewil dema dilê min ji bo eşq û evînê wekê çûkekî serjêkirî diperpitî keşke (xwezîka) ya yalın lêdida.. ji ber wê hê jî kengî ji derinan dengê yalın bi ber guhê min bikeve bivê nevê dem ji bin piyê min dikişe û di bin barana bîranînên xwe yên xortaniyê de şil dibim..

neyse hevalê min ê malê ku êdî ji tirsa min newêre guhdarî stranên popa tirkî bike, bi ser min de girt.. *



25.06.2014 02:10 | endazer

107. min dinyayek tişt nivîsand û paşê bêyî ku li derekî qeyd bikim min jê bir..



23.04.2014 02:11 | endazer

99. ceynika serê min ji siyasetê diçe, heta ji min tê naxwazim tevil û têkil bibim, lê dema dibînim kesên ku ji siyasetê fêhm nakin tên di tirşikê de bi ser navê siyasetê sempartîzaniyê dikin û ji bo berjewendiyên xwe Û partiya xwe aliyên din di bin tohmetê de dihêlin, xwe ranagirim çi tê ber dev û destê min li wan wer dikim.. zû bi zÛ aciz nabim lê dema nanxwer û şûrkêşên rijd yên hêz Û hizbekî dibînim hiş di serê min de mamîne..



13.04.2014 21:09 | endazer

94. ez ew karakter û qehremanê di vê helbesta xwudênehiştiyê îsmet ozelî de me, ne kêm ne zêde;



''uzak nedir?

kendinin bile ücrasında yasayan benim için

gidecek yer ne kadar uzak olabilir?

başım açık, saçlarımı ikiye

ortadan ayırdım

kimin ülkesinden geçsem

şakaklarımda dövmeler beni ele verecek

cesur ve onurlu diyecekler

halbukı suskun ve kederliyim ''



yanî;



'' çi ye dûr î, û kû der e?

ji bo yekÎ wekî min ku ji xwe jî dûr ketiye Û dûr dimîne

heta kû derê diçin rê û bi ser çi ve dibin?

serê min ripûrût e, min pora xwe ji nîvê re

kiriye du şeq

ji kÎjan welatî bibihurim

yê min ji deqên li ser ceynikên min, nas bikin

yê bêjin çi qas jêhatî û liberxweketî ye

lê ya rast bêdeng û xemgîn im''



12.04.2014 23:35 | endazer

73. di dilê min de çoleke virt û vala heye..



16.03.2014 22:05 | endazer

70. dilê min ji kurdÎtiyê dixele..

dilê min ji edebiyata kurdî ya serdema îroyîn dixele..

dilê min ji siyaseta kurdî dixele.

di teoriyê de azadî û serxwebûna kurdistanê dixwazim lê dema kurdan dibînim dibêjim heft xwezî bi bindestiyê..

dilê min bi teyyîb erdogan dişewite..

li ber mirina tu kesî nakevim ya berkin elvan û ugur kaymaz û yên dî jî tê de, û bawer nakim ku ji dêûbavên yên mirî û hatîn kuştin pê ve tu kes li ber mirina tu kesî bikeve..

û

ey xwuda ataş baran e baran e

xaniyê dilê'm wêran e wêran e..



16.03.2014 02:40 | endazer

53. ev sê heftî ne karê ku ez karim di sê rojan de bikim, ez nikarim xilas bikim..

îro projeyeka ku min berî 5 mehan çêkiribû bi hênceta ku kêmasiyên wê hene bi ser me de rêkirin, ev cara ewil e projeyek li min vedigere, yanî di ser min de dimîne.. eger projeyê sererast nekim û cardî rênekim ez ê nekaribim heqê xwe bistÎnim û bi xwe re nabînim destê xwe li tu tiştî bidim..

berê min di rojekî de 20 rûpel werger dikir, lê êdî heta rûpelekî xilas dkim nîvê ruhê min diçe..



hilbijartinên şaredariyê nêzik dibin û ez hê jî nizanim bê ez ê çi bikim, berê min digo ya baş ez neçim ser sindoqê di mala xwe de rûnim, du roj berê ji partiya aşitî û demokrasiyê keçikek û xortek hatin ber deriyê malê û pirsa hilbijartinan ji min kirin, min jî ya dilê xwe ji wan re got, wan jî got em herin ber deriyê kîjan malê her rexne û gazindên bi vî awayî tên kirin û gotin em bi xwe jî ji van tiştên tu dibêjî ne razî ne, û di nav partiyê de jî dibêjin, lê kes zêde guh nade me, min go madem welê ye, hÛn çima simsariya vê siyaseta çewt û çelexwehrî dikin, yekî got birayê min li serê çiyê ye û ya dî jî got min di nav vê siyasetê de çavê xwe li dinyayê vekiriye.. seb xatirê van herdu ciwanan tenê mabe dixwazim wê rojê herim ser sindoqê û dengê xwe bidim gülten kışanakê, lê dema navê gülten kışanakê û tiyatroya destnîşankirina endamên şaredariyan ku jê re önseçim dibêjin tînim bîra xwe cardî poşman dibim û vedigerim ser fikra xwe ya berê..



06.03.2014 02:00 | endazer

48. kampanyaya ku îro birê ket û baş an xirab çû serî, dilxwede min dabû destpêkirin û mîratê heta çend deqîqe mayîn ji kampanyayê re jî min nekarÎ ez tu amadekariyekî bikim, spontane hema çi hatibe ber dev û dest û dilê min, min li alema twitterê wer kir, hinekan jê girt û hinek jî kes nizanim bi kû ve wenda bûn..



01.03.2014 22:12 | endazer

38. dikim û nakim tênagihijim bê ka insan bi çi dijî?!

ya ku zanim ne hezek e ku arjen arî di helbesteka xwe de lê digere..



16.01.2014 20:37 | endazer

37. dixwazim xwe hînî zimaneke nÛ bikim.. û dixwazim xwe bielimînin çend bernameyên nû yên endazyariyê..

û ji bo vê yekê min hemû hesabê xwe yên sosyal medyayê sekinandine, divê destê xwe ji tirşikê jî bişûm, lê dema ku dibînim layê çepê yê tirşikê virt û vala ye û bûye berdîwarê sêwiyan, xwe nagirim tişta tê ber dest û devê min li tirşikê direşînim..

dixwazim dinyayeke bi temamî kurdî ava bikim..

dixwazim dinyayeke ji binî ve bi kurdî ava bibe..



14.12.2013 01:55 | endazer

36. dilê min îşev li ser hespekî rewan e, dibeze ax dibeze..

henek menek dilê min ev çi qas e tê bêjî qey hatiye xesandin..

ev çendik û çend sal in bi ser navê eşq û evîn û muhbetê tu tişt lê şÎn nabe..

tê bêjî qey teqîneka nûkleerî lê çêbûye.. erdeke rip û rût û trafîkeka transît.. heçî tê diçe, heçî tê diçe..



14.12.2013 01:49 | endazer

16. gelek caran bi qestî û bizanebûn û li ser hemdê xwe telefona hinekan venakim.. û paşê jî dema li wan vedigerim -tabî eger lê vegerim- dibêjim ''qisûrê efû bike ez nûka sÎnyal an lêgerîna te dibînim, an dema tu li min geriyayî ez zêde ne mûsaît bûm..'' ji vî kar û ji vê kirina xwe carinan hezzekî ecêb werdigirm û carûbaran jî eger yê/ya li min geriyayî biçekî feqîrok û bêgueh be û ji bo kar an xizmet an qewîtiyekî li min geriyabe û ji ber venekirin Û bersivnedana min a telefonê ew kar û xizmeta wî/wê bicih nehatibe poşman an biqewlê wîkîferheng û bahdîniyan pêşîman dibim..*



21.07.2013 13:49 | endazer

2. (bnr: li xwe mikur hatin)

(bnr: bi ser xwe dan)

(bnr: li xwe anîn der)



01.07.2013 13:18 | endazer