Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


33 mijar û 52 peyam
cinorek - tirşik
cinorek
(36) (0) (9)
di mijarê de bigere

1. nivîskareke hêja ya tirşikê ye ku ez bawer im xwediyê malpera cinorek.wordpress.com'ê ye.



09.09.2013 23:00 | simurg56

2. eger malpera ku tê behskirin ya wÎ be û welatên ku di malperê de hatine danasîn jî ew bi xwe lê gerihabe rêz û hurmetek mezin heq dike.. û ez ê ji camêrinan re bêjim bila bejna xwe li ber ger û geştên vî camêrî û serguzeşt û serpêhatiyên wî bitewînin stûyê min diêşe an nexwe..

nivîskarek yê tirşikê ye helbet ji nav 600 nivîskarên din ên tirşikê.. lê çalak û çarpêk e û xweş dinivîse..



09.09.2013 23:10 | endazer

3. zonê ma yanî kirmanckî/zazakî zano. çi weş!



12.09.2013 20:35 | kurdane

4. seba ke puanê karmayê ey -1 bi, mi ci rê çend çeppikî cenayê, la ancax resa -0. la no mîyan de sereyê mi zî têmîyan bi. dersê matematîkî de ma musayê ke hûmara "0" ne negatîf (-), ne zî pozîtîf o. No -0 ku ra vejîya? *



16.09.2013 16:28 | kurdane

5. Car caran me rexne li hevalên pkkyî dikiran û me digot gellek muteessib in (hişk in) û ji bilî fikra wan tehemmula wan ji ti fikrî re nîne. Weka din me digot dema di peyiv in bê esl û bê bingeh di peyîv in. Lê willehî dema ez vî hevalê mey ê cinorek dixwîn in ez hezar rehmetê li hevalên pkkyî tînim. Belê mirov dibê dijber (muxalîf) lê ne bi vî şeklî. Ez bawer im hema heta êvara ji xwe re dibêjê gelo ez çi bikim û çawa bikim rexne li partî(bdp) û pkkê bikim. Ezbenî em jî car caran rexne li siyaseta pkkê û bdpê dikin lê dema me ev heval dît me got rehme li me bê. Em li cem vî hevalî hê şagirt in. Rexne bikin lê ez bextê we me ewqas jî bê bingeh û bê esl rexneyan nekin..



22.09.2013 21:51 | nan û av

6. li gorî dane û agahiyên bi dest îstîxbarata tirşikê ketîne li paytexta koreya başûr li seulê dijî.. lê li seula rengîn çi dike, bi çi ve mijûl e bes xwudê û cinorek dizane..



30.09.2013 02:15 | endazer

7. gerokê tirşikê ye. şûna me hemûyan li dinyayê digere û nivîsên xwe yên derbarê gerên xwe de, li malpera xwe diweşîne: http://cinorek.org

welleh bi qasê ji malpera wî tê dîtin xweş geriyaye; tirkiye, îran, kore...

xwedê bêyî ku ji keyfa wî kêm bike, hinek jê bide me jî îşelleh



09.10.2013 18:20 | simurg56

8. xwezî di peyamên xwe yên di tirşikê de şûna rojeva kirêt û bêhnpêketî ya kurdistanê behsa cih û warên lê geriyayî, xawrinên xwarî, mûzîkên guhlêbûyî filan kiribûya..



22.10.2013 14:24 | endazer

9. mîmar e.. xwezî logoyeke xweşik ji bo tirşikê çêkiriba..



26.10.2013 22:00 | endazer

10. Li qoserê kazimo heye. xwarinê şîn û dawetan gişî ew çêdike. jê re silavekê bişîne, wê tirşikeke li gorî dilê te çêbike. Silavê min jî lê bike... *))



26.10.2013 23:11 | devliken kelogiri

11. trol.



20.11.2013 07:49 ~2019.07.02 17:22 | şoreşa penûsa kurdî

12. ya ku mixabin bêhemdê xwe weke cîranek dixwînim.



20.11.2013 20:09 | simurg56

13. xwezî herkes mina cîranek bixwinÎbÛya. gava sifte de malper ava kiribÛ google dipirsi ku
'hÛn dixwazin cindoruk lêgerÎn'...



21.11.2013 17:21 ~2019.05.01 05:03 | cinorek

14. HEKE DEV Jİ SîYASETÊ BERDE MİROV DİKARE JÊ HEZ BİKE.



24.11.2013 19:49 | oxir

15. bi siyaset û siyaneta xwe ve qedr û qîmeteka bÎst û çar eyar yê tirşikê ye.. eger fikrên wî yên siyasî şaş bin jî ne ji dileke pîs û xirab derdikevin û ji bo xêr û qenciya kurdan û kurdistanê ne.. nizanim hewce ye bêjim lê ez b xwe ligel gelek fikrên wî yên derheqê siyaseta kurd de me.. ne sempatîzanê tu hêz û hizbekî ye dikare bi serê xwe bifikire û fikrên xwe bi azadî bêyî tirs û pakî û perwa biseridîne..

lê dilê min dixwaze ku ji siyasetê zêdetir behsa mijarên din bike, ji ber ku ji xwe temamê kurdên li bakurê kurdistanê bi fêhm û ferasetaka çewt û çelexwehrî polîtîze bûne û jê mejîreşî bûne û ji siharê heta êvarê wek darkutkekî nikilê xwe li daran didin bi gotinan rejîman diguherînin û dewletan demokratîk dikin, qenebe bila yên wekê cinorek xwende û kalîfîye behsa mijarinên din bikin.. me ji vê çerx û gêjgerînka lanetî derxînin.. ez bi xwe heta mecbûr nemînim behsa siyasetê nakim.. ji ber ku nifşên nû yên kurd yên bi derew û dezenformasyonên pkkê mezin bûne ji ülkücüyan jî serhişktir û korbawertir in..



24.11.2013 20:13 | endazer

16. yek ji demirbaşên tirşikê ye.. ev çenik û çend roj in pêjn jê naye.. xwudê bike ku hema bi silametî be..



13.12.2013 23:12 | endazer

17. nivîskarê di mijara (bnr: hakpar) ê de xwediyê 6 şîroveyan e ku temamî 11 şîrove lê hatiye kirin *



bawer dikim. qoyî (bnr: hakpar) ist e *



19.01.2014 08:06 | berxweda

18. ger ew û li youtubê de "Omar Ali Khandro" heman kesin, ez dixwezim jê re bibejim ku stranan zahf heja dide par ve kirine.



22.01.2014 17:58 | ervah.azad

19. nivîskarê ku tirşik bicih hêliştiye Û aware bûye..



22.01.2014 21:59 | endazer

20. nivîskarê ku piştî demekî dirêj despê nivîsandinê kiriye ye.

dÎSA Bi xêr hatiye ..



29.01.2014 11:13 | brusk56

21. niviskarÊ ku car caran bÊgav dimine û nikare binivise. ji ber ku ne aplikasyon Û ne jÎ mobÎl versÎyona tirşikÊ heye. ew kemasiya mirovÊn ku diçin geştÊ ecÎz dike.



29.01.2014 11:26 | cinorek

22. nivîskarê ku ji zilama re dibêje wê.







https://www.tirsik.net/e/26642

https://www.tirsik.net/e/26457



19.02.2014 18:02 | giyanstêr

23. (bnr: zayend çi ye ?)



19.02.2014 20:07 | cekdar

24. li gorî wêneyên min di malpera wî de dît û ger ez şaş nebim, hevalê min ê zaningeha itü'yê ye. me bi hev re xwend û ew jî mîna min avahîsaze. di bextê me de, di tirşikê de bi rastî hevdu hatin jî hebûye. ji bo min, di zaningehê de heval bû, lê di tirşikê de dijber e. bi rastî jî dinya piçûk e.



20.02.2014 19:04 | nazim tolhildan

25. balyozê tirşikê ya seulê ye.



20.02.2014 22:24 | simurg56

26. geroka hanê dinyayê xwar ji me re tiştek nehêla,sed aferÎ * gerok e,camêr e,bereketî ye,kurdîhez e Him ji qijikan jî pirr hez dike.



20.02.2014 22:31 | gulgenim

27. min tew nedixwest ku di bin mijara navÊ xwe de peyamek binivisim, lÊ rastÊ peyamek wusa hatim ku mina avek kelÎ li ser serÊ min rijÎ bÛ. (bi kurdî her tişt mûbah e/27456) bale ew rast e. ew jÎ qÎsmetek çiroka min e. cinoreka min e. lÊ nivÎskarÊ ku ew nivisÎ qÎsmeta çiroka min din nizane.

(bnr: em hemÛ gunehdar in)

le hevalo unut o eski günleri

fincana kahve koydum gel

...



07.03.2014 16:45 | cinorek

28. nivîskarê ku ez çiroka wî nizanim e. lê ew çiroka min dizane, kesê ku vê peyamê dixwîne, tu jî dizanî, yê din jî dizanê. ker û kor û lal jî tê de, hemû mirovahî çiroka min û çiroka mîlyonan kurd û kurdistanê dizanê. ji ber ku tu çiroka min dizanî, tu nikari min aciz bikî. yê ku jîyana xwe ya rastî da nikare kurdîtîya xwe biparêze, bila di înternetê de, ji min re niqaşan neke. ger tu min carekê biêşînî, ezê te du cara biêşînim. ger tu tiştên ji min re pîroz in, di nav tilîyên xwe de wek leyîstokan bilîzî, her dem ezê bersiva xwe ji te re bibêjim.



08.03.2014 20:08 | nazim tolhildan

29. nivîskarê ku min jê re, dewsa vê peyamê, peyameke din nivîsîbû û ew peyam hindik maye ku bibe aforoz bûna min. bi rastî minê peyama xwe, di panela bikarhênerê de jê re tenê bişanda û niqaşên me yên di navbera me de bima. lê min kir nekir ew peyama minê dirêj neçû. xuyaye ku di tirşikê de şandina peyamên di panela bikarhênerê de pirsgirêkên teknîkî hene. dûv re min destûr jê xwest ku ez di bin sernivîsa cinorek de binivîsim. cinorek jî ji min re got "pirsgirêk tuneye, tu dikarî di bin sernivîsa min de binivîsî". jixwe, dûv wê peyama min re, cinorek dilxweşîya xwe jî ji min re diyar kir. ji ber ku min tiştên nebaş nenivîsî. binêrin, min di dawîyê de ew payama min ê cirorek lê aciz nebû, lê mixabin hûn aciz bûn, min jê bir. êdî dilê we rihet bû.



12.03.2014 10:15 | nazim tolhildan

30. Nivîskarê ku bi hişa xwe ye azad û bi zimanê xwe ye tûj ve ketiye belayê apociyan de, mahrema wî hatiye binpê kirin û navê wî yê rasteqîn û mesajên wî yên taybet û şexsî bêdestûr hatiye eşkere kirin. Ez bi xwendina nivîsên wî gelek keyfxweş dibim, camêrekî hişazad e, can û ceger e, têra xwe kurdistanî ye, ger ji min biçûktir be çavên wî radimusim, ger ji min mezintir be ez têm destê wî. Çimê to bûra deza!



(bnr:yedirmeyiz qardaşim)



12.03.2014 11:38 | prode_pasha_chinyo!

31. nivîskarê ku min destûr stand û peyama li jorê nivîsand. ger aciz be ez dikarim bi lêz peyama xwe jê bibim.

ji bo gêjan: (bnr: destûr standin), (bnr: izin almak), (bnr: getting permission)



12.03.2014 11:50 | nazim tolhildan

32. lawiko wa du sê heb qijik hatine ber paca min,pirsiyara te kirin,tu li seula şewitî çi dikî ?



08.04.2014 22:00 | gulgenim

33. nivÎskarÊ ku bi destÛra hevalÊ xwe yÊ mektebÊ ber geşte tirşikÊ bÛye. hem tika kiriye ÊdÎ li vir ew Ê -no politics- bibe.

hem dibirse ku;

ger nivÎskarÊn sempatizan Û apocÎ dizÎvirin ew dikare peyamÊn xwe yÊ berÊ ji paqij bike.



14.04.2014 17:21 | cinorek

34. wey cinorekê min, bavo, birayo, hevalo tu li ser çavên min, li ser serê min hatî. bi rastî, bê te ti tehma tirşikê tuneye. endezar jî tê de kes nikare cîhê te bigre* welehî êdî tirşikê xweştir be.



di derheqa ev (bnr:nazim tolhildan/34877) peyama te de jî ez dikarim vê yekê bêjim: "di alîyê siyasetê de ti aşiqên min tuneye. ji ber ku ez siyasetê nizanim ku hin kesan ji xwe aşiq bikim. lê di alîyê keçan de aşiqê min zêde ne. eger tu bixwazî ez dikarim çend heba ji te re bişînim.* *



14.04.2014 17:44 | nazim tolhildan

35. blogek wî heye: http:// cinorek.wordpress.com/author/dogania/ *



15.04.2014 17:36 | mergehez

36. nivÎskarÊ ku ketiye destÊ îstîxbarata tirşikê.



15.04.2014 18:08 | cinorek

37. ... neyse ez nanivîsim lew re em kes ji cinorek fêhm nakin ...



25.04.2014 14:44 | mergehez

38. li gor agahiyên ku îstîxbarata tirşikê bidestxistî nivîskarê ku van rojan li ekşî-yê li derbarê tirşikê şildim bildiman dike. divê hay ji xwe hebe îstîxbarata tirşikê ji di karên xwe de ne kêmî cia û fbi-ê ye *



22.05.2014 06:19 | oxir

39. (bnr: kurmê darê)



22.05.2014 10:54 | renas

41. bi qasê zanim dimil e, (zaza, kirmanc) lê bi piranî bi kurmancÎ dinivîse, ji ber ku di tirşikê de nivîskarên zazanivîs kêm in û zêde nayê fêhmkirin.. kurmanciya wî li gorî kesekî ne kurmanc têra xwe baş e, asta zanîna wî ya zazakî nizanim, ji ber ku bi zazakî nizanim..

ez ne xelet bim camêr avahîsaz e û li koreya başûr dijî.. min berê jî di peyameka xwe de gotibû, xwezî camêr qet îş û eleqeya xwe ji siyaset û polemîkan çênekiirbûya.. û tenê li ser kar û hobiyên xwe nivîsandiûya, bi qasê ji blog û malpera wî ya şexsî dixweye, li gelek welat û şaristaniyan gerihaye, xwezî di tirşikê de ji me re behsa çand û xwarin û edet û mûzîk û sînemaya wan welat û şaristaniyên lê gerihaye kiribûya.. siyaset piştî demekî mirov dilewitÎne, vêca eger muxatabên te mûrîdên fêhmkor û xeber bi serê wan nakevin be ku wehî jî bê, baweriyê bi rastî û heqîqetê nayînin wekê ebû cehîl li ser dÎnê bavûkalanên xwe dimînin, pûtên wan diparêzin, bin, îcarî mirov dÎn dibe, ji dîn derdikeve..

bi qasê ji beyan û gotinên nazim dixweyin, camêr di dema xwendina xwe ya lîsansê de, qet li kurdîtiya xwe xweyî derneketiye û xwe nedaye dor xwendekarên kurd ên polîtîk/welatparêz... ev kêmasiyek e helbet lê mirovek eger ji şaşiya xwe poşman bibe û jê hatibe xwar ev ey cihê teqdîrkirinê ye..



22.05.2014 15:39 | endazer

42. tirşikvanek qîmet bû. ji ber ku dikariya nirxek li tirşikê zêde bike. lê xuya ye bûye ekşîcî.

bi ya min kirina wî gelek eyb e. şûna biçe li ekşiyê û behsa tirşikê bêje "ew malper e ku mirov dikarin heta êvarê dijûn û rexneyan li pkkê bikin" çûye û gotiye "ew malper e ku dijberên pkkê lînç dikin û fîlan"

wisa nivîsandiye ku heçko li tirşikê peyamên dijberên pkkê tên jêbirin an jî sansûrkirin û li vir %99ê nivîskaran pkkyî ne û bêhna dijberan diçikînin.

neyse, ekşi jî tirşikvan jî cihê rexne û şîroveyan e. nexwe fikra wî û ya ji tirşikê fêhm kirî ev e...



24.05.2014 08:51 | simurg56

43. ew nivîskarê ku dixwazim bi ser navê konseya rêveber ya tirşikê bi çarxiştiyekî ji dengê kalê helbestvan yê şirnexî dengê xwe lê bikim;



''ez li vî xanî tu li vî xanî

tu hem gul î hem rîhan î

min gelek bêriya te kiriye

ez nizanim tu çawan î''



hêvî dikim bersiva wî jî wekê ya dergistî û delaliya kalê şirnexî ne nîgeran be;



go; wileh min bi xwe bêriya te nekiriye.. *



http://www.youtube.com/watch?v=juEdYETJ3Fs



dawiya dawîn dixwazim jê re bêjim ''sen ekşide yazarsın ama cenazene tirşik gelir' *



26.06.2014 21:53 | endazer

45. nivîskarê ji zû de ye nexuyaye. gelo li koreya başûr internet tune ye *



26.01.2015 00:44 | berxweda

46. Partîzan e lê Kurdî nizane.



19.03.2015 00:32 ~00:34 | remlavêj

47. nivîskarê qasî dizanim dimil e. peyva remlavêj ya bi kurdî nizane nizanim bê ji bo çi ye. cinorek nêzîkî 900 peyamî nivîsiye û hemû jî kurdî(kurmanckî-zazakî) ne.



19.03.2015 01:45 | berxweda

48. Jêhatî bû û tam jî ji ber ku di kurdiya wî de xeletiyên sosret hebûn, li cem min cihê wî cuda bû.



19.03.2015 14:00 | simurg56

49. nivîskarêkî dema ku peyamên wî dixwînim dibêjim qey pkk'ê tişteke "nebaş" aniye serê wî û dike nake ji bîr nake.



04.04.2015 16:24 | nazim tolhildan

50. nivîskarê ku ji ber reaksiyona min, ev peyama xwe altan tan/63742 serast kiriye. bi sêrî de di wê peyamê de bona hdp'ê digot hundred percent partiya gû. lê niha ew îbarê jêbiriyê.



erê hevalo, dema ku tu xwe bawer nakî wê demê çima dinivîsî. na eger xwe bawer dikî wê demê çima pişta nivîsa xwe nasekinî. na eger te ferq kir ku tu şaşî û ji ber wê tê nivîsa xwe jêbir, wê demê şaşiya xwe wek camêran qebûl bike.



04.04.2015 17:07 | nazim tolhildan

51. nivîskarê ku di bloga xwe de qasî kurdiya hdp kurdî bi kar aniye *



04.04.2015 17:59 ~18:00 | berxweda

52. (bnr: kemasiyên cinorekê)



04.04.2015 18:13 | cinorek

53. nivîskarê bi zayendê ziman nizene ye. bi xwedê min go belkî cinorek jin e. cinorek/63904



04.04.2015 18:15 ~18:47 | berxweda

54. (bnr: up up up)



04.04.2015 18:23 | yoda

55. nizanim çima lê her tişteka hejê nake, bi gû pênase dike.. dewla serê cinorek sempatîzanên di tirşikê de bêtir xwe li partî û serokê xwe dikin xweyî.. bi qasê nazim û brusk56 ew jî tu tiştî ji siyasê fêhm nake, ez bûma min ê selahtiyeta dengdanê ji wî jî standibûya.. hersê jî li ser siyasetên cuda dixweyin, lê ji eynî qumaşî ne.. xwezî xwe hîç tevil siyasetê nekiribûya û her û her di vir de ji me re behsa serpêhatiyên xwe yên koreya başûr kiribûya..



05.04.2015 03:46 | endazer

57. nivîskarê ku ez ê rîca û tika dikim bila nivîsên xwe yên di derbarê gerên xwe de, bi kurdî binivîse.

bila blog û malpera xwe ya bi tirkî bisekinîne û blogek kurdî veke. ger pêwist be ez ê jî alîkarî bikim.



10.05.2015 19:19 | simurg56

58. Kesê ku kesayeta wî li ser dijminahiya pkkê ava bûye. ji her derê canê wî hormona dij-pkkê avzê dibe



24.05.2015 22:07 | mergehez

59. ev nivîskar ji kê re dixebite nizanim lê qet kêfa min jê re nayê.

di ekşîsözlükê de li ser mijara tirsik.net'ê nivîsandiye û gotiye:

"turkiye dışındaki kürtlerin dahi artık sadece türkçe konuştuğu bir dönemde (bkz: salih müslim) (bkz: twitterkurd) 3-5 kişinin sırf kürtçe sözlük yazmaya çalışması takdir edilesi bir çaba ama nafile. pkk/hdp güçlendikçe kürtçe yok olacak. bu çok açık."



dÎsa di vê derê de jî peyv avêtiye pkkê. li her derê, di her rewşê de dikare peyv biavêje pkkê. heke ku meriv peyama wî bixwîne, dê bibêje qey ew 24 saet bi kurdî dipeyive û dinivîse lê belê 24 saet bi tirkî dinivîse..



16.06.2015 19:12 | mergehez

60. nivîskarê dibe ku ew jî moderator be.



16.06.2015 19:52 | shorbevan

61. nivîskarek ji nivîskarên divê bi şiva terr li wan were xistin e.



17.06.2015 13:58 | nazim tolhildan

62. nivîskarêji hêla twitterkurdsê rast dibêje ye. her ji 20-30 kesên vê hashtagê bi kar tîne yek bi kurdî ye. Here lînkê



17.06.2015 14:07 | berxweda

63. nivîskarê ku li ser tirşikê tiştên çizo mizo gotine. Here lînkê her lê nizanim bi çi zimanê axiviye. dibe ku bi çinî bibe.



17.06.2015 15:09 | cinorek

64. /77168

nivîskarê ku di vê peyama xwe de ji parlementerên hdp'ê re gotiye "fahişe". erê hevalo, bila min tu nas nekiriba, ew jî tiştek bû. qet nebe min ê bigota camêr kurdan, kurdîtiyê û kurdîstanê diparêze. lê mixabin ez te baş nas dikim, tu ji min re ne dûrî. bila ev durûtiya te jî ji min re bibe kul û derd.



09.10.2015 11:57 | nazim tolhildan

65. Nivîskarê ku nizanim gundê wî li ku ye lê li gor texmîna min, li herema karadenizê ye * Ev çi encam e law ! : /78497



03.11.2015 10:01 | brusk56

66. hingî ez dizanim li koreya beşûr e. hindik maye bibe welatiyê wê derê. wê kengê vegere welatê dagirkirî, meraqê dikim.



27.04.2016 20:12 | simurg56

67. mina ihb ew jî hêrs bûye. heta hûn kurdistanek azad boy wî amade nekin ew ê wenegere ji welaten dûr.



28.04.2016 15:05 ~15:06 | cinorek

68. Nivîskarê/a(lawo ger mêr be mirov ê kartîne anjî a nehate bîra min min jî go rîsk negirim* )dest bi berawîrdkirina kurdî û korevî kirîye. Helal bît jê ra. Lê babê min mirov nepirse çênabe kurdîstan kîdere kore kîdere, ka camêr çitket koreyê mirov tatêla hindê diket.



05.06.2016 09:57 | azad30

69. nivîskarê ku divê qet nebe kêrî tiştekê were û derbarê mijara têgehên avahîsaziyê de carinan hin tiştan binivîse* kuro ka ji bo çi te avahîsazî xwend?



18.10.2016 12:23 ~12:23 | nazim tolhildan

70. kesê li koreya başûr e. paytexta samsungê ye.

ma li wir samsung ne erzan in gelo? çima nakeve bazara wê *



18.10.2016 22:56 | berxweda

71. Nivîskarê bêrîya welat kiriye *



03.01.2017 18:32 | berxweda

72. Gelek kêfa min jê re têt lê Wexta dinivîse qet guh nade rastnivîsê. Zayenda peyvan şaş dinivîse tim



10.01.2017 12:22 | ferhenga şikestî

73. xwediyê zimanekî (nivîs) sempatîk e.
peyamên wî kêfa min tînin..
Ez dixazim bila ji me ra behsa baweriyên koreyiyan jî bike



18.01.2017 09:11 | bûtîmar

74. tirşikvanê weke bacanreşkê tirş û şîrîn û xweş, em ji vê nivîsa wî hîn bûn ku eslê wî tirkmen e. min û'xwe meraq kir. tirkmenê ku ne, çawa ketine nav kurmanca de!

nivîsa wî, dema kurmancî li mala me hat qedexekirin: Here lînkê



28.03.2017 00:32 ~00:33 | xendekî

75. tirşikvanê ku ez navê wî di lîsteya nivîskarên girêdayî /onlîne de dibînim kêfa min tê cîh. *



28.03.2017 01:00 | bûtîmar

76. bi navên cuda trolliyê dike, pêşiya cerebeyên wî yên trolliyê kêfa min jê re dihat, lê piştî trolliyên bi navên cûda, bi taybet jî ya bi navê mindal êdî jê ketim şike. ji bo trolliyê zekayeke ekstrem û şiyana ketina dilq û dirûvên cuda divê, lê yek ji wan jî li cem mindal ango cinorek nîne.
dogania, elaziz izzet paşa camii, mindal û hwd.
û ez ji nivîskarên kevn ên tirşikê jî şaş dimînim çawa nikarin trollan ji hev nas bikin?



08.06.2017 03:30 | endazer

77. Walle wê carê ez ninûm.
Fikrê min derbarê urmiye û kerkûkê aşkere ye.
Ne tenê urmiye û kerkûk, hemedan û tebrîz jî kurd e.
Te çawa ew derxist ku wan hesabên jor ezim.



08.06.2017 15:52 | cinorek

78. Nivîskarekî wêrek e. Xwedî qelemeke sempatîk e. Wextê nanivîsê, cihê wî xuya dikê. Ez hêvî dikim go bêhtir binivîsê û me bê nivîsên xwe nehêlê.



18.04.2018 02:19 | gumgumok

79. bi vê peyama xwe ez xweş dame kenîn : ))
bnr: /106386



24.04.2018 18:16 | bûtîmar

80. Tirşikvanê ku di derheqê eşîran de xwediyê agahiyên xweş e.
Dema ku ez li vir behsa eşîrekî dikim, ez di dilê xwe de dibêjim teqez cinorekê di vê mijarê de binivîse *



30.04.2019 23:31 | bûtîmar

81. Gereka eva du roj be hatibe Tirkîyê..
hêvî dikim serî li welêt xe jî..



28.07.2019 00:55 | bûtîmar

82. Nivîskarê ku ez hetikandim e *
gumgumok/116419
(bnr: istîxbarata tirşikê)
(bnr: nalet olasi federaller)



26.01.2020 22:18 | gumgumok

83. ew nivîskar e ku bi avatara xwe ya dawî ya xweşik, (bnr: qijik), nîşana malpera sci-hubê tîne bîra mirovê.

wekî din, nivîskarekî kevin û hêja ye. şêweya wî ya qerfî baş e ( : tirşik bi nivîsên wî yên kin û komîk ve tije ye. serê xwe bi rêziman û rastnivîsîna kurmancîyê ve naêşîne. gergerok e. dev ji rêwîtîyê berdaye gelo? êdî dem dema youtubevanan e. cinorek jî dikare vîdyoyên başûrî û yên herêmên din û asyaya dûr ji me ra bi kurdî çêbike û parve bike.



28.02.2020 23:32 ~23:32 | mirovekirind

84. Tirşikvanê ku min bêriya entryên wî ên dirêj kiriye ye.
û a niha wêneya profîla wî çûk e lê ji dûr va mînanî batlîcanan xuya dike *



05.04.2020 02:09 | bûtîmar

85. (bnr: bila edîtor cinorek dere guhertin)



07.10.2020 13:37 | bûtîmar

86. Tirşikvanekî 7 sal e, li vir dinivîse ye. Bi nêrînên deh mehê dibêjim; du sê roj dûr bikeve jî her dinivîse. Maşala *



08.10.2020 08:03 | kajav

87. ez mirandime û cinazê min jî li erdê hêliştiye. ;)
ji bo rexneya wî jî dikarim vê bêjim, her mirov di sal an temenekî de asê dimîne êdî li xwe zêde nake.



31.01.2023 22:45 | endazer

89. anyounhaseyoo, calcineseyo cinorekii:d
kezeb e kezeb. ji destpêka nivîskariya min heta niha her tim piştgirî daye min. dema ez dikevim eyarên Bloga xwe û dibînim ku ji koreyê yek ketiye malpera min û kêfxweşîyek mezin li ser rûyê min diyar dibe. hêvîya min zêdetir dibe dixwazim her û her binivîsim. her hebîîî



06.04.2023 22:41 | yûsiv

90. Di nav tirşikvanan de yê herî efsanewî kî ye?
~cinorek



17.07.2023 20:30 | horhorik

91. seetek şûnde ê bibe nivîskarek 10 salî û 18 rojî.
(bnr: pîroz be)



***



26.08.2023 23:22 ~2023.08.27 02:04 | ciwanzêr

92. êdî moderator e li serê me. ser xêrê.



12.09.2023 22:06 | simurg56

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik v3.0 [2]
ka ez jî agahdariyeke bidim) slav tirşikanên hêja, mergehez malper...
tehdîdên kurdî [3]
Ezê te li berekê(kevir) ve vedim, Ezê lingê te bişkênim, Were meydan...
îtîrafên tirşikvanan [1]
ev demeke dirêj berê min li tirşikê taybetmendiyek zêde kiribû û ji bî...
tirşik agahdarî [1]
Silav tirşikvanên hêja, Di demeke kin de versiyona nû (v3.0) wê wer...
horhorik [2]
Tirşikvanek fantastîk e. Miqayeseya xweşikbûna memik û welatê xwe di...
belki ev jî bala te bikişînin
» cinorek

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî