1. gelek pirsgirÊk û nakokiyên îslamê hene ku hê jî xweyî aqilekî kamil û têgiştî bersiva van probleman nedaye..
hemî bersivên heyî şolî ne, çend ji wan;
rojî; di dinyayê de hin cih hene ku di kişwerên cuda de yan qet tavê nabînin, ango roj nabe yan jî qet roj naçe ava ango şev nabe..
aniha lo kurno û lê keçnê, ew ên ku di wan deran de dijîn wê çawa rojiya xwe bigirn? ma em bêjin qet roj neçe ava, rojê 24 saet birçî dimînin? ger roj dernekeve jî rojî nagirin? min fêm nekir,
hin alim dibêjin divê li gorî saeta mekkeyê rojiya xwe bigirin, pekî biracan li gorî kîja krîter û pîvanan? ango referansa te çi ye? ma her kesê dibêje ez alim im dikare rêzikên derî qur'anê biafirîne? yanê tiştên ku di quranê de nîn e û di tu hedîsan de derbas nabe, meriv dikare bo wan ferman bide? ger ferman were dayîn pîvan çi ne?
nimêj; tiştên ku bo rojiyê derbasdar in di heman demê de bo nimêjê jî derbas dibin; gelo roj hilneyê, nimêjên danan çawa tê kirin?
tê gotin yên ku misliman nebin qet naçin bihûştê, divê îllam misilman be, em bêjin ku di afrîqayê de girêdayî qabileyekê me, ez qet rastî olekî nehatime, ma ezê herim dojehê? çi sucê min heye?
ewqas diz, bênamûs û zalim ên misilman dÊ rojekê biçin bihûştê lê dema ez nebim misilman û tevî tu sucekî giran nekim, însanekî rast û dirûst bim jî, ezê rasterast heta hetayî biçim agirê dojehê de bişewitim!
gelek rêzikên quranê wek ku bo ereban hatine, li hev hatine û bûye kitêbeke lokal, wek ku bi tenê banga ereban bike.
mesela di ayetekê de dibêje me 'me ji bo ku hûn jê fem bikin, me bi erebî vê kitêbe anî ji we re*
çima yên din?
dema teswîra dojehê û bihûştê tê kirin, di sedî de sed şert û mercên erebîstanê hatiye fikirîn, mesele dojeh cihekî germ e û bihûşt jî bi şînahî ye û rûbaran di binê insanan de diherike. wek hûn jî zanin erebîstan giş çol e û ereban hesretiyên av û sarma û şînahiyê ne..
bi vî şeklî gelek ên din hene, ezÊ dûre edît bikim..
|