Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [binnivîs vs dublaj] de;

1. (bnr: binnivîs)

muqayeseya ku bêguman binnivîs bi ser dikeve.

ji gelek aliyan ve bi binnivîsan temaşekirina fîlmên biyanî çêtir û xweştir e.

ji ber ku dema fîlm bi dublaj be;

- dengên aktoran komple diguhere (jixwe fîlm ji dîmen û dengan pêk tê. yanî nîvê fîlmê diçe û tiştek nû tê şûna wê)

- lîstikvaniya lîstikvanan diguhere (ji ber ku nîvê lîstikvaniyê jî şêweya axaftinê ye)

- mesrefa dublajê ji binnivîsan gelek gelek gelek zêdetir e.



ji ber van sedeman ez bixwe tu carî li fîlmên dublajkirî temaşe nakim.

gelek kes behsa zehmetiya xwendina binnivîsan bike jî ev yek ne rast e. dema mirov li 2-3 fîlman temaşe bike gelek bi hêsanî hîn dibe.



heta niha min li dehan fîlmên biyanî, bi binnivîsên kurdî temaşe kiriye. (binêre: wergerine.com) dema pêşîn hinekî zehmet bû lê niha bi hêsanî li binnivîsên kurdî jî dikarim temaşe bikim.



yanî her bijî binnivîs bimre dublaj.



27.01.2014 21:04 | simurg56