1. hema bêje hatiye asta nîjadperestîyê. mirovên zaningeh xilas kirine û yên heb nexwendine tev ruhê wan ji sûriyeyiyan diçe. bawer im wê pirsgirêkên mezin derkevin holê di siberojê de. |
|
25.06.2019 16:26 |
xelîl
|
2. nefreta ku kes bi sebeba wê nizane. ên ji penaberên sûrîyeyiyan nefret dikin, ew bixwe jî nizanin çima nefret dikin. tu dipirsî ka çi li te kirine? ne tişt. tu jê dipirsî te hevaltî bi yekî ji wan re kiriye? na. tu dibêjî tiştek hatiye serê te? dibêjin na. dipirsî, kesên nas derdora te de hene ku tiştek hatibe serê wan? dibêjin na. yanî ev nefret ne ji tecrubeyên şexsî pêk tê. bê naskirin, bê zanîn, hema ji dûr ve. |
|
20.04.2024 01:21 |
mirovekirind
|
3. Ew nefret di wan salên dawî de gihiştiye asteke bilind. Ên ku penaberan nas dikin jî dikarin xwedî nefret bin ên ku qet nasnekiribin jî dikarin xwedi nefeet bin. Ew nefreta ku li tirkiyeyê her ku diçe zêdetir dibe xwe dispêre hin mijaran; |
|
31 roj berê 12:41 ~12:46 |
çaya germ
|
4. nefreta ku zêdebûna wê digihîje tenê cîhekî: |
|
31 roj berê 13:54 ~13:54 |
blabla
|
5. Bawer im di her civakê de ev heye, dema mirovên ne wekî xwe dibînin jê hez nakim. Dema ev heznekirin piçekê hate xwerandin bi awayekî eşkere vê nefreta xwe nîşa didin. Di eslê xwe da hatina Sûryeyîyan a ji bo Tirkiyê biçekê, an jî gelek, sûcê rêvebiriya Tirkan e. Çimkî wan tiliya xwe xistin nav şerê navxweyî yê Sûriyeyê nehêlan dawî şerê li wir bêt, xwestin rejîmeke bi dilê xwe bînin ser Sûriyê lê nekarîn û niha jî şerê wir xetimîye, penaxwazên li bajarên wan jî mane ser wan. |
|
31 roj berê 16:13 ~16:15 |
bayê xerbî
|
6. kûçikê ozdax dibêje ger penaberên sûrî werin li t*rkîyê, Kurdistan ava bibe |
|
31 roj berê 16:18 |
matthasmeat
|
abdullah kıran [1] |
|
cemaeta îsmaîlaxa [1] |
|
cemaeta îsmaîlaxa [1] |
|
rapa kurdî [3] |
|
cinorek [1] |