4. di termînolojiya dînê îslamê de çi xêr çi guneh ji bo hemû kar û kirinên mirovan yên li cem xwudê têne qeydkirin tê gotin.. li gorî baweriyê her evdekî deftereka emelan heye û mirov heta sax û li ser xwe ye çi bike milyaketên xwudê wê di deftera wî ya emelan de dinivîse û qeyd dike.. û dîsa li gorî baweriyê piştî qiyamet rabû û bi sûra îsrafîl temamê mirovahiyê wê ji xew û xefleta mirinê hişyar bibe û hingî xwudê li gorî deftera emelan wê me hemûyan bidarizîne eger xêr û qenciyên me bi ser bikevin hingî wê deftera me ji milê rastê ve ji bo me were dayîn û derî û dergehên cinnetê we ji bo me werin vekirin.. lê eger hejmara guneh û xirabiyên zora xêr û qenciyên me bibe û xwudê jî li me newe rehmê hingî deftera me wê ji milê çepê ve were dayîn, cehnim wê sing û berê xwe yê tijî mankên û modêlên têra xwe seksî ji me re veke.. |
|
27.11.2013 19:21 |
endazer
|
qijika reş [1] |
|
qijika reş [2] |
|
îtîrafên tirşikvanan [1] |
|
pêşniyarên taybetmendiyan ji bo tirşikê [2] |
|
xemakê [2] |