peyamên sîyasî em nabînin ji xwe. ji tirşikvanên 100 peyam nivisîne dipirsim ( tirşikvanên pîroz, yên gihîştîne ser hîvê, yên bi qiymet !!!!) hûn çi dinivîsin li cem we belgeyên serhildana pkk heye? hûn bi mossad ra dixebitin ê peyamên sîyasî dinivîsin??
min fêm nekir di qûnênnim rojê nêzî 6-7 tirşikvan tenê dikeve tirşikê û ji van tirşikvanan çend kesa 100 peyam nivîsîye dibêm qey hew 1 tenê peyamên sîyasî dibîne.
Birêz Hemko bergiriya Tirşikê gelek serkeftî ye, kes nikare peyamên siyasî peyda bike û dest bixe çimkî nivîsîna sed peyaman gelek gelek gelek zehmet e. Bê guman û bê şik heçîyên peyamên siyasî nivîsîne di nava ewlehiyeke mezin da ne. Eger niha dest pê bikim, pênc an jî şeş salên paşê dê bikarim xwe bigehînim sed peyaman. Tu jî wisa bike. serkeftî bî.:dd
hevalko demekê tirşik hindik mabû serê we biêşê û ji bo vê yekê hemû peyamên sîyasî jê birin. û hîç kusurê nemeze tu jî ez jî bêdewlet in. min jî wekî te difikirî û digotim ez tirkî nasnakim lê ez nasnakim ma ê tiştek were guhartin? na. divê kurd xwerexne bikin û hişên wan were cihê xwe. wella ez jî nasnakim û kurdistanî me. û bersivê jî bidim gotina te ya li ser 100 peyaman. mhm hevalko ma her kes wekî te an jî ez im? em tirşikvan in lê yên din belkî tirşikçî bin? û dema mijar tê ser kurdan tirk dikarin hînî kurdî jî bibin.
Çend xeletî û kêmasiyên vê bersiva te hene;
Em li dewleta barbaran najîn, dewletek wusa tuneye. :ddd
Erê ew barbar in lê gêj nîn in, dikarin sed peyaman binivîsîn, ev yek gelek zehmet nîn e.
Û ev hewildana we mehsûm ku parastina azadiya ramanê dike, hêjayî textîrê ye, her hebin.:dd
Heval wella tu rast dibêje lê tu jî dizane em ne îşveçê dijîn an jî dewletekê din. Em li dewleta barbaran dijîn û ji ber vê yekê tiştên wusa divê werin kirin. Û ez bînim bîra Kurdan: ohm em bê dewlet in. Yanî mixabin divê tenê nivîskarên kevn bibînin.
yanî di meseleya ewlehiyê de hewildaneke baş e, her çi qasî ewlehiyeke zêde û tam pêk neyne jî. lê eger mêvan, dê nikarin peyamên siyasî bixwînin nexwe peyamên siyasî çima tên nivîsîn, bi tenê ji bo endamên sed peyam nivîsîne??
Ji bo serê tirşikê û tirşikvanan ne êşê wusa dikin. min ê gotiba bila bibe 200 peyam. Tirşikvanên 200 peyam ne nivîsîbin û mevan bila ne navê mijarê, ne jî peyaman bibînin.
Em miletekî 60 mîlyon in. Lê ewqas mirov nikaribe zarokên xwe ji dagirkeran xilas bike,û serê xwe jê neêşîne bila nebêje xwe ez mirov im. rewşa zarokên Kurdan wusa ye..