5. li bakurê kurdistanê navê bajarekî ye.. niha li gorî resmiyeta komara tirkiyeyê navê vî bajarî diyarbakir e.. ev bajar berî îsa sala 8000î ji aliyê qewmên samî ve hatiye danîn û avakirin û paşê ketiye bin destê bîzansî û romayiyan de û van qewman jî navê amîdayê li vî bajarî kirine.. piştî ku artêşên îslamê ev bajar vegirtin rêvebirî û desthilatdariya vî bajarî dan qebîleya ereb ya bi navê bekir bin waîlî û ji ber hindê navê bajêr vê carê bû diyarê bekir anku cih û warê bekir.. heta destpêka avabûna komara tirkiyeyê navê vî bajarî her diyarbekir ma piştî ku komara tirkiyeyê ava bû û daner û damzrênerê komarê mustafa kemal ataturk tê bajêr û bi hênceta ku navê bajêr ne li gorî fonolojiya zimanê tirkî yê modern e navê bajêr dike diyarbakır.. û paşê piştî ku pkk ava dibe û serkêşiya rizgariya bakurê kurdistanê dike ji bo ku şopên ku ereb û tirkan li ser vî bajarî danîne bên ji bîr kirin li nave qedîm yê ku di dewr û heyama bîzansî û romayiyên antîk de hatiye bikaranîn vegeriyane.. û hê jî di nav tirk û kurdan de wekê meseleya pekeke an pekaka, nevruz an newroz cihê nîqaş û gengeşiyan e navê vî bajarî. |
|
06.06.2013 07:03 ~2017.01.27 02:51 |
endazer
|
qijika reş [1] |
|
qijika reş [2] |
|
îtîrafên tirşikvanan [1] |
|
pêşniyarên taybetmendiyan ji bo tirşikê [2] |
|
xemakê [2] |