1. riwekekê bêhnxweş û tehmxweş e. merivê zehterê ye. xwedîkirina wê bo min hinekî zehmet e. her çiqas wekî hêsan xuya bike jî. mesela mezinkirina wê wiha ye: ev riwek ji avê pir hez nake, heftê carekê têra wê avê bidin. lê divê qaba ku tê de ye, qûl be ku av biherike, di nav axa wê de nemîne. ji germiyê ji tavê hez dike, di rojê de pênç şeş saetan bila li ber roniya rojê bisekine. lê berevajiya tavê, hîç ji sermayê hez nake. heke pir di sermayê de bimîne, wê pelên wê biçilmisin. divê cihê wê jî fireh bibe da ku rehên xwe bi rehetî dirêj bike yan na ew ê bimire. meseleya xwedîkirina rihanê ev e lê ez çi bikim jî piştî demekê diçilmise heta ku pelek jî tê de namîne.* |
|
17.05.2021 12:12 ~12:12 |
biruya hayao miyazaki
|
2. Çima ku min nêt kir ez jî şerbeta rihanê çêkim ev çendek e li wêranşara xopan li tu cihê nayê dîtin. Vê kêlîkê şûn de ew tu derman bî min te venexwar :( |
|
10.08.2021 17:41 ~17:42 |
rizgarm
|
wunken [1] |
|
bugs bunny [1] |
|
xwarzî [1] |
|
nivîskarên tirşikê çima nanivîsin an jî li ku ne? [5] |
|
tirşik forûm [1] |