Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [hejar zehavî] de;

4. ji bo rûdaw tv-yê bernameyeka mûzîkê ya bi navê awaza cîhanê amade dike, di her beşeka bernameya xwe de diçe welatekî û mûzîka wî welatî, bi pêşkêşkariya mûzîsyenên wî welatî dide nasîn, ez bawer im hem bi konsepta xwe ve û hem jî bikalîteya xwe ve, ji bo televîzyona kurdî, yekane ye.. heta niha çar bername amade kirine, di van bernameyên xwe de ji rêzê ve heta niha behsa mûzîka azerbeycanê, ya latÎna amerîkayê, ya yûnanîstanê, û ya spanyayê (flamenco) kiriye..

ji vê lînkê heçiyê dixwaze dikare darî vîdeoyên bernameyên kevn bike: http://rudaw.net/kurmanci/onair/tv/episodes/episode/awazy_jihan05122013muh



14.02.2014 21:39 | endazer

2. projeyeka mûzîkê ya bi navê music from beyond the order, yanî; mûzîka sînornenas ya vî camêrî ligel çend mûzîsyenên din heye, 5 mûzîsyen û enstrûmantalîstên ji welatên cihê bi hev re, meqam û newayên kurdî û yên çandên dî yên wekê yewnanî îcra dikin..



di komê de;



matthaios tsahourides, yunanîstan, li kemençeyê dixe.

yusuf mahmoud, efxanîstan, li tebleyê dixe.

hussein zahawy, Kurdistan, li erbaneyê dixe. anku bi erbaneyê re dikeve cizbê.

sohrab pournazeri, îran, kurdistan, tar û setar.

tariq snare, USA, li bateriyê dixe.



hûn karin ji vê lînkê darî temamê performansa komê bikin:



û ji vê lînkê jî heçiyê dixwaze dikare beş bi beş darî bike:



12.02.2014 19:26 | endazer

1. mûzîsyeneke kurd e.. li erbaneyê dixe, ya rasttir bi erbaneyê re dikeve cizbê.. di sala 1980an de li rojhilatê kurdistanê tê dinyayê û hêj 10 salî tevî malabata xwe bar dike londona paytexta Îngîlîstanê.. li londonê hêj di emrê xwe yê biçûk de dersa ethnomusicolgy distÎne.. saya serê bijan kamkar meyl û hewesa xwe berdide ser def û erbanê û pê re pê re dibe psipor û mîrê erbanê.. heta niha ligel gelek mûzîsyen û stranbêjên navdar yên dinyayê li erbanê xistiye, ku îlahîbêjê meşhûr samî yusuf jî yek ji wan e.. heta pêrar an bertira pêrar bi referansa hisên zehawî, samî yusuf derketibû ser roj tv-yê û bi qasê 2 seetan konsêrtek zindî pêşkêş kiribû..

demekî ji bo konsêrteka ku li mûzexaneya Victoria Albert ya li londonê ya ku ji aliyê prens charles ve tê lidarxistin de derdikeve ser sehnê û bi performansa xwe prens charles jî di nav de temamê mêvanan mest dike.. piştî konsêrtê prens charles tê cem û jê dipirse tu ji kÛ yî, ew jî dibêje ji kurdistanê me, prens charles jî kêfxweşiya xwe tîne ziman û dibêje ez hez dikim rojekî serdana kurdistanê bikim..



03.01.2014 16:19 | endazer