1. Ev demek bû ku min li koma bi navê keane guhdar dikir. bi rastî hinek stranên wan bi min gelek xweş hatibûn. min berê 5 stranên wan wergerandin kurdibûn. Stranên ku min wergerandin: with or without you , nothing in my way, bedshaped, black burning heart û spiralling. Her pênc stran jî xweş in lê di nav van de ê ku herî zêde min êşand (di wergerê de) Bedshaped bû. Ji ber ku min wateya wê nedizanî. Peyva "Bedshaped" peyveke çêkirî ye. Ango di îngîlîzî de peyveke wisa tune ye. Wateya "Bed"; cî, (nivîn, cihê razanê) ye, wateya "shaped"; teşe-girtî, şikil-girtî ye. Yanî mirov dikare bifikire ku wateya "Bedshaped"ê "tişta ku-şiklê-cî-girtî" ye. Di rastiyê de ev mantiq hinek rast be jî bi temamî ne wisa ye. Di vegotineke xwe de stranbêj (Rice-Oxley) gotiye ku wateya vê peyvê "Ew hesta ku dema hûn ji aliyê hezkiriyeke xwe ve bên terkirin û hûn hêvî dikin ku rojekê hûn ê dîsa bigihin hev û bibin yek û heta mirinê bi hev re bijîn" ji aliyê din ve stranbêj di heman hevpeyvîna xwe de dibêje "Dema mirov nexweş be û neçar be ku di nexweşxaneyekê de demeke dirêj razê, ew kes piçek dibe bedshaped"
Bi ya min tişta ku dixwaze bibêje ew e ku; dema mirov veqetinekê bijî, jiyana wî/wê li wir disekine. Û hêviyek lê çêdibe ku wê rojekê ev hesret biqede û wê dîsa bi wî/wê kesî re bibin yek û wê bi hev re bijîn. Bi hêviya hatina mirovê ku ew hiştiye, di ciyê xwe de dimîne, najî û dawiya dawîn teşeya (şiklê) cihê xwe distîne û lingên wî/wê jî dibe kevir.
Vegotina orjînal a rice-oxley jî li vir e: http://en.wikipedia.org/wiki/Bedshaped#Information_about_song.27s_meaning
wegera kurdî ya stranê:
Many's the time I ran with you down
The rainy roads of our old town
Many the lives we lived in each day
And buried altogether
Don't laugh at me
Don't look away
You'll follow me back
With the sun in your eyes
And on your own
Bedshaped and legs of stone
You'll knock on my door and up we'll go
In white light
I don't think so
But what do I know?
What do I know?
I know
I know you think I'm holding you down
And I've fallen by the wayside now
And I don't understand the same things as you
But I do
Don't laugh at me
Don't look away
You follow me back
With the sun in your eyes
And on your own
Bedshaped and legs of stone
You'll knock on my door and up we'll go
In white light
I don't think so
But what do I know?
What do I know?
I know
Oh and up we'll go
In white light
I don't think so
But what do I know?
What do I know?
I know
WERGERA li KURDÎ:
Gelek caran bi te reviyam ber jêr
Di riyên bi baran ên bajaroka me ya kevin
Gelek bîranînên me ku me her roj jiya
Û şewitin hemû bi hev re
Bi min nekene
Li dûr nenêre
Tu wê bidî pey min
Bi tava di çavên te de
Û bi tena serê xwe
Bedshaped* û bi lingên kevir
Tu wê li deriyê min bixî û em ê herin jor
Di ronahiya spî de
Ez wisa nafikirim
Lê ez çi dizanim?
Ez çi dizanim?
Ez dizanim
Dizanim tu difikirî ku ez te îdare dikim
Û ez niha ketime li kêleka riyan
Û ez jî weke te heman tiştan fêhm nakim
Lê ez dizanim
Bi min nekene
Li dûr nenêre
Tu wê bidî pey min
Bi tava di çavên te de
Û bi tena serê xwe
Bedshaped û bi lingên kevir
Tu wê li deriyê min bixî û em ê herin
Di ronahiya spî de
Ez wisa nafikirim
Lê ez çi dizanim?
Ez çi dizanim?
Ez dizanim
Ax û em herin jor
Di ronahiya spî de
Ez wisa nafikirim
Lê ez çi dizanim?
Ez çi dizanim?
Ez dizanim
|