Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


44 mijar û 86 peyam
rewdneîm

rewdneîm

1. pirtÛkeke şÊx evdirehmanÊ axtepÎ ye. Ev pirtûka bi navé Rewdneîm wî ya herî mezin e û xwerû bi zaravê Kurmancî ye. Tev rîwayetên kevnare ne ku bi helbestkî li ser jiyana Mihemed Pêxember gotiye. Xasma tê de rewşa çûn û hatina Mihemed Pêxember a Mî'racê beyan dike. Lê belê di nav wan helbestên olvanî de, Şêxê me hin car qelema xwe kiriye şûr û pê êrîş biriye ser Tirk û Ereb û Farisan jî.



Ew nusxeya orîjînal a Rewdneîmê ku Şêx Evdirehmanê Axtepî bi destên xwe nivîsiye, kaxezên wê ji rengê kesk û sor û zer e. zeynelabidin zinar ew di 1965-66an de li ba Evdirehmanê nebiyê wi dîtiye.



Di pirtûkê de 35 beş hene. Babeta her beşekê jî cuda ye û 4531 beyt in. Wek kêşa Mewlûda melayê bateyî, malikên Rewdneîmê jî tev bi yazdeh kiteyan dikişin, rewan in, bi kêş û qafiye ne. Her du rêz, bi eyni tîp qafiye ne, bi zarekî şêrîn û bi nikleka pir xweş li pey hev didomînin.



Şêx Evdirehmanê Axtepî, çewa ku wî bi xwe di helbestekê de beyan kiriye, pirtûka xwe ya Rewdneîm di sala 13O2yên (1884) Hicrî de nivîsiye.



Belam helbestên Rewdneîmê, çendî ku tê de gelek peyvikên erebî û farisî jî hene, lê belê bi kurmanciyeke pir zelal û hêsa, hatine honandin. Herweha tê de gelek peyv û bêjeyên Kurdî yên kevnare jî hene ku niha zêde nayên bilkaranîn.



Ev pirtûka hêja, li Kurdistanê du caran (bi elîfbêtika erebî) çap bûye. Cara pêşî, di sala 1966an de bi destên mele ehmedê qoxî li çap bûye. Lê bi derketinê re, dewleta Tirk dest daniye serê û nehiştiye li nava xelkê belav bibe. Cara diduyan jî, di 12.O3.1986 an de, bi destê mele zeynulabidînê kurê mele remezanê amedî (Diyarbekir) çap bûye. Herweha wî li serê şerhek jî nivîsiye û malikên wê bi zimanê Erebî şirove kirine. Çapa Qoxî 24O rûpel in û ya Amedî jî 534 rûpel in.



Di sala 1988 an de, zeynelabidin zinar piştî wergirtina destûrê, bi alîkariya M. Emîn Narozî, Rewdneîmê ji tîpên Erebî veguhaztiye tîpên Latênî û di 1991ê de jî li Swêdê daye çapkirin. Ev çap 438 rûpel e.



17.09.2014 13:42 | xwelî li ser

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
bugs bunny [1]
hevalekî min gotibû bugs bunny kîvroşkekî lewçe ye, ji ber ve ...
xwarzî [1]
Rastnivîsa wê wiha ye; xwarza, çimkî ji xwar(xwîşk) û za yê pêk tê, za...
nivîskarên tirşikê çima nanivîsin an jî li ku ne? [5]
ez dinivîsînim.* lê dixwazim ser vê bipeyivim. mixabin wekî (vbnr:...
tirşik forûm [1]
(bnr: kengî jan kete hestiyên ciwan haco)...
tirşik forûm [1]
gelek baş e , me xwest em şevê bi stranek xweş ve bigrin. (vbnr: M...
belki ev jî bala te bikişînin
» rewdneîm

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî