Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 21 peyam
biwêj

biwêj

1. gotinên qalibgirtî yên mecaz yên ku di jiyana mirovan ya rojane de şûna hind peyv û bêjeyan de tên bikaranîn.. Çendî ji hinek aliyên xwe ve bişibin “gotinên pêşiyan” jî bi çend ferq û cudatiyan ji hev û din vediqetin.. Çend cudahiyên di navbera Gotinên Pêşiyan û Biwêjan de ev in:



a- Gotinên pêşiyan ya kêma kêm ji hevokekê pêk tê; lê biwêj ne wusa ne, bi gelemperî di nav hevokekê de tê bikaranîn. Wek mînak: “Azad di neqeba çav û birhan de wenda bû.” Wek di mînakê de jî tê dîtin biwêja ku armanca vegotina wê ji bo diyarkirina demeka gelek hindik e ketiye navbera peyvên “Azad” û “wendabû”nê de.



b- Gotinên pêşiyan ji kûratiya dîrokê tên û ne diyar e ka ji aliyê kê ve hatine gotin. Ji xwe dema gotinvanê wê diyar be, ango mirov zanibe kê ew gotiye, wê demê ji hukmê “gotinên pêşiyan” derdikeve, dibe “wecîze.” Bes ev ji biwêjan re ne lê ye. Lewra di dema me de jî hin biwêjên nû derketine û diyar e ku ew biwêjana ji aliyê kê ve hatine gotin..



c- biwêj bipiranî bi raweyên dema niha tên kişandin lê gotinên pêşiyan bi raweya dema bihorî..



d- mebesta gotinên pêşiyan şîret û tembî û pêşniyar in lê ya biwêjan tenê tebîr û teswîr û texmîna şert û rewşan e..



e- gotinên pêşiyan xweyê xwe û wateyên giştî ne yanî bi serê xwe jî watedar in lê biwêj bipiranî li gorî rist û hevokên tê de biwate dibin û bi serê xwe çirr û xav û rijî ne..



19.07.2013 04:36 | endazer

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
antolojiya helbestvanên nûjen [4]
Antolojiya Helbestvanên Nûjen: Helbestvanên Bakur antolojiya helbestva...
se7en [2]
Wat waz yîn di bakssssssss, watttt wazzzzz yînnn di bakssssssss* ...
hîperemezîs gravîdarûm [1]
%80yê jinan dema ducanîtîyê dilê wan dixele û vedireşin û ev tiştekî a...
wele govend ranabe [1]
Straneka aram tigran e. Gotinên stranê ji aliyê Dîkran Melîkyan we hat...
sendroma swyerî [1]
sendromek e ko rê lê vedike ko karyotîpa mirovî 46XY be lê fenotîpa wî...
belki ev jî bala te bikişînin
» biwêjên îngîlîzî

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî