Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [amed] de;

91. biçekî erebesk e lê ew gotina ''hayal kırıklığının başkenti'' (serbajarê dilmanê) ku replÎkeke ji fÎlma vîzontele gelekî li vî bajarî tê. pêşiya niha deh salan min stembol û gelek derfetên xweş dan aliyekî û bi dilek germ û bi hêviyên mezin berê xwe da vî bajarî, hêj heftiyek di ser re nebihurî ji biryara xwe poşman bûm lê min kir û nekir nekarî berstûk û piştstûka xwe jê xilas kim.
dawiya dawîn jê xilas dibim.
bi xatirê te diyarbekir, xwe hafîz!
zanim wê te hay ji min nebe û ji xwe re nekî xem lê ez ê bêriya te bikim ;)



27.01.2017 04:04 | endazer

26. bajarê ku ev sê roj in tûka mirov nakeve erdê, çimkî ji ber sir û seqemê hêj di nîvê rê de diqerise..
ligel vê serma û qufilandinê hê jî li semta ofîsê wekê ku keleqirçêna havÎnê be keç û jin tayt û dêreyên mînî li xwe dikin..
mirov bivê nevê ecêbmayî dimîne û ji xwe dipirse van mirovan ne sar e qey?



16.12.2013 16:28 ~2017.01.27 02:52 | endazer

5. li bakurê kurdistanê navê bajarekî ye.. niha li gorî resmiyeta komara tirkiyeyê navê vî bajarî diyarbakir e.. ev bajar berî îsa sala 8000î ji aliyê qewmên samî ve hatiye danîn û avakirin û paşê ketiye bin destê bîzansî û romayiyan de û van qewman jî navê amîdayê li vî bajarî kirine.. piştî ku artêşên îslamê ev bajar vegirtin rêvebirî û desthilatdariya vî bajarî dan qebîleya ereb ya bi navê bekir bin waîlî û ji ber hindê navê bajêr vê carê bû diyarê bekir anku cih û warê bekir.. heta destpêka avabûna komara tirkiyeyê navê vî bajarî her diyarbekir ma piştî ku komara tirkiyeyê ava bû û daner û damzrênerê komarê mustafa kemal ataturk tê bajêr û bi hênceta ku navê bajêr ne li gorî fonolojiya zimanê tirkî yê modern e navê bajêr dike diyarbakır.. û paşê piştî ku pkk ava dibe û serkêşiya rizgariya bakurê kurdistanê dike ji bo ku şopên ku ereb û tirkan li ser vî bajarî danîne bên ji bîr kirin li nave qedîm yê ku di dewr û heyama bîzansî û romayiyên antîk de hatiye bikaranîn vegeriyane.. û hê jî di nav tirk û kurdan de wekê meseleya pekeke an pekaka, nevruz an newroz cihê nîqaş û gengeşiyan e navê vî bajarî.



06.06.2013 07:03 ~2017.01.27 02:51 | endazer