Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [hejar zehavî] de;

7. mûzîkjenek kurd e. mixabin li her derî navê wî cûda hatiye nivsandin.
(bnr: hajar zahawy)
(bnr: hossein zahawy)
(bnr: hussein zahawy)

perkûsyonîst e. li defê dixwe û bi defa we navdar e.



li kurdistana başûr hatiye dinyayê lê di 10 salîya xwe de bi malbata xwe çûye îngîlîstan/londrayê û li wir mezin bûye. di sala 2005an de di çêkirina mûzîkên fîlma kingdom of heavenê de bi harry gregson-williams re xebitîye ku ev kes xwedîyê xelata grammyê ye. [ji bo vê fîlmê kardeş türkülerê jî mûzîk çêkiribû].

berê di komek bi navê niştiman de cî girtiye. dibêje maye di bin bandora bijan kamkar de û bi vî awayî dil daye defê.
hejar xwdîyê albûmekî ye. navê albûmê old roots new leaf e. ango kokên berê pelçima nû.
albûm ji vir dikare were guhdarkirin: Here lînkê

di organîzasyonên girîng de jî cî girtîye. di vê wêneyê de bi Prensê îngîlîstanê, Charles re ye:
Here lînkê
çend caran hatiye tirkiyê jî. ji muglayê bigire heta wanê li hinek bajaran tevlî xebatên atolyeyê û konseran bûye.



21.11.2019 21:22 | simurg56