Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


21 mijar û 26 peyam
fikirîn

fikirîn

1. an jî "ramîn"/ "ramîn fikirîn".



mirov bi alîkarîya du fonksîyona mejî ve difikire: (1) ramîna nîskok (focused thinking) û (2) ramîna diffûz (diffuse thinking).



dema yekê bala xwe ji mijareke re rind dide û bi tu tişta din nedifikire ew tê wê wateyê ku a di vê gavê de ewê ramîna nîskok bikartîne. bi vî awayê jî tiştên ku pê re mijûl dibe, dielîme.



ji alîya din ve, fikirîn, ne bi tene bi bal danê re lê her wiha bi xeyal kirin, rawestin, meşîn, û bi bazdanê re jî çêdibe. û ev jî ramîna diffûz e. heta tê gotin ku fikrên kreatîv piranî bi wan çar tiştên re çêdibe. çima? çimkî, mêjîya mirov ne bi tene dema baldanê tiştan aktîv e, her wiha dema mola dide/bêhna xwe dide jî aktîv e. û ji ber ramîna diffûze ku gava sêv ji jor dihat, newton qanûna xwe peyda kir. (ji ber ku mejîya wî ew bêhn danê jî aktîv bû)

di vê navê da, nivîskarê meşhûr Haruki Murakami, ku rojê qene deh kîlometre bazdide û heta niha nizam çend maratonê re beşdar bûye, jî xêra ramîna diffûz ditîye: camêr di pirtûka xwe ya bi navê "what i talk about when i talk about running" de mealen dibêje ku ger ez ew çendî nebazdame min nedikarî fikrên xwe ya romanên xwe derxistama holê.



du nivisên hêja derbarê wê meseleyê:



http://edition.cnn.com/2014/05/16/opinion/schulte-daydreaming-productivity/index.html?iid=article_sidebar%22

http://www.nytimes.com/2014/08/10/opinion/sunday/hit-the-reset-button-in-your-brain.html?_r=1



14.08.2014 21:21 | ervah.azad

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
dünya tv [3]
camêrê ku di vê kanalê de dersê dide navê xwe nezir gümüş e û ...
medrese [1]
navê zaningehan yê kevn e. qedexebûna wan bûye sedemeke nezan mayîn a ...
tirkên ku dibêjin selahedînê eyûbî tirk e [4]
Tirk tenê dikarin vê bibêjin: "Navên birayên wî bi tirkî ne"...
sendroma kleine-levinî [1]
Ew sendrom bi xewa zêde(hîpersomnîa) tê zanîn. Xewa zêde ne wek xewa m...
rêkutan [1]
Min çawa sernivîsê dîtt min got qey simurg56 ji bo dermana bi navê (vb...
belki ev jî bala te bikişînin
» fikirîna li ser wateya jiyanê

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî