Tirşik - Profîl
tirşik-profîla bûtîmar

profîla "bûtîmar"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ku ji avê derkeve masî dimire?] de;

4. waxta ku masî avê dertê, xwe dikuje.

ez têkilîya masîyê û avê çend caran fikirim û min gorî utopyaya xwe aha şirove kir:

masî dil e û av jî eşq e.

ku masî nav avê da be; xwe berdide nav teslîmîyeta eşqê û nav avê da jîyaneke bê hempa berdewam dike. lotika dide xwe û tu tiştek xema wî da nîne..



hema lê teslîmîyeta wî; bi esasî zîndana wî ye.

zîndaneke mîna nîkotînê.

ew masî nava zîndana esqê de ye. eşqeke çar alî,..

waxta ku avê dertê jî, bi vê sedemê xwe dikuje.

wî caxî rastîya jîyanê re ru bi ru dimîne.

gere masî avê derket, tekoşîneke mezin ava bike ji ber rastîyên jîyanê..

lê utopyaya min jî ahan vira da xwe dide qedandinê.



êêê her kesekî me aveke wî/wê û jîyaneke wî/wê heye (eşq û zindan)' a wî/wê heye.

ya hineka dureyar e û nav okyanûsekî da yara xwe digere,

ya hineka bendeyar e û okyanûsekî da hêvîdar e,

ya hineka jî nav avê de nîne. gere ew kesana, nav avê derên û rastîyên jîyanê re tekoşîna xwe biqedînin û bigîhîjine serfirazîya eşqa esasî.



28.03.2016 01:22 ~01:27 | bûtîmar