Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [emel] de;

4. di termînolojiya dînê îslamê de çi xêr çi guneh ji bo hemû kar û kirinên mirovan yên li cem xwudê têne qeydkirin tê gotin.. li gorî baweriyê her evdekî deftereka emelan heye û mirov heta sax û li ser xwe ye çi bike milyaketên xwudê wê di deftera wî ya emelan de dinivîse û qeyd dike.. û dîsa li gorî baweriyê piştî qiyamet rabû û bi sûra îsrafîl temamê mirovahiyê wê ji xew û xefleta mirinê hişyar bibe û hingî xwudê li gorî deftera emelan wê me hemûyan bidarizîne eger xêr û qenciyên me bi ser bikevin hingî wê deftera me ji milê rastê ve ji bo me were dayîn û derî û dergehên cinnetê we ji bo me werin vekirin.. lê eger hejmara guneh û xirabiyên zora xêr û qenciyên me bibe û xwudê jî li me newe rehmê hingî deftera me wê ji milê çepê ve were dayîn, cehnim wê sing û berê xwe yê tijî mankên û modêlên têra xwe seksî ji me re veke..



27.11.2013 19:21 | endazer

3. di kurmancî de tê wateya kar, xebat û şixul.. ez ne şaş bim bi eslê xwe peyveke erebî ye.. di kurmancÎ de bi piranî digel peyveke din ya hevwateya xwe, ji bo ku têhn û tesîra hevokê xurttir bike tê bikar anîn.. wek; filankes ev serê çend salan e tu îş û emelî nake.. lêkera emilandinê ya di wateya şixulandin, bikar anînê jî ji vê peyvê hatiye çêkirin an darêjtin..



27.11.2013 19:10 | endazer