1. li gorî kesên ku ji misilmanîyê bawer dikin, ne utopya ye. li gorî misilmanan, ol û sîstemeke bêkêmasî ye. Bİ NÊRÎNA WAN VE, her çiqas, bi aliyê dewletên misilmanan VE şaşiyên girîng bên kirin jî, divê ev şaşiyana bi misilmaniyê û bi qur'anê ve neyên girêdan. bi rastî jî, ev nêrîneke mafdar e. lê bi ya min, dema ku fikrek di piratîkê de şaş be, çima hemû bawerkarên wê fikrê, ramanên xwe bi vê hevokê ve diparêzin. ev rewş ji bo komunîzmê jî derbasdar e. hemû kesên komunîst, ramanên xwe bi vî avayî diparêzin û dibêjin "di rastîyê de komunîzm başe, lê mixabin dewletên komunîst, komunîzmê rasterast tetbîq nakin. bi sêrî de ez tê de, eger em misilmanîyê biparêzin jî, rexne jî bikin divê em nebin murîd û li ser vê rewşê jî bifikirin. gelo şaşî di teorîyê de jî tuneye? gelo bandora şaşiyên teorîyê, li ser pratîka misilmanîyê heye an tuneye? |
|
19.06.2014 10:54 |
nazim tolhildan
|
bugs bunny [1] |
|
xwarzî [1] |
|
nivîskarên tirşikê çima nanivîsin an jî li ku ne? [5] |
|
tirşik forûm [1] |
|
tirşik forûm [1] |