Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
binnivîs - tirşik
binnivîs
(5) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. pela textê ya ku ji bo fîlm, lîstok û her cûre materyalên medyayê yên biyanî tê amadekirin û wergera li zimaneke din ya materyalê dihewîne. jêrnivîs jê gotin lê binnivîs çêtir rûniştiye.

bi saya binnivîsan îro gelek mirov dikarin bi hêsanî dikarin li fîlmên herî nû, bi zimanê xwe temaşe bikin.

lê mixabin ji bo kurdî kargeriya werger û amadekirina binnivîsan gelekî kêm e.

berî 5 salan me bi malpera wergerine.com'ê dest bi vî karî kiribû û bi alîkariya wergêrên me yê jêhatî me heta niha 53 fîlmên biyanî wergeradine kurdî û ev fîlm aniha dikarin bi binnivîsên kurdî werin temaşekirin.

http://wergerine.com/

her çiqas ev hejmar ji bo malpereke destpêkê hejmarek baş be jî, ji ber ku alternatîfa wê tune ji bo kurdî hejmareke gelekî kêm e.

weke mînak ger mirov çav li malperên binnivîsan yên ji bo tirkî bigerîne, mirov dibîne ku li wir ji bo deh hezaran fîlman binnivîsa tirkî amade ye. hema bêje hemû fîlmên ku heye ku hûn temaşe bikin, li tirkî hatine wergerandin.

http://divxplanet.com

www.turkcealtyazi.org



li van malperên tirkî, wergêrên binnivîsan tu pere nastînin, tenê ji bo pêşdebirina zimanê xwe yê biyanî, ji bo karîzmayê û ji bo zimanê xwe werdigerînin *

ji bo malpera wergerine.comê jî gelek wergêrên me fîlman bi dilxwazî wergerandin. piştî hinekî pereyên malperê berhev bû me bi qasê 20 fîlman ji bi peretî da wergerandin. (helbet pereyek hindik bû lê dîsa jî baş çêbû)

lê aniha ji ber ku ji ber mesrefên pêşdebirina malperên turkcekurtcesozluk.com, wergerine.com û tirsik.net'ê pere berhev nabe û em nikarin wergeran li bi peretî bidin wergerandin û loma li benda wergerên bi dilxwazî ne. (hêvîdar im wê pêşerojê de dîsa kampanyaya wergerên biperetî jî dîsa destpê bike)



li vir, li tirşikê em behsa rêzefîlm û fîlmên biyanî dikin û li ser wan bi kurdî nîqaş dikin. lê mixabin hema bêje em hemû jî diçin bi binnivîsa tirkî temaşe dikin û tên li vir bi kurdî nîqaşê dikin.

ev rewş helbet ne rewşekî xweş e û ji bo azadbûna zimanekê, divê ev asteng ji ber me were rakirin.

aniha ji bo miroveke ku her heftî li fîlmek temaşe dike, têra salekê fîlmên li kurdî wergerandi heye (53 heb) lê xwezî zêdetir hebûya ku zarokên me bikariyan tenê bi kurdî li fîlman temaşe bikirana.



neyse bi kurdî û kurtî weke xelkê tirşikê nav bikarhênerên înternetê yên kurd de kesên ku herî zêde ji kurdî hez dikin, herî zêde bi komputergeriyê re têkildar in û herî zêde bala xwe didin fîlm û rêzefîlmên biyanî, em in. nifûsa me kêm lê pêşerojê de îşelleh wê navenda alema kurdî ya înternetê wê tirşik be heta wê rojê û ji bo hatina wê rojê, weke xelkê tirşikê divê em bi hevkariyekê ji bo hev û din materyalên kurdî biafirînin, wergerînin û hwd.

her wiha ji bo mijarek bi heman armancê (bnr: li ser întenetê afirandina derdora kurdî)

we go çi?



04.09.2013 10:30 | simurg56

2. min binnivîsa fîlma aamir khan ya bi navê ghajini wergeranibû kurdî. lê ji ber ku min nikarî fîlm û wergerê têkilî hev bikim min neavêt ser înternetê. nih min bernamyea binnivîsan dît û êdî ez ê dest bi vî karî bikim û li se youtubeyê biweşînim. niha fîlma bab'aziz ku min binnivîsa kurdî ji wergerîne.com daxist amade ye û bar dikim ser youtubeyê. ji min bawer bikin, ez ê fîlmên baş û xweş wergerînim *



http://www.youtube.com/channel/UCQRxTvob1e7JQ8RArmqKSEw/videos



30.07.2014 15:35 | gernasnenas

3. ted-ed vîdyoyê zanistî,dîrokî,tenduristî,hunerî,civakî û çandî bi awayekî şahî bi şiklê anîmasyon çêdike.

ted-ed kurdish - van Anîmasyona bi binnivîsa (subtitle) Kurdî amade dike û parve dike.



facebook:https:Here lînkê

twitter https:Here lînkê

youtube:https:Here lînkê



11.07.2015 20:06 | mîr bedirxan

4. Em hewl didin ku anîmasyonê ted-ed'ê yên zanistî bi binnivîsên kurdî bigihînin kurdîhezan.anîmasyon 3 an 5 deqîqe ne.zimanê wan yê orjînal îngilîzî ye.hevalên ku bixwazin mil bidin vê xebatê her tîm em li benda piştgiriya wan in.piştgiriya ku em dixwazin ev e ku hevalên dilsoz binnivîsekê vîdyoyê ya ku ji 3 an 5 deqîqeyan pêk tê ji îngilîzî wergerînin kurmancî.Hecî bi îngilîzî nizanê dikarê ji binnivîsa tirkî wergerîne.(her çiqas binnvîsa tirkî ya hemû vîdyoya tune ye û yê bibe wergera wergerÊ jî xem tune ye.)ji bilî wergerê tu zanatiya teknîkî ne lazim e.Em ê binivîsê wek word bişînin û hûn wergera wê ya kurdî ji me re bişînin.Ji bo hevalên bixwazin rêyê têkiliyê.hûn dikarin peyamê bişînin rûpela facebook an twittirê.an bi rêya e-mailê jî hûn dikarin bigihinme.



rûpela facebook: Here lînkê



hesabê twitter: Here lînkê



navnîşana e-mail: tedkurdish@gmail.com



07.11.2015 23:24 | xulamê mîr

5. nivîsa binî jî dibe bê gotin, ji nivîsa di bînê dembarê televîzyon û radyoyande derbas dibere tê gotin.



07.11.2015 23:54 | shorbevan

6. Em hewl didin ku anîmasyonê ted-ed'ê yên zanistî bi binnivîsên kurdî bigihînin kurdîhezan.anîmasyon 3 an 5 deqîqe ne.zimanê wan yê orjînal îngilîzî ye.hevalên ku bixwazin mil bidin vê xebatê her tîm em li benda piştgiriya wan in.piştgiriya ku em dixwazin ev e ku hevalên dilsoz binnivîsekê vîdyoyê ya ku ji 3 an 5 deqîqeyan pêk tê ji îngilîzî wergerînin kurmancî.Hecî bi îngilîzî nizanê dikarê ji binnivîsa tirkî wergerîne.(her çiqas binnvîsa tirkî ya hemû vîdyoya tune ye û yê bibe wergera wergerÊ jî xem tune ye.)ji bilî wergerê tu zanatiya teknîkî ne lazim e.Em ê binivîsê wek word bişînin û hûn wergera wê ya kurdî ji me re bişînin.Ji bo hevalên bixwazin rêyê têkiliyê.hûn dikarin peyamê bişînin rûpela facebook an twittirê.an bi rêya e-mailê jî hûn dikarin bigihinme.



rûpela facebook: Here lînkê



hesabê twitter: Here lînkê



navnîşana e-mail: tedkurdish@gmail.com



05.12.2015 15:42 | xulamê mîr

7. Ez Kî Me?

Di seranserê dîrokê de nasname bû mijara helbestvanan ,feylesofan û lêkolîneran.Ji bo tevleheviya mijara nasnameyê hêsan bike, dîroknasê yewnan Plutarc çîroka keştiyê gotiye. Bi binnivîsa kurdî temaşe bikin.



anîmasyon:





Li ser twitter: Here lînkê

Li ser facebook: Here lînkê

Jİ BİR NEKİN(!)

Ji bo binnivîsa Kurdî di youtube de dive ,ji kêleka rast û jêrê taybetîya binnivîsê VEKİN. Çawa binnivîs tê vekirin: Here lînkê



05.12.2015 15:43 | xulamê mîr

8. peyva kû bi ingiliz î 'subtitle'



05.12.2015 23:21 | ycup

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» binnivîskar

Kategoriyên mijarê:: sinema sinemaflm
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî