Tirşik - Profîl
tirşik-profîla azad30

profîla "azad30"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [pirsgirêkên rêzikên îslamê] de;

24. Endazyar; dema ku min endazer nivîsîbû min behsê te nekiribû. Viyabû te hilnedaba ser xwe.



03.04.2016 03:51 | azad30

23. sureya Rad ayeta 11 : heya ku civatek xwe dûrûst neke em jî wan dûrûst nakin. Mirov di vî ayetê dizane ku eger civatek ketibe rewşekî xirab ev sûcê wî civatê ye. Lê îst îstên me dîsa dewam dikin wax eger xweda heba çima dînya ewqas xirabe , kurd ji ber îslamîyetê ketine vî rewşê ,demek haşa xweda tûne law serhişko ma xwedê go te te mazlùma bikuje, zilmê bike nexwîne nepirse. Ma xwedê go te kurda yekîtîya xwe ava nekin hevdû bikujin, eşîrtî bikin, dewletek sva nekin bo we herame. Tabî tu heya siharê biaxive ew li gor qur'an êdî dilê wan (ji ber kirinêt wan) hatîye mohr kirin.



03.04.2016 02:38 | azad30

10. (bnr: ma kî gote te îllah qebûl ke, çi heyf). (bnr: teker teker gelin lan)* (bnr: di dîn de dijwarî tune). Ew kesên ku peyam negehiştibe ne tenê mijara qebîleyên efrîqayê ne. Ger em bêjin li axekê mînak îspanya , wir mirovek em bêjin haya wî/ê ji îslamîyetê hebe lê di derheqê îslamîyetê de tiştek durust ne bîhîstîbe her dem îslam ê wek daîş î yan bihîstîbe, dîtibe û bi tu avayî rê nebe ku îslama Muhemmed(sav) gehiştibe wan aha ev kom jî li gor hin aliman daxîlî vê kom ê ne. Mînak descartes wiha dibêje " min îsevîtî xwend û dît û ez îsevîme lê dînyayê dibe ku dîn ek ji îsevîtî yê xweştir hebe ger hebe ez dikarim wî qebul bikim" li gorî vî gotina descartes, melayê mezin (xelet nebim) Mutahharî, ji descartesê re dibêje ev mirovê fetretê ye.



03.04.2016 00:52 | azad30

5. Kesên ku li afrîqayê anjî li axekê wisa jiyabin ku peyama îslamê bi tu avayî negehiştibît navê wan kesan 'mirovên dema fetretê' ye . ango piştî ku mirîbin ji ber ku hişyarker(resul,pêxember) nehatîye nav wan ew kes ji alîyê Xwedê Te'ala naête pirsyarkirin û bê pirs û bersiv diçin biheştê. "Em ew kesên ku me hişyarker ji wan re neşandîye ji ber gunehêt wa zilm li wan nakin "(bnr: îsra 15).



03.04.2016 00:26 | azad30

4. Referansa rê û rêzikên rojî û nimêjên cemserê(kutup) bi rîya îcmayê hatîye dîyarkirin. Ev îcma jî li gorî qur'an û sunneta sehîh tê dayîn. Bo agahîyên berfireh (bnr: îcma)



03.04.2016 00:11 | azad30