Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mergehez

profîla "mergehez"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [fikirîn] de;

3. lêkera ku bi daçeka "li"yê tê bikaranîn. lêkereke negerguhêz e, yanî rasterast obje ango bireserekê nagire.
şaşiyek mezin ku gelek kurd dikin: ez te difikirim. ya rast divê "ez li te difikirim." be.

di dema borî de ya rast: ez li te fikirîm. ya şaş: min tu fikirî

bi îngilîzî: i think of you.
bi almanî: ich denke an dich.
bi tirkî: seni düşünüyorum.


wateyeke din bi daçekeke din: li ser ... fikirîn

kurmancî: ez li ser wateya jiyanê difikirim.
îngilîzî: i think about the meaning of life.
elmanî: ich denke über den Sinn des Lebens nach.
tirkî: hayatın anlamı üzerine düşünüyorum.



27.11.2018 12:34 ~12:39 | mergehez