Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


41 mijar û 81 peyam
eta nehayî

eta nehayî

6. romana wî ya gulên şoran ev çend sal in li ti deverekê peyda nabe. ez nizanim weşanxaneyên me çima di çapkirina pirtûkan de evqasî teral û bixwerenedîtî ne.
hama bêje min deh sal berê pirtûka hanê kirrîbû lê min diyarîyî hevalekî xwe kiribû û min gotibû ezê paşê ji xwe re jî bistînim lê texmîn dikim hama bêje şeş heft sal in çapa wê ya nû derneketiye. diyar e ku çapa yekem giş hatine firotin, yanê berhemên nivîskêr hatine hejêkirîn. madem wilo ye, ê qurban hûn li benda çi ne? li piyasê ne şaş bim sê pirtûkên wî yên din peyda dibin nexwe di navbera nivîskêr û weşanxanê de arîşe jî nîn e...
vê taliyê min berhama wî ya helale xwend, axirî dikarim bêjim hemd ji xwudê re werger heye, em ji kurmanciya entîqe û nelihev a nivîskarên bakur bi rêya wergerê berrî dibin. besam mistefe jî xwe di warê wergerê de têra xwe pêş xistiye di her berhemeke nû ya wergerandî de bêtir karên baş dike ku tew meriv tênagihê kitêb ji zimanekî an zaravayekî dî hatiye wergerandin.

wek dawî ez hinekî qala nivîskêr bikim; li êranê dijî yanê nivîskarekî rojhilatî ye, loma ne hewce ye meriv wî û bextiyar elî bide li ber hev. ez bawer im ziman, kûrahî û edebîbûn, herikbûn û honaksaziya Bextiyar baştir e.
her çend di romana Eta de hinekî klîşe hebin jî wek nivîskarên bakurî xwe têde wenda nekiriye, romana xwe nekiriye amûreke siyasetê, siyaset û gengeşeyên siyasî têde ne armanc in, yek jê element û hêma û stûneke xwezayî ya honak û çirokê ne. meriv fêm dike; di romanê de karekter û bûyer hene lê nêzikbûn yanî focus her li ser karekteran in, karekter ne pêlistokên ji bo propaganda an armanca dîdaktîk a nivîskêr e, karekter li dor meseleyên civakî çerx dibin lê nabin bo qurbanî felsefeya nivîskêr...



30.01.2024 11:13 ~11:24 | ferhenga şikestî

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
wunken [1]
li gor fehma min li kurmancî wisa ye: îro roj e, rojê newroz e Ce...
bugs bunny [1]
hevalekî min gotibû bugs bunny kîvroşkekî lewçe ye, ji ber ve ...
xwarzî [1]
Rastnivîsa wê wiha ye; xwarza, çimkî ji xwar(xwîşk) û za yê pêk tê, za...
nivîskarên tirşikê çima nanivîsin an jî li ku ne? [5]
ez dinivîsînim.* lê dixwazim ser vê bipeyivim. mixabin wekî (vbnr:...
tirşik forûm [1]
(bnr: kengî jan kete hestiyên ciwan haco)...
belki ev jî bala te bikişînin
» etar

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî