Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


47 mijar û 88 peyam
helbestên şêrko bêkes

helbestên şêrko bêkes

17. (bnr: zîndû, mirdû)



Dû hezar û penc sed sal e

Mêjû elê le dayk bûyn

Dû hezar û penc sed sal e

Zirp û zîndûyn

Belam hêşta, bawêşk edeyn,

Hêşta nûstûyn

Hêşta tewaw têr xew nebûyn

Hêşta enûyn.

Dû hezar û penc sed sal e

Bêşkey xelk ra ejenîn

Çunke şilqey zile xoş e

Be hî xoşman pê ekenîn

Dû hezar û penc sed sal e

Le xelk burduyn!

Le xoman hergîz neburduyn.



Dû hezar û penc sed sal e

Wek êsta wayn

Yek negirtûyn!

Lew katewe çek helgirtûyn

Belam hêşta ser nekewtûyn

Keçî elêyn: her serkewtûyn

Elêyn: ême her nemirdûyn!

Her lêrewe ta wilatî berînî "Çîn"

Be nokerî

Gerayn, royştîn

Be awatî serkewtinî bêgane gelê geyştîn

Le xwênî xoman bo riştin

Le roley xoman bo kuştin

Ta tiwanîman

Qisey zorî merayîman,

Bo helbestin

Semaman kird, boman ristin

Wityan: adey dinya bigrin,

Ewe pare!

Witman: baş e!

Wityan: bimrin, ewe pare

Witman: baş e!

Wityan: malî yektir bibrin

Le naw yeka, yek serbirrin

Wirgî yektirî heldirrin

Ewe pare

Witman: baş e!



Dû hezar û penc sed sal e

Pêman elên

Berd bin, dar bin

Elqe le gwê û xizmetkar bin

Merr bin, mar bin

Adey înca şêt bin, har bin

Elêyn baş e!

Bitî dar û berdman perist

Tacî hezar şay bêganey

Xwêne xoman,

dana û perist

Çend pêlawî dujminanî

Taze û konman,

cut kird, perist

Emman perist, ewman perist

Dû hezar û penc sed sal e

Tenha her xoman neperist.



Dû hezar û penc sed sal e

Dêyn û deroyn

Wek şêt exoyn

Serman qalle

Çene edeyn, hel eperîn!

Serçopî nokerî egrîn!

Keçî destî kirdeweman

her betal e.

Giftman lalle.

Ewey giyanî riswa nekird

Roy û zû mird

Ewey kirnûşî namerdî

nebird, zû mird.



Dû hezar û penc sed sal e

Ewey piyaw bû le nawman bird

Bo şardinewey nengî xoman

Delaqey gewre û diroman

Bo ewey xoman tefre deyn

Wek lewew ber hîçman nekird

Her hîç nekeyn

Hatîn gerayn

Kewtîne dûy gizî û fizî

Le qujbinî mêjûy kon da

Xwêndewarman kewtine dizî

Dizî kirdin le şanazî kesanî tir

Maye û mûrî gelanî tir

Hemû dinyayan kird be Kurd

Pêxemberanyan kird be Kurd

Heta Adem û Hewaşyan

her kird be Kurd

Neyan pirsî:

Ey boçî Kurd

Dû hezar û penc sed sal e

Bo xoy hîçî be hîç nekird?!!



Şêrko Bêkes



18.03.2015 17:28 | xendekî

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
bugs bunny [1]
hevalekî min gotibû bugs bunny kîvroşkekî lewçe ye, ji ber ve ...
xwarzî [1]
Rastnivîsa wê wiha ye; xwarza, çimkî ji xwar(xwîşk) û za yê pêk tê, za...
nivîskarên tirşikê çima nanivîsin an jî li ku ne? [5]
ez dinivîsînim.* lê dixwazim ser vê bipeyivim. mixabin wekî (vbnr:...
tirşik forûm [1]
(bnr: kengî jan kete hestiyên ciwan haco)...
tirşik forûm [1]
gelek baş e , me xwest em şevê bi stranek xweş ve bigrin. (vbnr: M...
belki ev jî bala te bikişînin
» helbestên fuzulî yên bi kurmancî
» şêrko bêkes
» bêkesiya tirşikê

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî