Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [rihan] de;

1. riwekekê bêhnxweş û tehmxweş e. merivê zehterê ye. xwedîkirina wê bo min hinekî zehmet e. her çiqas wekî hêsan xuya bike jî. mesela mezinkirina wê wiha ye: ev riwek ji avê pir hez nake, heftê carekê têra wê avê bidin. lê divê qaba ku tê de ye, qûl be ku av biherike, di nav axa wê de nemîne. ji germiyê ji tavê hez dike, di rojê de pênç şeş saetan bila li ber roniya rojê bisekine. lê berevajiya tavê, hîç ji sermayê hez nake. heke pir di sermayê de bimîne, wê pelên wê biçilmisin. divê cihê wê jî fireh bibe da ku rehên xwe bi rehetî dirêj bike yan na ew ê bimire. meseleya xwedîkirina rihanê ev e lê ez çi bikim jî piştî demekê diçilmise heta ku pelek jî tê de namîne.*

bêhna wê hilma mirov fireh dike. wekî antî-kelmêş e. dema li ber pencereyên malan an jî di nav odeyê bên bicihkirin kelmêş nakevin malê, mirov ji kelmêşan aciz nabe.



17.05.2021 12:12 ~12:12 | biruya hayao miyazaki