Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    12 mijar û 18 peyam
    hejar zehavî - tirşik
    hejar zehavî
    (0) (0) (4)
    di mijarê de bigere

    1. mûzîsyeneke kurd e.. li erbaneyê dixe, ya rasttir bi erbaneyê re dikeve cizbê.. di sala 1980an de li rojhilatê kurdistanê tê dinyayê û hêj 10 salî tevî malabata xwe bar dike londona paytexta Îngîlîstanê.. li londonê hêj di emrê xwe yê biçûk de dersa ethnomusicolgy distÎne.. saya serê bijan kamkar meyl û hewesa xwe berdide ser def û erbanê û pê re pê re dibe psipor û mîrê erbanê.. heta niha ligel gelek mûzîsyen û stranbêjên navdar yên dinyayê li erbanê xistiye, ku îlahîbêjê meşhûr samî yusuf jî yek ji wan e.. heta pêrar an bertira pêrar bi referansa hisên zehawî, samî yusuf derketibû ser roj tv-yê û bi qasê 2 seetan konsêrtek zindî pêşkêş kiribû..

    demekî ji bo konsêrteka ku li mûzexaneya Victoria Albert ya li londonê ya ku ji aliyê prens charles ve tê lidarxistin de derdikeve ser sehnê û bi performansa xwe prens charles jî di nav de temamê mêvanan mest dike.. piştî konsêrtê prens charles tê cem û jê dipirse tu ji kÛ yî, ew jî dibêje ji kurdistanê me, prens charles jî kêfxweşiya xwe tîne ziman û dibêje ez hez dikim rojekî serdana kurdistanê bikim..



    2014.01.03-16:19 | endazer

    2. projeyeka mûzîkê ya bi navê music from beyond the order, yanî; mûzîka sînornenas ya vî camêrî ligel çend mûzîsyenên din heye, 5 mûzîsyen û enstrûmantalîstên ji welatên cihê bi hev re, meqam û newayên kurdî û yên çandên dî yên wekê yewnanî îcra dikin..



    di komê de;



    matthaios tsahourides, yunanîstan, li kemençeyê dixe.

    yusuf mahmoud, efxanîstan, li tebleyê dixe.

    hussein zahawy, Kurdistan, li erbaneyê dixe. anku bi erbaneyê re dikeve cizbê.

    sohrab pournazeri, îran, kurdistan, tar û setar.

    tariq snare, USA, li bateriyê dixe.



    hûn karin ji vê lînkê darî temamê performansa komê bikin:










    û ji vê lînkê jî heçiyê dixwaze dikare beş bi beş darî bike:










    2014.02.12-19:26 | endazer

    3. Tevî goran kamil, sohrab pûrnazirî, ertan tekin, meryem îbrahîmpûr grûba musiqî ya "nishtiman" ava kirin ku stranên hemereng ên ji her rexekê kurdistanê bi terz û selîqeyên nû lêdidin û qirar e heta çend wextekê alboma wan ji labela "accords croisés" ya frensî derbiçe..



    2014.02.12-23:19 | gordereş

    4. ji bo rûdaw tv-yê bernameyeka mûzîkê ya bi navê awaza cîhanê amade dike, di her beşeka bernameya xwe de diçe welatekî û mûzîka wî welatî, bi pêşkêşkariya mûzîsyenên wî welatî dide nasîn, ez bawer im hem bi konsepta xwe ve û hem jî bikalîteya xwe ve, ji bo televîzyona kurdî, yekane ye.. heta niha çar bername amade kirine, di van bernameyên xwe de ji rêzê ve heta niha behsa mûzîka azerbeycanê, ya latÎna amerîkayê, ya yûnanîstanê, û ya spanyayê (flamenco) kiriye..

    ji vê lînkê heçiyê dixwaze dikare darî vîdeoyên bernameyên kevn bike: http://rudaw.net/kurmanci/onair/tv/episodes/episode/awazy_jihan05122013muh



    2014.02.14-21:39 | endazer

    5. basnewsê li ser defê û defjenî û di çanda kurdan de cihê defê pê re hevpeyvînek xweş çêkiriye; http://basnews.com/kr/culture/2015/01/13/huseyin-zahawi/




    6. mûzîkjenek kurd e. mixabin li her derî navê wî cûda hatiye nivsandin.
    (bnr: hajar zahawy)
    (bnr: hossein zahawy)
    (bnr: hussein zahawy)

    perkûsyonîst e. li defê dixwe û bi defa we navdar e.










    li kurdistana başûr hatiye dinyayê lê di 10 salîya xwe de bi malbata xwe çûye îngîlîstan/londrayê û li wir mezin bûye. di sala 2005an de di çêkirina mûzîkên fîlma kingdom of heavenê de bi harry gregson-williams re xebitîye ku ev kes xwedîyê xelata grammyê ye. [ji bo vê fîlmê kardeş türkülerê jî mûzîk çêkiribû].

    berê di komek bi navê niştiman de cî girtiye. dibêje maye di bin bandora bijan kamkar de û bi vî awayî dil daye defê.
    hejar xwdîyê albûmekî ye. navê albûmê old roots new leaf e. ango kokên berê pelçima nû.
    albûm ji vir dikare were guhdarkirin: Here lînkê

    di organîzasyonên girîng de jî cî girtîye. di vê wêneyê de bi Prensê îngîlîstanê, Charles re ye:

    çend caran hatiye tirkiyê jî. ji muglayê bigire heta wanê li hinek bajaran tevlî xebatên atolyeyê û konseran bûye.



    2019.11.21-21:22 | simurg56

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    komkujiya geliyê zîlan [1]
    Îro salvegera komkujiya gelîyê Zîlanê ye. Di 1929an de s...
    di dîrokê de îro [3]
    îro, 12ê tîrmeha 2020an Bûyer B.Z. 100 – Î...
    kurdên femînîst [4]
    nîvmayî ye lê ji bo keran destpêkek e: femînîzm/123048 (paldayi: yên jêr ji b...
    rojnivîska tirşikvanan [1]
    silav tirşika bêdeng û bêxwedî ( moderetor bi xwe nakevênê, êdî bûye ...
    kano [1]
    Qayîka pê bêrikan tê kişandin, ji bo kesekî yan jî du kesan tê çêkirin...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » hejar zehavî

    Kategoriyên mijarê:: muzikstrnbj muzikstrnbj muzikstrnbj kurdukurdi
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî