Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


27 mijar û 64 peyam
şivan perwer vs ciwan haco

şivan perwer vs ciwan haco

16. min do navê mijarê li hêla çepê dît û got binêrim xelk û alem bê çi gotine li ser wan? lê min dît ku min bixwe ev mijar vekiriye gidî. neh sal jê derbas bûye, piştî neh salan, li rabirdû seh dikim, di wan neh salan de pê karim sond bixwim ku min her roj ciwan guhdarî kiriye û taliya talî min navê kurê xwe jî ciwan daniye. êdî bi şaşî be jî rêya min li ber şivan perwêr nakeve. bo min ev mijar û pirs û qarebar xelas bû, heta hetayî...
şivan hestek e heta kamilbûnê lê ciwan felsefeyek e heta mirinê.
dîsa hat bîra min û min ji destana egîdekî, strana lehîyê vekir. dibe ku çend saetên min ên mayî yên vê şevê bi vê stranê yan helbestê bibûhure...

êdî ciwan haco qebûlkirinek e bo min, qebûlkirina rastîyê ye, rastîya me ya kurdan, belê wextekî em xweş û beş bûn, mafdar lê stûxwar; haypêbûyîn lê jidestçûyî.. yanî kurdistan lê kavilistan. şivan ne wilo ye, ger tu guh lê bidêrî tê yê bê xapandin; ''dê du sê sal paşê ava bibe kavila me!'' Lê bi qewlê fatma savci; hêvî hercar xapînokeke bê'ar e... piştî emrekî, piştî spîbûna por û simbêl, nabe tu bê xapandin, nabe hêvîdar bî.

bi kurt û kurmancî: edî li vî welat û kavilistanî wê ti tişt wê ti wext mîna ya dilê min nebe, dizanim. hîn jê kulkêş nabim, pê naêşim û ciwan haco guhdarî dikim! geh li zarotîyê me geh li ciwaniyê me. yên xweş, ne dem û dewran bûn, ne derfet û îmkan bûn, yên ku xweş bûn bi tenê hîsên me bûn: ji malmezin û pozmezinan îzolebûyî, ji hesab û kitêban berrîbûyî...
êdî ne bi tenê mekanek e, dekorek e, hûrgiliyek e kolana li ber dibistanê, bexçeya li ber zankoyê, bêndera li pişt xaniya gundî, belavoka li nivê şevê hatîbelavbûyî, govenda li ber partiyê, dengê bilind ê strana ji qadeke hatî, şop û toz û xirba galerîyaya ji erdhêjeke hilweşîyayî, pelên ketî yên li ber parqeke sûrê, rêya ji çemê dîjleyê çavpêdana bexçeyekê... hwd êdî giş bi tenê hesret, xwezî û daxwaza veger in bo rabirdûyê...
dema tu ciwan guhdarî bikî tu car nikarî di dema niha de bijî, di newa û dengê ewilîn de tu yê herî zarotî, ciwantî. yên ku pirr zêde ciwan haco guhdarî dikin ne kêfxweş in ji jiyana xwe ya dema niha, xwezî di gewrîya wan de bûne pêt, agir...



08.03.2024 22:15 ~22:18 | ferhenga şikestî

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik forûm [1]
çewt nebim û magazînerên tirşikê ragihandibûn ku endazer û (vb...
wunken [1]
li gor fehma min li kurmancî wisa ye: îro roj e, rojê newroz e Ce...
bugs bunny [1]
hevalekî min gotibû bugs bunny kîvroşkekî lewçe ye, ji ber ve ...
xwarzî [1]
Rastnivîsa wê wiha ye; xwarza, çimkî ji xwar(xwîşk) û za yê pêk tê, za...
nivîskarên tirşikê çima nanivîsin an jî li ku ne? [5]
ez dinivîsînim.* lê dixwazim ser vê bipeyivim. mixabin wekî (vbnr:...
belki ev jî bala te bikişînin
» şivan zeren
» perwerdehîya online
» ciwanên bajarî

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî