Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


37 mijar û 72 peyam
ku ji avê derkeve masî dimire? - tirşik
ku ji avê derkeve masî dimire?
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Dibêjin, ku ji avê derkeve masî birca masî dimire, min bî xwe masiyek nas kir, ji avê derket û nemir. Lê gellek caran beriya avê dikir û di nav hestirên xwe yên şor de sobayî dikir. Derketina ji avê tişteke ecêb e bi rastî jî. Ihtimala mirinê jî qasê ihtimala jiyaneke xweş heye. Êdî ew ji te re ye. Biryardayîn... ka destûr bidin hebkî qala masiyê xwe bikim. Ew masiyê min î yekem bû di vê jiyana kurt de. Ez bi wî re hîn bûm, masiyek çi dixwe, çi naxwe, ji çi hez dike, ji çi hez nake, bi çi kêfxweş dibe an jî nabe. Hema bibêje her tişt. Erê rast e, yên ku dibêjin masî dimire dereweke mezin dikin. Min çavên xwe dît, nemir. Zêdetir, bi jiyana bê av bextewartir dibû. Lê ev jî rastiyeke din e ku; masiyek heta hetaye nikare bê av bimîne. An beriya avê dike divegere an jî piştî demeke venagere û xwe dikuje.

Yên ku dixwazin, bibin xwediyekî/ê masiyeke bila van rêzan xweş bixwînin. Yekem, divê masiyek birçî nemîne. Duyem, nikare bê hez kirin bisekine, divê tu herdem bi avayekî şanî bide ku tu jê hez dike. Naxwe, ê bimire. Sêyem, masî ji xwendin û nivîsandinê pir hez dikin, divê tu jî bixwîne û bi wî re hin tiştan parve bikî. Naxwe, nabe. Ev bes in, ji xwe yên din ê ber xwe çêbibin. Jiyan e, ma mêriv hînî çi nabe. Lê veqetandina ji masiyeke tişteke dijwar e. Wek ku ew namire tu jî namire lê, dil e...

Nizanim nivîsa mjn ber bi ku derê ve diçê lê divê bisekine.

Here lînkê



27.03.2016 19:18 | gulêê

2. "ku ji avê derkeve masî dimire,

rast e."



(bnr: rojbaş roza) (bnr: rojen barnas)



27.03.2016 20:40 | roza

3. Rast e



27.03.2016 20:44 | quşxaneli

4. waxta ku masî avê dertê, xwe dikuje.

ez têkilîya masîyê û avê çend caran fikirim û min gorî utopyaya xwe aha şirove kir:

masî dil e û av jî eşq e.

ku masî nav avê da be; xwe berdide nav teslîmîyeta eşqê û nav avê da jîyaneke bê hempa berdewam dike. lotika dide xwe û tu tiştek xema wî da nîne..



hema lê teslîmîyeta wî; bi esasî zîndana wî ye.

zîndaneke mîna nîkotînê.

ew masî nava zîndana esqê de ye. eşqeke çar alî,..

waxta ku avê dertê jî, bi vê sedemê xwe dikuje.

wî caxî rastîya jîyanê re ru bi ru dimîne.

gere masî avê derket, tekoşîneke mezin ava bike ji ber rastîyên jîyanê..

lê utopyaya min jî ahan vira da xwe dide qedandinê.



êêê her kesekî me aveke wî/wê û jîyaneke wî/wê heye (eşq û zindan)' a wî/wê heye.

ya hineka dureyar e û nav okyanûsekî da yara xwe digere,

ya hineka bendeyar e û okyanûsekî da hêvîdar e,

ya hineka jî nav avê de nîne. gere ew kesana, nav avê derên û rastîyên jîyanê re tekoşîna xwe biqedînin û bigîhîjine serfirazîya eşqa esasî.



28.03.2016 01:22 ~01:27 | bûtîmar

5. ...

ku ji avê derkeve

masî

dimire

rast e,

meriv meriv gotiye

masî jî masî...

em,

ne masî ne, ne gul in, ne kulîlk

...



Helbesta Rojen Barnas ya navê we Roza!



28.03.2016 22:42 | xemgîn bextreş

6. rast e, em kurd ji masî yin û ava me jî zimanê me ye û ger masî ji avê derbikevi dimirê rast e..



28.03.2016 22:49 | xemgîn bextreş

7. Masiyek heye bi îngîlizî dibêjin catfish, bi kurmancî masiyên bisimbêl e.
Hin cureyên vî masiyê dikarin ji avê derkevin û li deverên ziwa dûr û dirêj bigerin.




10 roj berê 15:58 | cinorek

8. Pirseke basît e û ku her kes pê dizane bersiva wê "herê" ye.

Belê, ku ji avê derkevin masî dimirin.

lê belê, ji aliyê din ve hinek cûreyên masî hene di rewşên awarte de li gor avûhewa û derdora xwe werar bûne û ketine jiyaneke ecêb û derasayî ku dilê kûçikan bi wan dişewite, bi rojan û heta bi salan dikarin li derveyî avê tî bigerin.



10 roj berê 18:18 ~21:46 | mirovekirind

9. Ew masiyê ez nas dikim herî kêm di nav deqîqeyekpê da dimirin lê belkû yên namirin jî hene. Axirê bav û kalên me jî ji avê derketibûn bejahiyê, eger wusa be em jî bi awayekî masî ne.:ddd



10 roj berê 22:51 | bayê xerbî

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik forûm [1]
çewt nebim û magazînerên tirşikê ragihandibûn ku endazer û (vb...
wunken [1]
li gor fehma min li kurmancî wisa ye: îro roj e, rojê newroz e Ce...
bugs bunny [1]
hevalekî min gotibû bugs bunny kîvroşkekî lewçe ye, ji ber ve ...
xwarzî [1]
Rastnivîsa wê wiha ye; xwarza, çimkî ji xwar(xwîşk) û za yê pêk tê, za...
nivîskarên tirşikê çima nanivîsin an jî li ku ne? [5]
ez dinivîsînim.* lê dixwazim ser vê bipeyivim. mixabin wekî (vbnr:...
belki ev jî bala te bikişînin
» avêjtin ser yekî
» masîk

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi jiyan tekili malper
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî