Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    5 mijar û 4 peyam
    heval.js - tirşik
    heval.js
    (75) (30) (20)
    di mijarê de bigere

    1. tirşikvanê nû ku ji bo pesendkirina di tirşikê de pirbûna bernamesazan hatîye tirşikê *
    bi xêr hatîye.
    (bnr: javascript)(js)



    2021.01.24-12:03 ~12:04]| simurg56

    2. peyama trollî.



    2021.01.24-13:37 ~2021.07.28 04:16]| heval.js

    3. Tirşikvaneke li ser bernamesaziyê dinivîse ye. Wer dixuye di tora tarî de jî dixebite (deep web) ger hinekî behsa wê bike û wê rave bike, ji bo kesên meraq dikin dê sûdmend be. Hatina wî bixêr e. Hêvî berdewam be.



    2021.01.24-16:00 | tîrêj zana 21

    4. nîvîskara ku ji 100ê zefhtir peyam nîvîsandîye.
    û a niha dikare peyamên mijar ên sîyasî bixwîne.

    (bnr: pîroz be)



    2021.02.11-02:16 | heval.js

    5. Nivîskarê divê çavek li formata tirşikê bigerîne ye.



    2021.02.12-23:59 | tîrêj zana 21

    6. Nivîskarekî beredayî yê tirşikê ye. mijarên ku vedike, peyamên ew dinivîse qet bala min nakşînin. Peyamên ji dûrî formatê dinivîse û mijaran vedike. Bi dilê xwe yê rihet dikarim bibêjim, gû xistiye tirşikê û hiştiye.

    Di derheqê temenê wî de tiştek nizanim lê tiştê ku dike zarok nakin. Rabûye reşika daye çend peyamê min ên objektîf û pênasekirin. Tu Bi vê aqlê nagihîjî tu derê. Li vir tirsikvan ji bo du tişta reşik didin peyaman yek ji bo peyamên ji dûrî formatê yek jî ji bo peyamên ne li gorî fikr û ramanên wê/wî.

    Hebkî biçe formata tirşikê bixwîne û wekî mirovekî têgihîştî karê xwe bike.



    2021.02.13-19:48 | yûsiv

    7. hêvîyên li endambûna wî ku ji bo nezaketê ji alîyê simurg û tîrêj zana ve hatibûn îfadekirin hemîyan pûç kir bi ehmaqîya xwe. wek bernamesazek tev digere lê karê wî yê herî mezin reşikdan e. * ji bo reşikdanê ne hewce ye mirov javascript bizanibe. * tam kerê çolê ye. ji nivîs û tevgerên wî texmîn dikim ancax bi 12 salî be.

    heke bi rastî jî bi 12-13 salî be, ez dê poşman bim bi gotinên xwe. em ji zarokan hez dikin. lê çi îşê van kesên ji 16 salî biçûktir li vir hene? kê wana dihêle, bona xwedê? moderator çi karî dikin?



    2021.02.15-03:27 | mirovekirind

    8. (bnr: full stack developer)



    2021.02.15-03:59 | heval.js

    9. (bnr: berda)
    bi xatirê we hevalno.



    2021.03.12-15:47 | heval.js

    10. an (bnr: heval format) * nivîskarek nûye, ez li bendê bûm ka ezê çi peyam jêre amade bikim wî bi çi teşeyî bi qalib bikim , û nizanim bi kîrê kîjan kerî jêre teşî birîsim * ez jê bi hêvîbûm li ser qad û alema ferazî, min got dibe jibû kurdî xebatek başbike.. û hê jî bi hêvîme jibû xwe pêşbixîne û me hewcehî xwe bike.. divên cihê meriv hewcehî qesaba bibe meriv kîrê xwe jêke û bixwe çêtire, cihê meriv jî ji viya bi hêvîbe ji kîrê xwere bibêje src, javac.exe, jar,class.. çêtire * dixwazim binivîse lê.., hêvî dikim guh bide tirşikvan û shorbevana li ser rexneyên lê bûne bi qup bikebe, bifikire û baştir binivîse, formatê nizanibe jî ne eybe min jî hê baş hîn nekiriye * bi kurtî tiştê min fehmkiriye format eve; meriv mijar û sernivîs bide nasîn û naskirin.vekirina mijaran jî mijarek bê nasandin vebibe.. Bixwaze trolliyê jî bike bila heqê trolliyê bide troll jî hetanî derek bê astengî dikarin binivîsin, herwiha bixêrhatiye ku here jî oxir be û roj kî zûtir be *



    2021.03.12-20:46 | shorbevan

    11. tirşikvanê ku ji ber peyamên ji dûrî formatê nivîsîye hatiye asteng kirin jî van rexneyan li te dike. *

    henek li aliyekî, ji endambûna xwe heta niha hevalê me yê heval.js qet xwe pêş de nebiriye. trolltiya wî jî ne ti trolltî bû.

    hinek hevalê me jî wekî te dest tirşikê kiribûn lê piştre xwe gelek pêş ve biribûn. Hêvîya me jî ji bo te ev bû lê nebû. Heke vê peyama min bibînî ez ê hin pêşnîyara bidim te. Ne tevgerên me, tevgerên te van encaman derxist holê. reşikên stendî tev ji ber tevgerên te bûn. Ango tiştên ku te dikir, xweşa kesî nediçû. rexneyên me ne ji bo dilê te bimîne bû. ji bo pêşketina te bû. lê te bala xwe neda. û rexneyên me hê jî derbasdar e. hadê.

    oxira te ya xêrê be.



    2021.03.12-21:22 | yûsiv

    12. Hevalê ku dibînim girêdayî ye lê tew peyam nanivîse, wiha bêdeng tê û dihere. Gelo asteng kirine? Bo nivîsandin.


    (bnr: pêjna te nayê)

    Edît : ne astengkirî ye bawer dikim tenê xeyidî ye.



    2021.04.30-17:41 ~18:06]| navîgiranmezelîwêran

    13. li dû têkbirina tirşikê ye an jî nîyet heye jê re reqîbek çêbike. çimkî tê û diçe pirsên axîretê ji min dike *



    2021.05.01-12:35 ~12:36]| simurg56

    14. tirşikvanê ku dilê xwe girtiye, ji ber rexneyên ku lê hatine kirin.
    wan roja dibe ku dîsa dest pê bike *



    2021.05.04-04:14 ~04:27]| merwano

    15. edi disa dinivise.



    2021.05.04-22:41 | heval.js

    16. lê nizanim çima bi tîpê kurdî nanivîsê *



    2021.05.04-22:44 | merwano

    18. Nivîskarê bernamesaz yê tirşikê ye. Sernivîs ango mijarên vedike gelek biqîmet in, lêbelê danasîna wan kêm dike. Heya car caran qet nayê fêmkirin ku dixwaze bibêje çê. Mijarên bernamesazî, ji xwe hinekî tevlîhev û bizehmet in, vêca dema baş neyên ravekirin jî yekcar tevlîhev dibin.

    Hêvî an ricayek min jê heye ku berî mijareke bi vî rengî veke, hinekî li ser xebat û lêkolînên xwe bike, heya kare wergerên xwe jî amade bike û paşê nivîsa xwe li tirşikê bar bike. Weke mînak ez ji xwe de zanim ku dema nivîsek teknîkî bo tirşikê amade dikim, herî kêm 30 an 40 hûrdem dibihure. Dîsa bixêr hatiye*



    2021.05.12-00:35 ~00:37]| tîrêj zana 21

    19. Min jê re gelek rexneyên tund û tûj amade kirin lê xeydok e loma ez gotinên xwe daduqurtînim, naşêm bibim sebebek bo terkatirşikatirşikvanekî



    2021.05.13-00:05 | ferhenga şikestî

    20. reşşikxwaz.



    2021.05.19-01:21 ~01:22]| hueyn

    21. Tirşikvanê ku mebesta wî bi peyva zikkom çi ye hê min fêhm nekiriye.

    Û hwd ev ne peyveke jî, qey dixwaze bêje ziqimಠ_ಠ



    2021.05.23-01:04 | merwano

    22. Gelo dikare avatara xwe biguherîne? Ji ew wêneya dilê min dixele.
    tiştên ku tirşikvan jê ditirsin/132295



    2021.06.02-13:49 | navîgiranmezelîwêran

    23. Nivîskarê tirşikê yê bernamesaz yê ku nizanim çima kurdiya wî pêşde naçe. Mixabin van heval.js/133369 xwestek û rexneyên min hê jî derbasdar in. Min hêvî û rica ji cenabê nivaskarî heye ku xêrekê li xwe û tirşikê bike û hinekî li ser kurdî bixebite. Di rewşa asayî de nivîskarên li tirşikê tomar dibin û dest bi nivîsandinê dikin, di çend mehan de digihêjin heya astekî.( yek ji vê mînakê jî ez im) lê nizanim ji ber çi ye, di vî nivîskarî de ew pêşketin çê nabe. Dîsa jî hêvîdar im.



