Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ervah.azad

profîla "ervah.azad"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [fikirîn] de;

1. an jî "ramîn"/ "ramîn fikirîn".



mirov bi alîkarîya du fonksîyona mejî ve difikire: (1) ramîna nîskok (focused thinking) û (2) ramîna diffûz (diffuse thinking).



dema yekê bala xwe ji mijareke re rind dide û bi tu tişta din nedifikire ew tê wê wateyê ku a di vê gavê de ewê ramîna nîskok bikartîne. bi vî awayê jî tiştên ku pê re mijûl dibe, dielîme.



ji alîya din ve, fikirîn, ne bi tene bi bal danê re lê her wiha bi xeyal kirin, rawestin, meşîn, û bi bazdanê re jî çêdibe. û ev jî ramîna diffûz e. heta tê gotin ku fikrên kreatîv piranî bi wan çar tiştên re çêdibe. çima? çimkî, mêjîya mirov ne bi tene dema baldanê tiştan aktîv e, her wiha dema mola dide/bêhna xwe dide jî aktîv e. û ji ber ramîna diffûze ku gava sêv ji jor dihat, newton qanûna xwe peyda kir. (ji ber ku mejîya wî ew bêhn danê jî aktîv bû)

di vê navê da, nivîskarê meşhûr Haruki Murakami, ku rojê qene deh kîlometre bazdide û heta niha nizam çend maratonê re beşdar bûye, jî xêra ramîna diffûz ditîye: camêr di pirtûka xwe ya bi navê "what i talk about when i talk about running" de mealen dibêje ku ger ez ew çendî nebazdame min nedikarî fikrên xwe ya romanên xwe derxistama holê.



du nivisên hêja derbarê wê meseleyê:



http://edition.cnn.com/2014/05/16/opinion/schulte-daydreaming-productivity/index.html?iid=article_sidebar%22

http://www.nytimes.com/2014/08/10/opinion/sunday/hit-the-reset-button-in-your-brain.html?_r=1



14.08.2014 21:21 | ervah.azad