32. "Gotar derbarê kolekirina jinên êzîdiya şîroveya xwe ya şerietê li hemberî şîroveya ku dibêje dewrana koletî di îslamê de derbas bû, heq dike û ji bo vêya hedîseke ji berhemên Buxarî û Muslim dide: “Resûlê Xwedê […] got ku yek ji nîşanên wê seatê ew e ku ‘keça cariye [koleya jin] ji bo xwediyê xwe zayînek dide’ ”. Peyva “seat” di hedîs û quranê de tê wateya „roja qiyametê“. Di vê gotarê de behsa “mezintirîn şerê berî seatê” [ al-malhamah al-kubrā] tê kirin, Dewleta Îslamî di baweriya xwe de xwe niha ji bo vî şerî hazir dike: Li gorî hedîsan, rûm [anku mesîhî] dê werin Dabiq. Dabiq wareke li Suriya îroyîn e (kovar Dewleta Îslamî navê xwe jê digre), gorî hedîsan bi nêzîkbûna roja qiyametê (“seatê”) wê li Dabiq şerek mezin navbera ne-misilmanan û misilmanan biqewime û di dawiyê de şeriet bi ser dikeve. (ev îdeolojî bandoreke kişandinê dike û sebebeke ku çima bi deh hezaran mirov tevlî Dewleta Îslamî dibin). Di ilmê îslamê de ev şer wek nîşaneke nêzîkbûna roja qiyametê tê dîtin. |
|
22.01.2016 16:11 |
hola êzîda
|
tirşik forûm [1] |
|
wunken [1] |
|
bugs bunny [1] |
|
xwarzî [1] |
|
nivîskarên tirşikê çima nanivîsin an jî li ku ne? [5] |