    2021.06.03-23:19 | tîrêj zana 21

    24. Gava mijarek nû dibinin bi kelecanî dikevim mijarê ka çi heye. Paşê rewşa min:




    2021.06.15-05:24 | cinorek

    25. xwedî navekî orîjînal e. heke derfet hebûya minê navê xwe guherandiba hueyn.cpp



    2021.06.15-17:32 | hueyn

    26. Ji kîjan Niviskarî re xêrhatin dike , ew nivîskar domdar nabe.

    (bnr: heval meke)



    2021.07.10-21:23 | navîgiranmezelîwêran

    27. Nivîskarê ku dîsa ketîye dûv troltîyê.



    2021.07.17-20:02 ~20:03]| pîroz

    28. Bawer dikim bi şaşî zayenda xwe kiriye jin.

    (bnr: heval meke)



    2021.07.17-20:36 | navîgiranmezelîwêran

    29. nivîskarê ku xwedîye "rêjeya çeppik/reşşikan" ya herî piçûkê ye.

    hejmara çeppikên jê re: 102
    hejmara reşşikên jê re: 96
    rêjeya çeppik/reşşikan: 1.06




    2021.07.21-02:08 ~02:07]| heval.js

    30. nivîskarê ku di statîstîka 30 rojan de yekemîn e.

    Here lînkê



    2021.07.23-22:43 ~22:42]| hueyn

    31. Hinek peyamên xwe pir kurt in û weke troltî xûya dikin yan jî nên fehm kirin. Jixwe têra xwe reşşikan ji bo peyamên wisa hildide.
    Lê rojên dawî hêdî hêdî pêşwe diçe peyamên dirêj jî dinivise. Ez bawer im ew ê baştîr bibe.
    ...
    di heman demê de, ez dixwazim rexneyek disa bikim.
    gava li ser mijarekê dinivise xwezî ew peyamên xwe di bin yek mijarê de têkildar bike.
    Minak, li wir peyamek ecêb nivisiye têra xwe reşşşik hildaye û paşê peyamek din ji xwe re bersiv daye:
    ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin/116016
    Şûna peyamek nû peyama xwe ya berê sererast bike ji bo formata tirşikê giring e.



    2021.07.24-06:59 | elaziz izzetpasa camii


    33. Carna peyama dişînim bela xwe lê didim bila li min bibore *



    2021.08.15-19:30 | navîgiranmezelîwêran

    34. Nivîskarê tirşikê yê ku ew pêşketina zimanî ya ku min jê bi hêvî bû, niha hêdî hêdî xwe dide der. Asta fêma ji nivîsên wî zêde bûye û xwuyaye dê hîn jî pêş bikeve. Serkeftinê bo wî dixwazim.



    2021.08.20-18:57 | tîrêj zana 21

    35. bi qewla tirkan nivîskarekî ilgi meraklısı ye. bi qestika troltî dike û ji eşkerekirina vê yekê jî fedî nake.

    bnr: tirşikvan ji bo kêfê çi dikin/136092



    2021.09.05-20:11 | xelîl

    36. Ez matmayî dimînim ku mirov çawa dikare ewqas ehmeq be.

    nîşe (pênaseya ehmeqê: kesê ku hişê xwe nikare bi kar bîne)



    2021.09.05-22:48 ~22:54]| gunicorn

    37. Nivîskarê carna tenê ji bo reşik bidime wî têketinê li tirşikê dikim. Ev bû du car e dibinîm dibêje "jin li ser înternetê zêde ne çalak in , her tim instagramê de ne" hwd. Bila haya wî jê hebe bêhna incelbûnê jê tê.



    2021.09.17-09:38 | biaqila malê

    38. ka rast negotîye?



    2021.09.17-10:02 | heval.js

    39. Ez zêde li vir naşopînim, lê gelek rexne lê hatin kirin. Ji ber vê yekê li ser riya rast de ye.



    2021.09.17-22:32 ~22:33]| dilreş

    41. tirşikvanê ku Van roja reşşik li ser wî da dibarin *



    2021.09.18-02:09 | bûtîmar

    42. Çima ji ber ku min reşşik dane peyamên wî yê ku ne hêja ne pîvazeke, heqerata dike.

    Ger bi qasî serê derziyekê şeref pê re hebûya, nedigote min bêşeref.



    2021.10.11-00:52 | bese binale welat ji kul û derda

    43. kesekî jî re negotîye bêşeref. tirşikvanêkî acêp jê re got reşşikdanîn ne qedexe ye min jî got belê bêşerefbûn jî ne qedexe ye.



    2021.10.11-00:55 | heval.js

    Hemûyan Bixwîne

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    tiştên ku bêhemdî kenê mirov tînin [1]
    gava keriyek pez hêdî bi rê de diçe dûvên wan weke reqs dikin bi hêlan...
    mîhrîcan [4]
    ev peyv me'neya festîwal, şahî û ahengê dide. Bi farisî mêhregan, bi û...
    vejînbooks [1]
    projeyeke ji bo komkirina tekstên wêjeyî û dîrokî yên Kurdî ye. proje ...
    rişmil [3]
    Navçeyeke Mêrdînê ye. Navçe biçûk e û belawela ye. Newalek di navb...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » heval.js

    Kategoriyên mijarê:: tirsik tirsik tirsik
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî