1. Ev demek bû ku min li koma bi navê keane guhdar dikir. bi rastî hinek stranên wan bi min gelek xweş hatibûn. min berê 5 stranên wan wergerandin kurdibûn. Stranên ku min wergerandin: with or without you , nothing in my way, bedshaped, black burning heart û spiralling. Her pênc stran jî xweş in lê di nav van de ê ku herî zêde min êşand (di wergerê de) Bedshaped bû. Ji ber ku min wateya wê nedizanî. Peyva "Bedshaped" peyveke çêkirî ye. Ango di îngîlîzî de peyveke wisa tune ye. Wateya "Bed"; cî, (nivîn, cihê razanê) ye, wateya "shaped"; teşe-girtî, şikil-girtî ye. Yanî mirov dikare bifikire ku wateya "Bedshaped"ê "tişta ku-şiklê-cî-girtî" ye. Di rastiyê de ev mantiq hinek rast be jî bi temamî ne wisa ye. Di vegotineke xwe de stranbêj (Rice-Oxley) gotiye ku wateya vê peyvê "Ew hesta ku dema hûn ji aliyê hezkiriyeke xwe ve bên terkirin û hûn hêvî dikin ku rojekê hûn ê dîsa bigihin hev û bibin yek û heta mirinê bi hev re bijîn" ji aliyê din ve stranbêj di heman hevpeyvîna xwe de dibêje "Dema mirov nexweş be û neçar be ku di nexweşxaneyekê de demeke dirêj razê, ew kes piçek dibe bedshaped" |
|
13.07.2013 14:40 |
simurg56
|
2. stranek gelek gelek xweşik e gotinên wê ji aliyê simurg56 li kurdî hatiye wergerandin. |
|
15.12.2019 22:29 |
brusk56
|
kanzî [2] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [4] |